www.amude.com - navenda çanda kurdî


06.02.04 - 17:50

Çend pêşniyar ji bo PENa kurd

Îbrahîm Seydo Aydogan
ibrahimseydo@hotmail.com


Îbrahîm S. Aydogan
>> PENa kurd
>> PENa navnetewî
PENa navneteweyî di sala 1921ê de hatiye damezirandin û di nav endamên pêşîn de Joseph Conrad, George Bernard Shaw û H.G. Wells xuya dibe. Wekî din mirov dikare behsa tevlêbûyina Anatole France, Paul Valery, Thomas Mann, Benedetto Croce û Karel Capek, ku di nava PENa navnetewî de xebatên mezin kirine. Di nav kesên ku serokatiyê wê kirine de, mirov dikare navên Alberto Moravia, Heinrich Böll, Arthur Miller, Pierre Emmanuel, Mario Vargas Llosa û György Konrád jî bihejmêre (ev daxuyanî û yên din jî li ser malpera PENa navnetewî bi rehetî dikarin werin peydakirin). Armancên wê, weke ku di serî de hatine diyarkirin, li dora intellektuelî, pêşxistin û paraztina wejeyê û kulturê, avakirina têkîliyên xurt di navbera nivîskaran de ye. Di malperê de hatiye diyarkirin, ku PEN rêxistineke apolîtîk e û ji UNESCOyê û Yekîtiya Neteweyan ve bi roleke giring tê naskirin.

Tevgera PENê li cem kurdan ne gelekî kevin e. Digel ku ji aliyê Huseyin Erdemî ve bi hewldanên hêja berî wê hatibe damezirandin jî, PENa kurd têkîliyên xwe bêtir piştî kongreya 97an bi awayekî ji berê baştir bi nivîskaran re û PENa navneteweyî re daniye. Lê belê ji ber ku ne rewşa nivîskariya kurdî û ne jî statukoya nivîsandina bi zimanê kurdî ne têra xwe zelal e, mirov nikare bibêje ku PEN bi awayê ku ji navê xwe re divê, bi temamî li cem kurdan bi cîh bûye.

Ez û serokê PENa Kurd birêz Zerdeşt Haco me dawiya meha mijdarê hevdu li Brukselê nas kir. Em teva çend nivîskarên din û endamên birêvebiriya PENa Kurd ên din ji bo tevlêbûyina bernameyeke Medya TVyê (Med Club), ku ji aliyê Mazhar Gunbatî ve dihat amadekirin û mijara wê li derdora pirsgirêkên nivîskariya kurdî bû, hatibûn vexwendin. Piştî bernameyê, gava ku em di nav xwe de peyivîn, min hin rexne li PENa Kurd girtin û min xwast PENa Kurd xwe demokratîktir bike û di warê sansura ku di çapemeniya kurdî de li ser gelek nivîskarên kurd heye bi awayekî eşkere tev bigere û helwesta xwe deyne.

Piştî wê rojê, di 03.12.2003an de, min rabû hin pêşniyar li ser rêbaza PENa kurd û pêşniyarên ku birêz Zerdeşt Hacoyî di civîna 07.02.1997an de kirine, û ku di malpera PENa Kurd de (www.pen-kurd.org) hatine weşandin, li ser navê endamên komîteya birêvebiriyê ji birêz Zerdeşt Hacoyî re şandin. Rojek bi şûn de birêz Zerdeşt Hacoyî bersiveke erênî da min û teva kêfxweşiya xwe ya ji bo van pêşniyaran diyar kir, ku guhertinên rêbazî bi biryarên kongreyê dikarin pêk werin û ji lewre ew ê di kongreya pêş de van pêşniyarên min jî teqez têxin nava bernameya xwe.

