 |
 |
02.12.2003 - 01:28
"Pirsa kurdî li Sûryayê bi yekîtiyê çareser dibe,
ne bi lavlavê û dirûşman"*
Dr. Ibrahîm Mehmûd - Bonn
Dr.Mahmood@web.de

Dr. Ibrahîm Mehmûd di konferensê de (wêne: S. H. Berko/amude.com)
|
Xwişk û birayên hêja,
ez jî wek axavdarên berî xwe sipasiya amadekar û rêkxistvanên vê hevdîtinê dikim.
Ezê hewil bidim, ku bi kurtî di çarceweya babeta ku di programê de hatiye destnîşan kirin, bimêne. Ew jî wek ku li ber destê we hemiyan e, meseleya dewleteke demokratî, huquqî û imkanên çareserkirina pirsa kurdî ye.
Bi dîtina min, pêş hemû tiştî pêwist e mirov bersiva pirseke pir giring bi eşkere û zelal bide, ew jî ev e: Gelo rêjîma Sûriyê û Partiya Ba´as bi hebûna xwe ya îro ve û logîka (yanî mentiqê) bîrkirina xwe dikare bibe dewleteke dêmoqrat, huquqî, mafê mirov perest û çareserkirê pirsên netewyî?
Ez bi dengekî bilind dikarim bêjim 'na!' û sed-carî 'na', ji ber sedema herî eşkere û li ber cavan, ku her kes dizane, Partiya Ba´as li gorê destûrê birêvebirê dewlet û civakê ye, yanî gotin û biryarên serî û binî hemî di destên wê de ne (ev tişt eşkere di rêbaz û destûra dewleta Sûriyê de hatiye nivîsandin). Û wek em dizanin û tecrûba gelek welatan jî da xwuyan, nemaze di van salên buhirî de, ku sîstema yek-partîtî li tu devera dunyayê nebûye demoqratî, nemaze ku ew partî partiyeke şofen û nejadperest be (wek a Ba´as). Gerek e bê gotin, ku partiya Ba´as ne tenê di warê teyorî de, belê herwisa di praktkê de jî ti bîr û baweriyên cuda qebûl nake; ew kesê li himber wê rabe û nerazîbûna xwe li ser pirsekê di welat de diyar bike, çarenûsa wî zindan, işkence û windabûn e, yan jî reva ji welat e. Di vî warî de, tiştê herî balkêş ew e, ku hukûmeta Sûriyê li ser piraniya peymanên navnetewyê bo parastina mafên mirovan îmze kiriye, lê di praktîkê de yekê ji wan jî berçav nagire û pêk nayne. Di vê derheqê de nimûne zor in û ez naxwazim dûbare bikim. Ji ber wê, heger hukûmet û miletên Sûriyê bixwazin ber bi demoqratiyê ve herin û bibin dewleteke mafnas (huquqî), gerek e destûr were guhertin û ji nûve bi razîbûna hemû miletên Sûriyê ve û li gor pîvanên serdemê were nivîsandin û mafê gelê kurd tê de were çesbandin (tesbît kirin). Guhertinek li vir û yek li wir, rakirina wezîrekî ji cihê wî û anîna yekî hîn jê xerabtir, ti sûd û qîmetê wê nîne!! Pêwist e reform di sîstêma dewletê de werin çêkirin, wek partiya Ba´as nema dewlet û civakê bi rêve bibe, rakirina zakon û rewşa awarte, parastina mafên mirov derbarî azadiya bîr û baweriyê, mafê avakirina partiyên siyasî bi serbestî, hilweşandina hewqas organên (cihazên) parastinê û vegera welat bo jiyana sivîl.
Xala duyem û a giringtir, çareserkirina pirsa kurdî ye!
Dîsan ez dipirsim, gelo hukûmetek wek a Sûriyê bi vê hebûna xwe dikare pirsa netewî çareser bike? Dîsan jî bi nerîna min 'na', ev hukûmet, yanî partiya Ba´as ( ji ber hukûmet partî ye û partî hukûmet e ), bi fikir û îdiyolociya xwe, bi bawerî û rêçûna xwe ve ne amede ye ti miletên din li ser axa Sûriyê wek xwediyê cih û war qebûl bike. Lewra ev yek di destûr û rêbaza wan de eşkere hatiye. Mixabin di nerîn û mejiyê ba´asiyan de, her kesê di wî welatî de jiya be û hîn jî dijî, ereb e, yan jî gereke bibe ereb, bi taybetî beramberî kurdan (beramber miltên din wek: aşûrî, ermenî, çerkes.. ne wisa ye), ji ber ew jî baş dizanin, ku kurd li ser axa xwe dijîn û mafên wan di vî welatî de heye. Loma ev serê 40 salan e, ew dixwazin bi hemû şêwe û metodên nemirovane û rewa hebûna kurdan tune bikin, an jî miletê kurd wek mihacir û penaber destnîşan bikin!
