26.03.2003 - 19:20
Kurd li Sûriyê: Pirsa "Biyaniyan"
Kamîran Haco - Uppsala

Kamîran Haco
(wêne: S.H.Berko)
|
Dîroka gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê ne cuda ye ji dîroka gelê kurd
li perçeyên dîtir, dîroka zulm, zor û înkarê ye, dîroka inkara mafên rewayên miletê kurd e.
Dîroka vî perçeyî bi peymana Saykis-Pîko (1916) dest pê dike. Berî vê demê devereke bi navê
Kurdistana Sûrî yan têrmekî weke Kurdên Sûrî tunebû!
Loma jî pirsên ku nijadperestên ereb tînin holê mîna "gelo Kurd ji kengî ve li vî welatî bûn?" yan "Gelo ev qada ku îro li ser dijîn, ya wan e?", pirsên ne di cihê xwe de ne. Ji xwe ev cure pirs bi du rengan têne guftûgokirin: siyasî û dîrokî.
Ji aliyê dîrokî ve, ku mijara pisporan e, hêjayî gotinê ye ku herêma ku îro Kurd lê dijîn (li Sûryiyê) tim bûye herêma miletê Hûrî. Li gor dîrokzanan, ev milet ji bapîrên Kurdan tê jimartin ji ber ku miletê kurd ji encama têkilbûna du grûpan e:
1- Grûpa gelên Qefqasî, weke Kaşiyan, Hûriyan, Lolo, Gûtî..
2- Grûpa gelên Îndo-Ewropî, weke Mîdiyan, Kardoxan, Skîzan û hwd..
Hûrî di dîrokê de pir kevn in û temenê wan nêzî 5000 sal e. Lê eger em behsa Ereban bikin, cara pêşî navê wan di dîrokê de, di pîlikên Aşûriyan de xuya dike, di sala 853an b.z, ew jî li başûrê Sûriyeyê ku jê re (Badiyet Elşam) dibêjin. Û di sedsala 7an de, bi Islamê re li Kurdistanê xuyadikin.
Di warê siyasî de, Ereb bi hemî aliyên xwe yên siyasî ve, peymana Saykis-Pîko napejirînin û weke peymaneke sexte nasdikin û dibêjin ku vê peymanê welatê wan li dijî vîna wan perçe kiriye. Em Kurd jî di eynî dîtinê de ne û ji mafê xwe jî dibînin ku bêjin ku vê peymana sexte ne bi tenê welatê me bêy vîna me perçe kiriye, herweha bê maf em bê dewlet jî hiştin û em bi dewletên dîtir ve girêdan. Yanî hem welatê me perçe kirin, hem jî welatê me li miletên dî par kirin!!
Ev yeka han di praktîkê de, di 20-10-1921an de pêk hat, gava ku peymana Enqereyê di navbera Fransa ( ji dêl Sûryiyê ve) û Tirkiyeyê de hate mor kirin. Ji wê rojê û vir ve Rojavayê Kurdistanê bû malê dewleteke nû, bi sînorekî nû ,ku ti caran di dîrokê de Sûryeyeke bi vî rengî nebû. Ji wê demê ve rewşa gelê kurd li vî perçeyî di hemî waran de - civakî, siyasî, aborî û kultûrî - bi rewşa giştî ya Sûryeyê ve hate girêdan û bandora xwe lêkir.
Eger em dîroka nû ya vî perçeyî berçav bikin, dê sê qonaxên sereke xuya bibin:
1- Qonaxa Osmanliyan:
Di vê qonaxê de, ti cudahiya vî perçeyê ji Bakurê Kurdistanê tune bû. Ev qonax di dîrokê de bi gelemperî bi "lêborîna netewî û tundbûna olî" tê nasîn..
