www.amude.com - navenda çanda kurdî


27.08.2003 - 23:34

Fetah Tîmar: Divê em ciwanên kurd ji bo xebata dîplomatîk perwerde bikin û wan ji siya partiyan rizgar bikin

Hevpeyvîn: Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com

MALPERA AMÛDÊ: KOMKAR kînga û ji bo çi hate damezirandin?

Fetah Tîmar: Weke tê zanîn, di sala 1961ê de dewleta tirk û ya elman peymanek imze kirin. Li gorî wê peymanê Tirkan karker şandin Elmanyayê. Ji bilî karkerên tir, dewleta Tirkiyeyê karkerên ji Kurdistanê jî şandin karê li Elmanya.Tiştê balkêş ew e, ku Tirkan karker ji bajarên ku Kurd lê "hişyar" bûn, mîna Qersî, Ezirganê, Dêrsimê, Mereşê û yên din, ji bo vê yekê helbijartin. Ev yek siyaseteke eşkere bû. Tirkan Kurd şandin ji derve bi hêviya ku bes vegerin.
Di salên hefteyê de, Elmanya dev ji siyaseta rotasyonê berdan. Berî niha rewş wiha bû, ku karkerên ku sê salan li Elmanyayê kar kiribûn, vedigeriyan mal. Lê piştî guhertina siyaseta rotasyonê, karker dikarîbûn li Elmanyayê bimînin. Karkeran êdî komeleyên xwe ji bo maf û kultura xw damezirandin. Di wê demê de gelek komele hatin damezirandin. Tesîra sewatê welêt jî li ser va komeleleyan hebû.

Di salên 1977-1979an de, komeleyên kurd ji yên Tirkan dûr ketin. Di wê demê de 7 komeleyên Kurdan hebûn.
Di sala 1979an de, ev komele gihan hev û xwestin ferderasyonekê damezirînin. Û wiha KOMKAR li bajarê Frankfurtê hate damezirandin. Wê çaxê ev federasyon ji bo karkerên li Elmanya Rojava û Berlînê bû. Lê piştre, me derî ji kesên din jî re vekir û me navê Tirkiyeyê ji nav derxist. Ji wê demê û pê ve, Kurdên ji beşên din ên Kurdistanê beşdarî KOMKARê bûn.
Hîn jî KOMKAR weke rêxistineke Kurdên Bakur tê hesibandin. Lê, em dizanin ku Kurdên Başûrê-Rojava û yên Başûrê Kurdistanê bi me re dixebitîn, dema ku komele û rêxistinên wan tune bûn. Me jî navê KOMKARÊ kir "Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê" (bi elmanî: Verband der Vereine aus Kurdistan).


Serokê KOMKAR li Elmanyayê Fetah Tîmar li bîroya KOMKAR li bajarê Bottrop


Di xebata xwe de, KOMKAR du şax dane ber xwe: yek xebata kurdistanî, piştgiriya xebata ku li welêt tê meşandin. Ji derveyî welat, em nikarin polîtîka welat bikin. Lê em dikarin alîkarî û piştgiriya kesên ku li welêt dixebitin, bikin. Xebata ji bo mafê Kurdan li Elmanyayê şaxa duduyan ji xebata me ye. KOMKAR ji bilî li Elmanyayê, li welatên din ên Ewropayê jî xwedî rêxistin e. Em ji bo mafê perwerdekirina zarokên Kurdan bi zimanê dayikê dixebitin. Herweha em ji bo mafê weşana televizyon û radyoyên bi zimanê kurdî dikin. Ji bilî van xebatan, em li dijî nijadperestiyê dixebitin.

MALPERA AMÛDÊ: Di nav KOMKARê de çend kes û komele dixebitin?

