 |
 |
18.09.2003 - 21:15
Michael Chyet: Kurd bi qîmeta zimanê kurdî nizanin!
Hevpeyvîn: Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com
Michael L. Chyet zimanzanekî cihû û emêrîkî
yê zimanê kurdî ye.
Ew 46 salî ye û bêtirî 30 zimanan xwendine.
Berî demekê, ferhenga wî ya 'Kurmancî-Ingilîzî' ji aliyê Weşanxaneya Yale University Press ve
li Emerîkayê derket. Ferheng ji 847 rûpelan pêk tê.
Gotinên kurdî bi tîpên latînî û erebî hatine nivîsandin û bi şêweyekî berfireh wateya wan a bi zimanê ingilîzî hatiye nivîsandin.
"Îşê vê xebata min bi siyaset û hikûmetan tune ye," wiha Chyet dibêje. "Ez xema paşeroja vî zimanî dixum û bi hêvî me, ku ez ê bikaribim alîkariya standardkirina wî bikim. Ez ji vî zimanî hez dikim û naxwazim ku bimre. Zimanê kurdî ne mirî ye, lê pêwîstiya wî bi Pêşvebirinê heye."
Michael Chyet berpirsiyarê beşê kurdî
yê Radyoya Dengê Emerîka bû. Herweha ew
profesorê zimanê kurdî li Zanîngeha
Parîsê û Instîtûya
Washingtonê ya Kurdî bû.
Ew niha li Pirtûkxaneya Kongireya Emerîkî li Washingtonê kar dike.
Min li ser telefonê ev hevpeyvîn pê re kir:
MALPERA AMÛDÊ: Di pêşgotina pirtûka xwe de, tu bi şêweyekî neyekser
bangî Kurdan dikî, ku xwedî li zimanê xwe derkevin,
çimkî ew ber bi windabûnê ve diçe, wek ku te xwest bêjî.
Çima wilqas tirs li ser windabûna zimanê kurdî?
MICHAEL CHYET: Berî hemî tiştî, ez mecbûr im bêjim, ku her tiştê ku ezê bêjim, dîtina min a şexsî ye û ne ya Pirtûkxaneya Kongirêsê ye. Ez mecbûr im wisa bêjim.
Ji ber ku ez dibînim -çi li Kurdistana Tirkiyeyê û çi li Ewropayê -, ku gelek Kurd hene, ku bi zarokên xwe re bi zimanên din dipeyivin, çi tirkî be, çi firensî be, çi elmanî be, çi ingilîzî be. Zarokên wan bi kurdî nizanin, yanî paşeroja vî zimanî di bin gefê de ye. Dirûşma min li ba Kurdan bila wisa be: 'Zimanekî wisa ku zarok pê nepeyivin, zimanekî bê paşeroj e'!
Her tiştê ku Tirkan ta niha kiriye, ku zimanê kurdî ji nav bibin, tesîra wê nebû, yanî ziman nebir. Lê niha her tişt tê guhertin. Rewşhatiye guhertin. Û eger Kurd bi xwe xwedî li vî zimanê dernekevin, ditirsim ku 20 salên din ev ziman namîne.
Tu behsa Kurdên ji derveyî welat dikî..
Çi ji derveyî welat, çi li hundirê welat. Bo min niha herdu yek in.
Gelek Kurd qîmeta zimanê kurdî bi serê xwe fêm nakin.
Gelek Kurd zimanê kurdî bi kar tînin, da ku hikûmeta
tirkî nerehet bikin. Ew bi xwe nabînin zimanê kurdî
çiqasî xweşû bedew e. Eger Kurd bi xwe zimanê
xwe neparêzin, ew dê winda bibe, ji holê rabe.
Tu behsa Kurdên Bakurê Kurdistanê dikî. Problêma Kurdên din tune ye?
Li Kurdistana Tirkiyê navbera 12-20 milyon Kurd hene. Li Sûriyê mesele tiştekî din e, û li Iraqê jî tiştekî din e. Li wan deveran gef bi awayekî din e.
Ta niha standardek ji bo zimanê kurdî peyda nebûye. Tu vê yekê problêm dibînî?
Ta niha, me nikarî zimanekî standard biafrînin. Wexta ku em - gava ku dibêjim 'em', ez jî tê de me - xwe yek bigrin, divê em zimên jî yek bigrin. Hemî hiNcetên ku berê hebûn, kêm bûne yan nemane. Niha, ji ber internêt, televizyon û radyoyê, Kurd dikarin bigihên hev. Haya min li Tirkiyê jê heye, Kurdên Sûriyê, Iraqê û Îranê çi dikin. Herweha ez dikarim di rêya internêt û televizyonê bizanibim ka ew kîjan peyvan bi kar tînin. Kurdên Tirkiyê ne dizanî, ka xuşk û birayên wan li Sûriyê, Îraqê û Iranê çi ji bo filan peyvê digot; haya wan ji hevdû tune bû. Lê îro rewşne wisa ye; êdî hatiye guhertin. Herkes dikare bikeve internêtê û bibîne, an jî li bernameyên radyo û teLevizyonan guhdarî bike, ka Kurdên beşên din kîjan peyvê ji bo filan tişt bi kar tînin. Ne hewce ye, ku ez bê agah bimînim.
