www.amude.com
www.amude.com - serbixwe, çandî, giştî Nerîn û rexne

[destpêk]

19.06.2003 - 15:52
Ronakbîrî û leşkeriya ku ronakbîrên me dikin

Laleş Qaso - Stockholm
lales56@hotmail.com


Laleş Qaso
(kamera: SHB)
Piştî ku Mehmet Uzunê nivîskar ji Swêdê çû Tirkiyê û ji Tirkan re leşkerî kir, gajopij li ronakbîrên me yên Ewropayê ket û gelekan berê xwe dan Tirkiyê; dinyayek pere dan Tirkan û bûn "mehmetçîk"! Yanî him bi deh hezaran pereyên ewrupî dan Tirkên kurddijmin, û him jî leşkerî ji wê dewleta kurdkuj re kirin!
Min li ser vê qebheta, ku ez ê nikaribim efû bikim, li her derê kirasê xwe çirand û nivîsand. Lê wilo xuyaye, ku divê ev qebheta van ronakbîran ji ser zimanan nekeve. Ronakbîrên Kurdên me yên bakurê welêt ha ha diçin!
Tefsîra ronakbîriyê bi sed salan e, ku ji bal kesên întellektuel ve hatiye kirin û hîn jî tê kirin. Û hemiyan jî hema hema wek Maurîs Maeterlînck, bi rêk û pêk gotine.

Ronakbîrî çi ye?

Ronakbîrî her çi tiştên, ku mexzena êqil bindest digire û rê nade aqiliyetê û pêşketinên civakî û ilmî, paşverû dibîne; xweşiya jîn û jiyanê bi bilindahiya maqûliyeta kes, kesan û civakê ve girêdide û li himberî zilm û zorê pevçûneke bêwestan emir dike!


Li gora vê ravekirinê û temamê raviyan, nabe ku mirovekî ronakbîr li himberî zilm û zorê û ketxwariyê bêdeng bimîne; qet nabe ku ji milîtarîzmê re leşkeriyê bike; û qet û qet nabe ku ji siyasetê bireve û welatê xwe ji pencên zilmê re berde. Azadiya mirov û rûmeta mirovayetiyê bi pevçûna ronakbîran a li himberî zaliman re hatiye holê û jiyana xwe domandiye. Mirovayetî serwetek e gelêrî ye û ji herkesî bêhtir xwediyê vê serwetê jî mirovên ronakbîr in. Mirovê ronakbîr li kû derê dinyayê dibe bila bibe, bêdevjeng mecbûr e, ku vê serwetê biparêze. Lê mixabin, îro gelek ronakbîrên me yên bakurê welêt bûne leşkerên milîtarîzma dewleta Tirkan û sênga mirovayetiya miletê me yê jar û hejar diterişînin! Ji bîra kirine, ku çerxa zemanê welatê me bi ava lêvên ronakbîran geriyaye. Heger li welatê me ronahiyek mabe, ew hemû hîn jî rivînên jana kezeba ronakbîrên me ne. Dîroka miletê me her gav bi hest û hizrên wan meşiyaye...
Ronkabîr her tim bûne mirêka zemên û zembereka dîrokê. Ên ku ev xweşiya mirovayetiyê ji me re pêk anîne ne Skender, Neron, Napolyon, Hîtler û Stalîn û yên mîna wan bûn; Arîsto, Galîle, Pasteur û yên mîna Freud bûn. Van mirovên mezin li ser wê pevçûna xwe ya mirovayetiyê zilmek nema ku nekişandin! Giriyê mirov bi halê Erasmûs, Kepler û Marks tê. Pars dikirin!
Û ronakbîrên me jî, ji bo ku li giravên Tirkiyeyê kêfa belek bikin, ji zilmê re diçin leşkeriyê dikin!

Ronakbîrê mezin Hypatîa hîn berî zayînê bi 400 salekî li himberî zilma xwedayan rawestiya bû û bi haweyekî barbarane hatibû kuştin! Zaliman goştê canê wî pêşî ji hestî kirin û dû re jî şewitandin!
Û ronakbîrên me jî di vê dewra ku mirovayetiyê li zilmê teng kiriye, ji xwedayên zilm û zorê re leşkeriyê dikin!


"Ronakbîr"a Laleş Qaso
John Huss di sala 1415an de, Praglî Jerom di sala 1416an de, Herman Van Rîsvwîk di sala 1512an de, li ser xebata ronakbîriya xwe ji bal kenîştê û qiral ve hatin şewitandin!
Û ronakbîrên me jî ji bo ku bi hizûr li Tirkiyê bijîn, wan potînên mehmetçîkên, ku serê zarokên Kurdan pê diperçiqandin, dixin lingên xwe!

Hîmdarê tipa hermetîc Paracelsus di sala 1541ê de, li ser ronabîriya xwe piçpiçî bû! Goştê canê wî li kolanên bajarê Baselê berba bûbû! Û ronakbîrên me jî bi cil û sîlehên mehmetçîkan li kolanên Kurdistanê digerin!

Huchînson bi ronakbîriya xwe li himberî zaliman serî hilda û zaliman jî di sala 1550î de serê wî jê kirin. Û ronakbîrên me jî, li ber komutanên mehmetçîkan bêkip disekinin û patevê didin!

Ronakbîrê mezin Jean Jean, hema bi dû Huchînson de, ew jî li Frensayê hat şewitandin! Û ronakbîrên me jî yek bi dû yekî de ha ha ketine dora leşkeriyê! Wey li min ê!

Glordana Bruno di sala 1600î de, di nav agirê zilmê de diqêriya û digot: "mirovên bi kesayetî, ew kesên ku li himberî zilmê disekinin û xwe di nav êgir de dişewitîne!"
Û hin ronakbîrên me Kurdan jî, kesayetiya xwe di kirina leşkeriya Tirkan de dîtine!

Voltaîre dixwest, ku ji hevwelatiya Frensayê derketa. Û piraniya ronakbîrên me jî ketine dorê, ku peseporta Tirkan têxin bêrîka xwe! Tew! Tolstoy di sala 1897an de li himberî milîtarîzma rûsî belavokên, ku xelk neçin leşkeriyê dinivîsandin, û li vir û wir belav dikirin.

Jean Paul Sartre li dijî milîtarîzma frensî hebela li meydanan bû. Û yên me jî bûne Îbn Xeldûn û li ber lingên Tîmûrlengên îro, çong berdane erdê. Ew jî ronakbîrekî islamê bû.
Gelek ji yên me bûne Sofî Şibliyê Hallacî û raporên dînitiyê derdixînin; da li Tirkiyê bêqede û bêbele bijîn!
Heger dewleta Tirkan di nav vê komînîkasyonê de, ya ku dinya kiriye wek bajarekî, hîn jî karibe hebûna Kurdan bi miletî qebûl neke û xwe li qirkirina miletê kurd şidand dibe, heger li temamê dinyayê navê kûçikan hebe û mirovayetiya miletê tirk û dewleta wan hîn jî karibe rê nede, ku Kurd navên kurdî li xwe bikin û ronakbîrên me Kurdan jî ji wan re karibin leşkeriyê bikin, êdî kurdayetiya van ronakbîran dê çendî durist be gelo?

Xwelî li serê we û ronakbîriya we be û hew!

-----------------------------------------------------------------
* Ev gotar bi şêweyeke din di pirtûka nivîskar a bi navê "RONAKBÎR" de hatiye weşandin. Pirtûk dikare ji nivîskar li ser emaila wî bê xwestin.


veger rûpela destpêkê