 |
 |
12.11.2003 - 16:43
Name û bersiv derbarî rawestandina programa
'şevbihêrkên kîtabên kurdî' di Paltalkê de
Îbrahîm Seydo Aydogan - Rouen/Fransa
ibrahimseydo@hotmail.com
HAMBURG/ROUEN (amude.com) - Doh, Husên Dûzen di nameyekê de,
ku di rê emailê re belav kiribû, ragihand, ku ew êdî nema
programa 'şevbihêrkên kîtabên kurdî' di Paltalkê de berdewam dike
û sedemên vê yekê jî diyar kirin. Herweha wî êrîşî
çend kesan kir, ku li gorî wî ew jî beşek ji
sedemên rawestandina programê ne. Ibrahîm Seydo
Aydogan bersiva vê nameyê daye û ew ji bo weşandinê
ji me re şandiye. Em li vê derê herdu
nameyan diweşînin.
Ji bo raya giştî
 Îbrahîm Seydo Aydogan
|
Îbrahîm Seydo Aydogan - Rouen/Fransa
ibrahimseydo@hotmail.com
"Quelqu'un qui dit la vérité peut-être certain qu'un jour ou l'autre il sera découvert."
Oscar Wilde
"Yekî ku rastiyê dibêje, dikare jê piştrast be ku rojekê an jî rojeke din ew ê bê kişf kirin."
Oscar Wilde
Husên Duzenî bernameyên "şevbihêrkên kîtabên kurdî" yên li ser Paltalkê rawestandin û ev yek bi nameyekê da xuyanê. Min jî nameya Husên Duzenî, ku ji bo rawestandina bernameyên Paltalkê hatibû şandin, wergirt û xwend. Min dît ku Husên Duzenî di nameya xwe de behsa sedemên rawestandina bernameyan dike û hin bêbextiyan li min dike û min jî wek yek ji sedemên rawestandina bernameyan nîşan dide û sûcdar dike.
Ger ez hin mînakan ji nameya wî bidim.
"Qey îroniya jiyanê ye, ku Ahmet Zeki di nav peyvên xwe de Mehmed Uzun û Abdullah Ocalan şibandin bi hev."
Ev peyv rast e. Ahmet Zekî Okçuoglu di axaftina xwe de ev şibandin kir. Lê bi dû re Husên Duzen weha dewam dike:
"Ji ber ku wî ji Îbrahîm Seydo Aydogan re gotibû "îbrahîm dev ji van bênamûsan berde", min ji Îbrahîm re got ku divê ew xwe ji van peyvan û vê helwesta Ahmet Zekî dîstanse bike. Lê mixabin Îbrahîm Seydo berovajiya wê kir; wî mafê axaftinê stand û dûdirêj hewl da ku "îsbat bike", ku ne Mehmed Uzun e kesê romana yekemîn bi kurdî nivîsandiye û Hewara Dicleyê bi babeta xwe ya ku "jiyana gelan" a bi hevre diparêze wek tiştekî li dijî berwejendiyên kurdan rê da."
Min ji bo vê peyva li ser min, ku di nameya Husên Duzenî de cih girtiye, biryar da ku bersivekê bidim.
1. Ahmet Zekî ji min re ew peyv got û min jî ji Husên Duzen re li ser pirsa wî bi mesajekê nivîsand, bê wî ew peyv ji bo çi gotiye û Husên Duzen bi xwe jî dizane ku tu têkiliya min bi van pêyvan re tune ye.
