 |
 |
22.10.2003 - 19:38
Rexnegirên helbestê nîn in
Emîne Çelebî - Amed
eminecelebi21@hotmail.com
 Konê Reş (wêne: E. Çelebî)
|
Helbestvan û nivîskarê kurd ê ji Başûrê Biçûk Konê Reş,
ku heya niha ji dehan zêdetir pirtûkên wî yên li ser helbest, wêje,
dîrok û zarokên Kurdan hatine weşandin, demek berê ji bo
şeva Sedsaliya Cegerxwîn hate Amedê.
Helbestvan ji bo Amedê dibêje: "Xewn û xeyala min a 54 salan bi hatina Amedê bi cih hat." Konê Reş der barê hunera xwe, jiyana bajarê Qamişlo û jiyana Kurdan a parçebûyî bi me re hestên xwe par ve kirin. Konê Reş, ku ji rojbûyîna xwe heta niha jiyana xwe bi helbestan tîne zimên, diyar kir ku helbesta kurdî helbesta herî kevn a dîrokê ye, lê ji ber ku rexnegirên vê helbestê tune ne, di nav helbesta hemdem de cihê xwe ne girtiye.
Bila tûrikê ku bi çanda xelkên biyan hatiye dagirtin, ji bo Kurdan vebe
Konê Reş, ku ji bo xwendina xwe bi salan li Almanyayê maye, piştî hatina welat li derdora salên 1975ê li gorî gotina wî "tûrikê xwe yê tije çand û zimanê erebî" ji bo zimanê kurdî vekiriye û dest bi nivîsandina helbesta kurdî kiriye. Wî jî wekî her helbestvan û nivîskarê kurd sûda xwe ji pênûsên giran ên Kurdên mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran, dîwanên Cegerxwînê Hesarî û ji ava çemê Dicleyê standiye. Konê Reş destpêka helbestvaniya xwe wiha anî zimên: "Me tûrikê xwe yê nivîsê hem bi zimanê bav û kalan, hem bî ji stranên, wekî yên Demîr Elo, Silo Koro, Hiznî Begê, ku stranên gelêrî dibêjin, ode, çîrok û serpêhatiyên mîrekên Botan, dewlemend kir. Me xwe berda nav derya êş û raman û zimanê kurdî û afirandina çanda zimanê kurdî."
Helbesta nûjen jî û ya klasîk jî li ba Kurdan heye
Dema ku mijara helbesta kurdî kûr bû, me li ser helbesta Ewropa û ya li ser axa Kurdan jî pirs ji Konê Reş kirin û wî pirsên me wiha bersivandin: "Helbesta nûjen li ba Kurdan e, helbesta klasîk jî bi me re ye. Helbesta kurdî ji Memê Alan û vir ve ji me re mîras maye. Lê îro helbestên kurdî li Ewropayê tên afirandin. Bes zimanê me li ser axa me qedexe ye. Yekemîn car gava ku Kurdistan hate perçe kirin û bû 4 parçe, ziman jî hate perçe kirin. Ji ber vê parçebûnê, li ser axa me zimanê tirkî û erebî serdest bû. Lê helbesta kurdî dîsa têk neçû, di ziman de ma. Helbest di stranan de hate zimên, bêyî ku bê nivîsandin, di stranan de di dil de ma. Hesenîkê Mala Mûsa hebû, ew stran helbest e. Gelek helbestên bi vî rengî hene, lê ji ber zimanê osmanî, zimanê îslamî yê Quranê bû serdest û dest û lingên Kurdan hatin girêdan."