2- Qonaxa Fransa (1920-1946):
Di vê demê de, têkiliyên desthilatdariya fransî li Sûriyeyê bi Kurdan re bi giştî ne li ser bingehê zulm û inkarê bû. Mirov dikare bibêje ku aramiyek û rehetiyek ji aliyê siyasî ve ji Kurdan re hebû, û komele û rojname û çalakiyên netewî di vê demê de pêk hatin. Lê belê di eynî wextê de, ti projeyên ji dil ên fransî ji Kurdan re nebûn, û doza Kurdan ji Fransayê re bo pêkanîna dewleteke kurdî li Cezîrê, weke dewletên dîtir ku Fransa li Sûryeyê çêkiribûn (Durzî, Elewî..), bê guhdan ma. Herweha ev doz ji aliyê ciyosiyasî ve jî bê bingeh bû!!
3- Qonaxa serxwebûna Sûryeyê:
Ji 1946an ve dest pê dike ta weke îro. Di vê demê de, miletê kurd bû armanca nijadperestên ereb û hemî projeyên şovînî di vê demê de pêk hatin. Ev yek ji destpêka salên 50î de dest pê dike û di dawiya wê de (Yekîtiya Sûryeyê û Misrê) û ta perçebûna wan di serê salên 60î de tundtir dibe, û bi hatina desthilatdariya partiya Bees di 1963an de digihe asta herî dijwar. Û bê çawa miletê kurd piştî şerê cîhanê yê yekemîn ji encamên wê bê par ma û berjewendiyên wî yên netewî hatne binpêlkirin û ji bazarê bi zanebûn hate dûrxistin, eynî tişt di formulkirina dewleta Sûrî de, di hemî waran de (qanûnî, siyasî, aborî…) û dîsa bi zanebûn hate dûrxistin û li dijî vîna wî hîmê dewletekê hate danîn. Bi gotineke dî: Kurd ne weke hevparê welêt hatine jimartin, lê belê weke dijminan! Loma siyaseteke nijadperest li himber Kurdan hate birêvebirin.
Eger mirov bixwaze vê siyaseta nijadperest baş nasbike, gerek e mirov li pitûka bi navê (Lêkolînek li ser Parêzgeha Cezîrê di warên netewî, civakî, siyasî de) vegere. Ev pirtûk ji aliyê Mihemed Teleb Hîlal ve hatiye nivîsîn. Ew bixwe efserekî parastinê bû li parêzgeha Cezîrê di salên 60î de. Ev mirov sazkarê vê siyaseta şovînî bû.
Di pirtûka xwe de, ew pêşniyar dike ku çareke ji kok ve ji pirsa kurdî li Sûriyeyê bê danîn, da ku ti caran û bi ti rengan di paşerojê de weke pirsekê neyê pêşiya wan. Pêşniyarên wî bi kurtayî ev in:
1-Koçkirina Kurdan berû hundirê Sûryeyê
2- Kurdan nezan û nexwendî bihêlin di rêya qedexekirina avakirina dibistanan û dezgehên zanistiyê
3- Hemwelatiya Sûriyeyê ji Kurdan bête standin û wan koçber bikin
4-Deriyê kar li ber Kurdan bê girtin û bi vî rengî koçkirina wan hêsan dibe
5-Dijayetiyê di navbera Ereban û Kurdan xurt bikin
6-Di şûna şêxên Kurdan ên Ereb bêne danîn
7- Kurdan bi hev bidin kuştin
8- Anîna Ereban û bicihkirina wan di herêma Kurdan de (sînorê Sûryeyê û Tikiyeyê)
9- Kembera Bakur (warê Kurdan) bibe herêmeke leşkerî
10- Di vê kemberê de çêkirina werzên hevbeş ji Ereban re û biçekkirina wan
11- Qedexekirina kesên ku bi erebî nizanin bo beþdarbûna helbijartinan
12- Çi kesê ku mafê hemwelatiyê li vê herêmê bixwaze, dive ku nijadê ereb be.
