www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

09-10-2002

Li ser internêtê qêrîneke kurdewarî:
www.amude.com


Salihê Kevirbirî - Rojnameger û Nivîskar
salihkevirbiri@hotmail.com

Ev maweyeke ku Malpera Amûdê di nav cîhana nîgaşî ya kurd de roleke taybet dilîze. Şayanî gotinê ye ku bi kiryarên xwe ev malper, di zûtirîn katê de bû delalê ber dilê kurdîguhdar, kurdîxwende û kurdînivîsan. Bi rastî jî, dema em 'rojxêra' malperê dikin û dikevin nava vê jiyana kurdewarî, bi awayeke eşkere dibînin ku Silêmanî, Diyarbekir, Ûrmiye, Qamîşlo, Zaxo, Mêrdîn, Kirmaşan û Efrîn ketine dîlan û govenda kurdewarî. Bi gotineke din, di nav vê gera xwe ya teknolojîk de, wekî gerokê malperên kurdî, ji çar aliyên welatê bab û bapîran em pêrgî bi dehan nivîskar, helbestvan û rojnamegeran tên û hevnasiyeke pîroz pêk tê. Tiştê xweş jî ev e ku ligel her kesek li gorî xwe xwediyê dîtin û ramaneke siyasî ye jî, vê yekê di malperê de nade xuyakirin. Ev yek dibe sedema kurdewarîbûnê.

Sînorên diyarkirî yên welatê me, dibe sedem ku bi awayeke fîzîkî rojname, kovar û pirtûk bêne belavkirin û xwendin. Ez wekî kurdekî li Bakur, heta kovar an jî rojnameyeke ku li Başur, Rojhilat ango li Başûrê Rojava çap dibe peyda dikim, 'bi çavên xwe pişta serê xwe dibînim...!' Ji ber vê yekê ye ku rola malperan bi awayeke vekirî derdikeve holê. Malpera Amûdê yek ji wan malperên kurdî ye ku sînorên fîzîkî ji nav me rakiriye û bûye sebebê hevnasiya Serxetî û Binxetiyan.

Min zêde hay ji parçeyên din ên welêt nîne lê dikarim bibêjim ku li Bakurê Welêt û bajarên mezin ên Tirkiyeyê yên wekî Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mêrsîn û Konyayê bi hezaran xwende û evîndarên malperên kurdî yên înternetî çêbûne û ev hejmar roj bi roj zêde dibe. Li gorî statîstîkan, ji niha ve mêvan û gerokên malperên kurdî, ji xwendevanên rojnameyên çapkirî zêdetir bûne.

Dîcle Haber Ajansî (Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê), Rojev, Mehname, Firatta Yaşam, Nefel, Avesta, Amûdê û çend malperên din, di warê rojnamegeriya kurdî de çend navên berbiçav in. Ji van malperan Dîcle Haber Ajansî û Firatta Yaşam ligel bi zimanê tirkî, bi zimanê kurdî jî weşana xwe dikin. Navên mayî jî weşana xwe ji sedî sed bi kurdî dikin û di warê rojnamegerî û weşangeriya kurdî de dergeheke berfireh û pîroz ji me re vedikin.

Ji ber ku mijar li ser salvegera Malpera Amûdê ye ezê bibêjim. Xebata ku tê kirin ji nêz ve dişopînim. Her wiha li Bochuma Almanyayê, li mala heval û dostê xwe Sîrwanê Hecî Berko bixwe jî beşdarî vê xebatê bûme û bûme şahidê xebata tê kirin. Min dît ku Sîrwan ligel zehmetî û dijwariyên giran karekî hêja û giranbûha dike. Dîsa li gorî çavdêriyên xwe dibêjim, Ev camêrê hanê zewaca xwe bi Amûdê re kiriye. Bi rojan em li mala Sîrwên bi hev re man û min di çavên wî de dît ku dê 'Malpera Amûdê' gelek salvegeran pîroz bike.

Ez bixwe yek ji nivîskar, xwende û 'xwediyê malê' yê vê malperê, gelek şanaz û bextewar im ku 'Amûda Rengîn' saleke din li xwe 'pîr' kir. Ji ber vê yekê jî salvegera nû pîroz dikim û serkeftinê jê re daxwaz dikim.

Salroja te pîroz be Amûdê...
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]