2. Ji ber ku Husên Duzen bi xwe bernameya xwe taqîb nake, ew êdî nema dizane bê behsa çi dike. Rast e, min behsa dîroka romana kurdî kir. Ji ber ku yekî berî min (ku heçî kesên ku li wira bûn dizanin) behs kir û got, ku "ew Mehmed Uzunî wek avakirê romana modern nas dike û berî wî romanên baş tune bûn." Ev nîqaş berê jî li ser birêz Mehmed Uzunî derketibûn û xwediyê van peyvan ne ez im û min di bernameyê de jî tiştekî weha negotiye. Lê min bersiva wî camêrî da û herkes jî bi vêya dizane. Îcar Husên Duzên ji bo çi vê qelebalixiyê dike, ez fahm nakim! Di wê bernameyê de hin neheqî jî li Mehmed Uzunî hatin kirin û herkes dikare bibe şahid ku min li ser hin êrîşen ku li şexsiyeta Mehmed Uzunî hate kirin jî peyv wergirt û bi zimanekî têra xwe tûj gazindên xwe ji van peyvan kir. Husên Duzen di nameya xwe de behsa kek Ferît jî dike. Kek Ferît bi xwe dizane bê min bi çi zimanî Mehmed Uzun parast. Ji ber ku wî bi xwe peyva kesê ku êrîş dikir, birrî û dor da min. Bila Husên Dizen ji wî bipirse! Peyvên mîna "Lê ya ku min pirr êşand, hevalekî wî yê nivîskar bûbû hedefa êrîşên bêrê û wî jî bi wan gotinên xwe dixwest bibêje ku ew jî fikrên "Kek Ahmedê" xwe di cîh de dibîne." Peyva Kek Ahmed ji aliyê Husên Duzenî bi xwe di nava neynûkê de hatiye nivîsandin û ew bi awayî henekên xwe bi bangkirina min a însanekî ji min mezintir dike ku herkes bi vî navî bangî wî dike. Husên Duzen baş dizane ku ez bi wî awayî bangî wî bi xwe jî dikim. Ev peyv bi tenê dikarin bêsewiyetiya Husên Duzenî derxin holê. Eyb e Kek Husên, eyb e! Tu bi van peyvên qlîşe û vê êşandina xwe ya derewîn kê dixapînî! Albert Camus dibêje: "Kesên ku ji edebiyatê fahm dikin, ji peyvên gotî peyvên negotî an jî veşartî jî fahm dikin." Di vê nameya te de jî hezar fikirên veşartî hene, ku di biniya peyvên te yên xapînok re xwe rê didin. Madem tu ewqasî êşiyabû, te çima tiştek negot? Te Ahmet Zekî bi dizî ji koşkê da avêtin lê bi dû re jî gava ku vegeriya û hesab pirsî, te xwe parast.
3. Babêta "jiyana gelan a bi hevre" babeteke gelekî hesas e, ku Husên Duzen di vira de jî bêbextiyeke mezintir li min dike, ku mirov ji ber xwe û xatirdayina xwe ya şexsên weha fedî dike. Min di wê bernameyê de li ser aktuelbûyina romanê weha gotibû (heçî kesên ku tev li bernameyê bûbûn dikarin vê yekê tesdîq bikin, ku edîtorê malpera Amûdê Sîrwan Hecî Berkoyê yek ji wan e.): "Di edebiyata cîhanê de her weha hatiye kirin. Ji bo ku mirov felsefe û polîtîkaya nivîskarekî nas bike, mirov ji berhemên wî derdikeve rêyê û di nava nêzîktêdayinên wî yên bûyer û têgeh û şexsan de, mirov dikare şopa felsefeya wî û fikirên wî yên polîtîk bibîne."
Ev peyv ji aliyê hemû edebiyatzaneyan ve tê qebûl kirin. Husên Duzen di nirxandina xwe ya Hawara Dîclayê de gotibû: "Balkêş e ku di vê romanê de heta ku ji wî hatiye, nivîskêr peyva Kurdistanê bi kar neaniye û ji dêleva wê peyva Mezopotamyayê bi kar aniye."
Min jî piştî peyva xwe ya li ser "tespîtkirina felsefe û fikirên nivîskêr ên di nava romanê de" hebekî behsa vê nirxandina Husên Duzenî jî kir û min got:
"Ger em bala xwe bidin berhemê, em ê bibînin ku jiyana gelan a bi hevre û kêmbikaranîna peyva Kurdistanê cihê polîtîkaya kurdan a aktuel nîşan dide. Ew jî dibe ku ji ber polîtîkaya kurdên bakurî ya aktuel têt. Weke ku tê zanîn, polîtîkaya aktuel, ku li Bakur jî tê meşandin, fikira nationalismê (neteweperestî) qebûl nake."
Wekî din, tu peyvên din ên li ser vê minaqeşeyê ji devê min derneketine! Ev peyva dawîn jî heta tu bibêjî bes (ji ber ku têkîliya wê bi berhemê re heye û di nava berhemê de ev yek weke rastiyekê derdikeve pêş) nirxandineke edebî ye û peyvên weha hêsan di hemû nirxandinên edebî de hene. Lê ji ber ku Husên Duzen bi vê yekê nizane, ew nirxandina min û ya Ahmet Zekî dişibîne hevdu. Min behsa berjewendiyên kurdan nekiriye! Û ev yek ne karê nivîskar an jî rexnegirekî ye! Min di temamê 27 salên temenê xwe de peyveke weha nekiriye û ez nizanim bê çima Husên Duzen, ê ku ji bo ku ez tev li bernameyên wî bibim li ber min digeriya, dixwaze etîketeke polîtîk bi min ve bike!