Fetah Tîmar: Li gor agahiyên me, 30 komele di nav KOMKARê de dixebitin. Herweha komên xebatê jî hene. Ev kom ji 4-5 kesan pêk tên, ku li bajarin cuda dijîn û imkan û derfetên wan tune ne ku komeleyekê damezirînin. Dora 3000 endamên me hene. lê kesên ku di şev û çalakiyên me de beşdar dibin, ne tev endamên me ne. Gelek caran hejmara Kurdên neendam ku beşdarî van çalakiyan dibin, ji ya endaman pirtir e.
Ji aliyê endaman ve, rewş niha hatiye guhertin. Kurdên berê, yên ku nû ji welêt hatibûn, xwedî rihekî (giyan) din bûn. Lê ji bo ciwanên ku li vê derê ji dayik bûne, pêwîstiya wan bi program û konseptên din hene. Divê serokên Kurdan serê xwe biêşînin û Kurdan bigihînin hev.

Em programa PSKê diecibînin, lê tesîra wê li ser xebnata me tune

MALPERA AMÛDÊ: KOMKAR ta kîjan radeyê bi Partiya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û xebata wê girêdayî ye?

Fetah Tîmar: Em xwe nabînin rêxistineke koçberiyê; KOMKAR rêxistineke siyasî, lê demokratîk e! Em vê yekê eşkere dibêjin.
Her çiqasî simpatiya me bi PSKê re hebe jî, lê piraniya xebata me di nav KOMKAR de ye. Hin komelên me xebateke bi serê xwe dikin, tesîra KOMKARê jî li ser wan tune.
Em programa PSKê diecibînin. Lê, tu caran PSKê îşê xwe ji xebata KOMKARê naniye.
Hevalên me yên KOMKARê gelek caran li gel û di partiyên din ên Kurdistanê de xebitîne ne, bêyî ku ji KOMKARê bipirsin an destûrê jê bixwazin. Kes nikare bêje, ku têkiliya me û PSKê tune. Lê ez dikarim bi rehetî bêjim, ku tesîra PSKê li ser xebata me tune!

MALPERA AMÛDÊ: Ger KOMKAR tune ba, dê PSK jî nebaya. Hûn vê yekê dipejirînin?

Fetah Tîmar: Ez dikarim vê yekê bibêjim: ger rêxistinên me yên siyasî tune bana, dê yên demokratîk jî nebana!
Em gelekî dixwazin, ku komeleyên me êdî xwe biguherin. Her kes divê bikaribe cih di nav xebata wan de bigre. Ji aliyekî ve, divê ew kes bikaribin xebata xwe ya siyasî ji derveyî komeleyan bikin, û li aliyê din xebata demokratîk di komeleyan de pêk bînin. Wek nimûne dikarim behsa komeleya me ya li bajarê Dortmundê bikim. Bêyî ku destûrê ji me bixwaze, wê komeleyê xwe ferz kir û li gel çar rêxistinên din komeleyek damezirand. Dema me bi vê yekê bihîst, em şa bûn; me cesaret da hevalên xwe. Ji xwe armanca me ew e ku em li gor daxwazên Kurdan, xebateke nêzîkî hev pêk bîbin. Her kes dikare polîtîkeya ku ew baş dibîne, bimeşîne. Lê gelek tişt hene, ku em dikarin bi hevre bikin. Weke mînak, dikarim bêjim, ku em pir tiştan li ser Kurdistana Sûryayê nizanin û lewra nizanin, ka em çi ji bo Kurdên li wir bikin. Gelo tiştê em ji bo wan bikin dê ji bo wan baş an xirab be? Ji ber vê yekê pêwîstiya me bi xebata bi hevre heye. Divê em dilê xwe ji hevre vekin û li hevdu guhdar bikin.

Bi dilekî rehet dikarim bêjim, ku her mirovek ji me dîtina xwe di nav KOMKAR de diparêze. Ez ne mecbûr im ku bi gotina filan kesî bikim, an tiştên ku KOMKARê ji min re dibêje, bikim.

Herweha dikarim bêjim, ku gelek komeleyên me bi çalakiyan radibin û alîkariyê jî ji KOMKARê naxwazin. Me ji sala 1993an ve gotiye, ku her komeleyeke me KOMKARek e. Ew dikarin bi serê xwe li gel Kurdên din kar bikin.

MALPERA AMÛDÊ: Hûn sedemê dûrketina ciwanan ji karê rêxistinî di kû de dibînin?

