 |
 |
01.03.2004 - 18:15
"Divê pirsa kurdî berî hilbijartinan çareser bibe"

>> Dr. phil. habil Ferhad Ibrahîm-Seyder
Dr. phil. habil Ferhad Ibrahîm-Seyder di sala
1950î de li bajarê Amûdê li
başûrê-rojavayî Kurdistanê ji dayik bû. Di sala 1971ê de, ew ji bo xwendinê
hate Elmanyayê û niha li vir dijî. Ew niha li Zanîngeha
Erfurtê dixebite û di eynî demê de li Zanîngeha
Azad a Berlînê profesorê beşê siyaset
û zanyariyên civakî ye. Dr. Ibrahîm-Seyder
li Elmanyayê wek pisporê Iraqê hatiye naskirin. Nivîsên
wî yên derbarî Iraqê û Rojhilata Navîn
di gelek kovaran de hatine weşandin. Herweha ew gelek caran
dibe mêvanê televizyonên elmanî û
pirsgirêkên li Rojhilata Navîn şirove dike.
e-mail: ferhad.seyder@uni-erfurt.de
|
ERFURT (amude.com) - Profesorê kurd û pisporê Iraqê
Ferhad Ibrahîm dibêje, ku eger berî hilbijartinên
giştî yên li Iraqê daxwazên kurdan pêk
neyên, dê pêkhatina wan piştre pir zehmet be.
Bi Malpera Amûdê re ew li ser federalîzmê û giringiya
wê ji bo kurdan û rewşa Iraqê bi giştî
û herweha kêmasiyên dîplomasiya kurdî
diaxife.
Konseya Hikumeta Iraqê îroj li ser desturekê ta hilbijartinên
giştî li hev kir. Li gorî vê desturê, rewşa
kurdan dê ta hilbijartinan wek xwe bimîne û piştre
ji aliyê perlemana Iraqê ve ji nû ve bête guftûgokirin.
Nerîna te derbarî vê yekê çi ye?
- Du problêm hene. Li aliyekî, Konseya Hikumeta Iraqê
ta niha eşkere negotiye, bê ew kîjan şêweyê
federalîzmê li Iraqê dixwaze. Kurd federalîzmeke etnîk
û coxrafîk dixwazin. Li aliyê din, piştî
ku desturek ji bo Iraqê bê dayin, dê li Iraqê referendumek
pêk were, ku dê li ser hemî paragrafên desturê deng bide
û paragfara derbarî federalîzmê jî di nav de.
Ihtîmal heye, ku piraniya iraqiyan federalîzmê
nepejirînin. Ez di şêweyê raman û organîzekirina
konseya hikumetê derbarî vê yekê de
problêmên mezin dibînim. Li welatin din, hêzên siyasî
pêşî li ser şêweyê desturê û herweha
şêweyê federalîzmê li hev kirin. Ez di
şêweyê biryara iraqiyan de problêman dibînim, çimkî
gelek hêzên siyasî federalîzma etnîk
û coxrafîk - wek ku kurd wê dixwazin - napejirînin.
Bi kurtî dixwazim bibêjim, ku konseya hikumetê problêm çareser
nekirin, lê belê ew bi paş xistin.
Yanî di warê admînîstratîv de kurdan ti sûd
ji ketina Sedamî wernegirt?
- Kurdan ji 1991ê ta 2003an bêtir serbest bûn wek îro.
Wan dikarîbû karê xwe bi serê xwe pêk werînin. Di dîroka
kurdî de ev yekemîn car bû, ku kurdan ev derfet bi dest xistibûn.
Niha jî. Lê eger çareseriyek ji bo li Iraqê bêyî
federalîzmê peyda bibe, wê çaxê dikarim bibêjim, ku kurdan
ji ketina Sedam kêm sûd wergirtin. Eger kurd federalîzmê bi
dest nexînin, ew dê bibin xasirên herî berbiçav di Iraqê
de.
Gelo kurd dikarin baweriya xwe bi perlemaneke iraqî bînin, ya ku
dê li ser paşeroja Iraqê biryarê bide?
- Di nerîna min de, pejirandina peyva
federalîzmê tiştekî posîtîv e.
Lê naveroka wê giring e: Federalîzm dê bi
kîjan şêweyî pêk were? Kurd guhertina
rewşa îroyîn napejirînin. Herweha ew napejirînin,
ku mîna berê nîvê leşkerên iraqî
li Kurdistanê bi cih bibin. Tenê leşkerên sînoran
dikarin li Kurdistanê bi cih bibin.
