 |
 |
14.09.2003 - 20:11
Di şexsê hunermend Kazo de çend gazin
Helwesta hunerî ne ev e!
Salihê Kevirbirî
salihkevirbiri@hotmail.com
Ev demek e ku min dixwest li ser hunermendekî kurd binivîsim.
Hunermendekî wisa ku gelek caran bi mîsyona 'Evdalê Zeynikê' û 'Kawîs Axa'
tevdigere û xwe yek ji şopînerên van navên pîroz dibîne: Dengbêj Kazo!
Birêz Rotînda Yetkîner, di qûnciknivîsara xwe ya Rojnameya Yenîden Ozgur Gundemê ku 19'ê Gelawêja 2003'an hate weşandin de, mijara xwe ji bo wî camêrî terxan kiribû. Di vê nivîsarê de Yetkîner, balê kişandibû ser pişavtin ango asîmîlasyona li ser hûner û muzîka kurdî her wiha jî 'tîr'ên xwe arasteyî Dengbêj Kazo kiribûn. Li gorî ku ji nivîsarê jî diyar dibe Kazo beşdarî bernameyeke TGRT'yê bûye û bûye mijara henekan.
Min bi xwe jî temaşe û guhdariya wê bernameyê kir û min dît ku çand, huner û muzîka kurdî çawa bi erzanî tê nîşandan û pêşkêşkirin. Di vir de ez tu tiştî ji bernameçêker û pêşkêşvanên televizyona navborî re nebêjim. Ji ber ku li gorî wezîfeya ku wergirtine, tevdigerin! Lê helwesta ku Kazo bi xwe tê de bû, wekî kurdekî ez gelekî êşandim, pûrtê serê min rabu! Ew bixwe di bernameyê de di nav psîkolojiyeke wisa de bû ku muzîka kurdî pêşkêşî dêhn û bala gelên Tirkiyeyê kiriye. Lê tiştên ku li ber çavên me diqewimîn, berevajî vê yekê bûn. Kazo di wê bernameyê de çi kir? Ligel çend stranên tirkî (ku piraniya soz û awazên wan ji tirkî hatine wergerandin) straneke kurdî jî got. Îcar bi liv û tevgerên wisa erzan, wisa sexte, wisa 'çêkirî' ku mirov di cihê xwe de bizdide. Wey li wî dixwest ku bi tevgerên xwe bişibe hunermendên paparazî, taverna û gazînoyan. Tiştê balkêş ew bû ku di vî warî de bi ser jî nediket.

Dengbêj Salihê Qubînî, dengbêj Zahiroyê Mûsî û stranbêj Kazo
|
Gelek caran, ez bixwe bûme şahid ku behsa 'feyzgirt' û seydayê xwe Mele Evdilkerîm kiriye. Helbet Mele Evdilkerîm, di warê kilambêjî û strangotina klasîk de şayanî pesnê bû. Ligel ku xwediyê dengekî xweş û 'dawûdî' bû, her wisa xwediyê hafizeyeke dewlemend bû û dikaribû di 'civat' û 'caqiyan' de bi sedan kilam bibêje. Rehma Xwedê lê be, Seydayê Mele Evdilkerîm heger sax bûya û temaşeyî wê bernameyê bikira ez bawer im dê gelek hêrs bibûya.
Li gorî baweriya min mafê her hunermendê kurd heye ku beşdarî televizyonên biyanî; her wiha beşdarî televizyonên tirk jî bibe. Ev tiştekî ne xerab a. Gelek caran jî baş e. Lê pêwîst e ku hunermend mîsyona ku dilîze baş bizane. Mafê tu hunermendê kurd tuneye ku wekî Kazo beşdarî televizyonan bibe û çand, huner û muzîka gelê min wisa bi erzanî pêşkêş bike û bike mijarê laqirdiyan. Mafê Kazo ew bû ku li wê derê ji tirkî bêhtir, kurdî derxista pêş; behsa zargotina kurdî, dengbêjiya kurdî û hunera kurdî bikira. Wê gavê dikaribû straneke tirkî jî bibêje.
Gelê kurd tiştên bi vî rengî dibîne û helwesta xwe jî li gorî vê yekê digire. Ez bixwe bûme şahid ku kasetfiroşên kurdî gotine; 'Ez êdî kasetên Kazo nafiroşim!' Kazo jî pêwîst e li gorî van nirxan tevbigere û helwesta xwe sererast bike. Nexwe hunermendên wekî wî heta niha jî daniye ser serên xwe, heger li gorî nirxên kurdî-kurdewarî tevbigerin di dilê xwe de jî ji wan re cih çêdike.
Pêwîst e ku prêza hunermend kifş be. Ango gotin û kirin dema ne yek be, piştî demek 'terpilîn' li dar e. Di vî warî de jî dixwazim bi mînakekê rexneya xwe li Kazo bikim: Wekî tê zanîn ev demek e Kazo, ligel koma xwe 'Koma Şîrwan' li başûrê Welêt e. Bi qasî mehek berê, ligel çend hevalên xwe li Stûdyoya MEDYA TV'yê ya li Stockholmê bûm. Dema me bala xwe dida kanalên kurdî ên televizyonê, hew medît ku Kazo ligel koma xwe mêvanê bernameyeke KTV'ê ye. Bernameçêker jê dipirse: 'Tu ji bilî kurmancî bi çi zimanî distrî Kekê Kazo?' Jixwe razî bersiva wî ev bû: 'Ez bi kurmancî, bi soranî, bi zazakî û bi tirkî distrêm..!' Paşê bernameçêker jê xwest ku straneke kirmançkî (zazakî) bibêje. Kazo destpê kir strana 'Koyî Dêrsim' got! Lê bi çi rengî? Yekser falş stra. Gotinên ku di zazakî de tunene û bi piraniya gotinên xwerû kurmanciya gewr!
Rawestin! Hûn dizanin paşê çekir? Wekî tê zanîn çendek berê kazo kaseteke nû derxistibû ku tê de bi rastî jî straneke xweş hebû: 'Felek'. Benda sêyemîn a vê stranê li ser tevgera siyasî ya bakur û serokatiya wê Abdullah Ocalan e. Kazo wê bendê serdanpê guhart û veguhest ser tevgera siyasî ya başûr û Mele Mistefa Berzanî. Tiştên wisa ne layîqî hunermendan e û ev kar ne karê hunermendane ne. Tiştê girîng ew e ku mirov xwedî helwesteke çak, rasteqînî û yek be. Ne ku mirov here nav kîjan sazî, dezgeh û rêxistînî, ji bo ku sûdeke berjewend jê wergire tevbigere. Mele Mustefa Barzaniyê nemir serokekî kurdan e û hurmeta tevahiya kurdan ji bo wî heye. A rast ew bû ku Kazo li ser Barzanî stran-stanên taybet çebikira, ne ku gotinên straneke heyî biguhere. Tiştê layîqê wî û Mele Mîstefa Berzanî bixwe jî ev e.
Ji wî kirî bi vê helwesta xwe dê qedrê wî bilind bibe...
Na Kazo Beg na! Tu bi van helwestan qedrê xwe kêm dikî.
|
 |
 |