Bi rastî jî eyb e, Kek Husên! Min ji ber vê nameya te û bêbextiya te gelekî fedî kir!
4. Gelek kes dizanin, ku ji serê sê salan ve ye ku ez bi rexneya edebî alaqedar dibim û heta niha gelek nivîsên min li ser www.nefel.com, www.amude.com û di kovara Gulistanê de çap bûne. Heta niha tu kesî ji bo şêwaza "uslûb" min an jî nêzîktêdayina min a berheman gazind ji min nekiriye. Heta nivîskarên ku min berhemên wan neecibandine jî (di gel ku wek min nafikirin jî), spasiya min kirine ku min ji berheman pê ve tu referans wek muhattab negirtine (mînak: Enwer Karahan, Helîm Yûsiv, Silêman Demîr). Li ser berhemên Mehmed Uzunî jî, Mehmed Uzun bi xwe jî dizane ku ev demek dirêj e ku ez xebatekê li ser sê romanên wî dikim û heta niha, heçî kesên ku rexneyên min xwendine dizanin ku, ez tucarî derneketime derveyî sînorên nirxandinên edebî û min ev yek tim wek prensîbekê parastiye. Lê belê, di bernameya Paltalkê de jî her cara ku peyv hatiye ser min, min gotiye "ji ber ku em kurd fêrî rexneya edebî nebûne, ez tim ditirsim ku xelk min têxin nava kategoriyan û rexneyên min ji bo berjewendiyên xwe bikin mahne û êrîşî min bikin (Husên Duzen jî niha weha dike). Ji ber wê, min demeke dirêj rexneyên xwe nedane çapkirin û gelek kes dizanin ku bi dehan rexneyên min li ser berhemên kurdî hene, lê ez ji tirsan newêrim wan çap bikim. Vê bûyera dawîn jî vê tirsa min mafdar derdixe. Hercar jî ji bo vê yekê gazind ji min hatiye kirin û ji min re hatiye gotin "dev ji vê peyvê berde, kî çi dike bila bike, mesele ew e bê tu çi qasî rast dibêjî". Sîrwan Hecî Berkoyê edîtorê malpera Amûdê dikare şahidiya vê yekê û peyvên wê bernameya ku Husên Duzen behs dike, bike.
5. Husên Duzen ji berê de dixwaze van bernameyên Paltalkê bide rawestandin û wî bi xwe ev yek ji min re jî gotiye û bi giştî rojekê got "an em ê bi temamî bidin rawestandin an jî em ê bi awayekî din bimeşînin (behsa tevlêbûyina nivîskaran dike). Ez bi tenê hatim hiştin, bi tena serê xwe ez nikarim bimeşinim." Piştî wê bernameya ku ew di nameya xwe de behs dike (5-11-2003, ya li ser Hawara Dîcleyê), ez û ew û Sîrwan Hecî Berko û du sê kesên din di koçkeke taybetî de li hev civiyan û me bi kêf û henek şeva xwe temam kir. Ger Kek Husênê ku gava kêfa wî bixwaze, telefonî min dike, ji min re bigotaya, min ê bersiva wî bi devkî bidaya wî. Lê ew ji bo çi bi genfiskî tev geriya? Ji bo çi hefteyekê sekinî û bi dû re ev name ew qasî bi derengî nivîsand? Ma di vê hefteya dawîn de çi li mala wî qewimî ku hayê me jê tune ye? Gelo hin kesên din tiştin ji Husên Duzenî re gotine? Ma Husên Duzen û ew kesên nexuyayî hêviya çi ji vê minaqaşeyê û vê êrîşê dikin? Ez nizanim û hişê min nagihijê. Min baş fahm kir ku divê ez vê meseleyê zêde dirêj nekim.
6. Ji bilî vê bersivê, ez naxwazim tev li vê minaqaşeyê bibim. Ez bi rastî jî gelekî, gelekî û gelekî gelekî gelekî gelekî gelekî gelekî gelekî gelekî êşiyam, ku peyvên "gelekî" têra êşa min nakin… Tiştekî weha an jî tevgereke weha ku ji dilnexwazî û dilreşiya mirov tê, li tu devera dinyayê nehatiye dîtin!