Ti rêya vegerê ji bo çareserkirina pirsa kurdî li Iraqê
tune ye. Iraqî dixwazin ku kurdên li Iraqê mafên xwe
bi dest xînin. Tenê pirs ew e, bê hicmê van mafan dê
çawa be. Mesele ne tenê ew e, ku kurd di herêmên xwe
de mafan bi dest xînin, lê belê herweha maf horîsontal
bêne paarkirin. Kurd welatekî unîtêr û navendî wek ê
berê napejirînin. Divê hêza li navendê li ser herêman
belav bibe. Herweha kurd dixwazin ku li gorî hejmara xwe
- kurd 25% ji miletê Iraqê dikin - bibin xwedî roleke
giring di hikumeta navendî de. Eger kurd berî hilbijartinên
perlemanê bi ereban re li ser pirsên federalîzmê, aboriyê
û siyaseta derve li hev nekin, dê piştre pir zehmet be ku bikaribin bi wan re
li hev bikin. Piraniya ereban dikarin federalîzmê
nepejirinîn û pirsa kurdî dê di salên bê de
dîsa bibe mijar. Kurd çareseriyeke din di bin
federalîzmê de qebul nakin.
Gelo nepejirandina federalîzmê li Iraqê dikare
bibe sedema serxwebûna kurdan li başûrê Kurdistanê?
- Gelek pisporên Iraqê rewşa Iraqê ya niha
weke opsyonekê dibînin, lê ne opsyona bitenê.
Iraq dikare ji hev bikeve, eger hêzên etnîk û yên olî li Iraqê
nikaribin li hev bikin. Çi nahêle ku Iraq ji hev bikeve? Ev pirseke
gelekî giring e. Di nerîna min de, sîstema navneteweyî û ya
herêmî nahêle ku welatên mîna
Iraq ji hev bikevin. Emerîkî dê her tiştî bikin, ku
nehêlin Iraq bê perçekirin. Emerîkî hatine, da ku
projekta xwe ya demoqratîkirina Iraqê pêk werînin. Iraq
dê bibe modêlek ji bo tevaya herêmê. Ji ber vê yekê,
ew naxwazin ku Iraq ji hev bikeve. Lê, eger rewş weha berdewam bibe,
ku hin grûpên etnîk û olî hevkariyê bi
hin grûpên terorîst re bikin, Iraq neewle be, hejmara
goriyên emerîkî pirtir bibin û grûpên etnîk
nikaribin an naxwazin li gel hev bijîn, dê Iraq ji hev bikeve. Eger
danûstandin û hevakriya di navbera grûpan de nemînin,
dê ti derfet ji bo jiyana li gel hev nemîne.
Divê hemû grûp peymaneke civakî li gel
hev pêk werînin, ku bibe bingeh ji bo welatekî nû. Iraqa
kevn mir. Welatek nû xwedî prînsîpên nû
divê pêk were.
Daxwaza kurdan ji bo referendumê dikare ta kîjan radeyê
bibe xwedî roleke giring di guhertinan de?
- Amadekarên referendumê dixwestin eşkere bikin, bê kurd
bi rastî çawa difikirin. Ev xwestekeke rewa ye.
Partiyên kurd ne li dij in. Wan referendumê ji xwe re weke
kerteke dextê bi kar anîn, da ku bidin xuyakirin, ku ew
bi xwe ji bo kompromîsan amade ne û daxwazên wan ji
yên raya giştî ya kurdî kêmtir in. Di dîroka Kurdistanê
de ev yekemîn car e, ku daxwazên raya giştî ya kurdî
ji yên partiyan bêtir in. Kurd dibêjin ku rewşa li Iraqê
wek a li welatên din (wek nimûne Yogoslaviya) e. Rojavayê piştgiriya
damezirandina welatên nû Li Yogoslaviyayê kir. Eger Elmanya
Slovêniya û Kroatsya nepejirandiba, dê Yogoslaviya
ji hev nekitba. Eynî hêz niha tên û dibêjin, ku
iraqî divê li gel hev bijîn.
Di nerîna te de, dîplomasiya kurdî bi ser ket an na?
- Gelek salan derfet bi kurdan re hebûn, ku pisporan çêkin.
Wan dikarîbû 500 pisporên siyaset û dîplomasiya
navneteweyî çêbikin, lê wan nekir. Niha kurdên Iraqê
dibînin, ku pisporên wan, ên ku zagonên dîplomasiyê
û stratêjiyan dizanin û bikaribin roleke giring bilîzin, gelekî
kêm in. Hebûna kurdan di warê dîplomasiya navneteweyî de
pir kêm e, ku bandora wan hema tune ye. Pirsa
federalîzmê û nerîn û daxwazên kurdan
nikarîbûn bêne ragihandin, ne li Iraqê,
ne jî li welatên ereban û ne jî li ser hovka cîhanî.
Rewş kambax e. Divê zû rêyek ji bo çareserkirina
vê problêmê peyda bibe. Gelek kes hene, yên ku
mirov dikare wan ji bo karekî weha amade bike.
Hevpeyvîn ji aliyê Sîrwanê Hecî Berko ve bi elmanî
hate kirin û wergerandin.
|
 |
 |