
|
|
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî
|
Nerîn û rexne
|

|

 |
 |
 |
20.06.2003 - 18:11
Zanîna edebî
Lokman Polat - Stockholm
lokmanpolat@hotmail.com
Min ê sernavê nivîsa xwe "Zanîna Edebî û Xwendevan" daniyana. Lê, di rojnamegeriyê de sernavên nivîsan kin be û balkêş be, hîn baştir e. Loma jî min sernaveke kin "Zanîna Edebî" nivîsî. Lê, ez ê netenê behsa zanîna edebî bikim, herweha ez ê behsa zanîna edebî û xwendevanan bikim.
Di jiyana edebî de ji bo her nivîskarî zanîna edebî pêwîst e. Divê nivîskar pîvanên edebî, teknîka nivîsînê, metoda lihevûdu girêdanê û herweha gelek tişt zanibe û haya mirov ji teoriya edebiyatê û ji edebiyata cîhanê hebe.
Zanîn bêdawîn e. Mirov çiqas bibêje ez zanim, haya min ji hertiştî heye jî, mirov gelek tişt nizane û haya mirov ji gelek tiştan tune. Mirov bi perwerdê, bi xwendinê û ji jîyanê her roj tiştên nû fêr dibe. Çawa ku civat û xwendevan ji nivîskaran gelek tişt fêr dibin, herweha nivîskar jî ji civatê û xwendevanan pir tişt fêr dibin.
Hinek dibêjin: "Nivîskar ji herkesî pirtir berhema xwe nas dike, berhema xwe fam dike." Bi min ne weha ye. Hinek xwendevan û carna jî hinek rexnegir berhema nivîskar ji nivîskar baştir fam dikin.
Mirov tiştekî biafrîne nayê wê wateyê, ku wê baş fêm dike. Dê û bav zarok dixulqînin, lê ew carna zarokê, ku xuliqandine, baş fam nakin. Car heye hevalên zarokên wan ji wan baştir zarokên wan fam dikin, nas dikin.
Zanîn û şîrovekirina herkesî wekhev nîn e. Her mirov li gor xwe nirxandinên cuda dike. Car heye, nirxandina xwendevanekî ji nirxandina nivîskar rastir, objektîftir û baştir e. Dema nivîskar berhema xwe dinivîse û diweşîne, dibe ku gelek tiştan, şaşî û kêmaniyan nebîne. Lê, xwendevanekî, ku bi çavê rexnegirî berhemê bixwîne, dikare di berhemê de gelek şaşî û kêmanî bibîne.
Xwendevan û rexnegirên edebî bi çavên, ku nivîskar li berhema xwe mêze dike, mêze nake. Ew li gor bîrûbaweriyên xwe, li gor zanîna xwe ya edebî li berhemê mêze dike û li gor xwe berhemê dinirxîne.
Helbet zanîna edebî gelek girîng e. Gelek xwendevan û rexnegir hene, ku di hêla zanîna edebî de ji gelek nivîskaran zanatir in. Rexnegir -helbet ne rexnegirên hesûd û dilreş- û xwendevanên zana berhema nivîskar ji wî baştir dinirxînin. Hinek rexnegir û xwendevanên, ku karê rexnegiriyê bi şêweyeke profesyonelî pêk tînin, bi nirxandin û analîzên xwe rê bi nivîskar nîşan didin. Nivîsên wan ên rexneyî ji bo nivîskar dibe alîkariyeke girîng, nivîskar ji rexneyên wan sûdê werdigrin, bi şaşî û kêmaniyên xwe dihisin.
Di gelek welatan de, yên ku riya pêşveçûna pêvajoya edebiyatê tayin dikin, rexnegir in. Rexnegir dibe xwedî otorîte. Li Rûsyayê rewş weha bû û rexnegir Belînskî di edebiyata rûsî de bûbû otorîteyek. Min navê sernivîseke xwe danîbû "Xweziya Belînskiyekî Me Kurdan Jî Hebana" (Ew nivîs heft sal berê di rojnameya "Roj"ê de derketibû.), lê, çi heyf ku hêj jî rexnegirekî wek Belînskî ê Kurdan tune ye.
Belê, rexnegirên kurd ên edebiyata kurdî tune ne. Lê, xwendevanên kurd hene, ew bi kurdî dixwînin û ew gelek caran ji rexnegirekî baştir berhemên edebî dinirxînin. Min bi xwe ji dîtin û nirxandiên xwendevanan sûdeyek mezin wergirtiye. Tiştên, ku min di berhemên xwe de nedîtiye, kêmanî û serketinên, ku di berhemên min de hebûne, min bi saya xwendevanan dîtiye. Ez bi xêra xwendevanan fêrî gelek tiştan bûme.
Li gor bîr û baweriya min û li gorî zanîna min a edebî, nivîskar, berhem û xwendevan bi hevûdu ve girêdayî ne, hevûdu temam dikin.
|
|
 |

| |