www.amude.com - navenda çanda kurdî


04.11.2003 - 03:40

Pirsgirźka Antolojiyźn Edebiyatź

ROUEN (amude.com) - Berî çend rojan, pirtûka Firat Cewerî "Antolojiya ēīrokźn kurd" li Stenbolê hate çap kirin. Nivîskar Ibrahîm Seydo Aydogan di daxuyaniyekê de vê antlojiyê rexne dike, ji ber ku çîrokên hin nivîskaran hewandine, yên ku bi kurdî nanivîsînin. Hin nivîskarên din têbîniyên xwe derbarî vê yekê nivîsandine û beşdarî guftûgoyê bûne.


1

Weke ku tź zanīn, Antolojiya ēīrokźn Kurd ya ku ji aliyź Firat Cewerīyī ve hatiye amadekirin, du roj berź ēap bū ū danasīna wź di rojname ū malperźn kurd de belav bū.
Antolojiya ku ji aliyź hejmara nivīskaran ū berhevkirina nimūneyźn ēīroknivīskariya kurdī ve pesindayinź heq dike, ji bo dewlemendiya edebiyata kurdī jī gaveke mezin ū xebateke giranbiha ye ; ji ber ku, amadekźr hewil daye ku di vź antolojiyź de ji 1856an heta bi 2003an cih bide hemū nivīskarźn ku bi kurdī ēīrok nivīsandibin.
Lźkolīneriya edebī ū amadekariya antolojiyan li cem me kurdan hź bi pźş ve neketiye. Ji ber wź, heēī karźn ku di vī warī de tźne kirin, baldariyeke hessastir pźwīst dikin. Gava ku me bala xwe baş da nivīskarźn ku hatine hilbijartin, me dīt ku hin kesźn ku bi zimanin din ēīrokan dinivīsīnin jī tź de hene ū ew jī di nav edebiyata kurdī de hatine hesibandin. Berź jī di Antolojiya Edebiyata Kurdī ya ku ji aliyź Mehmed Uzunī ve hatibū amadekirin de gelek kesźn ku bi eslź xwe kurd būn lź bi zimanin din dinivīsandin jī di nava nivīskarźn edebiyata kurdī de hatibūn hesibandin. Ji ber wź, em dibīnin ku źdī di hin waran de nīşandayina reaksiyonan pźwīst e.
Lźkolīnerźn kurd bi ēi armancź ū bi ēi tźgehan nivīskaran ji bo antolojiyan hildibijźrin, nayź fahmkirin. Lź belź, lźkolīner ū dīroknasźn edebiyata cīhanź bi wī awayī tev digerin ku mirov bi kījan zimanī nivīsandibe, aīdī edebiyata wī zimanī ye. Wek mīnak ; Amin Maulof, Milan Kundera, Yaşar Kemal, Cemal Sureyya, Selīm Berekat, ū h.w.d. Kesźn ku me navźn wan dan jī berhemźn xwe ji derveyī zimanźn xwe yźn zikmakī dinivīsīnin, lź berhemźn xwe bi kījan zimanī binivīsīnin, wek endamź edebiyata wī zimanī tźne hesibandin. Ji ber ku, bingeha edebiyatź ziman e ū heēī tiştźn ku bi wī zimanī hatibin nivīsandin, weke berhemźn edebiyata wī zimanī tźne qebūlkirin. Di etīka cīhanź ya edebī de helwźsteke weha ku nivīskarekī/e zimanekī din di nav edebiyata zimanekī din de bihesibīne nikare bźte qebūlkirin. Edebiyat ji neteweyan ū īdeolojiyan bźhtir, xwe bi zimźn ve girź dide. Edebiyata zimanekī ū bikaranīna wī zimanī, du xisūsiyetźn bingehīn źn pźvajoya pźşketin ū lźkolīnźn edebī ne. Mirov di lźkolīneke edebī de nikare cīh bide