Bi rastî hikûmetên ku hatin, ev camêr fedîkar nekirin û ne bi tenê gelek ji xwestinên wî bi cih anîn, lê belê lê jî zêde kirin. Her hal du projeyên şovînî sereke li dijî miletê kurd pêk anîn:
- Serjimartina awarte (1962)
- Kembera Erebî (1973)
Serjimartina awarte
Biryarnameyek bi jimara 93 di 23.8.1962an de, ji 24 bendan derket. Benda pêşî dibêje:
- Serjimartinek dê di rojekê de ji xelkê parêzgeha Cezîrê re bê çêkirin, li gor daxwaza wezîrê navxwe û dê roja serjimartinê ji aliyê wezîrê nexşekêşanê bê xuyakirin.
Di roja 05.10.1962an de ev jimartina awarte pêk hat. Di encama wê de, 150.000 Kurd bê nasname man (li gor jêderên rêxistinên Kurdan), û navê wan bû "Ecanib Etrak" (Biyaniyên Tirk). Ev kesên han di şev û rojekê de hemî mafên wan ên qanûnî ji wan hatin stendin, wek: kar, xwendin, milk, zwac û qeydkirina zarokan, derketina ji welêt û hwd..
Di sala 1969an de, biryarnameyeke dî bi jimara 276 derket, tê de navê wan hate guhertin û bûn "Ecanib Sûriyîn" (Biyaniyên Sûrî). Armanca vê serjimartina awarte ev in:
1- Guhertina dêmografiya parêzgeha Cezîrê û rûdêna wê ya kurdî bi ya erebî bê guhertin.
2- Dengê Kurdan di helbijartinan de kêm bibin û di şûna nûnerên wan de nûnerên xerîb (ereb) bi qedera wan a siyasî bilîzin. Yanî bi gotineke dî: guhertina dengê siyasî.
3- Ji bo ku miletê kurd ji rêforma erdê (çandiniyê) bê par û neçar bimîne, dev ji gund û warên xwe berde û di encamê de dêmografiya herêmê bê guhertin.
4- Yekîtiya Kurdistanê ya cografî têxe aloziyê, û têkiliyên di nav perçeyên Kurdistanê de bibire, nemaze ku şoreşa Îlonê li Başûr dest pê kiribû û metirsiyek kiribû dilê nijadperestên ereb de.
Piştî 40 salan ji bûyera bê qudoş, hîna 200.000 Kurdên bê nasname hene (li gor jêderên Kurdan). Dewleta Sûriyeyê jî di sala 1996an ve, di bersiva xwe ya ji "Human Rights Watch-Middle East" re mukir hat ku nêzî 150.000 Kurd bê nasname li Sûryeyê hene!
Kembera erebî
Ew jî yek ji pêşniyarên M.T.Hîlal bû ku pêk hat. Projeyekîe şovînî, qirêj, ne qanûnî û li dijî mirovayetiyê, ku dewleta Sûriyeyê û partiya Bees hertim li dijî eynî proje propoganda dikin, ji ber ku cihû li dijî Filestîniyan eynî karî dikin. Ev durûtiya Sûriyeyê di gelek warên dîtir de jî xuya dike gava ku pirsa kurd tê holê!
Îro bi dirêjiya 375 km û bi ferehiya 10-15 kman li "Bakurê Sûriyeyê", ku welatê Kurda ye, 33 gund ji Ereban re hatine avakirin û erdên Kurdan li wan hatine par kirin. Piraniya van Ereban bi hiceta ku erdên wan li parêzgeha Reqayê li dora çemê Ferat binav bû, dewletê ew di sala 1973an de anîne herêma Kurdan. Erdên ku li wan hatine belav kirin, baştirîn erdên welêt in û bi taybetî li parêzgeha Cezîrê. Barana wê nêzî 400-500mm ye, di wextê ku li başûrê parêzgehê 100-150 mm ye. Gundiyên Kurdan ên bi nasname, para wan ji rêforma erdê li binya Reda ket (başûrê parêzgehê), herêmên kêm baran û dorî warê bav û kalan, û zeviyên wan ên bi xêr û bereket bûn para rûniştvanên parêzgeheke dî!