Gelo beramberî vê yekê çi tê xwestin? Û miletê me doza çi dike? Û şêwe û metodên bidestxistna wan daxwazan çi ne?
Ez dixwazim bi kurtî li gor nerîna xwe bersiva van birsan bidim. Lê berî wê pêwist e bi dengekî bilind û zelal bê gotin, ku em bi hêviyan, bi lavlavê û siloganan (yanî dirûşman) tu tiştî bi dest naxin. Xebata tevgera me ya siyasî ya 46 salan ev yek eşkere kir. Tenê bo nimûne: ev 35 sal in, ku em nikarin mafê nasnameya erebî ya sûrî ( ez careke din dibêjim a EREBî ) werbigirin, îcar em ê çawa perçeyek erd ji wan werbigirin???
Ji ber wê, heger xebata me ji bo standina nasnameyê ye, bi nerîna min em dev ji xebatê berdin başti re, tevî ku ez bi xwe jî yek ji wan kesên bê nifûs im. Ji ber dem hatiye, ku gerek e miletê me bi alîkariya tevgera siyasî dîwarên tirsê biroxînin û em bê tirs, eşkere, bi serbilindî û bi yekdengî bêjin, ku em wek hemû miletên dunyayê daxwaza mafê çarenûs ( yanî heq teqrîr el-mesîr ) ji miletê xwe re jî dikin! Û gerek e ev tişt di destûra Sûriyê de were nivîsandin.
Di nerîna min de, gerek e parastin û qebûlkirina vî mafî bibe pîvana hemû guftûgoyan, çi bi dewlet û organên wê re û çi jî bi hêz û miletên din re. Bes e, dem êdî hatiye, ku em ji daxwazên xwe ne şerm bikin û ne jî bitirsin. Bila ew şerm bikin û ji xwe bitirsin, ewên ku mafên miletan dixwin û hebûna wan înkar dikin û bi darê zorê dixwazin wan ji eyarên wan derxin û çermekî nû li wan bikin!
Gelek dipirsin û dibêjin ev daxwaz pir giran e û şirovekirina wê çawa ye? Rast e, mafê çarenûs pir fereh e û bi gelek şêweyan dikare pêk bê û nimûne jî di vî warî de li cîhanê pir in. Lê ya giring ew e, ku dijminên me vî mafî wek gava bingehîn bipejirînin û li gorî wê bi nûnerên milet re guftûgoyan bikin. Bi dîtina min û pir bi kurtî, di rewşa me kurdan de baştirîn rê ew e, ku ji milet were pirskirn, yanî rêfêrendûm li jêr çavdêriya navnetewyî were çêkirin. Wê çaxê wê eşkere bibe, ka gelo kurd çi dixwazin. Ji xwe wateya gotinê jî weha ye: çareya xwe bi xwe bide! Îro rewşa navçeya me û ya cîhanê ji bo vê yekê jî alîkar e.
Ji tevgera me ya siyasî û serkirdayetiya wê tê xwestin, ku li gor demê xebatê bike, yan jî xwe ji ser rêya pêşveçûnê bide alî! Çerxa serdema nû nema bi paş ve vedigere.
Bêguman, pirsa herî serek e ew e, gelo ji bo bidestxistina vê daxwazê çi ji milet û tevgera me ya siyasî tê xwestin?
Bi rastî ez wek kurdekî êdî şerm dikim li ser giringiya hevgirtin û yekîtiya miletê kurd biaxivim! Êdî her kes dizane û her kes jî dixwaze. Ji ber wê pir bi kurtî û bê gotinên qelew: gerek e em destên xwe bidin hev û bikevin warê piraktîkê de û xwe ji gotinan rizgar bikin:
- Bes e bîr û fikra partiyetiya teng; êdî her kes bîr dibe, ku partî ji bo xizmeta dozê çêbûne, ne doz ji bo xizmeta partiyan!