nivīskarekī ku bi zimanekī din nivīsandibe. Yek ji mīnakźn herī xurt ku mirov dikare di vī warī de bide, Romain Garyź romannivīs e. Romain Gary (Emile Ajar) (1914-1980) bi eslź xwe rūs e ū di ēardehsaliya xwe de hatiye Fransayź. Di sīhsaliya xwe de dest bi nivīskariyź kiriye ū berhemźn xwe rasterast bi zimanź frensī nivīsandine. Ji ber vź tercīha wī ya zimźn, Romain Garyź xelata romana frensī ya herī mezin Goncourt jī wergirtiye, digel ku bi eslź xwe rūs e jī, ji aliyź herkesī ve tim wek yek ji mezintirīn romannivīsźn edebiyata frensī ya sedsala bīstan tź qebūlkirin.
Ger em van mīnakźn ku me li jorź dan wek bingehźn prensībeke antolojiyźn edebiyatź qebūl bikin, em ź bi rehetī bibźjin ku di Antolojiya ēīrokźn Kurdī de mirov nikare cih bide nivīskarźn ku bi zimanźn din dinivīsīnin. Bź şik, ev yek nayź wź mahneyź ku em li ser kurdbūna wan gengeşiyź dikin ; dibe ku ew ji kesźn din bźhtir kurd ū kurdperwer bin. Ew nivīskar bi eslź xwe ji kījan neteweyī bin jī, xisūsiyeta ku wan dike nivīskar, berhemźn wan e ū ya ku pozīsyona wan diyar dike jī zimanź ku di berhemźn wan de hatiye bikaranīn e.
Em dibīnin ku ji ber ku ziman ū edebiyata me tim bźxwedī hatiye hiştin, weha būye adet ku heēī kesź ku karekī dike, beyī ku li tesīra karź xwe ya li ser pźşeroja ziman ū edebiyata me bifikire dike. Ger īroj em nivīskarekī/e weha ku bi eslź xwe kurd be ū bi zimanekī din dinivīsīne di nava edebiyata zimanź xwe de bihesibīnin, sibehź em ź nikaribin ji hevdu derxin bź ka wī/wź nivīskarī/ź bi kījan zimanī nivīsandiye. Ev yek jī wek helwźst, li kesźn ku bi kurdī dinivīsīnin neheqiyeke mezin e. Divź mirov ji bīr neke ku heēī kesźn ku bi kurdī dinivīsīnin jī bi hin zimanźn din dizanin lź wan tercīha xwe ji bo zimanź kurdī daniye. Ferqa Celadet Bedirxan, Cīgerxwīn, Qedrīcan, Ereb Şemo, ū ya Ahmed Arīf ū Esma Ocak ū Yaşar Kemal ū Selīm Berekat jī ev e. Nīqaş ne li ser kurdbūna wan an jī kurdperweriya wan e, lź nīqaş li ser tercīha wan ya zimźn e. Ev xisūsiyet jī wan ji hevdu cuda dike ū her beşekī ji wan dixe refź edebiyata zimanekī din.
Ji ber ku ev ne cara yekem e ku kesźn ku bi zimanin din dinivīsīnin di nava edebiyata zimanź kurdī de tźne hesibandin, ū ji bo ku ev yek di amadekirina antolojiyźn kurdī de źdī nebe xisūsiyetek, ez, weke nivīskarekī kurd ku bi kurdī dinivīsīne, vź yekź weke neheqiyeke mezin ya li nivīskarźn ku di warź nivīsandina kurdī ū parastina wź de źş kişandine ū berdźl dane dihesibīnim ū weke ku berpirsiyariya nivīskarī ū lźkolīneriyź li min pźwīst dike, ez xwe mecbūr dibīnim ku reaksiyona xwe ya li hember vź bźusūliyź bi raya nivīskar ū xwendevanźn kurd ve bidim diyarkirin.