-----------------------------------------------------------------------------------
Nameya Husên Dûzen
 Husên Dûzen (S.H.Berko)
|
Husên Dûzen - Hamburg/Elamnya
HusenDuezen@aol.com
Em ê ji niha û pê ve, rojên carşeman hew li ser pirtûkên kurdî di Koçka "Şebuhêrka Pirtûkên Kurdî" rawestin. Sedemên vê biryarê di nav kevanokê de hatine bi nav kirin:
(Gelî beþdarên sohbetên "Şevbuhêrka Pirtûkên Kurdî",
mixabin em sohbetên xwe yên li ser pirtûkên kurdî di Paltalkê de radiwestînin.
Li gel gelek sedemên din, ku ez ê li jêr bi kurtî qala wan bikim, sedema bingehîn a ji bo vê biryarê ev e:
Sohabeta me ya roja 05.11.2003ê li ser romana Mehmed Uzun "Hewara Dicleyê" bû. Civîn ji aliyê min ve dihat bi rê ve birin û axaftvanê wê êvarê jî ez bûm. Piştî ku min bi kurtayî naveroka romanê pêşkêşî beşdaran kir, sohbeta li ser romanê dest pê kir. Piraniya beşdarên ku tev li sohbetê bûn, li ser Mehmed Uzun û nivîsarên wî bi tevahî radiwestiyan. Ji vê jî diyar dibû, ku gelekan ji wan an roman nexwendibûn, an jî xwendibûn lê pirr kêm tişt jê fam kirbûn, lewra li ser berhemê pirr nedisekînîn; wan bêtir dixwest li ser xebatên niviskêr î din biaxivin. Lê li gel vê yekê jî sohbet di nav atmosfêreke dostanî de dimeşiya heta ku Ahmet Zekî Okcuoglu bi gotinên xwe yên cors (tschors) û bêrê tevî nîqaşê bû. Gava wî daxwaza xwe diyar kir, ku tevlî sohbetê bibe, min got qey ew ê ramanên xwe li ser naveroka romanê bibêje. Bi taybetî min got qey ew ê li ser beşê romanê, yê ku qala helwesta Mîr Bedirxan a li dijî nastûriyan dike, raweste. Di sohbeteke taybetî de bi min re, wî qala vê babetê kiribû. Lê mixabin pirr dom nekir ku diyar bû ku wî ne roman xwendibû, ne jî tu tiştên ku ew li ser karibe bibêje, hebûn. Peyvên ku Ahmet Zeki Okcuoglu gotin, xurû çêr û heqaret bûn. Qey îroniya jiyanê ye, ku Ahmet Zeki di nav peyvên xwe de Mehmed Uzun û Abdullah Öcalan şibandin bi hev. Lê bi wan gotinên xwe yên li dijî niviskarekî kurd, pirr vekirî ew Abdullah Oclanê ku berî bi çend salan di ekrana televîzyonê de li nivîskarên kurd heqaret dikir, dianî bîra mirov. Qe nebe gava Abdullah Ocalan ev yek kiribû, çend ronakbirên kurd bi nivîsekê ev helwesta Ocalan rexne kiribûn.
Lê mixabin kêm kesan nerazîbûna xwe li hember wê helwesta Ahmet Zekî ya bêrê nîşan dan. Ji ber ku wî ji Îbrahîm Seydo Aydogan re gotibû "Îbrahîm dev ji van … berde", min ji Îbarahîm re got, ku divê ew xwe ji van peyvan û vê helwesta Ahmet Zekî dîstanse bike. Lê mixabin Îbrahîm Seydo berovajiya wê kir; wî mafê axaftinê stand û dûdirêj hewlda, ku "îsbat bike" ku ne Mehmed Uzun e kesê romana yekemîn bi kurdî nivîsandiye û Hewara Dicleyê bi babeta xwe ya ku "jiyana gelan a bi hevre" diparêze, wek tiştekî li dijî berwejendiyên kudan rê da. Bêşik ez nabêjim bila Ibrahîm Seydo van bîr û baweriyên xwe li ser romanê negotibana. Lê ya ku min pirr êşand, hevalekî wî yê nivîskar bûbû hedefa êrîşên bêrê û wî jî bi wan gotinên xwe dixwest bibêje, ku ew jî fikrên "Kek Ahmedê" di cîh de dibîne. Min ji vê pê ve tu mane neda axftina Îbrahîm Seydo. Dibe ku niyeta wî ne ew bû, lê ji vê pê ve di rewşeke wisa de tu maneyên din dernetiketin.
