www.amude.com - navenda çanda kurdî


17.02.2004 - 10:35

Celal Talabanî: el-Sîstanî piştgiriya kurdan dike


>> Celal Talabanî
>> Hevpeyvîn bi elmanî (Spieleg.de)
SPIEGEL ONLINE: Bi rêz Talabanî, hefteya borî nûnerê UNO Laxdar Brahîmî li Iraqê bû û serdana serokê şîî el-Sîstanî jî kir. Sîstanî mîna dijberê we tê dîtin. Gelo hewldanên Brahîmî derbarî konflîkta li ser dema ji bo yekemîn hilbijartinên azad serkevtî bûn?
Celal Talabanî: Em ji bo xebata UNO di navbera me de sipasdar in û divê em niha li bendî rapora Brahîmî bin. Lê ez bi xwe di dawiya hefteyê de li Necef cem Ayatullah Sîstanî bûm. Me dora demijimêrekê li gel hev axift. Axaftina me baş bû. Em di wê yekê de yek nerîn bûn, ku divê Irak di zûtirîn dem de bibe xwedî hikumet.

Lê ta niha emêrîkî, kurd û Encumena Iraqî dixwestin yekemîn hilbijartinên giştî di dawiya 2005an de pêk bînin. Lê serokê şîiyan Sîstanî dixwaze ku ew berî tîrmeha vê salê pêk werin.
na, na. Me di hemî xalan de li hev kir. Em herdu li gel wê yekê ne, ku em 7 an 8 mehên din yekemîn hikumeta demoqratîk a vî welatî hilbijêrin. Tenê dezgehên iraqî dikarin problêmên li vir çareser bikin. Dem kêm maye. Wekî din Sîstanî ji min re piştgiriya xwe ji bo hemû daxwazên kurdan eşkere kir.

Yanî Sîstanî piştgiriya autonomiya kurdan di hundirê sîstemeke federal de dike? Ev dê pêşketinek be.
Belê, bi rastî jî mesele wilo ye. Sîstanî ne Ayatullah Xumeynî ye; ew moderat e û rêjîmeke islamî naxwaze; ew naxwaze ku kesine oldar bibin wezîr. Wî ti partî danemezirandiye û ji min re piştrast kir, ku ew dê piştgiriya ti partiyê jî neke.

Û newekheviyên li ser bajarê Kerkuk li bakurê Iraqê?
Dema behsa Kerkukê dibe, her kes di petrolê de difikire. Lê di deh salên din de, dê petrola wê derê nemîne. Li bakur û rojhilatê Kerkukê bêtir petrol heye û ew jî bi her hal a me ye. Derbarî Kerkukê tenê yek tişt ji me re giring e: Erebên ku Sedam ew anîn wê derê, divê dîsa herin, û kurdên ku hatibûn derxistin, divê vegerin.

Gelo bi konflîktên wilo dê ticar tiştek mîna nasnameyeke iraqî çêbibe?
Ji aliyê dîrokî ve, ti nasnameya iraqî tune ye û dê nebe jî, lê belê Iraqeke yekbûyî, federasyonek, ku gelên cuda tê de dijîn.

Tu dikarî wê rojê bînî bîra xwe, dema ku tu yekemîn car hatî Bexdaya azadkirî?
Belê, ew di destpêka gulana sala borî de bû. Ez vegeriyam bajarê ku min lê dixwend. Ji vê derê ez çûm nav çiyayan, da ku li dijî rêjîmên cuda şer bikim. Di vê roja destpêka gulana borî de, xewna min pêk hat


------------------------------------
Hevpeyvîn ji aliyê Lothar Gorris û Ralf Hoppe (www.spiegel.de) ve hate kirin û ji aliyê Sîrwanê Hecî Berko ve hate wergerandin bo kurdiyê.

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]