 |
 |
07.11.2003 - 02:28
Serokê Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda Riyad Hemê:
"Em ne alternatîv in ji Tevgera Kurdî re!"
Hevpeyvîn: Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com
HOLENDA/WAGENÎNGEN (amude.com) - Berî çend mehan, çend komeleyên Kurdên
Başûrê-Rojavayî Kurdistanê xwe gihandin hev
û platformek bi navê 'Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda'
damezirandin. Di ahenga îlankirina platformê de,
ya ku di 03.10.2003ê de pêk hat, min bi serokê platformê
Riyad Hemê re ev kurtehevpeyvîn pêk anî:
Ji bo çi we 'Platforma Kurdên Sûryayê li Holenda' damezirand?
Ev bûye bêtirî salekê, ku em xwe mijûlî projeya damezirandina platformeke wiha dikin. Em ji dora 3ê salan ve karê komeleyaetî dikin. Me pêwîst dît, ku em civata kurdî li Holenda di bin sîwanekê de bigihîn hev. Herweha me xwest ku em dengê kurdan li Holenda bikin yek û wî bigihînin raya holendî ya giştî û herweha cihê biryarê.
Di destpêkê de, me danûstandinên xwe bi komeleyên kurdî re li Holenda pêk anîn. Piştî çend guftûgoyan, me karî ku em bi şêweyekî demoqratî bigihên biryara damezirandina platformekê ji bo Kurdên sûryayê li Holenda. Ev bûne şeş meh, ku me dest bi xebata platformê kiriye.
Ev platformeke ya komeleyên Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê ne, ne ya partiyan e?
Ne xêr. Pltaforma me ji komeleyan pêk tê. Partiyên kurdî piştgiriya me dikin, lê rola wan a aktîv di platformê de nîne. Xebata platformê dê bêtir di warên çandeyî, civakî û toreyî be. Bêguman platform bêyî helwesteke siyasî jî nabe.
Platform di kîjan rojê de hate damezirandin?
Di warê fermî de, platform di meha 10an a sala borî de hate qeyd kirin. Lê di warê praktîkê de, em berî 3ê mehan li bajarê Delft li hev civiyan û me biryara stand ku ew roj dê bibe roja damezirandina platformê.
Partiyên siyasî damezirandina platformê çawa dîtin?
Ez bawer im ti partî tune ne, ku li dijî xebata civakî ya kurdî bin. Ji xwe ev yek ji armancên wan e. Ev berjewendiyeke mezin e, ku em îro roj bikaribin civata xwe bigihînin hev û xebatê bikin.
Ez nabêjim nerazîbûn, lê ta radeyekê negihiştinek peyda bû. Komeleyên 'Yekîtî Informationscenter' (girêdayî ye bi Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûryayê/SHB), 'Kombenda Kawa' (girêdayî ye bi Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûryayê/SHB) û herweha ya 'Narîn' bêtir girêdayî ne bi rêxistinên siyasî û nerîna partiyan cihê xwe tê de digrin.
Ta niha ew beşdarî platformê ne bûne?
Mixabin ew di platformê de ne endam in. Wan ragihandine, ku ew dê platformekê din çê kin. Lê li gorî agahiyên me ji Wezareta Hundirî, ta niha ti rêxistin bi navê Kurdên Sûryayê ne hatine qeyd kirin.
Ta niha we çi proje pêk anîne û we çi daye ber çavan ku pêk bînin?
Me îsal Newrza xwe di hundirê perlemana holendî de cejn kir. Li Holenda û ez bawer im li seranserî Ewropayê jî ev gava yekemîn bû. Hejmarek mezin ji siyasetvan, rewşenbîr û zanyarên holendî li gel rêxistinên siyasî yên holendî û kurdistanî beşdarî vê çalakiyê bûn.
Wekî din, me ev ahenga ku niha li dar dikeve, amade kir. Bi vê yekê, em dixwazin xwe damezirandina platformê didin xuyanî kirin û herweha li dij siyaseta Sûryayê li hemberî Kurdan protesto bikin. Wekî din, em bi vê ahengê piştgiriya girtiyên kurd ên di zindanên sûrî de dikin.
Li aliyekî din, me bi alîkariya Wezareta Derve ya Holendayê fondek vekiriye. Bi pereyên vê fondê em dixwazin piştgiriya girtiyên xwe yên siyasî li Sûryayê bikin. Herweha em ê hemî rojên taybetî yên miletê me yê kurd li Sûryayê vejînin.
Gelo komeleyên ku di platformê de ne bûne endam, sedemên vê yekê ji we re diyar kirin?
Di destpêkê de, wan em rexne kirin ji ber ku xwedêgiravî me ew piştî pêkanîna her tiştî agahdar kir. Lê dikarim bibêjim, ku hayê tevan ji vê projeyê hebû. Min ew bi xwe agahdar kiribûn. Ez li ser karûbarên qeydkirina platformê li cem Wezareta Hundirî dixebitîm û hayê wan ji vê yekê hebû. Em bi navê platformê beşdarî gelek çalakiyan bûne, tevlî ku platform hîn ne hatibû qeyd kirin.
Herweha divyabû ku em ta meha 10an xwe bi şêweyeke fermî li cem wezaretê qeyd bikin. Çimkî li gorî zagonên vî welatî, ev yek giring bû ji bo ku sala 2002ê ji me re bête hesibandin û em alîkariya wê salê werbigirin. Ji ber vê yekê me hinekî lez kir ta ku me platforma xwe qeyd kir. Mixabin di wê demê de, hin kesan xwest beramberî vê yekê rabin û kar ji bo damezirandina federasyonekê ji bo komeleyên kurd ên Sûryayê kirin. Di wê demê de, komîteyeke ji wan hate cem me û me guftûgoyek pêk anî. Min ji wan re got: "Eger platforma me ji bo yekgirtina dengê kurdî li Holenda asteng be, em amade ne ku em navê platformê ji lîsteya wezaretê derxînin û bikin wek ku tiştek ne bûye." Lê dîsa jî razî ne bûn.
Lerwa ez dibêjim, ku ti sedemên berbiçav ji bo nebeşdarbûna wan di platformê de tune ne.
Hûn di platformê de çend komele ne?
Ta niha em şeş komele ne.
Gotina te ya dawî çi ye?
Dixwazim tiştekî bêjim: Platforma Kurdî gaveke ji bo sazkirina civatê, dengek e
ji bo civatê ye. Hêviya me ew e, ku em û Tevgera Kurdî bibin piştgir ji hevdu re.
Em ne alternatîv in ji Tevgera Kurdî re. Em tenê jê re dibin alîkar û ew di
gelek cihan de ji bo me birêvebir e.
|
 |
 |