Standardkirina zimanê kurdî karê zimannasên kurd e, an yê siyasetmedaran e,
an jî yên mirovên 'normal'e, an karê hemî Kurdan e? Ji bo vê yekê çi divê pêk were?
Ez bi xwe gotina 'siyasetvan' bi kar tînim; ji bo min 'siyasetmedar' farisî ye.
Gelek Kurd wiha difikirin, ku taqeta wan ji bo guhertina rewşê tune. Lê ez dibêjim na, wisa nîne. Her bavê kurd dikare li mala xwe biryarê bide, ku 'ji îro û pê ve, em ê tenê bi zimanê kurdî bipeyivin û vî zimanî biparêzin. Li derve di nav kuçê de, ew tiştekî din e, lê di nav malê de emê hewl bidin vî zimanî biparêzin'. Her bav dikare biryareke wisa bide, çi li Kurdistanê û çi li Ewropayê.
Derbarî vê yekê, tu xebata hêzên siyasî yên kurd erênî an neyênî dibînî?
Eger ew bi xwe xwe hînî rêzimana zimanê kurdî û peyvên nû bikin, dê gelekî başbe. Lê ta niha, gelek siyasetvanên kurd an bi tirkî, yan bi erebî, yan bi farisî dipeyivîn. Wan xwe bi van tiştan ve mijûl nedikir. Lê bi rastî ez nizanim ka rewşîro çawa bûye.
Gelek Kurd bi zimanê dagîrkeran difikirin û bi zimanê kurdî dipeyivin.
Tu li ser vê yekê çi dibêjî?
Ji bo min giring e, ku gava ku mirov peyvên standard ji bo radyo û televizyonê biafrîne, gerek mirov wisa bifikire, ne 'di gundê min de çawa dipeyivin'. Daxwaza min ew e, ku ta li dûrtirîn gundê Kurdan her kes bi hesanî fêm bike ez çi dibêjim. Li gor vê yekê, divê ez gotinên xwe bibjêrim. Bo mînak, li Kurdistana Tirkiyê gelek kes bo 'telefonkirin' 'lêgeran' bi kar tînin, ji ber ku bi tirkî dibêjin 'aramak' (bi kurdî: e zê li te bigerim, yanî ez ê telefonî te bikim). Lê eger tu ji Kurdekî Sûrî, an Iraqê an Îranê bipirsî 'ez ê li te bigerim, yanî çi?', ew ê tiştekî din fêm bikin. Ew fêm nakin, ku mebesta te telefonkirin e. Ew ê wisa fêm bikin, ku tu yê derkevî û li bin keviran lê bigerî..
(dikene)
Ji ber vê yekê, ez dibêjim, ku bila gava pêşîn ev be, ku em xelkê agahdar bikin, ku gava ew peyvên wisa bi kar bînin, ev dibe astengek li ber yekgirtina zimên jî û xelkê jî. Di nav Kurdên Sûriyê û Iraqê de jî gelek peyvên di bin tesîra zimanê erebî de hene, û li Îranê jî peyv hene, ku di bin tesîra zimanê farisî de ne.
Ev gava pêşîn e. Haya kêm kesan ji vê meseleyê heye.
Piştî ku me ev kes agahdar kirin, ku pirsgirêkeke wisa heye, wê demê em dikarin li hev rûnên û bifikirin, ka em çi ji bo yekgirtina zimanê kurdî bikin. Eger her kes di vê proseyê de beşdar be, hewasa wan jî dê bilindtir be. Ew dê bêje: 'weleh tiliya min jî di vî karî de heye, û ji bo min jî giring e, ku bi ser keve.'
Gelek rewşenbîr û zimannasên kurd tim dibêjin,
ku ger welatekî me Kurdan çêbibe, hemî pirsgirêkên ziman çareser dibin. Tu çi dibêjî?
Belkî tu Kurdistan çênebe jî..
Bi dîtina min, gotineke wiha tê wateya, ku 'êdî em naxwazin û em zimanzan nînin, bo me siyaset giring e. Em ji zimanan û ji zimanzaniyê fêm nakin. Em ê bihêlin ta dewlet çêbibe.'
Bi rastî ihtîmaleke mezin heye, ku tucar tiştekî wisa (Kurdistan/SHB) çênebe.
