26.03.2003 - 01:20
De alên aştiya xwe bilind bikin...!
"Bangek" ji hemû Kurdên ku bangewaziyan dişînin re
Jana Seyda - Heleb
janaseyda@hotmail.com
Di rojên bihurî de, bi dehan bangewazî ji min û kes in din re hatin, ji dezgeh û malper
û kovar...hwd, ên kurdî da em navên xwe tevlî navên wan bikin ku dijî dagîrkeriya
Tirkiyeyê ji axa Kurdistanê re bisekinin.. tevî ku em gelek caran dudil dibûn ji wan
re imzeyên xwe biþînin da nekevin (selikên gemarê), wek hemû navên Kurdan ên ku berî
çend rojan di helbijartinên perlemana Sûriyeyê de para xwe ji ketina bin lingan birin!
Bêguman em di nav lîskeke mezin de nin -wek ku siyaset dibêje- û di vê demê de mejî û zîrekî pêwîst in da me ji wêrana vî şerî biparêzin, ev şerê ku em tê de -wek her carê- qurban in, eger em nebin diyariyek biharî ji dewleta Tirkiyeyê re piştî cejna evînê bi mehekê an didwan.
Tiştê ku bala min û gelek kesan kişand di wan bangewaziyan de ew e ku di dawiya gelek bangan de hatiye nivîsandin: "Bijî Kurdistan.. Bijî Amerîka", wek ku hin serok û siyasetmedarên kurd tînin ziman.
Di demeke wisa de, divê em ji xwe bipirsin:
Gelo heta vê radeyê mejiyê kurd lihev ketiye?
Wek ku tê nasîn, mejiyên serok û miletan di şeran de dilivin, li çareseriyekê digerin, li rêyeke kurtir ku beleyên nû nebin.. Ev jî pisekê tîne holê: Gelo dildariya dijminan diyardeyeke kurdî ye?
Amerîka qeder e..! Mirin jî qeder e.. Lê çima em dijîn?
Amerîka Kurdistan ava kir..! Çek dane Dirakola da Kurdan ji ser rûyê erdê rake..!
Amerîka dê Kurdan diyarî Tikiyeyê bike û dê Anfal in nû diyarî Kurdan bike..!
Amerîka dixwaze Kurdan bike yek ji dêvla ku çar parçe ne bila bibin dudi an sisê..!
Ji bo hemû kesên ku di bangên xwe de jiyanek ebedî ji Amerika re xwestin:
Tîbûna sedsalan di giyanên xwe de hilgirin û çavên xwe hînî zuhabûnê bikin..
Perîşan in rûyên we yên ku hûn her carê maska hovekî lê dikin.. bi xwîn in ew lepên ku dîrok riswa dikin..
De çîroka xerdelê ji zarokên xwe re bi serbilindî bêjin û ji bîr nekin şahiyan di Adaran de li dar xînin.. Adarên dilsoz ên ku her birîn xencerekê ji me re amade dike..
Biqîrin di rûyê dîrokê de, bila Selahedîn ji hespê wî daxîne û jê re dastana Yuranyom bêje..
Bigrîn bi çav in tije xwelî ku em tenê çar parçe ne..
Bigrîn ku em tenê deh serî ne..
û sed serok in..
Lê ji bîr nekin tiliyên serkeftina xwe li ser goristanên bê dawî bilind bikin.. di bin ala Amerîkayê de, di bin cizmeyên guran de..!
De alê aştiya xwe bilind bikin..
|
|