Fetah Tîmar: Ji bo ciwanan zêde program nayên amade kirin. Ez naxwazim ku ciwan tenê xebata çandeyî û folklorê bikin û wê wek lîstekekê bibînin. Divê ciwan bizanibin çima çand û çima folklor. Divê ew hinekî bêne perwerde kirin. Ciwanên vê derê ziman dizanin, ew irf û adetên Elmanan û yên partiyên wan dizanin. Lê mixabin ji zimanê xwe dûr ketine. Kurdên Bakur di civînên xwe de bi zimanê tirkî diaxifin. Tirsa min ew e, ku em di paşerojê de bi zimanê elmanî bi hevre biaxifin, ji ber ew ziman e, yê ku tev dizanin.
Me di kongireya xwe ya berî du salan de, biryar stand, ku di panêlên xwe de tenê bi zimanê kurdî biaxifin.
Berê ciwanên kurd di dibistanan de fêrî zimanê xwe nedibûn. Herweha televizyon û radyoyên me tune bûn, ta ku Med TV derket holê, ew jî 80% tirkî ye. Û hemû Kurdên Bakur ji kenalên Başûr fam nakin.
Şaşitiya rêxistinan heye, çi ya partiyan, çi ya rêxistinên demokratîk be.
Komeleyên me li bajarên Wuppertal, München û Bremenê ji aliyê ciwanan ve têne bi rê ve birin. Lê bi giştî kêmasiya me rêxistinan ew e, ku em bi program nexebitîne. Divê bêtir kesên pispor bi perwerdekirina ciwanan rabin.
Ji bo ku ciwan û xwendekar jî beşdarî projeyan bibin, pêwîst nake ku ew bibin endamê KOMKARê. Her kes dikare di projeya ku ew dixwaze de, bixebite. Herweha divê em bêtir li ser kesên ku bê pere bi me re dixebitin û projeyên ciwanan bi rê ve dibin, bi pê xînin. Divê semînar ji bo wan bêne amade kirin da ku bikaribin xwe fêrî teknîk û agahiyên nû bikin.

Rêxistinên Kurdan dixwazin bi hevre kar bikin, lê di pratîkê de gav nayên avêtin

MALPERA AMÛDÊ: Ti planên we hene ku hûn li xwe û sîstema xwe vegerin û şêweya xebata xwe vegerin, da ku hûn kêmaniyên xwe û yên ku te niha ji me re analîz kirin, kêm bikin?

Fetah Tîmar: Di meha 12an a sala borî de, me gazî 56 birêvebirên KOMKARê û komeleyên wê kiribû. Me bi hevre guftûgo kir ka em salên bê de divê çi bikin, çi biguherin. Bi metodên berê kar nema dimeşe. Komeleya kilasîkî nemaye. Gerek em êdî pisporiyê derxînin pêşiyê.
Me di wê civînê di sê beşan de nîqaşeke gelek baş kir. Yek: Têkiliyên rêxistin û partiyên kurdistanî û xebata me ji bo Kurdistanê. Xala duduyan li ser têkiliyên me bi saziyên elmanî re bû, û bi taybetî xebata ciwanan di nav wê xebatê de, ango xebat ji bo lobiyekê ji bo Kurdistanê. Komika sisiyan jî li ser kesên ku çalakiyên me dimeşînin, bû.
Piştî wê civînî, me 3 semînar li gel ciwanan pêk anîn.
Piştî kongireya me ya di meha 10an de, dê xebateke berbiçav ji bo têkiliyên bi Elmanan re pêk bê.
Em dixwazin xwendekarên zanîngehan bikşînin nav vê xebatê. Bila ew pisporiya xwe derxin holê; dibe ku ew di paşerojê de vê xebatê bimeşînin.
Em dixwazin ku e ev xebat bi navê ciwanên Kurdan pêk bê, ne bi navê ciwanên KOMKAR. Em dixwazin ku ciwanên kurdistanî nêzîkî hev bibin û bi hevre bixebtin. Dema DEM-KURD hate damezirandin, hemû peşneyarên me hatin ecibandin. Lê dema ku di warê pratîkê de gav têne avêtin, kesek tiştekî nake. Me peşneyar kir, ku em kampekê ji bo ciwanên Kurdan li welatekî ewropî pêk bînin. Me xwest bi vê yekê, ku em ciwan û xwendekarên kurd bigihînin hev, da ku hevdu nas bikin û bêtir nêzîkî hev bibin. Mev ev yek peşneyar kir û hate ecibandin jî. Lê di parîkê de, heval gavan navêjin. Ev problêma me ye.
Nêta me ew e, ev em tevî hemî rêxistinan kar bikin. Lê vê yekê xebata me bi paş xist. Lê di eynî demê de, em xwe amade dikin ku em tenê xebatê bimeşînin. Wek nimûne, me xwest ku em pêşangeha pirtûkên kurdî û festîvana jinên kurd li Elmanyayê li gel rêxistin û saziyên kurdî yên din bikin. Di nav rêxistinekê de, mirov nagihê armanca xwe; meqseda te ne ew e, tu her roj hevdu dibînî. Lê mixabin kesekî li gel me bi van çalakiya ranebû. Me ew bi serê xwe pêk anî.
Di dema bê de, em ê semînarên li ser Peymana Lozanê pêk bîbin. Gotarvan qet ne KOMKARî ne: Hesen Yildiz, Elî Heyder Koç û profes. Şakirê Xido ji Sovyetistana berê.
Em dixwazin ku kesên ji derveyî rêxistina me guftûgoyê bikin. Kurd dîtinên me di rojname, kovar û belavokan de dixwînin û di şevan de dibhîzin. KOMKARê ev tişt ji ser xwe avêtiye.
Mixabîn dîsa jî Platform mil nade wan konferansên li ser Peymana Lozanê. Lê dîsa jî em wek KOMKAR divê sebir bikin û bêhna xwe fireh kin. Ger rêxistinên din xwestin ku em bi wan re kar bikin, em amade ne. Lê ger daxwaz nebe jî, em karê xwe dikin.

