28.05.2002
Bela ew kes xwe ji devê rêya me bidin alî
KOnê Reş - Qamişlo
Bela ew kes xwe ji devê rêya me bidin alî, erê ez ji we re dibêjim!
Hûn, hûn ewên ku ji serê bêvila xwe pêve tiştekî din nabînin , ewên ku heyranê canê xwe tenê ne, heyranê razîkirina jinê xwe ne …
Ewên ku ji kurbûnê, ziktelêr bûne , û bi tepizkan xwe dadiweşînin, ewên ku danheva malê dinyê ew ker, kor û lal kirine , ewên ku berjewendiyên xwe yên kesayetî di ser tev sincên mirovantiyê re digrin , ewên ku di civatên kurdperwerî de kesî ji xwe kurdperwertir nabînin û di axaftinê de mirovan xir dikin … Bela ji devê rêya me derkevin , xwe bidin alî , çax û demê me nîne ji dîtin, guhdarîkirin û şîretên wan re … Em wan nasdikin , ew jî me nasdikin , belê pîvan û turaziya mirovên çap û rind di destê gel de ye, biryar di destê gel de ye …
Ez û yên wek min , em evên ku piraniya caran xew li çavê me nabe mêvan , ji ber kul , xem û ponijandina ku em di deryaya wê de melevaniyê dikin , qermîçok di rûyê me de hûr xuyane , mîna cog û newalên ku ji serê çiyê ve têne xwarê, ji piraniya vexwarina çayê , qehwê û çixareyan û ji nêza û kêm xwarinî zikê me bi pişta me ve dizeliqe ! Ji mijûlbûna di rewşa civatê de , riha me dirêj dibe , porê me gij dibe û mîna berfa bigreser qontarên çiyê sipî xuyadikin …
Erê bela ew kes xwe ji devê rêya me bidin alî , ava me û wan di cogekê de naherikin , ew reş in em sipî ne , ew li kesayetiya xwe digerin , em li hebûna kesayetiya civata xwe digerin, ew ji kurbûnê nesax dibin , em ji birçîbûnê nexweş dikevin , ew ji ponijandina li ser malê dinyê , xew li wan diherime, em ji berponijandina di rewşa civata xwe de , xew li çavê me nabe mêvan … Em û wan raserî hev in , em serketîne , ew binketîne , vêca normale ku ew şerê me bikin , ne normale em şerê wan bikin , gelo we sehkiriye ku yekî serketî şerê yekî binketî kiriye … ?
Em bi gazî û hewara pênûsa xwe , bêhna xwe derdixînin , ew , da kuveşartokên xwe yên xapînok veşêrin, her dem û gav bi hewildanin , ku dengê pênûsên me bi bilînin …!
Belê , bela xweş zanibin ku , emê tev bimrin , ewê bimrin, emê bimrin , bi tenê wê dengê pênûsa me bi bayê kur û reş re govendan bigerîne li ser bênderên Qamişlo , Dêrikê, Efrînê , Amûdê û Kobanê û kesên dilsoz û wefadar di wê govendê de wê bikin reqs û dîlan û ji min û hevalê min re wê bilîlînin û şabaşkin û di ber re wê nefretê li wan kesan bibarînin … Xwe ji devê rêya me bidin alî , da ku nefret û dijûnên me kêm bin , û peşk li zarokên we nekevin, tu gunehê wan nîne , eger mafê we li canê we hebe , bela li zarokên we nebe …
Xwe ji rêya me bidin alî , ma we sehnekiriye ku ji mêj vehatiye gotin:
"Yê ku zêrevaniya xelkê bike , di nav kul û xeman de dimre". Ji rêya me derkevin , "kerwan her li ser rê ye , seh li dorê bi kewt kewtin" , û çendî çete û pêxwas di rêya kerwan de kelem û asteng bin , çendî seh li dorbi kewtkewt bin , her ew kerwan li meşê ye , berê wî li meqsedê ye , û xwe ji oxira xwe nade alî …
Xwe ji devê rêya me bidin alî , bihêlin em bi azadî û geşbûn, bê tirs û şerm , bi zeriyên welatê xwe re bi gurnijin û bikenin , kul û xemên xwe ji wan re bibêjin , serê xwe deynin ser sînga wan û strana (Derwêşê Evdî) ji xwe re binihirînin …
Bela xwe ji devê rêya me bidin alî , çax û demê me nîne ji berberiya vala , qal û qultên pûç û giftûgoyên bê sûde re.
Dinya lê ne hêja ye, " gadimre çerm dimîne , mêr dimrenav dimîne" , erê , xwe ji devê rêya hespê me bidin alî , me nû hespên xwe nal kirine.
Qamişlo, 27.05.2002
|
|