 |
 |
04.09.2003 - 15:12
Selah Bedridîn: Me di warê praktîk de nikarîbû tiştekî ji
bo Kurdên Sûrî bikin û divê di nav partiyan de serhildan çêbibin
û serok xwe bidin alî!
Hevpeyvîn: Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com
DORTMUND (amude.com) - Berî demekê, siyasetmedarê kurd Selah Bedridîn ragihand, ku
wî dev ji serokatiya Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li
Sûryayê berdaye. Ev agahdarî ji bo Kurdên Başûrê-Rojavayî
Kurdistanê suprîzeke mezin bû, çimkî Bedridîn
yek ji wan berpirsiyarên kurd e, yên ku bi dehê salan dev
ji kursiyên serokatiya partiyên kurdî li Sûryayê bernedane
û hîn jî bernadin.
Berî çend rojan, Selah Bedridîn ji Başûrê Kurdistanê
hate mala xwe li Elmanyayê. MALPERA AMÛDÊ bû mêvana
wî û çend pirs derbarî biryara wî ya jorîn
û pirsgirêkên tevgera kurdî li Sûryayê jê kirin:

Siyasetmedar Selah Bedridîn li mala xwe ya li Elmanyayê (wêne: S.H. Berko)
|
MALPERA AMÛDÊ: Te ji bo çi dev ji serokatiya partiya xwe berda?
Selah Bedridîn: Bi rastî ev biryar ne kurê îro bû. Ji demeke dirêj ve rewşeke min a taybet hebû. Ev bûne gelek sal ku ez ji derveyî welat im. Ez ne li meydana kar im.
Sedema duduyan sedemeke prensîpî ye. Diyar e, em wek tevgera Kurdên Sûrî dûrişmên daxwaza guhretinê bilind dikin, çi ji rêjîmê û çi jî ji hêzên demoqrat li Sûrî û li tevaya cîhanê. Di bawetiya min de, divê mirov van daxwazan li xwe tetbîq bike. Ev tiştên, ku em ji xeyrî xwe dixwazin, çima ma pêşî li xwe tetbîq nakin!? Bi taybetî bi nisbetî berpirsên partiyên kurdî li Sûrî. Ji sala 1965an ta niha dilmayî, cudabûn û nexweşiyên ku çêbûne bi hinek nav ve hatine girêdan; ez yek ji wan im. Di baweriya min de, evên ku navê me di mesela dilmaniya de derketiye, gerek em firsetê bidin, em piçekî xwe bidin alî, em rê bidin xortên nû, lê dîsa jî em ji wan re alîkar bin. Xibret û serpêhatiyên me dê hemû di bin teserûfa wan de bin. Bi vê baweriyê, min ev gav avêt.
Wek min got, ev gav ne kurê îro ye. Berî 12e salan min peşniyarek kir û nameyek ji du serokên partiyên kurdî li Sûryayê re şand, rehmetiyê Kemal û kak Hemîd. Min di vê nameyê de ji wan xwest, ku em hersî û bi me re ji her alîkî du endamên mekteb siyasî (polîtbîro) yên kevn xwe bidin alî û derfetê bidin, belkî partiyên me bibin yek. Lê herdu partiyên din ev pêşneyar qebûl nekirin.
Piştî vê meselê, min gelek caran ji hevalê xwe xwest, ku dev ji serokatiya partiyê berdim.
Lê wan hertim digot, ku rewş nazik û zehmet e.
Ez dixwazim diyar bikim û bila her kes bizanibe, ku baweriya min bi karê rêxistinî hîn maye. Tevgera kurd bi hewceyî karê rêxistinî ye. Ew şertên ku ji bo karê rêxistinî pêwîst in, hîn di tevgera kurdî de hene. Dilê min ji karê rêxistinî sar nebûye!
Li aliyekî din, dixwazim bibêjim ku ti dilmayî di navbera min û hevalên min ên partiyê de çênebûye. Yanî ev gava min ne reaksyon e. Ev gaveke ji bo guhertin û pêşketinê ye. Ji xwe pêşketin bê guhertin çênabe. Divê em pêşî dest bi xwe bikin. Dîsa jî ez endamê vê partiyê me.
