www.amude.com - navenda çanda kurdî


21.11.2003 - 13:24

Serokê grûpa endamên SPD di Perlemana Ewropayê de Martin Schulz:

"Tirkiyê şaşitiyeke mezin dike!"


Hevpeyvîn: Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com


Martin Schulz (wêne: S.H.Berko)
>> www.martin-schulz.info
BOCHUM (amude.com) - Martin Schulz (Martîn Şults) berpirsê grûpa endamên Partiya Sosyal Demoqrat a Elmanya (SPD) di Perlemana Ewropayê de ye. Herweha ew dê di hilbijartinên ji bo Perlemana Ewropayê, ku dê di 16.11.2004ê de pêk werin, serkêşiya partiya xwe bike.
Di konferensa giştî ya SPD de, ku ji 17-19ê vê mehê li bajarê Bochum pêk hat, min bi Schulz re ev hevpeyvîn pêk anî:



AMUDE.COM: Birêz Schulz, tu wek berpirsê grûpa endamên SPD di Perlemana Ewropayê de şensên Tirkiyê ji bo endametiya wê di Yekîtiya Ewropayê (YE) de çawa dibînî?

Matin Schulz: Tirkiyê divê pîvanên Kopenhagen û şertên Komîsyona Ewropayê pêk bîne. Komîsyon dê di çileya pêşin 2004ê de 'Rapora Pêşketinê' pêşkêş ke. Li gorî encamên vê raporê, dê biryara destpêkirina guftûgoyan li gel Tirkiyê bête standin û divê mirov rastî bêje, ku ev guftûgo dikarin gelekî dirêj bikin.

AMUDE.COM: Berî sê rojan, serokwezîrê Tirkiyê Erdogan li Qubrisê got, ku ew nahêlin kesek li ser pirsa Qubrisê bi wan re biaxife. Li gorî rapora Komîsyona Ewropayê ya dawî, bêyî çareserkirina pirsa Qubrisê Tirkî nikare bibe endama YE. Tu li ser vê yekê çi dibêjî?

Matin Schulz: Ez ê gelekî mixabin bibînim, ger ev helwest berdewam bimîne. Çimkî ger Tirkiyê nexwaze ku li gel wê li ser pirsa Qubrisê bête axaftin, ew dê şaşitiyeke mezin bike. Yekîtiya Ewropayê dê di 01.05.2004ê de tevaya Qubrisê bike endama xwe. Em ne tenê beşê Qubrisê yê yûnanî dikin endam; di nerîna me de tevaya Qubrisê dê beşdarî YE bibe. Qet nayê bawer kirin, ku welatekî ne endamê YE bi leşkerên xwe li ser xaka YE be. Ev yek qet nabe. Ev helwest nayê qebûl kirin. Teqez dê derbarî guftûgoyên endametiyê li ser Qubrisê bête axaftin.

AMUDE.COM: Pirsa Kurdî ta kîjan radeyê di rojeva Perlemana Ewropayê de ye?

Matin Schulz: Pirsa Kurdî tim di rojevê de bû û niha jî tê de ye. Problêma mafê çarenûs ê kudî niha ji berê xurtir e, nexasim bi rewşa li Iraqê re. Ez piştgiriya mafê çarenûs ê kulturî û etnîk ê kurdan dikim. Ev yek di hemî konvensyonên navnetewî de mafê bingehîn e yê her civakek etnîk. Bi kêfxweşî min bihîst, ku kurdên li Tirkiyê nema doza welatekî serbixwe dikin û autonomiya xwe ya kulturî di sînorên Tirkiyê de dixwazin. Ji bo bidestxistina interesên gelê kurd ji bo mafê çarenûs û herweha ji bo parastina hebûna kurdî, ez vê modêlê ji şerê ku PKK dikir, baştir dibînim.

AMUDE.COM: Perlemana Ewropayê dê piştgiriya hewldanên kurdan li Iraqê ji bo serxwebûnê bike?

Matin Schulz: Teqez na!

AMUDE.COM: Tu siyaseta Emerîka ya vê demê li hemberî Sûrya çawa dibînî?

Matin Schulz: Di nerîna min de, cîhan têra xwe ne stabîl e. Pêwîstiya me bi konfilîktên dîtir tune ye; pêwîstiya me bi stratêjiên aştiyê heye. Pêwîstiya me bi stabîlîzekirina Iraqê heye, ne destabîlîzekirina Sûryayê.

AMUDE.COM: Tu rola YE li Iraqê û stabîlîzekirina wê li kû dibînî?

Matin Schulz: Em ê li gorî derfetên xwe her tiştî bikin, ku rewşa li Iraqê wiha stabîlîze bibe, ku Netewên Yekbûyî roleke bihêztir li Iraqê werbigire.

17.11.2003



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]