MALPERA AMÛDÊ: Sedem çi ne, ku rêxistin û partiyên kurdî li Elmanyayê nikarin li gel hevdû kar bikin? Armancên wan ne yek in an her yek xwedî ramaneke cuda ye?

Fetah Tîmar: Di salên hefteyî de, dirûşmeke rêxistinên Kurdan hebû: Karê tevayî, lê propagandeke serbixwe. Kesek ne li dijî xebata tevayî ye. Lê her kesî programek daye ber xwe û dixwaze wekî din bixebite. Lewra divê em bi sebir bi ser de herin ta ku tiştên ku em bi hevre bikin, gelekî zelal bin. Ger tiştên tevayî nemeşin, bila nemeşin. Lê divê em tiştên ku em bi hevre dikin, baş bikin da ku nimûneyên baş derkevin holê û tirsê ji ser xwe bavêjin. Belê, gelek şaşitî bûne. Kê destê xwe avêtiye rêxistinekê, xwestiyê ku vê rêxistinê di nav xwe ji hev bixe.

MALPERA AMÛDÊ: Yanî rêxistinên kurdî ji xwe ditirsin ku bêne bi kar anîn? Fikra wilo hîn heye?

Fetah Tîmar: Belê, ez wisa bawer dikim. Lê divê dîsa jî em bi bêhneke fireh bi ser wan hevalan de herin, da ku hêdî hêdî xwe ji vê tirsê rizgar bikin.
Di gelek tiştan de, nerîn û daxwaziyên me wek hev in, di gelek tiştan de. Lê ji bo pêkanîna van daxwazan hin ji me xwedî tecrûbe ne, û hinên din hîn nebûne xwedî tecrûbe. Divê em bi ser hevdu de herin û ji rêxistinên ku jihîn bi tirs in bibêjin: Tiştê ku hûn bixwazin, ku em bi hevre bikin, em ê bikin; tiştên hûn naxwazin, em nakin. Lê ez şerm dibînim, dema ku em tev li ser maseyekê rûnin û li ser xebatekê li hev bikin, û piştre dema pêkanîna vê xebatê kesek xwe ne de pêş.
Daxwazên me ji bo hemî Kurdan e. Ne tenê problêmên jinên PSKê û KOMKARê hene, na; Problêmên hemî Kurdan hene.
Dema ez behsa Kurdên Bakur dikim, ez di eynî demê de li pirsgirêkên Kurdên din jî dinerim. Ciwanên Kurdên Başûrê-Rojava û yên Başûr ji dest wan diçin. Ti komelê wan tune û tiştê ku ew xwe pê ve bigrin, tune. Çiqasî jî ew bi zimanê xwe diaxifin jî, lê ev têrê nake.