Partiya me ne partiyek e ku doh çêbûye an grûpek e; ew tiştekî dîrokî ye. Em ji roja pêşî de projeyeke niştimanî-demoqratî ne. Ew guhertinên ku di tevgera kurdî li Sûrî de çêbûne, em ji wan re bûne navnîşan. Ew meseleyên fikrî, îdyolocî û pêkanîna hevbendî û eniyan tev projeyên me bûn. Me tesbît kir, ku di warê teyorî de miletekî kurd li Sûrî heye. Ji xwe dilmayîna pêşî ku di Partî de çêbû, li ser vê meselê bû. Me rêya xebatê bêtir zelal kir: meseleya peywendiyên Kurd û Ereb, meseleya peywendiyên tevgera kurd bi hêzên demoqratî yên sûrî re, meseleya peywendiyên netewî. Me gelek gav avêtine. Em projeyek in! Ev proje ranaweste.
Di destpêka vê projeyê de, Apo Osman Sebrî sekretêrê giştî bû. Wî dev ji xebata rêxistinî berda, lê proje ma. Îro jî dema ku ez xwe ji serokatiya partiyê bikşînim, ez ê weke endamekî alîkar bimînim, ku hemî zanebûn û xibreta xwe ji hevalên xwe re dihêle. Ez ê bi wan re bimînim. Ev yek ti t´esîrê li projeyê nake. Ev proje dê xurtir bibe.
Ez dîsa dibêjim, ku tevgera kurdî li Sûrî bi hewceya xwîna nû, xortên nû, bîr û baweriyên nû ye. Jixwe îro ew feqîribûna rewşenbîrî di nav Kurdên Sûrî de nemaye: pêşketin gelek çêbûye, rewşenbîr zor bûne, malperên me zor bûne, nivîskar zor bûne, zane zor bûne.. Bi rastî tirs qet tune ye.
Atîfa hin hevalan berî hiş kar dike, dema rexneyan li biryara min dikin û dibêjin ku hîn ne dema vê yekê ye. Ez gelekî sipasiya wan dikim û bi giyanê xwe gelekî bi wan ve girêdayî me. Lê ez dixwazim ku bizanibin, ku xebata me dê her bimîne, ew hilma min dê her bimîne û çi jî ji min bête xwestin, ez ê pêk bînim.
Ev gava min gaveke pêşeng e û daxwaz dikim, ku kesên din jî vê gavê bavêjin. Dibe ku tevger sûdê ji vê yekê werbigre û ew dilmayiya, ku di navbera kesaytiyan heye, êdî nemîne û tevger sûdê ji vê yekê werbigre.
MALPERA AMÛDÊ: Niha di warê formêl de, tu hîn serok î an çawa?
Selah Bedridîn: Bi rastî ev mafekî min e; ev perçeyek ji mafê mirov e. Ez biryara qedera xwe didim. Ji 01.06.2003an ve ez xwe weke serok nabînim.
MALPERA AMÛDÊ: Partiya te ji wê demê de agahdar e?
Selah Bedridîn: Belê! Dibe ku vê yekê qebûl nekin, lê ev mafekî min e ku pêk tînim. Ev mafekî demoqratî ye û ez biryara paşeroja xwe didim. Divê hevalên min jî ta radeyekê rê bidin me, ku ez vî tiştî çareser bikim.
MALPERA AMÛDÊ: Sedema protesta hevalên te di partiyê de li dij vê biryara te çi ye? Kesekî din di partiya we de ji bilî te tune ye, ku serokatiya partiyê bike?
Selah Bedridîn: Ez gelekî sipasiya van hevalan dikim û gelekî gelekî rêza wan digrim. Lê welehî xelk gelek in, xort gelek in û dikarin vî cihî dagirin, û ez ê dîsa alîkar bim.
Ez ji nivîskar û siyasetmedarên kurd ên sûrî dixwazim, ku li ser vê serpêhatiyê rawestin û binivîsînin.
MALPERA AMÛDÊ: Kîjan serpêhatî?
Selah Bedridîn: Ev serpêhatiya ku bi min re çêbûye. Di tevgera Kurdên Sûrî de, ev serpêhatiyeke nû ye. Ev cara pêşî ye, ku berpirsiyarek bi razîbûna xwe gaveke wiha davêje. Çima nivîskar û rewşenbîrên kurd vê serpêhatiyê nakin mijar û li ser nanivîsînin? Ez dixwazim ku guftûgoyeke cidî bête vejandin û fêdeya wê bigihînin tevgera xwe, bi hêviya ku yekîtiyek di tevgera me de pêk we re, an gavine nû bêne avêtin. Tevgera me di ezmeyekê de ye. Divê em vê gavê bikin alîkar ji vê ezmeyê re.
Me di praktîkê de tiştek ji bo Kurdên Sûrî pêk neanî
MALPERA AMÛDÊ: Tu bawer dikî, ku serok û sekretêrên partiyên din jî bidin ser vê rêya te û dev ji kursiyên xwe berdin?
