 |
 |
20.01.2004 - 19:33
Tirkiyê stranbêjên kurd ji xwe re weke dêkor bi kar tîne
Miço Kendeş*
Gava ku berpirsiyara min a hunerî (manager) telefona min kir û got "Tu dixwazî
li Tirkiyê bistrê?", ez bîstekî mijûl mam û gelek tişt di serê min re derbas bûn…
Festîvaleke navneteweyî ya mûzîka miletan (traditional music) her
salekê li bajarekî cîhanê bi navê (STRICTLY MONDIAL) li dar dikeve.
Îsal, 2004an, ew li Stenbolê bi cih dibe.
Ji nav 500 kom û grûpên mûzîkê tenê 20 kom bo festîvalê hatine bijartin; koma me jî yek ji van bîstan bû.
Piştî dayin û standineke dirêj di nav min û xwe de, min biryar stand ku ez neçim û min xwest ku ev biryar mirovayetî be bêtirîn ku siysî be. Dibe ku kesek bipirse û bibêje: " Te çima ev biryar stand? Ne em dixwazin ku navê kurdan jî di festîvalên navneteweyî de dîyar bibe…!? "
Ezê bibêjim, ku bi rastî gelek sedemên vê yekê hene: Tirkiyê îro dixwaze rûyê xwe li ber Yekîtiya Ewropayê gewir bike û bibêje "vane kurdên (paqij) ne terorîst li Tirkiyê bi zimanê xwe yê zikmakî bê tirs û berbend distrên û huner û çanda xwe bi şêweyeke serbest pêşkêş dikin… Vaye (demoqratî), yên ku înan nakin, bila werin wê bi çavên serê xwe bibînin…"
Lê wek ku ez dizanim û her kurdek dizane, ya rast ne ev e. Hikumeta Tirkiyê dixwaze bi gavine demoqratî yên xav û çapik û bê bingeh rabe weke ku mirov hovkê (mesreh) yan dêkorekî bo ahengekê ava bike. Bi dawîhatina ahengê re ew dêkor jî bi dawî tê.
Em giş dizanin, ku ti guhertinên mezin û bi rastî li Tirkiyê çênebûne û pêk nehatine; dixwazin "suxme li şûna cubbe deynin" bêyî ku tiştên di bin cubbe de biguherin.
Tiştekî din heye: Çima kurdên Tirkiyeyê yên sirgûnkirî û yên girtî li Stenbolê nastrên?
Weke ku hûn dizanin, bi sedan dengbêj û mûzîkjenên kurd li Tirkiyeyê hene… Gelo çima Miço Kendeş wê ji Swîsrayê were û bi navê kurdan li Stenbolê bistirîne?
Ji ber ku Miço Kendeş ne siyastmend e?
Ji ber ku Miço Kendeş ewropî ye?
Ji ber ku Kendeş ne ji kurdên Tirkiyê ye?
Henekên xwe bi hişên me yên sivik dikin!!!
Weke kurdekî ewropî baweriya min bi gotin û slogan û qerebalixa hikumeta Tirkiyê derbarî demoqratî û mafên mirovan nayê. Di nerîna min de, hikumeta Tirkiyê di warê mafên mirovan de ne pir dûrî hemî rêjîmên Rojhilata Navîn e û ji wê tê xwestin ku biryarine sert û bi rastî bistîne û hîn demeke dirêj ji çêkirin û lêkirina demoqratiyê û guhertinê ji wê re gerek e, ta bikaribe bibêje "ez ewropî me".
Û hîn demeke dirêj ji min re gerek e, wek kurd, da bikaribim bi dilekî şad li Stenbolê bistrêm û ji bîr bikim ku bi dirêjiya 80ê salan zimanê dayika min qedexe bû û bi hezaran stranên bav û kalên min hatine dizîn û binpêkirin…
Bes e me mîna sol û pêlavên kevin erzan bikirin û erzan bifiroşin.
Va ez dengê xwe didim û ez bawer im ku ev deng dikeve nav pir dengan bi hêviya ku di paşerojê de Şivan Perwer, Orhan Gencebay, Feqeyê Teyran û Ferdî Teyfor li gel hev konsêrteke mezin ava bikin.
-----------------------------------------------------------------------------------------
* Dengbêjek ji başûrê-rojavayî Kurdistanê ye.
Niha li Swêsrayê dijî.
|
 |
 |