www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

18.06.2003 - 14:23

Ka berê tevgera kurdî bi kû ve ye?

Mislim Kobanî

Berî 46 salan, di 14-06-1957an de, li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê û bi alîkariya gelek mirovên kurdhez û xwedan hestê netewî, yekemîn rêxistin bi navê PARTIYA DEMOQRAT A KURDISTAN LI SÛRYA hate damezirandin. Ev partî hate damezirandin, ji ber ku pêwîstiya rêxistineke kurdî di wê demê de gelekî giring bû, ji bo ku çareyek ji doza gelê kurd re were dîtin.

Tevgera kurdî li Sûryayê di pir qonaxên dijwar re derbas bû, û gelek pirojeyên tunebûnê li pêşiya wê hatin ava kirin, ji bo ku tevgerê ji naveroka wê vala bikin û cûdatiyê di navbera partiyan û gelê kurd de çêbikin.

Tevî ew zor û stemkariya, ku bi ser endamên partiyan de dihatin bikaranîn, dîsa jî nikarîbûn ti sînoran li pêşiya hestên netewî yên gelê kurd ava bikirana.

Divê tevgera kurdî ji xwe pirske, ka li gor van guhertinan berê wê bi kû ve ye û çi jê tê xwestin ku bike, ji bo karibe bi demê re be, û ger ew bixwaze, ku di hinavê cemawêran de be, divê li xwe vegere û guh bid van xalên jêrin:

1- Divê berî her tiştî ew êşên, ku tevgerê bi hev kirî, çi rast û çi jî nerast, ji xwe bîrkin û lê venegerin.
2- Ew mezin û bilindbûna di ser hev re divê were kû kirin, çi di warî xwestek û armancan de, û çi jî ji hêla konevanî ve.
3- Ew nikokiya, ku bi salan di nav berpirsiyarên tevgera kurdî de heyî, divê qels be.
4- Ew guhertinîn, ku li vê dawiyê hatin holê, divê em ji dest xwe bernedin.

Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]