www.amude.com - navenda çanda kurdî


29.05.2003 - 22:12

Rûpelek ji bîranînên min derbarî Rewşen xanim Bedirxan di 11saliya koçkirina wê de

Konê Reş - Qamişlo
koneresh@hotmail.com

"Xweyîngino, ez careke din dibêjim me jinên Kurdên îro, yên ku nifşê miletê me yê ayindê li ber destê xwe bixwedî dikin, me dû wezîfeyên giran hene: hînbûn û hînkirin. Ji lewra ji me re divêt berî pêşîn em bibin şagirit û di pey re mamoste, mamosteyê zarokên xwe."
Rewşen Bedirxan (Hawar, 27/1941)


Di rojek weke îro de (15.05.2003), ji berî 11 salan ve, ez li mala Rewşen Bedirxan li Banyasê bûm. Min û wê bi hev re firavîn xwar û projeyeke hevpişk danî, ku di roja 15.07.1992an de bi me re libajarê Qamişlo amade bibe, da ku beşdariyê di bîranîna koçkirina Mîr Celadet Alî Bdirxan de bike, hem jî ku di roja 29.05.1993an de careke din li Qamişlo amade bibe û beşdariyê bi me re di bîranîna 100saliya jidayikbûna Mîr Celadet Bedirxan de bike...
Lê Xwedê nekir nesîb û giyanê wê di roja 01.06.1992an de ji nav me revand, ango ji berî 11 salan ve... û ew projeya me neçû serî...
Di herdu salên dawîn de, berî mirina wê, ez her heyv 3-4 rojan lê dibûm mêvan; di wê mêvandariyê de me dîroka Bedirxaniyan û rewşa Kurdian ji aş û bajêr ve tevdida.
Heyva ku ez nediçûm, ji min re telefon vedikir û digot:
- Kurê min tu nehatî, xêr e?


Konê Reş û Rewşen Bedirxan li mala wê li Banyasê (1989)


Di roja din de, min berê xwe dida bajarê Banyasê û ez û wê diketin nav suhbetên dûvdirêj de..
Temenê wê di ser 80ê salî re bû. Sibeha zû ji xew şiyar nedibû, navmalya wê ya çerkezî 2-3ê fincanên qehwê jê re dibirin odeya razanê ta ku ji nû bi hişê xwe ve dihat...
Dor seet 10ê sibehê, ji nû ve ez û wê li ser sifra taştê kom dibûn, û me xwe berdida nav sal û demên derbasbûyî, ew salên ku mala wê li Şamê bibû weke navendekê ji Kurdên mişextî û endamên komela Xoybûn re û di nav wan de rewşenîbr û torevanên Kurdan, ma kî û ne kî... Û ji min re behsa Bedirxaniyên ku li Şam û Urdinê belav in, dikir û digot filan ji Bedirxan e û filan ji Yezdanşêr e... Û li ser zewaca xwe bi Mîr Celadet Bedirxan re wiha digot: "Di vê zewacê de, rola Haco Axa û Hisnî Berazî mezin bû..." Herweha gelekî pesnê Mîr Celadet dida, nexasim di derheqî guhdana keça wê (Useyme Xan) de, û pê de diçû û digot: "Mîr Celadet nayê Jibîrkirin, rehmetî gelekî xwe diwestand û ta ku jimarek ji kovara Hawarê belav dikir, gelek alozî didîtin, ji ber ku nivîskar nebûn, nên ku hebûn jî, bi tîpên erebî dinivîsandin û ji rehmetî re rêdikirin. Mîr bi tena xwe nivîsên wan diguhertin tîpên kurdî-latînî û ji bo çapê amade dikirin... Ji bilî westandin û aloziyên weşandina Hawar û Ronahiyê, em di rewşeke aborî ya dijwar re derbas dibûn, tevî ku gelekan ji dost û hevalên me divîbûn alîkariyê bi me re bikin, lê rehmetî razî nedibû û alîkariya kesekî qebûl nedikir, bi tenê bi alîkariya hevalên xwe yê nêçîrê (Hisên Beg Îbeş ) û (Elî Axa Zilfo) razî dibû..."
Rewşen Xanim pê de diçû û digot: "Mala me ji mêvanan vala nedibû, tev Kurd bûn, ji Axa û prlementêrên Kurdên Cizîrê bûn; carinan di nav wan de Firensî û Ingilîzî jî hebûn..."
Û berdewam dikir û digot :