Saziyên Kurdan xebata televizyonê bi PSKê ve dizeliqînin

MALPERA AMÛDÊ: Ev bûye demek ku hûn jî ji bo vekirina televizyoneke din dixebitin. Mebesta we ji vê yekê çi ye? Ma sê kenalên kurdî ne bes in?

Fetah Tîmar: Ji bo vekirina televizyonê fîrmeyek hate damezirandin. Navê wê GEL AG ye. Niha wê çapxaneyek vekir. Beşek ji xebata wê dê di warê ê çapemeniyê de be; beşekî din dê televizyon be, û yekî din jî dê çêkirina film, kasêt û radyoyê be.

KOMKAR jî beşek ji vê xebatê ye. Lê me dest bi ti kampanya ne kiriye. Di destpêka vê xebatê de, kesên ku bi vî karî radibin, gotin ku ev ne karê berpirsiyarên partiyan e, lê belê karê mirovên sîvîl e.
Hevalên me dest pê kirin. Proje bi heyecaneke baş berdewam kir, lê piştî demekê ji nişk ve rawestiya. Kurdên ku berê xwedî li vê projeyê derketin, xwe paş kişandin. Di nerîna wan de, ev televizyon dê bibe ya PSKê û KOMKARê. Lê ne wiha ye.

Rast e, niha sê televizyonên me hene. Lê ew hersî yên partiyan e. Em dixwazin ku kenalek hebe, ku xebata wê piçekî serbixwe be. Em televizyonekê dixwazin, ku hemû Kurd bikaribin xwe tê de bibînin.
Di nerîna me de, kenalên Kurdistana Başûr bêhna partiyê wan ji wan tê. Dîsa hin tişt hene ku rihê kurdayetiyê bi pêş ve dibin. Lê kenala Medya TV tenê bi navê partiyekê xebatê dike. Ew cih nade nerînên din û tenê derfetê dide nerînên ku xeta partiyê derbas nakin. Herweha tirkîtî cihê xwe di televizyonê de girtiye. Herweha paşê polîtîka taybetî dest pê kir, ku ne polîtîka kurdhez û welatperwer e. Gelek agahdariyên nebaş hatin belav kirin.

Em televizyonekê dijî wê polîtîka dewleta tirk a qirêj, dijî polîtîkaya ku mil dida Sedamê xwînxwar, dijî polîtîkaya Îran û rêjîma sûrî li dij Kurdên li Rojhilat û Başûrê-Rojavayî Kurdistanê dixwazin. Em dixwazin agahiyên rast ragihînin.

Tevlî ku gelek konferas, konsêr û koktêl pêk hatin, lê mixabin saziyên Kurdan xwe didin alî. Wisa xuya ye, ku dîsa ev xeba di hustê PSKê û KOMKAR de dimîne. Mixabin ew xebata televizyonê bi PSKê ve dileziqînin.

MALPERA AMÛDÊ: Ma projeya televizyonê ne fikra PSKê bû û ji mêj ve daxwazeke wê hebû ku televizyonekê veke?

Fetah Tîmar: Belê, PSK dest pê kir. Lê PSK nabêj, ku ev dê bibe televiyona PSKê. Derî vekirî ye. Kî çiqas pere bixe vê projeyê, ew dikare li gor wan bibe xwedî biryareke xurt an qels. Şirket serbixwe ye. Kes nikare şirketan bi navê partiyan veke. Endam biryara xebatê distînin û ew dizanin çiqas pere tên û çiqas diçin.