"Divê qîmet û dewlemendiya zimanê kurdî were zanîn"
Li ser pirsa me ya wekî "gelo dê ziman û helbesta kurdî kengî bi ser bi keve?", helbestvanê navdar ê kurd Konê Reş wiha bersiv da: "Emê girîngiya ziman bi hînbûna ziman û çandên gelên biyan bibînin. Di cîhanê de ji zimanê kurdî zêdetir zimanê dewlemend tune ye. Dema ku me zimanê gel ê feqîr nas kir, wê demê emê qîmeta zimanê xwe bizanibin." Konê Reş li ser pirsgirêkên li ber pêşketina helbesta kurdî jî nêrînên xwe wiha vegotin: "Pirsgirêka herî mezin yek rexnevan tune ye, yek jî wergerandin tune ye. Ji ber ku ziman ne bûye zimanekî hemdem, di nav cîhanê de wekî helbesta hemdem cihê xwe ne girtiye."
"Rexnevanên helbestan wan dewlemendtir dike"
Konê Reş li ser rexnekirina helbestê wiha pê de çû: "Ez niha helbestekê dinivîsim, lê ji ber ku rexnevan tune ye, ez nizanim helbesta min çawa ye. Divê helbestên zimanê kurdî jî bihatana wergerandin û bihatana nasandin. Lê ji ber ku zimanê me ne zimanê bazirganiyê ye, kesek xwe lê nake xwedî. Li ser naskirina helbesta me ya di nav cîhanê de astengiyên herî mezin ev in. Tiştekî din jî heye, wekî mînak dikarim bibêjim ku li Îranê ji min re dibêjin, were em helbestên te bi erebî biweşînin, lê divê tu wergerekê/î bibînî. Ez nikarim bibînim. Ji ber ku werger heya niha ne bûye karê me, kesekî û me xwe lê ne girtiye. Ji ber vê sedemê kesek helbestên me jî nas nake. Divê ji bo ku helbest di cîhana hemdem de bê nas kirin, werger hebe."
Bajarê Kurdan Qamişlo ji bo gelê kurd Cegerxwîn e
Hê ku me Konê Reş dîtiye, me jê xwest ku behsa Qamişloyê jî bike. Helbestvanê kurd Konê Reş li ser pirsa me wiha got: "Qamişlo ji bo gelê kurd Cegerxwîn e, Mihemed Şêxo ye. Bi sedan evîndarên keç û xortên kurd xwe bi stranên wan girêdane. Gora Mihemed Şêxo li gundê Dugirê, ku girêdayî Qamişlo ye, ye; goristana gernas û mêrxasên Kurdan e. Li wir serkêşê Serhildana Sasonê Ebdirehman Axayê Eliyê Ûnis, Osman Sebrî, Haco Axayê Hevêrkê, Hecî Mûsa Begê Kuwetê û Hemze Begê Meksî, yê ku di sala 1918ê de kovara "Jîn" li Stenbolê weşandiye. hatine veşartin. Ev giş taybetmendiyên bajarê Qamişlo ne. Qamişlo ji bilî van jî şêweyê zimanê kurdî di sînga xwe de diparêze: şêweyê Xerza, yê Sasonê, yê Omeriyan, yê Botan, şêweyê Dêrika Çiyayê Mazî. Ev zimanên ku di şêweyên zimanê kurdî de ne, giş di zimanê Qamişloyê de peyda dibin. Qamişlo xezîneyek e ji bo zimanê kurdî. Qamişloyê ji dewlemendiya zimanê kurdî sûd wergirtiye. Ji ber vê sedemê Qamişlo taybetmend e. Dîsa, ji bilî vê gelek welatparêzên Kurdistanê li Qamişloyê jiyane. Bajarê toz, travêrkê hecac, bajarê germê ûseqemê, bajarê feqîrtiyê ye Qamişlo."
'Gelê Qamişlo yê feqîr e, lê li her derê bi kurdî tê axaftin'
Konê Reş dema ku behsa Qamişloyê dike, hew xwe digire. Wisa diyar e ku jiyana 51 salan a tije êş, keder û bindestiyê li ser wî jî bandoreke mezin hiştiye. Dema ku behsa gelê Qamişloyê dike bindestiya wî gelî beriya her tiştî tîne ziman û wiha dibêje: "Gelê Qamişloyê tev feqîr e. Ji sedî 70-75 Kurd in. Ermen, xiristiyan, keldan hene û tenê taxek ereb heye, yên din tev Kurd in. Axaftina sikakê tev bi kurdî ye. Di daîreyên fermî de jî jiyan bi kurdî ye."