Selah Bedridîn: Ez hêvî dikim, ku nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedarên me, malperên me - û bi taybetî Malpera Amûdê - bihêlin ku dextek çêbibe. Bila endamên partiyên din jî tevgerekê bikin; bila bikevin vê meselê de.
Ez li xwe û bîr û bawerî û xeta xwe ewle me.
Di jiyana partiya me de, me di qonax pêk anîn. Qonaxa yekê di 65an de pirsek hebû: Em çi ne? Me bersiva vê pirsê da: Em miletek in. Em li Sûrî miletek in, mafê me heye û perçeyek Kurdistanê li Sûrî ye.
Piştî wê: em çi dixwazin? Me bersiva vê jî da. Û emê çawa bigihên pêkanîna van xwestekan. Lê divê ez bêjim û qebûl bikim, ku di warê praktîk de me nikarîbû tiştekî ji bo Kurdên Sûrî bikin. Em hemû şirîkên vê berpirsiyariyê ne. Ji ber ku ez di partiya xwe de berpirsê yekê bûm, ez di vî warî de jî berpirsê yekê me.
Lê ger em xwe bi jin partiyên din re muqarene bikin, dîsa em li xwe bêtir ewle ne, yanî gunehên me kêmtir in, eger hebin.
Îcar ji van ên dî tê xwestin, ku berî me xwe bidin alî, yanî berî me xwe biguherin. Guhertin ne tenê bi guhertina kesayetiyan pêk tê; divê program jî bêne guhertin.
Îro firset hatiye, ku em hemû bi hevre destên xwe bidin hev û bi şêweyeke rexneyî jî. Divê em li gel endamên partiyên din, ên ku di baweriya min de gelek ji wan xwedî bîr û baweriyên şaş, program in şaş û xeta siyasî ya şas in, dextekê û çareserekê peyda bikin. Divê hin kesên din jî vê gava min bavêjin, û ta di partiya me jî de divê hin kes bêne guhertin.
MALPERA AMÛDÊ: Di gotareke xwe de, te carekê doza pêkanîna kongireyeke netewî ji bo Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê kiribû. Herweha ev bûye demek ku Partiya Yekîtî ya Demoqrata Kurd li Sûryayê (Yekîtî) jî doza vê yekê dike. Kongireyeke wiha çima pêk nayê?
Selah Bedridîn: Proje gelek in. Min berî sê salan doza tevgereke niştimanî kurdî li Sûrî kiribû. Min wê çaxê peşneyar kir, ku serokên partiyan li gel du endamên mektebên wan ên siyasî bi hevre rûnin.
Di baweriya min e, problêma me ne problêma program, proje û peşneyaran e. Lê îro, dema ku alîk - jixwe niha mesele gîhaye radeyekê, ku em nikarin navê partiya jî li hev bikin, ji ber nemane partî, bûne grûp - peşneyarekê bike û ger bi rastî cidiyet hebe, divê ew alî berî ku projeya xwe îlan bike, gerek aliyên din agahdar bike û hewl bide ku komîteyek pêk were.
MALPERA AMÛDÊ: Yanî di baweriya te de Yekîtî weteniyatan difroşe?
Selah Bedridîn: Di baweriya min de ev e! Bi rastî ev e. Ew meşa dawî ya zarokan Li Şamê derfetek baş bû ji bo pêkanîna komîteyekê. Ev derfetek dîrokî bû. Di wê demê de, partiyan dikarîbûn komîteyeke meydanî çêbikin û kongireyeke netewî jî pêk bînin. Lê ger partiyek ji ber xwe ve rabe û bang ke 'De werin em kongireyekê netewî çêkin', wê çacê kes naçe. Ev yek ne gaveke praktîk e. Tecrûbeya me di vê yekê de heye. Dema ku min peşneyara xwe kir, min got divê komîteyeke amadekar ji hemî aliyan pêk were. Lê ta niha ev proje nehat pejirandin. Piştî vê yekê bi çend salan partiyekê, ku ew proje nepejirand, tê û doza pêkanîna kongireyekê dike, ji xwe ez naçim. Ez dizanim ku ev mesele ne cidî ye, tenê muzayede ye.
Herweha dixwazim bi rastî ji te re bêjim, ku ev kesên ku dixwazin bi islûbê sedematan îş bikin, ne karê netewî dikin. Ev ne karê niştimanî û cemawerî ye, ku em baweriyê pê tînin. Ev karê mezac e. 'Weleh ez ê sedmekê çêbikim, bila deh ji min bêne girtin'. Lê eger tu wî karî berdewam nekî, bi rastî îcar pirs çêdibin.
