 |
 |
22.11.2003 - 01:43
Rojnamevanê elman ê navdar Heiner Bremer:
"Wêneyê kurdan di medyaya elmanî de gelekî baştir bûye!"
Hevpeyvîn: Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com
BOCHUM (amude.com) - Rojnamevanê elman Heiner Bremer xwedî programeke
nûçeyan di kenala RTL de ye, ku 5 rojan di hefteyê de nîvê şevê
tê pêşkêş kirin. Ew yek ji navdartirîn rojnamevanên
Elmanyayê ye. Bi Malpera Amûdê re, Bremer li ser wêneyê kurdan
di medyaya elmanî de û sedemên guhertina vî wêneyî
ber bi başbûnê ve axift.
AMUDE.COM: Birêz Bremer, tu wêneyê kurdan di çapemeniya elmanî
de çawa dinirxînî?
Heiner Bremer: Ez bawer im, ku kurdan hiştine ku bi şêweyekî
erênî (posîtîv), bi kêmanî gelekî bêalî
û tolerant, bêne pêşkêş kirin. Lê rewş di
dema xweşewitandinên li ser autobanan (rêyên otomobîlan)
wekî din bû. Ew tişt ji bo kurdan ne baş bûn. Lê belê
niha rewş hatiye guhertin. Di nerîna min de, raya giştî niha
wiha tolerant bi kurdan re dide û distîne, wek ku bi biyaniyên din re dike.
Ez behsa wê medyayê dikim, ya ku mecbûra toleransê ye.
Wêneyê kurdan di deh salên dawî de gelekî baştir
bûye, ji ber çalakiyên li ser autobanan berî demeke dirêj
bûn û mirov dibîne, ku kurd xwedî daxwaz in, lê ew
doza van daxwazan bi şêweyekî aştyane dikin, ne bi zorê
li ser hesabê kesin din, ên ku ti îşê wan bi meseleyê ve
tune ne.
AMUDE.COM: Sedemin taybet bo vê guhertinê hene?
Heiner Bremer: Di baweriya min de, li aliyekî, ev guhertin pêk hatine,
ji ber ku kurd daxwaza xwe ya rewa an ne rewa - ez dixwazim vê yekê
vekirî bihêlim - ji bo welatekî serbixwe li Tirkiyê
nema eşkere li ser xaka elmanî û bi zorê doz dikin. Ev yek
piştgiriya prosesa têgihiştinê dike.
Li aliyekî din, kurd li Tirkiyê jî rêya siyasî ji xwe
re bi kar tînin. Û li aliyê din, wan tirsa bi rola wan a
li Bakurê Iraqê ve girêdayî - ew li wê derê hevkarekî
konstant ê DYA ne, bêyî ku îşê xwe ji
Tirkiyê bînin - bêbingeh kirin. Ev hemî dihêlin, ku
- bi kêmanî di vê demê de - bi şêweyekî
tolerant û gelekî erênî li kurdan tê nerîn.
AMUDE.COM: Tu jî niha bêtir behsa Kurdên li Tirkiyê dikî.
Di çapemeniya elmanî de bêtir behsa Kurdên li Tirkiyê tê kirin
û Kurdên li devefên din ên Kurdistanê têne
piştguh kirin. Sedema vê yekê çi ye?
Heiner Bremer: Di nerîna min de, ev sûcê kurdan bi xwe ye,
yên ku li Elmanyayê hiştine ku bawerî çêbibe,
ku meseleya wan tenê pirsa kurdî li Tirkiyeyê ye.
Ji bo xwendevan, temaşevan û guhdarê elman problêma kurdî
problêma kurdan li Tirkiyeyê ye. Bandora vê yekê li ser
xebata çapemeniyê jî heye û tiştên din
winda dibin. Teqez ev yek sûcê xwepêşkêşkirina
kurdî ye, ya ku bêtir Tirkiyê xistiye neynikê.
AMUDE.COM: Gelo ev yek bi têkiliyên Elmanya bi welatên
ku kurd lê dijîn re, girêdayî ye?
Heiner Bremer: Ez bawer nakim. Dibe ku ji ber wê ye, ku
Tirkiyê ji bo elmanan xwedî girêdaneke din e. Gelek tirk
li Elmanya dijîn û kar dikin. Tirkiyê endamekî NATO ye. Ew dixwaze
bibe endama Yekîtiya Ewropayê. Ji ber vê yekê, têkiliyên
Tirkiyê bi Elmanyayê re ji yên bi Sûryayê û
Îranê re xurtir in. Bi van welatên din re têkiliyên
bazarvaniyê yên normal hene, lê ew têkiliya taybetî
tune ye. Û di baweriya min de, ev yek dihêle ku ragihandina agahiyên
ser kurdên li Tirkiyê bi gelekî intensîvtir e.
18.11.2003
|
 |
 |