Ji ber ku PSKê dest bi vê xebatê kir, partiyên din dibêjin, ku êdî PSKê jî mîna PKKê dê di vê televizyonê de bi şev û bi roj tenê behsa xwe bikin û guh nedin me. Lê hinekan ji destpêkê de ev yek ji me re negot, wan bawerî da me. Bi rastî hêviyeke me ya xurt di partiyên Başûrê-Rojava de hebû, ku ew bêjin 'em hene di vî karî de'. Herweha hêviya me di partiyên Rojhîlatê Kurdistanê de hebû. Lê ta niha tiştek ji aliyê wan ve pêk nehatiye, ku em bikarin bêjin ku proje baş dimeşe.

Partiyên Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê endamên xwe dûrî xebata televizyonê dixin

MALPERA AMÛDÊ: Hunermend Şivan Perwer jî ji bo vê projeyê dixebite. Di nav Kurdan de hatiye belav kirin, ku televizyon a PSK û Şivan Perwer e.

Fetah Tîmar: Şivan fedîkariyeke xurt dike. Ew wek min endamekî vî karî ye. Ew şev û konseran li dar dixe û pereyan dike nav ên projeya televizyonê. Piştre nîvê peran diçin ji bo Akadîmiya Çand û Hunera Kurdî (projeyeke Şivan Perwer e/SHB) û nîvê din ji bo televizyonê. Li aliyekî din, Şivan jî mîna PSKê bûye xwediyê beşekî vê projeyê. KOMKAR bi xwe hîn bi navê xwe beşdarî fîrmeyê nebûye. Em naxwazin ku televizyon tenê bibe malê PSkê an KOMKARê. Me ew ji bo Kurdên din jî vekir. Lê dîsa jî şaş tê fam kirin. Wekî min gava din jî got, divê bêhna me fireh be. Heta em baweriya partiyên Başûrê-Rojava ji cih livand, divê em bi ser wan de herin.

MALPERA AMÛDÊ: Partiyên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê re dedibêjin ku ew piştgiriya vê projeyê dikin, lê perên wan tune ne.

Fetah Tîmar: Ez naxwazim ku partîk navê partiya xwe hesab bike. Endamên wan ên ku sosyalê (alîkariya ji dewletê/SHB) distînin, dikarin 200 Euro bidin. Mesele tenê dilxwazî ye. Nabe ku rêxisin biryarê ji bo endamên xwe bidin.

MALPERA AMÛDÊ: Niha planên we gihane kîjan qonaxê. Ev demek bêdengî heye.

Fetah Tîmar: Rast e, ev demeke ku bêdengî heye. Şerê Iraqê û rewşa Kurdistanê bûn sedem. Herweha niha hevdîtin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re pêk tên.

MALPERA AMÛDÊ: Yanî hûn li hêviya alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne?

Fetah Tîmar: Belê. Em niha li ser şêweyê alîkariyê bi hevre diaxifin. Dibe ku em studyoyên wan bi kar bînin, an jî ew hinek cih li ser kenalên xwe bidin me. Em dixwazin ji imkanên wan ên heyî sûdê werbigrin. Divê dengê Kurdan ê alternatîv hebe, çare tune. Ger em bi serê xwe jî bimînin, em dê vê televizyonê vekin. Ji bilî hevdîtinên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, herweha li vê derê jî hevdîtin bi kesin pispor têne kirin. Berê tevelizyon bûha bûn, lê niha erzan bûne. Kînga em televizyonê vekin, în ne diyar e, lê em li ser dixebitin.

Li vê derê dixwazim bibêjim ku Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê 15 salan piştgiriya Kurdên bakur kirine, paşê man li çolê. Em ji wan re dibêjin, herin para xwe ji wan bixwazin. Îro heyfa wê ji me hilneynin. Me jî biceribînin. Ez vê jî Kurdên Başûrê-Rojava dixwazim. Her kes dizane wan piştgirî dane kê; îro jî bila piştgiriyê bidin xwe. Bila endamên xwe azad berdin û bihêlin ku bi pereyên xwe beşdarî vê projeyê bibin. Lê dema ku partî biryarê distînin ku ew nikarin beşdar bibin, lê ne li dij in jî, wê çaxê hemû endamên xwe dûrî vî karî dibin.

MALPERA AMÛDÊ: Di meha dehan de, kongireya we li dar dikeve. Tê dîsa bixwazî bibî serokê Komkarê?