MALPERA AMÛDÊ: Tu behsa kê dikî?
Selah Bedridîn: Kî be. Ta bi hevalên me yên ku em wan hesab dikin xebarkar û munadil û em wan diparêzin jî, ger piştî gava wan, a ku hate kirin, gavin din pêk neyên, dê pirsiyar çêbibin.
Karê niştimanî divê xwedî lêkolîn û program be û divê berdewamî hebe. Ne ku tu karekî bikî û dengekî derxînî û duduyan ji xwe bide girtin û werî li mala xwe rûnê. Ev mesele nabe. Ev yek dikare xirabiyê bigihîne tevgerê.
Ji ber vê yekê min peşneyar kir, ku piştî meşa zarokan komîteyek pêk were û ew xebata meydanî bike. Di baweriya min de, ger wiha bûba, dê tevaya milet bi wan re ba.
Serhildan di nav partiyan de
MALPERA AMÛDÊ: Tu rola rêxistin û Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê yê ji derveyî welat û bi taybetî yên li Ewropa di kû de dibînî?
Selah Bedridîn: Di baweriya min de, divê piraniya Kurdên ji derveyî welat rewşenbîr bin. Roleke wan a mezin heye; divê bi nerîneke kurdayetî û neteweyî li meselê temaşe bikin, ne bi nerîneke partiyetî. Divê sîstêma partiyetî, ya ku ev bûye 40 sal ku li Sûrî heye, bête guhertin. Ez careke din dibêjim, ku pêwîstiya me bi rêxistin û karê rêxistinî heye. Lê, divê ev yek bi sîstêmeke din çêbibe.
Ji rewşenbîran tê xwestin, ku bi hezer û bi diqet û bê ecele li ser pirsa xwe rawestin. Divê di nav partiyan de serhildan çêbibin û yekîtiyek pêk were, tevlî ku ev yek bibe sedema ku sekretêrên giştî, serok û polîtbîroyên wan xwe bidin alî. Ez nabêjim, ku bila ev xelk xwe bidin alî û herin, na. Ew xwedî xibret in û dikarin fêdê bidin, eger ji wan bê xwestin.
Di baweriya min de, rola mezin ev e.
MALPERA AMÛDÊ: Ev bûye demek dirêj, ku tu li Başûrê Kurdistanê dijî. Tu li wê derê çi karî dikî?
Selah Bedridîn: Ez bi karê neteweyî û rewşenbîrî ve mijûl im. Jixwe mesela rewşenbîrî meseleyeke neteweyî ye. Ez di mesela hema neteweyî de dixebitim.
Ez wek siyasetmedarekî kurd çêtir dibînim ku li Kurdistanê xebata xwe bikim. Mirov li wir hest dike, ku di nav miletê xwe de ye û nêzîkî pirsa xwe ye. Ger ji min bê, ez ê li wê derê bimînim.
MALPERA AMÛDÊ: Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê gazinan dikin, ku Başûr di warê siyasî û medyayê de li wan xwedî dernakeve. Nerîna te li ser vê yekê çi ye?
Selah Bedridîn: Eger tu bi nerîneke neteweyî li meselê temaşe bikî, tu nagihê wê encamê. Îro, pêwîstiya tevgera kurdî bi giştî bi nimûneyekê heye. Îro firset li Kurdistana Iraqê çêbûye.
Di baweriya min de, çi imkanên Kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê - ne ku dev ji karê xwe berdin, na - , ku karibin fêdeyê bigihînin Kurdistana Iraqê, divê bigihînin.
Divê zanyar, pijîşk, endeziyar, hunermend û kesên din ên ji derveyî welat, bên Kurdistana Iraqê û wê xurt bikin. Ez ji kesekî naxwazim, ku dev ji karê ji bo perçeyê xwe berde, lê îro navendeke me çêbûye û divê em wê xurt bikin.
Dema ku danûstandin xurtir bibin, dê problêmên ku tu behs dikî, nemînin.
Rast e, ku gazin hene. Lê di baweriya min de, gelek ji wan ne di cihê xwe de ne. Bila ew îro behsa min nekin, bila bimîne piştî hefteyeke din. Îro rewşa wan gelekî nazik e û divê em ji wan re alîkar bin. Divê em vê firsetê winda nekin û bêhna xwe fireh bikin.
|
 |
 |