18.03.2003 - 23:49
Nilûfer Akbal û CDya wê "Rê":
Berhemeke kurdistanî û ya hemû gelên Rojhilata Navîn
Kakşar Oremar - Düsseldorf
navdarenkurd@hotmail.com

Kakşar Oremar
(wêne: S.H.Berko)
|
Bi bexteweriyeke dilxweşker û mezin, di van salên dawiyê de jin û keçên
kurd di hemû warên siyasî, civakî û hunerî de pêngavên pêşdeçûnê avêtine.
Ji serê çiyayên Kurdistanê heya deşt, gund û bajarên hemû Kurdistana mezin,
di hemû qadan de liv û lebatek hêja ji aliyê jinên kurd ve tê dîtin.
Hinek ji wan gerîlayên qehreman in û bi serberzî ji bo doza netewa xwe
şerê dagirkerên welat dikin. Hinek ji wan jî siyasetvan, nivîskar
û hunermend in.
Hunermendên mîna Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Elmas Xan, Daykî Cemal, Fewziye Mihemed, Eyşe Şan, Gulbihar, Îran Xanim, Sosika Simo û gelek kesên din bi cesaretek mezin hatin qada xebata huner û stranbêjiyê û di nava berbendiyên civata foidalîzimê de dest pê kirin. Piştre Zadîna Şakir, Aslîka Qadir, Xana Zazê, Fatma Îsa, Zozan, Gulistan Perwer, Şehîd Mizgîn, Şehrîbana Kurdî, Beser Şahîn, Delal, Nilûfer Akbal, Şehîn Talbanî, Merziye Rezazî, Canê û gelek kesên din ta roja îro rêya wan domandin û li ser wê rêya ku wan di mercên dijwar de vekirin, xweş dimeşin.
Berî demekê ji aliyê hunermenda me ya hêja Nilûfer Akbal CDyek nû ya bi navê "Rê" di nava dilxwazên muzîka kurdî de hat belav kirin. Min berê jî dengê xanima hêja û dengxweş Nilûferê bihîstibû. Ew bi awayekî zanistî dizane ku çawa dengê xwe yê xweş û melodîk bi kar bîne. Ew baş dizane ji diyafragim û qirika xwe çawa mifayê bistîne. Soz û nermiya dengê Nilûferê ji guhdaran re dide kifşê ku ew hunernas e û bi armancên bilind û mezin rêya hunerê ji xwe re helbijartiye. Bi serhev de, mirov dikare bibêje ku di dengê wê de perwerde heye.
Cudahiya "Rê" bi berhemên berê yên Nilûferê re çend xalên jêrin ku bi dîtina min pêşkefineke baş e:

Nilûfer Akbal (wêne: www.niluferakbal.net)
|
_ 1. Em di dema komînîkasiyonê de dijîn. Çand û hunera netewên cîhanê niha bi rêya pêşkeftinên teknolojiyê bêtir ji sedsala derbasbûyî bandorê ji hev digirin. Ev bandor di berhema Nilûferê "Rê" de tê dîtin. Bêhna harmoniya muzîkek zanistî û cîhanî di hemû stranên wê de xuya ye, lê ew ji xan û mala muzîka kurdî derneketiye. Bi enstrûmentên ewropî awazên stranên xwe dewlemendtir kirine û xweşya stranên kurdî zêdetir bûye. Him deng û him jî mîks û nermiya ku di aranje û harmoniya stranên Nilûferê de hatine bi kar anîn, guhdaran neçar dike ku bi dehan caran guhdarî deng û muzîka wê biken. Sedem jî ew e ku mirov him ji deng û him jî ji muzîkê tameke şêrîn distîne û deng û muzîk bi hevre guhê mirovan naêşînin. Ji bona wê jî herkes dikare li vê CDyê guhdar bike: Emlan, Ereb, Faris, Kurd, Tirk, û bi giştî kesên ku piçekî hunerê nasdikin. Nilûferê bi vê pîvanê û li gor demê pêngavek baş avêtiye.
_2. Kurd bi salan doza jiyane hevpar û aştiyane bi Tirk, Ereb û Farisan (gelên cîranên Kurdan û dagirkerên Kurdistanê) re dikin. Nilûferê bi vî karê xwe yê hêja ev rastiya dîrokî bi dost û dijiminan re daye selmandin. Ew bi zimanên kurdî, tirkî û farisî vê daxwaz û semîmyetê tîne ziman. Ew ji wan doz dike ku mîna Kurdan ên ku ji çand û hebûna wan re hurmetê digirin, ew jî hebûna Kurdan bipejirînin û bihayê bidin hemû taybetmendiyên netewa kurd ên dêrîn. Bi taybetî Nilûfer ji Tirkên ku bi dehê salan nasnameya milliya gelê kurd înkar dikin, dide selmandin ku di cîhana îro de demokrasî ew e ku hemû netew ji hev hez biken û hebûna hev înkar nekin.
Ji aliyekî din, bi hersê zaravên sereke yên zimanê kurdî yê dewlemend (kurmancî, soranî û zazakî) distirê. Di çaxekî de ku neyarên Kurdan bi rêya cudahiya zarav û olên Kurdan ên ji hev cuda, dixwazin ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, wan ji hev dûr bikin, karekî wiha hisên Kurdan ên netewî bihêztir û wan bêtir nêzî hev dike. Beriya Nilûferê mamosta Şivan Perwer, Gulistan Perwer, Nasir Rezazî, Necmedîn Xûlamî, Şehrîbana Kurdî, Mihabad, Koma Çar Newa û...hwd pêngavên wiha avêtine. Lê bo cara yekê Nilûfer li rex karekî wiha, bi zimanê farisî jî stranek xwendiye. Ew dizane ku Îlam bajrekî Rojhilatê Kurdistanê ye û ji bona wê jî stranek folklorî ji herêma Îlamê ji xwe re helbijartiye û xweş xwendiye. Yanî stran nîv kurdî (devoka Lekî) û nîv farsî ye. Naveroka stranê vê rastiyê eşkere dike:
"Miyanê Îlam yekgahê sewaran
Qesem bi cûnê heft beraderan..."
Bi her awayî, dema ku hunermendek li ser zarav, ziman û coxrafiya herêm û welatê xwe xwedî zanyarî be, dikare hunerê bêtir biafirîne. Rewşenbîriya civakî, siyasî û çandî ji hunermendan re mîna hewa û xwarinê pêwîstiyek rojane ye.
Ev berhemê Nilûferê karekî wiha ye ku divê ji hemû hunermendên kurd, tirk û faris re bibe mînak, ku ji bo birayetiya gelan û nêzîkbûna wan a atifî bixebitin û stranên birayetî û aştiyê bixwînin.
_ 3. Nilûfer qîmeta eymet û nirxên ku di dîroka hunera welatê wê de xwedî nav û kedek bêmirinin, dizane. Ew bi du stranan herdu hunermendên nemir Eyşe Şan û Hesen Cizîrî bi bîr tîne. Karê herî zêde ku di roja îro de divê bê kirin ew e ku stranbêjên kurd bi xwendina stranên wan nemiran, careke din nav û dengê wan bi bîra gel bînin. Ji ber ku wan di mercên herî dijwar de hemû zor û zehmetî pejirandin û hunera netewa xwe mîna mîratekî çend hezar sal ji mirinê parastin. Ger hunermendên kurd erkekî wiha bi cih neynin, diz û talankarên hunera kurdî pir in, ew dê wan berheman ji xwe re bidizin û bikin malê netewa xwe.

