www.amude.com - navenda çanda kurdî


23.02.2004 - 10:32

"Kurd sînoran datînin"


"Ez nêzîkî sînorên sor dibim."
Karîkaturîst Înayat Dîko di 1964an de li gundê Xêsim li herêma Efrînê li başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 1995an de ew koçberî Elmanyayê bû û niha li bajarê Bonnê dijî.
Karîkaturîstê kurd Înayat Dîko bi karîkaturên xwe yên siyasî û civakî hatiye naskirin. Bi Malpera Amûdê re ew li ser tecrubeya xwe diaxife û çawa ew dixwaze sînorên sor derbas ke, lê kurd ne hertim vê yekê dihêlin û dipejirînin.


Malpera Amûdê: Karîkaturên te civak û siyaseta kurdî rexne dike. Gelo armanca te bi van karîkaturan çi ye?
- Înayat Dîko: Di rêya karîkaturan re gelek rê û mebest hene. Lê min ji xwe re rêya karîkatura siyasî û civakî hilbijartiye, da ku ev yek ji min re bibe bingehek, ku nerîn û boçunên xwe bigihînim miletê xwe. Ez vê weke derman ji bo milet dibînim, ku problêmên wî di tabloyên xwe de bidim xuyakirin.

Reaksyonên temaşevanên karîkaturên te çawa ne?
- Bi gelemperî ez dibîninm, ku xelk bi karîkaturên min kêfxweş in, ji ber ku ev tîpeke nû ye di hunera kurdî de. Ev hunereke hesan e. Lê reaksyonên negatîv jî hene. Carinan emailên tije gotinên negatîv ji min re têne şandin. Sedema vê yekê jî ew e, ku ji wan re ez carinan nêzîkî sînorên sor dibim.

"Bijî Kurdistan, lê ku piştî perê xwe bistînim"
Ez dikarim bibêjim ku hin partî, hunermend, nivîskar an kesin din ji min re xetên sor datînin. Lê hêviya min ew e, ku di navbera me de xetên sor hilwerin, da ku mirov bikaribe her tiştê di dilê xwe de ji bo pêşketina xwe bibêje.

Ma ji bo mirovekî karîkaturîst sînor hene?
- Ez dibêjim gerek tune bin. Lê taybetmendiyeke me kurdan bi tenahî heye, ku em zû bi zû xwe nêzîkî tiştan nakin. Lewra dibêjim, ku pir tişt gerek in, da ku ev huner cihê xwe bi şêweyekî baş di nav kurdan de bigire.

Ti karîkatur an ramanên te hene, ku te ta niha ji ber "tirsê" pêşkêş nekirine?
- Gelek tabloyên min hene, min hiştine ji bo demeke din. Ew dê rojekê bêne weşandin, dema dergehê medyaya kurdî vekirî û bêsînor be yan jî tirs tune be.

Ta kîjan radeyê karîkaturê cihê xwe di nav kurdan de girtiye û herweha karîkaturîstên kurd bi ser ketine?
- Çend karîkaturîstên kurd hene. Lê mixabin ta roja îroj hîn neketine warê rawestandina ser problêmên siyasî û civakî. Ez kêfxweş im ku ez di vî warî de dixebitim.

Hevpeyvîn ji aliyê Sîrwanê Hecî Berko ve hate kirin.



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]