- Bes e ji danîna rêbaz, bername, protekolên dirêj, destnîşankirina dijmin û dostan re; êdî rewşa dunyayê hatiye guhertin û navçeya me dikele, guhertinên ku ne li bîra mirovan çêbûn û wê hîn jî çê dibin, û nimûne li ber çavan in; gerek e em bînin bîra hev, ku derfetên weha ne hertim li ber dest in û di dîrokê de pir kêm in.
Bi dîtina min, îro ji sibê baştir e, ku tevgera me ya siyasî gotina xwe bike yek û daxwazên xwe jî herweha, ji ber tanî vê gavê daxwaz ne zelal in. Heger gotin bibe yek, gava duyem metod û şêweyê xebatê jî gerek bêne guhertin û ne tenê li hêviya mûnasebetan bimîne û mûsimî be; pêwist e rojane, bi pilan û bê westan be, armanc stratêcîk bo bidestxistina mafên gel be, ne ku tektîkî û propaganda bo berjewendiyên rêxistinî be!
Bêguman, gotin hesan in û bicihkirina wan zehmet e. Ji xwe berê pêşiyên me gotine: "Ê ne li şer e, şêr e!". Lê ez dixwazim dîsan bi bîra we bînim û ji dil bêjim, ku hetanî em negihên wê baweriyê, ku em û partiyên xwe ji miletê xwe piçûktir in, û em xwe û partiyên xwe nekin qurbana berjewendiyên miletê xwe, wê ew bîr û baweriyên ku min berî niha gotin, bimînin xewn û hêvî!
Lê tevî wê jî, gerek em bê hêvî ne bin. Heger em îro û berî 10 salan bidin ber hev, em baş dibînin, ku gavin di warê lihevkirinn û jihevnêzîkbûnê ve ber bi pêş ve hatine avêtin. Îcar mirov dixwaze ev gav zortir bibin û bi zûtirîn dem bêne avêtin. Ev nayê wê wateyê, ku gerek hemû bibin yek partî; ev yek ne mumkin e û ne jî rast e. Lê gereke em bêtirs bêjin, ku du (2) rêçikiên cuda û xwuya di bîr û boçûna partiyên me de hene: yek xebatê dike, da ku çend mafên piçûk di rêya desthelatên Sûriyê de (bi hinceta ku pêşverû di nav ba´asiyan de hene) bi dest bixin û ji wê zêdetir tiştekî din naxwazin! Lê ya din bi cidî û karên piraktîkî bo bidestxistina mafên bingehîn ji bo gelê kurd xebatê dike, bê ku hêviyên xwe bi "pêşverûyên" partiya Ba´as girêbidin!
Pêwist e partiyên me xwe li dora van herdu nerînan kom bikin û li dewsa ku îro yanzdeh (11) partiyên me hene, gereke bibin du yan sê!
Ez bi hêvî me, ku di beşê duyem de ji vê hevdîtinê, nûnerên hemû partiyan û hûn beşdarên bi rêz bi firehî li ser vê pirsê rawestin.
Bêguman, ev prosêseke dirêj e û xebat jê re divê, lê sedî sed ew kilîta çareserkirinê ye.
Berî ez xatir ji we bixwazim, ez bi erk dizanim careke din bi bîra we bînim, ku navçeya me ber bi guhertinên mezin ve diçe. Ji ber wê ji hukûmeta Sûriyê îro berî sibê tê xwestin, ku li hisabên xwe vegere û pirsa hundirê welat çareser bike, bê ku pirsa miletê kurd ji bîr bike, ji ber bê çareserkirina wê aramî û rehetî li navçeyê nabe. Pirsa miletê kurd êdî nemaye pirseke navxweyî, ji çarçeweya sînorên welatên Rojhelata Navîn derketiye. Bi dîtina min, êdî nema weke berê bi hesanî rê li pêşiya çareserkirina wê têne girtin. Faktorê derve îro ji me re alîkar e, loma jî ez bi dengekî bilind dibêjim, barê me yê herî giran faktora navxweyî ye. Werin em vê derfeta hevdîtina xwe bi kar bînin û bi cidî û berpirsiyariyeke bilind li ser vê yekê bi hev re biaxivin û rêyên çareserkirinê jê re bibînin!
Tiştê mayî ez ê bo pirs û bersivan bihêlim.
Sipas bo guhdariya we!
---------------------------------------------------------------------
* Ev nivîsar di 8.11.2003ê de di konferensa NAVEND de li bajarê Bonnê li Elmanya
hate xwendin.
|
 |
 |