www.amude.com - navenda çanda kurdî


08.10.2003 - 20:44

Merze Rezazî: Gelê kurd pêş ketiye, lê partiyên me paşketî mane û xwedî li hunerê dernakevin

Hevpeyvîn: Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com


Merze Rezazî (09/2003)
Hunermenda kurd Merze (Merziye) Rezazî roja 13.09.2003ê beşdarî "11e-mîn Festîvala Çanda Kurdî ya Navnetewî" li bajarê Gelsenkirchen li Elmanyayê bû. Li wê derê min kurtehevpeyvînek pê re kir.
Dema wê ji min re navê xwe li ser rûpelekê li gel jimara telefona xwe nivîsand, min dît ku wê MERZE nivîsandiye. Li ser pirsa min çima ne Merziye, wek ku hemî Kurd wê bi vî navî nas dikin, wê bersiv da û got: 'Merziye erebî ye!'



MALPERA AMÛDÊ: Merze Xan, xebata te ya hunerî ya dawî çi ye? Tu tiştekî nû amade dikî?
MERZE REZAZÎ: Bêguman, her mirovê ju dest bi stranbêjiyê dike, piçek zehmt e ku dev jê berde; bi taybetî dema ku hunermend dengê xwe ji bo xizmeta gelê xwe bi kar tîne, û bi awayekî bangî gelan dike ji bo rizgarbûna welatê xwe. Ez jî miroveke wiha me, gelekî evîndarê xelkê xwe me. Ez her tim dixwazim ji bo gelê xwe - li gor ku ji dest min tê - tiştan bikim. Ez vê yekê wek erkekî li ser milên xwe dizanim. Gelek çalakiyên min hene, stranên min ên teze hene. Ez naxwazim ecelê bikim. Ez dixwazim ku berhemeke xwedî şêweyeke baş derxînim. Pêwîstiya vê yekê bi demê, û berî her tiştî bi aboriyê heye. Em hunermendên kurd gelekî bedbext in bi rastî; warê me ne warekî baş e, divê mirov here kar bike û jiyana xwe û malbata xwe bi cih bike. Ev ji me re hunermendan pir zehmet e.

Planên te ji bo xebateke hevbeş li gel Nasir Rezazî hene?
Na. Ew tiştê ku bi başî xuya be, tune ye; bi Nasir re tune. Lê ez û xuşka xwe Leyla Ferîqî stranên bi hevre amade dikin. Em niha li ser projeyeke wiha kar dikin.
Dilê min dixwaze ku karekî hevbeş li gel Nasir bikim, lê ji ber cudabûna tona dengên me, zehmet e ku em bi hevre kar bikin. Lê piştî ku Sedam çû, min û Nasir û xuşka min Leyla, me li Başûr sirûda kurdî ya neteweyî bi hevre got. Tiştên wiha çê dibin.

Tu berî çend mehan serdana Başûrê Kurdistanê kiribû. Planên te ji bo serdaneke din hene?
Ger di destê min de be, ez dixwazim her roj û her seet herim Kurdistanê. Kurdistan welatê min e. Kêfa min gelekî tê.
Bi rastî di warê nefsî de, rewşa mirov li Ewropa ne baş e. Lê dema tu biçî Kurdistanê nav gelê xwe, êşa can namîne û mejiyê te baş kar dike. Li aliyekî din, bi rastî wiha ye, ku hunermend di nav gelê xwe de xwedî hûrmeteke wî ya taybetî heye.
Bi rastî tiştekî gelekî xweş e ku Başûrê Kurdistanê azad e. Hêvîdar im ku perçeyên din ên Kurdistanê jî nêzîk azad bibin. Ew roj nêzîk dibin. Pir guhertin ketine dinyayê. Ew roj jî nêzîk dibe, ku em herin Kurdistan.

Tu yê biçî Kurdistan û jiyana xwe li wê derê berdewam bikî?
Belê, belê. Belê, belê. Ez kurd im. Em ji mecbûrî hatin Ewropa. Ez ê herim Kurdistan. Min ji zarokên xwe re jî gotiye; ew bixwazin, ser serê min û naxwazin jî ser serê min. Min û Nasir me biryara xwe ya vegerê daye. Hîn ne diyar e kînga. Kurê min ê piçûk hîn dibistana xwe bi dawî ne aniye. Em ê li hêviya wî bimînin ku dibistanê bi dawî nike, piştre em ê vegerin.

Çend zarokên te hene?
Sê zarok; keçek û du kur. Keça min 24 salî ye û kurê min mezin 23ê ye, yê piçûk niha bûye 18e sal.

Tu çûyî Başûrê-Rojavayî Kurdistanê?
Belê. Min program li Qamişlo, Hasake û Heleb çê kirine. Gelek hevalên min li wir hene, û kêfa min jî gelekî ji wan re tê.
Ez hêvîdar im ku Kurdên Sûryayê xebata xwe ji bo mafên xwe berdewam bikin û nesekinin ta ku ew wî perçeyê Kurdistan azad bikin.
Ez dibhîzim û dibînim, ku gelek zilm û stem li Kurdên wê derê dibe. Dem demekî din e; ne pêwîst e, ku ew her tiştî qebûl bikin.

Tu liser peywendiya hunermend li gel siyasetê çi dibêjî?
Di nerîna min de, huner û siyaset wek du mirovan e, ku ji hevdû qut nabin. Lê divê hunermend azad be. Ne pêwîst e, ku hunermend hunera xwe di çarçoveyeke hizbî de bide zindan kirin. Divê hunermend ê hemî gelê xwe be.
Lê ew tiştekî din e, dema ku kêfa min ji partiyekê û siyaseta wê re bê û ez xwe nêzîkî wê bikim.

Tu xwe nêzîkî kîjan partiyê dibînî?
Ez xwe nêzîkî her partiyeke kurdî dibînim, ku ji bo berjewendî û qezencên gelê xwe têkoşînê dike.

Medyaya kurdî xwedî li hunermendên xwe derdikeve? Çi kêmasî hene?
Na weleh. Kêmasî pir in. Ta niha, siyaseta kurdî hîn qedrê huner ne girtiye û nizane cih û qedrê huner çawa ne.
Ez gelekî bi her sê tevelizyonên kurdî re şanazî dikim. Lê her sê jî televizyonên hizbî ne. Televizyoneke kurdî ya azad tune ye, ku mirov bikaribe her tiştê ku di dilê wî de hebe, bibêje. Gelek tiştên ku tu dixwazî bibêjî, ne bilê wan e û te sansor dikin. Ez ji Rojhilatê Kurdistanê me û gelek gilî û gazinên min li Cemhûriya Islamî hene. Lê dema tu dixwazî behsa van tiştan bikî, Kurd ji ber peywendiyên dîplomasî bi Îranê re, dibêjin ku ev axaftin ne ji meseleha wan e.
Ez hêvîdar im, ku rojek bê û ew tişt nemînin û her mirovek bikaribe azad axaftinên xwe bibêje. Gelek daxwazên min ji tevelizyon û partiyên kurdî hene, ku ew bêtir li huner, kultur û ferhengên kurdî xwedî derkevin.
Li vê derê dixwazim bibêjim ku ez pir kêfxweş im ku gelê min pêşiya partiyan xistiye; partî paş mane û gel çûye. Gelê min niha pir baş difikire. Ez hêvîdar im ku wiha berdewam bike.

Gelsenkîrchen, 13.09.2003



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]