www.amude.com - navenda çanda kurdî


18.10.2003 - 14:50

Jimara gelê kurd li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê

Mihemed Hemo - Silêmanî
m_hemo03@yahoo.com


Mihemed Hemo
(Ereb li ku, medeniyet li ku)

Ji ber ku her çar perçeyên Kurdistanê dagîrkirî ne, ta niha, jimara gelê kurd di her çar perçeyên Kurdistanê de sed-sed ne diyar e. Loma gelê kurd nikare serhijmartina xwe pêk bîne. Gava dagîrker jî serhijmartina Kurdan pêk tîne, ew wê eşkere nakin û ger eşkere jî bikin, ew rastiyê nabêjin. Lê divê siyasetvan jimara gelê xwe bizanibe

Îro bêtirî deh partiyên kurd li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê hene û di derheqê jimara Kurdên wê derê de, gotina du partiyan li hev nayê. Hin ji wan dibêjin, ku Kurdên Sûryayê bêtirî yek melyonî ne, hinên din jî dibêjin, ku hejmara Kurdan 1,5 melyon e, û hin jî dibêjin 2 melyon. Herweha ew dibêjin ku Kurd 10% an 11% miletê Sûryayê dikin.

Em hîn ji rêjîma Bees xelas nebûne, bi ser de ji me re Civaka Medenî ya Ereban (Muctemeh mMedenî) jî ji me re derket. Ew dibêjin, ku Kurd li Sûryayê 7% ji milet dikin. Ger medeniyên Ereban wiha munafiq bin, nijadperestên wan dê çawa bin?

Di sala 2000î de, Hêzên Ewlekariya Dewletê serhejmartina Kurdan li Sûryayê pêk anîn û dîtin, ku hejmara Kurdan 13,7% derket. Lê ew ev serhejmartin ne hate eşkere kirin û tenê ji bo rêjîmê bû.

Di sala 1981-1982ê de, min jî bi alîkariya hin hevalan îsayek kir. Gava em leşkerên sûrî bûn, me ji xwe re xaniyek li Şamê standibû. Di êvaran de, gelek leşkerên kurd, ên ku li derdora Şamê leşkeriya xwe dikirin, li me kom dibûn. Rojekê, min ji wan xwest, ku çi kesê ku tê cem me, divê jimara leşkerên ordiya ku tê de dimîne, û Kurdên tê de jî ji me re bînin. Piraniya wan daxwaza me bi cih anîn. Jimara leşkerên 13 ordiyan ji me re hat û Kurdên tê de, çi ji Focan çi ji Alahiyan çi ji leq û siriyan, her yek ji şûnekê hîn di bîra min de ye. Jimara leşkeran 16781 bûn, ji wan 2209 kurd bûn. Hingê ez yekser çûm cem welatperwerê nemir Osman Sebrî, min jê re got: "Apo, jimara Kurdan li Sûryayê bêtirî 13%an e." Nemir got: "Di bawariya min de, 15%j hene." Min jê re got, ku ev yek dibe, çimkî Kurdên me yên ku nasname ji wan hatibû kişandin, 25000 hene û ew leşkeriyê nakin, wekî din jî Ereb gelek xwe leşker imze dikin, lê Kurd imze nakin. Dibe ku Kurd li Başûrê-Rojavayî Kurdistanê 15% hebin.

Tiştê ez dixwazim ji siyasetvan û rewşenbîrên me re bêjim, ew e, ku bila bê tirs bêjin, ku Kud di Başûrê-Rojavayî Kurdistanê de 3 melyon in. Çima em xwe kêm dibînin!?

13.10.2003


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]