 |
 |
26.07.2004 - 14:45
Fehed Elî: "Kanalên kurdî pir giran li me xwedî derdikevin."

>> Fehed Elî

>> Fehed Elî
FEHED ELÎ di sala 1975an de li bajarê Hisiça
li Suryayê ji dayik bûye. Ew di sala 2000î de
koçberî Elmanyayê bû û li bajarê
Bremen dimîne. Fehed Elî bi muzîka dîlana
kurmancî li şahî û ahengan
navek ji xwe re çêkiriye.
|
DORTMUND (amude.com) - Fehed Elî dengbêjeke
kurd e ji başûrê-rojavayî Kurdistanê.
Ew bêtir bi muzîka dîlana kurmancî
di şahî û ahengan de hatiye naskirin. Bi
Malpera Amûdê re ew li ser muzîka
xwe û ya kurdên Binxetê diaxive
û gazinan li kanalên televizyonê yên
kurdî dike, ku ew kêm li hunermendên
wî perçeyê Kurdistanê xwedî derdikevin.
Te kînga dest bi muzîkê kir?
- Min di sala 1994an de weke leystikvanê instrumenta
kîbordê li gel dengbêjan Azad û Cemalê
Tîrêj û Ebilsemed Oso dest bi karê muzîkê kir.
Ta niha te çend berhem weşandine?
- Min li welat 4 kasêt derxistine. Niha jî em
amadekariya xwe bo berhema 5an dikin. Em hêvîdar in, ku
emê bikaribin di demeke nêzîk de berhemeke
xweş pêşkêş kin.
Tu çi şêwe û rengê muzîkê
pêşkêş dikî?
- Ez muzîka arabêsk çêdikim. Ez bêtir
stranên dîlanan li şahî û ahengan
dibêjim. Li welat ev karê me
bû. Herweha ez beşdarî ahengên Newrozan
û yên din jî dibûm. Ez li Elmanyayê jî
di heman rewşê de me.
Stranên te yên taybetî jî hene?
- Erê, stranên min hene. Lê ez bêtir stranên floklorî
û yên bav û kalan dibêjim.
Tu muzîk û hunera başûrê-rojavayî
Kurdistanê çawa dibînî?
- Bi rastî gelek hunermendên me yên hêja
hene. Hunermendên me yên li welat xwedî
derfetine hunerî yên mezin in. Dewlemendiyeke mezin
li cem wan peyda dibe. Lê mixabin ji ber tunebûna
televizyon û medyayeke xurt, ku xwedê li wan û hunera wan
derkeve, ew kêm têne naskirin û bê nav mane. Hunera wan
pir pêşketî ye, lê navên wan paşketî
ne. Kanalên kurdî pir giran li me xwedî derdikevin.
Hevpeyvîn ji aliyê Sîrwanê Hecî Berko ve hate kirin.
|
 |
 |