Helbestvan Konê Reş li ser pêşketina zimanê kurdî û berhemên ku bi zimanê kurdî têne afirandin jî rawestiya û bi bîr xist, ku ew 25 sal in ku bi zimanê kurdî dinivîse, lê heta niha tu kes li ber wî ne bûye asteng. Lê hin astengiyên wekî pergala Tirkiyeyê jî anîn ziman. Konê Reş der barê mijarê axaftina xwe wiha domand: "Ez bi xwe gelek caran hatime bin çav kirin. Her wiha ji bo ku em bernameyan amade bikin, cihên fermî nadin me û destûrê nadin bernameyên me, em ji neçarî van bernameyan li salon û hewşên xwe çê dikin. Lê di warê astengiyan de, ez nikarim bibêjim ku nahêlin em binivîsin. Bes, dixwazin ku bizanibin ka ez çi dikim. Naveroka nivîsên me dipirsin."
Rêxistin tune ye, lê têkoşîn didome
Ji ber ku dewleta Sûriyeyê destûr nade Kurdên Qamişlo û herêmê, di warê birêxistinbûnê de bi gelek astengiyan re rû bi rû dimînin. Lê di gel van astengiyan, çend helbestvanên kurd ên wekî Konê Reş, Rezo Osê, Îbrahîm Yûsif û Hefîz Ebdurahman beriya niha komîteyek ava kirine û ji bo sedsaliya Cegerxwîn pêşbaziyek li dar xistine. Sala borî, komîteyê xelata helbestvaniyê daye Seydayê Keleş. Vê komîteyê îsal jî serî li şaredariya Qamişloyê daye û cara yekemîn ji bo daxwazeke bi vî rengî daxwaznameyek daye şaredariyê. Di naveroka daxwaznameyê de, helbestvanan xwestine ku kolana mezin a Qamişloyê wekî "Kolana Cegerxwîn" bê bi nav kirin, navê Cegerxwîn bidine qadeke mezin a Qamişloyê. Her wiha ji bo ku navê Cegerxwîn bê jiyandin, divê bi navê wî dibistan û avahî bêne vekirin.
Helbestvan Konê Reş li ser rewşa helbestvan û guhdarên Qamişloyê jî nêrînên xwe anîn zimên û diyar kir ku li Qamişloyê her çiqas ku helbestvan an jî pexşanivîs pir bin jî, yê ku tiştên bi kalîte derdixin, gelek kêm in û got: "Çend helbestvan hene, ew jî gelek rind dinivîsin. Her wiha li Qamişloyê helbestvanên jin hene ku kesek wan nabîne. Bi taybetî jinan di warê helbestê de van salên dawîn xwe baş gihandine, lê mixabin derfet tune ye ku ew helbestên xwe biweşînin."
"Amed xeyala min a 54 salan bû, ev xeyala min bi cih hat"
Di dawiya sohbeta me de, me ji helbestvan Konê Reş pirsî 'gelo we Amed çawa dît?' Bersiva wî wiha bû: "Amed heya niha ji bo min xewnek bû. Min tu carî bawer ne dikir ku ezê rojekê bêm Amedê û li vê derê di bernameya ji bo Cegerxwîn de helbestên wî bixwînim. Xewn û xeyala min a 51 salan bi hatina Amedê bi cih hat. Her wiha dengê Cegerxwîn cara yekem li Amedê hate bihîstin, bernameyeke bi kurdî çê bû. Ji vir gelek nivîskar derketin. Bi hezaran nivîskaran sûda xwe ji vir wergirtin, lê gelek ji wan ji bo vê tiştekî berbiçav nakin. Kêm dimîn in. Welat bûye çar perçe û em ji hev dûr in. Ji bo vê yekê ez spasiya xwe ji hemû kedkarên vê bernameyê re dikim."
Ji Azadiya Welat, hejmar 401, hatiye wergirtin.
|
 |
 |