Nilûfer Akbal: "RÊ"
|
_ 4. Naveroka stranên ku di "Rê" de hatine stran, bi piranî ji folklora herçar peçeyên Kurdistanê û hinek ji wan jî evîndarî ne. Lê stran mîna gulên gulistaneke rengîn û bêhnxweş in. Mirov ji guhdarkirina wan zû bi zû têr nabe. Karê herî bingehîn jî ew e ku Nilûfer di stranê de hoste ye û bi aramî karê xwe dimeşîne. Kes tune (ger xwedî hisên evîndariyê be) û bi guhdarkirina strana "Can" hêsiran nabarîne. Bi taybetî ew kesê ku di evîndariyê de rastî şikestê hatibe, nikare xwe bigire. Nilûfer bi soz û evînek wiha kur vê stranê dixwîne ku guhdaran jî bi xwe re dibe nava derya bîr û xeyalên dûr û bêdawî. "Ey Hawar", "Bir Of Çeksem" û stranên din jî xwediyê hal û rewşek wiha ne. Bi muzîkek dewlemend, Nilûferê rengekî bedewtir û şirîniyek zêdetir daye stranên gelêrî yên ku di nav gelê kurd de mîna samanekî netewî, çend hezar sal hatine parastin.
Rexneyên ku mirov dikare ji vê berhema nirxdar bigre, ew in ku girafîka CDyê dikarîbû baştir bihata çêkirin. Hinek peyvên stranên ku bi zaravê soranî hatine gotin, ji aliyê fonîtîka ziman ve baş nehatine bilêvkirin, û xuyaye ku di vî karî de kesekî şareza hevkariya Nilûferê nekiriye. Li ser berhemekî ku berevajî pirtûkekê bi rehetî dikare bigehe her devera Kurdistanê, li ber çavgirtina vê xalê xizmetek dîrokî ye. Çimkî zimanê kurdî hîn jî bi awayekî standard neketiye ser rêya xwe û bi awayê nivîskî hîn di nav hemû Kurdan de cih negirtiye. Hunermend dikarin bi rêya stranên xwe hişê hunereke kurdistanî di nava hemû Kurdên cîhanê de biafirînin û belav bikin. Ev bi serê xwe xebateke siyasî, civakî û hunerî ye. Zarokên kurd ên ku di nav tem û mija asîmîlasyonê de mezin dibin, bi rêya bihîstin û xwendina peyvên stranekê dikarin xwe hînî zimanê xwe yê zikmakî jî bikin.
Bi wê hîviyê ku hunermendên mîna Nilûfer Akbal di nava Kurdan de zêde bibin.
Ez bi dilxweşî ji bo vî berhemê hêja Nilûfer xanimê pîroz dikim û ji rêya dûr ve bi germî destên wê digivişînim.
Elmaniya, 11.03.2003
---------------------------------------------------------
Malpera Nilûfer Akbal: www.niluferakbal.net
|
|