"Mîr gelekî hez kuncîlan dikir, tevî ku kêm caran ji mal derdiket. Deketinên wî jî yan dê biçûya qehwexaneya (Kemal) bi dûv çareserkirina pirsgirêkên (gir û giriftên) Kurdên Cizîrê, ewên ku bi dûv aloziyên xwe de dihatin Şamê, yan dê bi hevalê xwe (Hisên Beg Îbiş) re biçûya binya Şamê û dor Reqa û Til Ebeydê nîçîra xezalan...
Carekê ez di ber Jinên Sûryayê de çûm Qahîr , min ji Qahîrê bedlekî spehî û cizmake bedew ji Mîr re anîn. Di wê hingê de Cegerxwîn mêvanê me bû, dinya zivstan û sar bû; ez ji dibistanê hatim, min mêzekir ku ew bedlê bedew li Cegerxwîn e. Ez dîn bûm. Mîr naskir ku ez engirîme, bi frensî bi min re xeber da û got:
- Ne peyive, derbasî oda malê bibe..
Di pey min re hat û ji min re got:
- Ev Cegerxwîn e, şairekî Kurda ye, feqîr û xizan e; ku ez lê nebim guhdar, wê kî guhdar be. Ez çi li xwe kim, li ber çavê xelkê rind û bedew e..."


Rewşen Xanim gelek êş, kul û keder borandibûn, û gelek caran qiriktalî ji destên mirovên kurd dîtibûn, û ji ber berberiya wan mala xwe di sala 1972an de ji Şamê barkir bajarê Banyasê, û li ser vê babetê ji min re digot:
- Kurê min, xwezî ez ne Bedirxanî bama! Barê ku ez Bedirxanî me barekî giran e, ez pê hatime girêdan...!




Konê Reş û Rewşen Bedirxan li mala wê li Banyasê (1990)


Seet 5ê sibeha yekê meha hizîrana 1992an, zingilê telîfona min lêda, bi rahiştina bihîstokê dengê jinekê hat, bi kurdiyekî botanî ji min pirsî: "Qamişlo ye?" Min got: "Belê." Got: "Mala Konê Reş e? Ez Useyma keça Rewşen Bedirxan im, ji Banyas ê dipeyivim. Diya min çû rehmetê, ji min re gotibû ku ez mirim, xeber bidin Konê Reş.. Seet 11ê nîvro emê wê bibin Şamê..."

Min jî bi lez û bez karê xwe û çûna Şamê kir û çend telefon ji dost û hevalên xwe re vekirin, û bi ser riya Heleb û Şamê ve ketim. Bi rê de, min helbestek li dor Mîr Bedirxan, Mîr Celadet û Rewşen Xanim nivîsand, û li ser gora wan min xwend. Ev çend malik ji wê helbestê ne:

Erê Mîro! Felek çerx û dewran e
Rewşen Xanim îro li te mêvan e
Bigerîne civateke botanî
Digel Rewşen û Celadet û Xanî
Rewşen Xanim wê bide te mizgînî
Îro şer e li Herekolê banî
Li Cizîra Bavê Têlî, li Şernax
Gelê Kurd mil dane hevdû bi yek rex
Şiyarbûne êdî nemaye ew xew
Berxwedan û serxwebûne û hew...


Hêja ye ku em li vê nivîsandina Rewşen Bedirxan vegerin, ev nivîsandina ku li ser rola kebaniyan di avakirina welatan de ye, ku ji berî 62 salan ve di kovara Hawarê de, jimara 27an di sala 1941ê de belavbûye:

"Xwehên min ên delal, herwekî hûn jî dizanin, derdê miletê me yê mezin û xedar nezanî ye. Nezanî nexweşiyek e, û dermanê wê zanîn e. Nik miletên xudan hikûmet û teşkîlat vê nexwşiyê di xestexaneyine xisûsî de derman dikin û ji wan xestexanan re dibistan dibêjin. Mamoste, bijîşkên wê xestexaneyê ne.
Miletê me ne xwediyê wan xestexanan e. Miletê me miletekî bê teşkîlat, bê xwedî û serî ye, miletekî belewela ye û di bin hikmê miletine din, miletine dijmin de ye. Lê dijminê me yê mezin, ê mezintir nezanî ye. Divêt em şerê wî dijminê xedar bikin. Di vî şerî de jî, ji me jinên kurdmanc re divêt ku alîkariya mêrên xwe bikin, zaroyên xwe bielimînin xwendin û nivîsandinê û wan ji nexweşiya nezaniyê xelas bikin.
Ev xebat ji me, ji jinên kurdmanc re ji hemî jinên dinyayê bêtir divêt. Ji ber ku zaroyên xelkê gava diçin dibistanê, berî her tiştî hînî zimanê xwe dibin. Lê yên me wekê diçin dibistanê bi zimanê xelkê dielimin û carina yê xwe ji bîr dikin, ji ber ku me dibistan nîne û zaroyên me diçin dibistanên xelkê..."
(Rewşen Bedirxan)

15.05.2003

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ]