www.amude.com - navenda çanda kurdî


11.06.2004 - 16:42

Şêro Betê: "Ez dixwazim muzîkeke li gorî dema nû biafirînim"


>> Şêro Betê

>> "Perîşan" - yekemîn CDeya Şêro Betê
ŞÊRO BETÊ di sala 1974an de li bajarê Qamişlo li başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye. Ew di sala 1990î de koçberî Elmanyayê bû û li bajarê Münster dimîne. Di sala 2000î de, yekem berhema wî ya bi navê Perîşan derket.
Du stranên Şêro Betê:
Perîşan Qamişlokê
BOCHUM (amude.com) - Şêro Betê navekî nû ye di cîhana muzîka kurdî de. Ew ji Qamişloyê ye û jiyana xwe li Elmanyayê didomîne. Malpera Amûdê ew dît û kurtehevpeyvînek pê re kir, da ku xwendevan wî bêtir nas bikin û bizanibin, bê Şêro Betê kî ye û çi şêweyê muzîkê pêşkêş dike.


Te kînga dest bi muzîkê kir?
- Ji destpêkê de meraqa min ji stranê re hebû. Hevalên min Welat û Kamiran, ên ku bi min re muzîkê çêdikin, ez birim studyoyê û me bi hev re yekemîn CDeya min Perîşan çêkir. Tevaya kar wan herduyan kir. Em niha li ser berhema min a duyem dixebitin; ew dê saleke din derkeve.

Te çima navê CDeya xwe kir Perîşan?
- Xortekî kurd bi navê Kasî ji welat helbestek li ser rewş û êşa xwe ji min re şand. Ew mektum e (li başûrê-rojavayî Kurdistanê bi hezaran kurdên mektum hene, yên ku ji aliyê rêjîma Suryayê ve nayên qeydkirin û ji hemû mafên sîvîl û siyasî bêpar in/ SHB). Ji ber vê yekê wî nikarîbû xwendina xwe bi dawî bîne. Ew mecbur ma, ku biçe nav bexçeyan kar bike. Min bi alîkariya Welat û Kamiran awaz jê re çêkir û navê wê jî li CDê kir.

Tu çima bawer dikî, ku divê tu jî navê xwe li lîsteya muzîkvanên kurd zêde bikî?
- Ez ji huner û stranê hez dikim. Ez hêvîdar im, ku navê min bikeve lîsteya hunermendan. Ez dixwazim rengekî nû ji muzîkê pêşkêş kim, rengekî nû ji bo xort û ciwanan. Dem tê guhertin, dinya tê guhertin; divê mirov li gorî demê biçe.

Tu yê di CDeya xwe ya nû de çi şêweyê stranan pêşkêş kî?
- CDeya min dê li ser biyaniyê be. Xerîbî nexweş e. Herweha wê çend stran bo xortan û yên floklorî jî hebin û straneke Mihemed Şêxo jî, ku min ew bi rengekî nû amade kiriye, dê cî di CDeyê de bigire.


Hevpeyvîn ji aliyê Sîrwanê Hecî Berko ve hate kirin.


  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]