Rûdanên siyaseta nijadperest bi dirêjiya desthilatdariya partiya Bees li Sûriyeyê di gel van herdû projeyên şovînî yên ku me şirove kirin, siyaseteke nijasperest bi zanebûn li himberî miletê kurd de meşand.
Ev siyaseta han di hemî waran de xuya kir û li ser bingeha inkar û asîmîlekirinê bi rê ve çû, weke nimûne dixwazim çend xalên giring diyar kim:
1-Di warê kulturî de: qedexekirina zimanê kurdî û dibistanan û çapkirina pirtûkan û hemî çalakiyên kulturî
2-Aborî: paşxistina herêma Kurdan di warê aborî dem weke nimûne ti fabrîke li herêmê nehatine çêkirin, riyên wê ji bo geşkirina têkiliyên bazirganiyê nehatne pêşxistin, bi ser ku ew herêma herî zengîn li seranserî Sûriyeyê tê nasîn (pitrol, çandinî). Herweha weke berê me got, erdên Kurdan ên baş ji wan hatine standin.
3-Civakî:
- birêvebirina siyaseta nezankirinê (sedhezar Kurdên biyanî), û ta weke îro tu dibistanên xwendina bilind li herêmê nehatine vekirin
- qedexekirina xwe birêxistinkirinê di warê civakî de, weke komele, nadî..
- xurtkirina bawerî û têkiliyên paşverû di nav Kurdan de
- alozkirina kar û rêgirtina rê li ber Kurdan, ku di warê civakî de bi hêz bibin di riya alozkirina pêşveçûna wan di astên karmendiyê de û timhiştina wan di asta herî nizim de, herweha dergehên leşkeriyê jî li ber wan girtine ji bo eynî armancê (ji bilî leşkeriya mecbûrî)
4- Dîrokî: di rêya sextekirina dîrokê de ji bo çespandina erebbûna Sûriyeyê û diyarkirina Kurdan weke koçberên neqanûnî ku ti mafên wan di vî welatî de nîne û nabe ku hebe jî, ji bo vê yekê komek ji siyasetmedar û pispor û mamosteyên zanîngehan û rojmevanan hatin/tên e bikaranîn
5- Kurdistanî: çespandina tunebûna pirsa kurdî di rêya bikaranîna têkiliyên dewletê bi hin hêzên kurdistanî re ku cihê dax û gomanan e li ba gelê Kurd li Sûriyeyê!
6- Di siyaseta derve de: dewleta Sûrî tim di civînên herêmî de beşdar dibû/dibe gava ku pirsa kurdî li ser masê bû/be, ji bilî peymanên veşartî bi dewletên herêmî re
7- Girtin û tirs û izyet jî ji rûdanên giring bûn ên siyaseta nijadperest
8-Siyasî: Hebûna Kurdan li Sûriyeyê nayê pejirandin û rêxistinên wan qedexe ne û siyaseta asîmîlasiyonê di hemî waran de li dar e. Kurd ta navên kurdî nikarên li zarokên xwe bikin, ne jî li dikanê xwe bikin. Navên gundan, ku bi hezarê salan bi kurdî bûn, an jî bi navên kevin ên dîrokî bûn, îro hatine guhertin!
Ev hinek nimûne ne ji siyaseta şovînî ku li himber gelê kurd li Sûriyeyê tê birêvebirin. Ev siyaset êdî bi ti pîvanan nayê pejirandin û dîrokê daye diyar kirin ku bi vî rengî pirsa netewî ya miletekî nayê çareser kirin, nemaze ku em îro derbasî sdsala 21an dibin ku êdî tiştekî bi navê "pirsa hundirû" nemaye û pirsên bi vî rengî êdî navnetewî ne.
Ev nivîs ji kovara BERBANG, 125-126/2002, hatiye wergirtin.
|
|