Bo min, eger em weke mînak li vejandina zimanê ibrî binerin, Isarîl di sala 1948an de hate damezirandin. Lê vejandina zimanê ibrî hinekî zûtir dest pê kiribû, di destpêka sedsala 20an de. Gelek Cihû bi vejandina zimanê ibrî ve mijûl bûn. Ez dibêjim, ev mînakeke başe bo Kurdan. Ne hewce ye, ku em li hêviya damezirandina dewleteke kurdî bimînin, ku em zimanê kurdî bi pêşxînin.
Em çi bikin?
Bi rastî, em dikarin di rêya televizyon û internêtê gelek tiştan bikin. Fekirîna Kurdan ew e, ku her kes di geliyê xwe de dijî, bêyî ku lêbikole, ka ta îro çi ji bo standardkirina zimanê kurdî hatiye kirin. Her kes wisa difikire, ku tu tişt ne hatiye kirin, û gerek 'ez ji pêşî de dest pê bikim'. Ev yek ne rast e. Gerek mirov bigere, bixwîne û bibîne ka çi heye û kêmasî çi ne.
Wek mînak, gava Kurd li ser internêtê nameyan ji hev re dişînin, her yek bi awayekî dinivîsîne. Bila her kes li hev bike, ku li gor rastnivîsîna zimanê kurdî binivîsîne.
Tu li ser gramera Mîra Celadet Bedirxan çi dibêjî? Kurd dikarin
wê weke bingeh ji xwe re bi kar bînin?
Ez wê pirtûkê bi kar tînim. Lê dîsa jî ew wek Quran nîne, ew ne wek kitêba pîroz e. şaşitî û kêmanî tê de hene. Ew destpêka rê bû. Bê guman, di destpêkê de wê kêmasî hebin. Lê dîsa jî pirtûkeke gelekî giring e. Pirtûka pêşîn, ku min berî 20 salan bi dest xistibû, ew pirtûk bi xwe bû. Ez wê dîsa jî bi kar tînim. Gelek tiştên sivik tê de hene, ku gerek em îro zelaltir bikin.
Bi giştî ez başdibînim, ger mirov wê pirtûkê weke bingeh bi kar bîne.
Berî demekê ferhenga te ya kurmancî-ingilîzî derket. Armanca te ji vê xebatê çi ye?
Berî 16e salan, dema ku min dest pê kir, ku xwe hînî zimanê kurdî bikim, pir jêder tune bûn. Ji ber vê yekê, min dest bi amadekirina ferhengekê kir, da ku ez xwe bi xwe fêrî kurmancî bikim.
Piştre min dît, ku bi rastî ev yek dikare bê çap kirin, da ku berjewendiyên wê bigihên her kesî.
Ez hêvîdar im, ku ew ji bo standardkirina kurmancî jî bête qebûl kirin.
Herweha dema min dest bi hînbûna kurdiyê kir, ferhengên kurmancî-erebî, kurmancî-tirkî, kurmancî-rûsî hebûn, lê bi rastî kurmancî-ingilîzî tune bûn. Îro 3-4 ferhengên kurmancî-ingilîzî hene. Bê guman, zimanê ingilîzî îro gelekî giring e, ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo ingilîzîaxêvan jî. Ji bo Kurdan çêtir e, ku ew gel mesela Kurdan fêm bike. Û ger jêder û çavkaniyên bi zimanê ingilîzî hebin, dê rê xweşbikin ji bo gihiştina vê armancê. Herweha ji ber ku kesên biryardar di cîhanê de bi ingilîzî dizanin, dê çêtir be, ku jêderên li ser Kurdan bi ingilîzî hebin. Ez kêfxweşnînim, ku hêz di destê ingilîzaxêvan de ye, lê rastî ev e; ez nikarim vê rastiyê biguherim.
Te yê bixwesta ku hêz di destê kê de ba?
(dikene) Ez siyasetvan nînim; ez zimanzan im.
Ti projeyên te yên din ji bo zimanê kurdî hene?
Belê, hene. Pirtûkên min ji bo hînbûna kurmancî û soranî hene. Herweha pirtûkeke min a din bi navê 'Antolojiya Edebiyata Kurdî' bi zimanê ingilîzî heye. Ew ta niha hîn çap nebûne. Min hîn çapxane ji bo wan peyda nekirine. Ez hêvîdar im ku piştî derketina ferhenga min, rê ji bo vê yekê xweşbibe.
Tu dixwazî tiştekî li gotinên xwe zêde bikî?
Dixwazim bi vê dirûşmê gotinên xwe bi dawî bînim:
'Zimanekî wisa ku zarok pê nepeyivin, zimanekî bê paşeroj e!'
Gelek sipas ji te re ji bo vê hevpeyvînê. Em ê mesaja te bigihînin dê û bavên Kurdan.
Mala te ava!
|
 |
 |