Fetah Tîmar: Min daxwaza xwe ya helbijratinê weke endamekî Komîteya Navendî eşkere kiriye. Komîte wê çaxê serok ji nav xwe heldibjêre. Lê wisa xuya dike, ku ez ê peryodeke din jî bi serokatiya KOMKARÊ rabim. Lê ev biryar a hevalan e.

MALPERA AMÛDÊ: Di nerîna te de, ji bo çi serokên rêxistin û partiyên Kurdan naxwazin zû bi zû dev ji kursiya xwe bernadin? Sedema tunebûna kaderên xurt di navbera endamên normal û serokatiyê de çi ne?

Fetah Tîmar: Di warê siyasî de, ez xêra Kurdan di guhertineke zû ya serokan de nabînim. Kesên ku bi dehên salan di cihê biryarê de ne, dibin xwedî tecrûbe. Ji dema damezirandina KOMKARê ta roja îro, ez serokê 5an im.
Kadroyên KOMKARê wek ên PSKê gelek in. Ew di derein cuda de dixebitin. Ew bi xwe dikarin birêvebiriya KOMKARê bikin.
Lê ji bo serokatiyê hinek kirîtêriyên me hene: divê serok bi elmanî, tirkî û kurdî bizanibe. Herweha divê serok nêzîkî bajarê Köln be, da ku her kes bikaribe xwe bigihîne wî. Ciwanên me bi elmanî û tirkî dizanin, lê kurdiya wan ne baş e. Ji ber vê yekê em difikirin ku du kesan ji bo serokatiyê helbijêrin, yek ji bo têkiliyên kurdistanî, û yê din ji bo peywendiyên bi Elmanan re. Lê ev planên paşerojê ne.

Planên me hene, ku em ciwanên xwe bi şêweyeke xurtir perwerde bikin. Em li ser dixebitin ku wan ji bo xebata projeyê amade bikin.

MALPERA AMÛDÊ: Tu wek mamosteyekî kurd paşeroja ciwanên kurd li Elmanyayê çawa dibînî?
Fetah Tîmar: Em nema dikarin tenê xwe bi govendan bixapînin. Divê partî û rêxistinê Kurdan - û di nav wan de KOMKAR jî - programan ji xwe re çêkin. Hejmareke mezin ji ciwanên me di zankoyan de heye. Divê em têkiliyê bi wan re deynin, lê ne ji bo em siyaseta xwe bi wan şêrîn bikin. Em nikarin rihê ciwanên Kurdistanê bidin wan. Lê divê em bikaribin wan bikin dîplomatên Kurdan ku ji bo wan biaxifin û cih di nav rêxistin û partiyên Elmanan de bigrin. Mixabin me ta niha di vî warî de tiştek nekiriye. Dilê min dixwest ku niha di nav partiyên Elmanan de grûpeke Kurdan hebe û perlementerên Kurdan jî hebin. Divê em ji bo vê yekê bixebitin.
Xeta Kurdistanê divê di nav xebatê de hebe, lê belê siya partiyan divê li ser wan ciwanan nebe.

-----------------------------------------------------------------------
Fetah Tîmar Kurdekî Serhedê (Bakurê Kurdistanê) ye. Ew li bajarê elmanî Bottrop dijî.
Ji bilî zimanê elmanî, ku Tîmar ji sala 1976an ve mamostestiya wê dike, ew ji sala 1981ê ve dersên zimanê tirkî jî dide. Ji sala 1985an ve, ew li Zanîngeha Essen kursên ji bo fêrkirina zimanê kurdî pêk tîne. Herweha ew li bajarên Bottrop û Dusiburgê li zimanê kurdî fêrî şagirtên dibistanan dike. Ji bilî karê mamostetiyê, Tîmar ji sala 1981ê ve endamê rêxistina KOMKAR li Elmanyayê ye. Wî karîbû ji wê demê de bikeve Komîteya Birêvebir a Giştî, piştre ya Navendî û ji sala 2001ê ve bûye serokê KOMKAR. Herweha ew Cigirê Serokê Rêxistina RAA li herêma Nordrhein Westfalen e, ya ku xebatê ji bo zarok û ciwanên biyaniyan dike.

  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]