2

Berī ku ez vź nivīsź binivīsīnim, min pźşnameyek (an jī pźşnivīsek) şand ji hin nivīskarźn kurd re ū min reaksiyona xwe ya şexsī nīşan da ū bi dū re, min ji wan xwast ku ew jī fikirźn xwe yźn di derheqa vź reaksiyona min de ji min re bişīnin. Min di wź nameya xwe de bi wan da zanīn ku li gora vź nīqaşa di navbera me de ez ź bi dū re nivīsekź bidim ēapkirin ū ji bo munaqaşeyź cih bidim fikirźn wan jī.
Bź şik, kesī ji me hź ew antolojī nedītiye. Jźderka reaksiyona min jī, divź neyź tevlihevkirin, danasīna nivīskarźn antolojiyź ye ku di malpera MEHNAMEyź de ji aliyź birźz Firat Cewerī ve hatiye ēapkirin. Ji ber ku hź me antolojī nedītiye, ji xwe em nikarin li ser nirxandinan li ser wź bikin, bi dū re mirov dikare behsa wź jī bike ; lź navźn nivīskarźn ku ēīrokźn wan hatine hilbijartin ji raya giştī re hate eşkerekirin. Ev reaksiyon jī li ser līsteya navan hatiye nivīsandin. Hźvī dikim ku dewama vź minaqaşeyź nebe şexsī.

3

Hin reaksiyonźn ku heta niha gihīştine min ev in :

Lokman Polat:
"Min daxūyaniya te xwend. Tu bi heq ī. Di gel dītinźn ku te pźžkźž kiriye, hinek tižtźn din jī hene; mesela yźn ku bi tirkī dinivīsin tź de hene, lź gelek kesźn ku bi kurdī ēīrok dinivīsin ū pirtūkźn wan yźn ēīrokan hene, di antolojiyź de tun in.
Hinek kesźn ku hene jī qet ēīrok nenivīsīne. Hinekan tenź roman nivīsiye. Gelekźn wan ji xwe pirtūkźn wan yźn ēīrokan tun in. Ū herweha gelek tižtźn din. "

Hesenź Metź
" Weke fikir ū ramanźn ēīrok an jī edebiyata kurdī bźguman ez jī bi te re. Yanī dema em bibźjin, edebiyat, ēīrok, an jī nivīskarź kurd... asosyasiyona tiştekī divź di hiş ū mejiyź me de vejīne ku ēīrok ū edebiyat bi kurdī ye, nivīskar bi kurdī nivīsandiye. Haya min ji nav ū līsteya nivīskarźn Antolojiyź tuneye, Firat Cewerī ji min re jī negotiye. Wek ku cenabź te jī dibźje: nivīskarekī ku bi kurdī nenivīsīne, an jī berhem ne bi kurdī be, divź em navekī kurdī jī weke pīne pź ve nezeliqīnin. Ēīrok ū niviskariya kurdī ew tişt e ku berhem divź bi kurdī be, ne nationalīteya nivīskźr. "

Murad Ciwan
" Ji bo ku li ser antolojiyź wź bź rawestan, ez bi xwe dixwazim berź wź bibīnim, bixwīnim pişt re dītinźn xwe pozitif ū negatīf bźjim Ew mesela ku tu dibźjī jī muhīm e.
Īnsanek heke bi kurdī nanivīse ew nabe nīvīskarź zimanź kurdī. Berhemźn wī jī wek berhemźn edebiyata kurdī hesab nabin. Lź meriv dikare bźje nivīskarź kurd, heke ew bi xwe xwe kurd dihesibīne. Nivīskarź kurd ź ku bi zimanekī din dinivīse....
Berhemźn wī jī li ser wī zimanź ku pź hatine nivīsīn hesab dibin. "

Sīrwan Hecī Berko
" Ez vź gava te pīroz dikim. Pźwīstiya me bi rexneya berhemźn kurdī heye. Pirsa ku nivīsźn bi zimanźn din dibin beşek ji wźjeya kurdī an na, pirsek e ku gelekan xwe pź mijūl kirine ū li ser wź nerīnźn cuda hene. Lź ez bi xwe mīna te difikirim ū dibźjim, tenź nivīsźn bi kurdī dikarin ji xwe re cihekī di nav wźjeya kurdī de bigrin. Kurdībūna nivīskarî nabe bilźta derbasbūna nivīsźn wī yźn bi zimanźn din di cīhana wźjeya kurdī de! "

Husźn Duzen
"Min nivīsa te, ya ku tu dixwazī di derheqa "Antolojiya ēīrokźn kurd" de belav bikî, xwend. Wek naverok, ez wan tiştźn ku tź de hatine nivisīn, rast dibīnim. Berî niha bi 11 salan, min ji bo "Antolojiya Edebiyata Kurdī" ya ku Mehmed Uzun amade dikir, kurteēīrokeke Esma Ocak (Nameya ku hate gund) wergerand kurdī. Ew kurteēīrok ū kurtenivīseke min di derheqa Esma Ocak de, berî ku antolojī derkeve, di kovara Nūdemź, hej. 3, de hate ēap kirin. Di dawiya nivīsa xwe de, min ēend tez rźz kiribūn, bi hźviya ku em karibin li ser rewşa nivīskarźn kurd, ên ku ne bi kurdī dinivīsin, minaqeşeyekź vekin. Lź mixabin ew tezźn min di nav rūpźlźn Nūdemź de man. Gava ku tu īro fikra min a li ser antolojiyek kurteēīrokan ku li Tirkī van rojan ēap būye ū hin niviskarźn ku bi kurdī nanivīsin lź di wir de cīh girtine, dipirsī, ew nivīsa min î berī 11 salan hat bīra min.
Qederź ku min ji Firat Cewerī fam kir, nivīskareke ku bi eslź xwe kurd e ū bi tirkī dinivīse ū ēīrokeke wź di antolojiya wī de cih girtiye, Suzan Samancî ye. Rewşa Suzan Samancî ji ya kesźn wek Yaşar Kemal cihź ye. Ku Yaşar Kemal bixwaze jī, belkī bira jī nikaribe bi kurdī binivîse, lź Suzan Samancî bi kurdī baş zane. Ew wek prensîb bi kurdī nanivîse, tercīha wź ev e. Kurdiya wź ji ya Firat Cewerî û Mehmed Uzun a berī ew ku dest bi nivīsandinê bikin, ne xerabtir e. Ew jī keēa dź ū bavekî kurd e ū piştī 7-saliya xwe dest pź kiriye ku tirkī fźr bibe. Lź ku niha ne bi kurdī lê bi tirkī dinivīse, ew tercîha wź ye.
Ez wan tezźn ku min di wir de nivīsandibūn, wek fikra xwe ū bersīva pirsa te dişīnim. Ez hevīdar im ku bi vī awayî min karībū bersīva pirsa te bida:

"Ēend tez ji bo Minaqežekirinź

1- Nivīskarź dewletekź, neteweyekź, gelekī yan jī eşīrekź tune; niviskar yź wī zimanź ku ew pź dinivisīne, ye.
2- Meriv nikare cihźtiyekź tźxe navbera "Nivīkarź Kurd" ū "Niviskarź Zimanź Kurdī". Niviskarź Kurd ew kes e yê ku bi kurdī berhemźn xwe diafirīne, ango zimanź kurdī bi kar tīne.
3- Keseke/ī kurd dikare bi zimanekī biyanī gelek tiştźn ēź ji bo Kurdan binivîsīne. Ew dikare bi alīkariya wī zimanź biyanī bibe welatparźzekī kurd, lź bźyī ku ew bi kurdī binivîsīne nikare bibe nivīskarź kurd.
4- Nivîskaren ku bi eslź xwe kurd in ū nivīskarźn zimanź tirkī ne homogen in, gerek mirov wan nexe kategoriyekź. Ew di nav xwe de pir celeb in, wek mīnak Ahmed Arif û Yilmaz Odabaşî bi tirkī dinivīsīnin, lź kurdītiya xwe jī īnkar nakin. Lź kesźn wek Bekir Yildiz hem bi tirkī dinivīsīnin, hem jī xwe tirk dihesibīnin.
5- Bź şik, ji bo wan kurdźn ku di zaroktiya xwe de kurdī fźrnebūne yan jī dź ū bavźn wan ew keys nedane wan, nivīsandina bi kurdī pirr dijwar e. Ra li van kesźn wanī dibe. Lź ew kesźn ku bi zimanź kurdī mezin būne ū li malź bi kurdī dipeyivin, lź nivīskariya xwe bi zimanźn hikimdarźn biyanī dikin, ew di nepźşketina zimanź kurdī de xwedī pişk in. Divź ev kesźn han dev ji pseudonivīskariya xwe berdin ū milźn xwe bidin wan kesźn ku kurdiya xwe ya malź kirine zimanź berhemźn xwe yźn edebī ū zanistī.
6- Rewşa nivīskarźn Afrīkī, Amerīka Latīnī ū kurd ne wek hev e. Meriv nikare bźje ji ber ku Afrīkayiyan bi fransī , Portekīzī ū ingilīzī berhemźn xwe nivīsīne, gerek nivīskarźn kurd jī bi tirkī, erebī ū farisī binivīsin. Ev ramanek dogmatīk e: Li welatźn Afrīka ū Amerīka Latīnī dijitiya di nav mêtîngeh û mêtîngkaran de, xwe wek dijitiya di nav nijad ū olan de derdixist pźş. Ola kurdan ū ya mźtînkeran yek e. Ku nivîskarźn kurd di rewşeke wulo de zimanź xwe berdin ū bi zimanź hikimdarźn biyanī binivīsīnin, ew tirba gelź xwe bi destź xwe (ji hźla ēandī ve) dikolin."( Nūdem, hej.3, 1992)"

Tengezar Marīnī
"Pirsa ku nivīskarźn kurd źn bi zimanekī biyanī dinivīsin, gelo ew dikarin wek nivīskarźn kurd tźte hesźbź yan torevanź wī miletź wī zimanź ku pź dinivīsź?
Ev babet cihź giftūgoyź ye.
Di behweriya min de, ez dikarim ēend xalan destnīşan bikim:
1. Rewşa gelź kurd rewşeke taybet e
2. Pźdiviye nivīskar ji hev bźne veqetandin:
" Nivīskarź ku babet ū nivīsźn wī ji ēarēewa kurdbūniyź ū Kurdistanź dernekeve ū diyar be ku ev nivīskar kurd e. Nimūne: Selīm Berekat. Ev nivīskar ne ereb wī qebūl dikin ū eger kurd jī bźjin ev ne kurd e, wź li kū bimīne? Tevī ku yźn wek Selīm Berekat ū Yeşar Kemal ji ēarēewa kurdbūn, erebbūn ū tirkbūnź derketine ū būne nivīskarźn Cīhanī jī.
" Nivīskarźn ku qet babet ū atmosphźra wa bźhna kurdīniyź jź nayź, nimūne Zehawī, Bilind Al Heyderī ū gelekźn din.

Ez dizanim ku bersiva vź pirsź aloz e, lź pźdivī ye ku mirov bi hişekī vekirī rahźje ū derveyī term ū zaraweyźn ku bi kar tźn ne pīrozī lź binerin ū werbigirin, ji ber jiya di tevgerź de ye weha term jī yan jī peyv di livź de ye ū titişt nehatiye perzinandin. "

4

Ji bilī van nirxandinan, birźz Cemīl Demīrcan, birźz Yakup Karademīr ū birźz M. Alī Kūt jī diyar kirin ku ew bi giştī alīgirźn eşkerekirina munaqaşeyeke weha ne ū diyar dikin ku ew jī rexneyźn ku me li jorź (beşź yekem) kirine li nivīskarī ū lźkolīneriya edebiyata kurdī dikin.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]