Mixabin Ahmet Zeki ewqas dûrî çanda kurdan xuya ye, ku nizanîbû bê mêvan li ba kurdan çiqas bi qedr in. Mehmed Uzun û romana wî wê êvarê mêvanê min bûn. Ew êrîşên bêrê wek ku hatin ser min û hemû koçkê jî. Mebesta min ne ew nîqaş û nirxandinên ku ji aliyê hin beşdarên din hatin kirin in. Mebest ew peyvên cors in. Bila Ahmed Zeki baş bizanibe: vê carê min ew keys dayê ku ew wan gotinan karibe bibêje, lê heta ku ew sax be, ew ê keyseke wusa hew bibîne!
Hêjano,
Dana biryara rawestandina şevbuhêrkan ne hêsan bû. Me roja 24.05.2003ê bi nirxandina Ş. Bekirê Soreklî li ser romana Laleş Qaso dest bi sohbetên xwe yên li ser pirtûkên kurdî kir. Heta sohbeta ku min li jor qal kir, em di 20 şebbûhêrkan de li ser 11 pirtûkên kurtecîrokan, 7 romanan û 2 pirtûkên bîranînan rawestiyan. Di van şevbuhêrkên me de, kesên ku bi kêmanî pirtûkek girtin ser xwe û li ser axivîn, ev kes bûn: Ş. Bekirê Sorekli, Silêman Demir, Tengezarê Marînî, Enwer Karahan, Îbrahîm Seydo Aydogan û Husên Düzen.
Wek ku min li jor jî diyar kiribû, ez niha dixwazim hin sedemin din, ên ku ji bo rawestandina şevbuhêrkan hebûn, bi kurtî rêz bikim:
- Gava me biryar da ku em van sohbetên li ser pirtûkan pêk bînin, gelek kesan gotin, ku ew ê jî di nav vî karî de bin. Lê mixabin, piþtî ku me dest pê kir û pê ve, kêm kesan kar da ser xwe.
- Pirraniya nivîskar û wêjehez bi navên veşatî tevî sohbetên me dibûn. Gelek ji wan, gava ku li ser pirtûka hevalekî wan dihat axaftin, bi navê xwe yê rastî dihatin. Lê ku mijar li ser pirtûka nivîkarekî bûya, ku wan jê hez nedikir, bi navekî din dihatin. Û beşdarbûna wan a nîqasê jî li gor vê prensîbê dihat guhertin.
- Kêm kes ji beşdaran tevî sohbetê dibûn. Gelek caran hevokên xwe yên hêja li ser ekrana koçkê dinivîsandin. Lê heman kes, ku li koçkên din babet li ser siyasetê bûya, mîkrofon dixistin destên xwe û bi dirêjayî dipeyivîn.
- Li gel ku bernameya pirtûkên ku li ser wan bê axaftin, berî bi mehan diyar bû, kêm kesan ew pirtûk dixwendin. Ez şaş dimam ewqas kesên nivîskar û wêjehez dem nedidîtin, ku wê pirtûka ku dê li ser bihata axaftin, bixwendana.
- Li gel ku me ji serî de gotibû, ku sohbetên me dê li ser wê pirtûka ku wê êvarê dora wê bû, be, piraniya kesan dixwest ku li ser şexsiyet û karê nivîskar bi tevayî biaxivin. Ev helwest jî dibû asteng ji bo meriv karibê li ser berhemê hûr bibe.
Wek min li jor jî got, ji ber van sedeman û wan bûyerên ku roja 05.11.2003 çê bûn, ez mecbûr mam ku ez bernameya sohbetan rawestînim. Ez hêvîdar im, ku ew nivîskarên ku pirtûkên wan di dorê de bûn û dor nehat wan, li min megrin. Ezê hewl bidim ku nirxandina pirtûkên Dilawer Zeraq (Kakil), Rojen Barnas (Hingê), Ramazan Alan (Saturn) û Ridwanê Ali (Tilûrê Bêgane) bi rêyek din bighînim raya giştî û we birêzan.
Berî ku ez van rêzan bi dawî bikim, ez sipasiya wan kesên ku li jor qala wan bû, dikim; alîkariya ku ji wan dihat, pêşkêş kirin. Û bi taybetî sipas ji bo wan kesên ku ji aliyê teknîkî ve alîkariya min kirin, berî hemiyan jî sipas ji Ferît re.
HD, 11.11.2003)
Ev dem û hemî demên we xweş bin.
|
 |
 |