Li ser meseleya sansura ku di çapemeniya kurdî de li gelek nivîskaran tê kirin, me di nav xwe de biryar da, ku piştî van guhertinan em ê bi awayekî eşkere wan tawanbar û şermezar bikin. Niha em mînakên vê mijarê, ku gelek in, bi ser hev de tînin. Sibehê şaxa PENa Kurd ya Tirkiyeyê jî dê civîna xwe ya damezirandinê li dar bixe. Gava ku min ev yek bihîst, ji bo ku di serî de mirov bikare fikirên xwe ji hevdu re bibêje, min pêwîst dît ku ez van pêşniyarên xwe yên ji bo rêbaza PENa kurd, ku min berê jî ji serokatiya PENa Kurd re şandibûn, serrasttir bikim û ji endamên PENa Kurd ên Tirkiyeyê re jî bişînim.

Hin pêşniyar li ser rêbaza PENa kurd

1- Endamên komîteya birêvebiriyê ji bo pênc salan têne hilbijartin (ji ber ku sê sal ji bo avakirina têkiliyan û bipêşdebirina karan hindik in).
2- Endamên komîteya birêvebiriyê bi tu awayan nikarin bibin endamên tu tevger an jî rexistinên polîtîk. (Ev xal ji bo biserxwebûyina PENa kurd pêwist e.)
3- Endamek dikare du caran li pey hev têkeve komîteya birêvebiriyê, lê belê ew nikare du caran li pey hev bibe yek ji sê endamên komîteya birêvebiriyê yên sereke, serok, cihgirê serok û sekretêr. Ji bo ku endamek bikare li pey hev cara sêyem têkeve komîteya birêvebir û ji bo ku endamek cara duyem bibe serok, cihgirê serok û sekretêr, divê di ser hilbijartina wî/ê ya dawîn re sê sal (ji ber ku komîte ji bo sê salan têt hilbijartin, ger bibe pênc sal, ev xal jî li gora wê têt guhertin) derbas bûbin. (Ev xal ji bo demokratîkkirina PENa kurd pêwist e.)
4- Kesên ku bi kêmanî du berhemên wan ên bi zimanê kurdî yan jî wêjeya kurdî ve têkildar in, dikarin bibin endamê PENa Kurd. Di PENên din de, ev hejmar bilindtir e, lê rewşa berhemên kurdî rêyê nade ku mirov hejmara berheman bi kêmanî bike sisê. Ev hejmar di kongreyên pêş de dikare bête bilindkirin, lê nikare bête hindikkirin. Ji derveyî van taybetmendiyan, hin kesên din jî, wek weşanger û rojnameger, dikarin bi dengdayina civîna salane bibin endam; ji bo endametiya van kesan ji sê dengan bi kêmanî du deng pêwist e. (Ev xal ji demokratîkmayina PENa Kurd pêwist e.)
5- Heta ku kongre li gora hejmara endamên PENa Kurd ji sê paran bi kêmanî du par ne amade be, nikare pêk were. Ji bo civînên salane beşdarbûyina bi kêmanî nêviyê endaman bes e. (Ev xal ji bo rêlibergirtina guherînên ku bêyî endaman dikarin pêk werin, pêwîst e.)
6- Endamekî Kongre a Kurd dikare bi berhevkirina îmzeyên ji temamî nêviyê endaman bangî kongreyeke nû bike û bixwaze ku komîteya birêvebirinê ji nû ve bête hilbijartin. (Ev xal ji bo muxalefetê pêwîst e.)
7- Divê bi mebesta ku ev guhertin di rêbaza PENa kurd de werin kirin, teva destnîşankirina van pêşniyaran, nameyek ji hemû nivîskarên kurd re berî kongreyê bi kêmanî bi sê mehan bête şandin û ew ji bo kongreyeke giştî werine vexwendin. Ji bo hilbijartinên di vê kongreyê de, bi tenê kesên ku du pirtûkên wan ên ku bi kurdiyê û wêjeya kurdiyê ve têkildar in, hebin, dikarin deng bidin. (Ev yek ji bo paşerojeke xurt pêwist e.)



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]