03.05.2003 - 21:25
Di 60 saliya weşana "Roja Nû" de
Konê Reş - Qamişlo
Bi hatina 3yê heyva gulanê, sala îsal 2003, 60 sal di ser derçûna rojnameya kurdî
"Roja Nû" re derbas dibin.
Roja Nû rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû, xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr.
Kamîran Alî Bedir-Xan bû.
Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan-Beyrût bû.
Di navbera salên 1943 û 1946an de, 73 hejmar ji Roja Nû hatin çap kirin, û dora salekê, di navbera sala 1944an (hejmara 48an) û sala 1945an (hejmara 49an) de, ev rojname hatiye rawestandin.
Hejmara pêşîn (1) ji vê rojnameya bedew di 3ê gulana 1943an û ya dawîn (73) di 27ê gulana 1946an de bi zimanê frensî hatiye weşandin. Ji bo zelalkirinê divê em bêjin ku hejmara 72an di 13ê gulana 1946an de bi kurdî hatiye weşandin.
Hêjayî gotinê ye ku di hejmara pêşîn, rûpelê pêşîn û gotina pêşîn de, gotarek bi pênûsa mîrê kurd Lawê Kurdistan, nevyê Bedir-Xan Celadet Alî Bedir-Xan bi navê "Merhele" hatiye nivîsandin, tê de wiha gotiye:
"Di jiyana miletan de, merheleyin hene, û miletê ko bixwaze bigihe tekûzî û medeniyetê û wan li xwe bike, jêra divêt bide riya wan merheleyan û bi wan re derbas bibe...
Belê daxwaz ev e, lê tiştê hazir û mewcûd bi awakî din e , û (silav li sifra hazier )."
Berî 300 salî Ehmedê Xanî nav di miletê xwe de dida û digot:
Enwa´î milet xudan kitêbin
Kurmanc bi tenê di bê Hesêbin
Herçî Evdilqadirê Koyî di pey Xanî re û berî 50-60 salî, gava temaşa dinyayê dikir û didît ko her tiştên dinyayê guherîne û ji xwendinê re awayine nû çêbûne û bi tenê bi xwendina medresan berê Kurdan naçe serî, dinalî û digot:
Le dewrî ême roman û cerîde'
Eger çî meqsede zimanî bawe
Belê Xanî digot "bixwînin", Koyî li gora wextê xwe bi ser ve zêde dikir û digot :"Bi awayê nû bixwînin".
Lê me nexwend gelo çima?
"Ji ber ko mezin û bîrewerên Kurdan menfîetên xwe yên şexsî di ser menfîeta milet re girtine, ev miletê belengaz wek kerîkî pez dane ber xwe, ew dotine ... "
Belê ev gotina Mîr Celadet Alî Bedir-Xan e, ku ji berî 60 salî ve bi mebesta derçûna rojnameya "Roja Nû" bi navê (Merhele) nivîsandiye û roja îro em gelekî çakbîn û geş in ku di nîsan û gulana îsal de (2003) merheleyeke dîrokî û nû li ber me Kurdan vebûye, bi hêviya ku em yek dest bin, yek gotin bin û yek dil bin, li gorî bin û sûdê jê wergirin...
Emê vegerin ser rojnameya "Roja Nû", ewa ku me got rojnameyeke hefteyî bû, belê cihê daxêye ku ev rojname ji ber rewşa aborî û ciyopolotîkî, hem hejmarên wê li ser hev nehatine çap kirin li gor programê xwediyê wê, û hem jî hatiye rawestandin.
Ev rojname ji hejmara (1-12) her heftî bi dû hev de roja duşembê dihat weşandin, hejmara 14an piştî wan bi 15 hatiye weşandin.
Ji hejmara (14-23) dîsa her heftî di roja duşembê de hatiye weşandin, hejmara 24an piştî 15 rojan hatiye weşandin.
Û wiha carina 15 rojî û carina hefteyî hatiye weşandin, hem jî carina hejmarek bi kurdî û carina yek bi firansî û carina jî herdu ziman bi hev re hembêz dikirin û dihat weşandin.
Roja Nû bi zimanê kurdî û firansî dihat weşandin. Ev rojname ji 4 rûpelan pêk dihat, 3ê rûpel bi kurdî û yek bi firansî bûn. Ji hejmara 49an û pê ve hejmarek bi kurdî û yek bi firansî hatiye weşandin.
Tevlî ku "Roja Nû" rojnameyeke siyasî bû, belê gelekî guh daye floklor û çanda kurdî. Mirov dikare navê hin nivîskarên wê yên beşê kurdî diyar bike, ji bilî navê xwediyê wê Dr . Kamîran Alî Bedir_Xan, ew jî ev in: Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, Osman Sebrî, Cegerxwîn, Hesen Hişyar, Qedrî Can, Ehmed Namî, Mistefa Ehmed Botî ...
Ji bo zanînê, hêja ye em bêjin ku Mîr Dr . Kamîran Alî Bedir-Xan rojnameyeke din jî bi navê "Stêr" di sala 1943 an de li Beyrûtê çap û belav kiriye, ango ji berî 60 salî ve. 3ê hejmar ji vê rojnameyê hatine çap û belav kirin, hejmara pêşîn ( 1 ) di meha çileyê berê de 1943an, hejmara (2 )an di meha sibata 1944an de, hejmara (3)an û dawî di 22ê çêrya berê de sala 1945an, ango her salekê hejmarek hatiye çap û belav kirin. Dibêjin ku ev rojname wek zêdeya rojnameya "Roja Nû" bû.
Bi vê helkeftina ku gulana îsal sînga xwe bi bayê azadiyê ji Kurdan re vekiriye, û ku ji berî 60 salî vê heyva gulanê mizgîniya jidayikbûna rojnameya "Roja Nû" daye me, em xwe gelekî bextiyar û kamîran dibînin û sed rehmet li giyanê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan û tev neferên malbata wî bin, buhişt cih û warê wan be.
Qamişlo, 03.05.2003
|
|