 |
 |
04.11.2003 - 18:22
Dr. Burhan Yasîn: "PDK û YNK li miletê xwe
guhdar nakin û dixwazin Iraqê vegerînin
sîstema wê ya erebî ya berê!"
Hevpeyvîn: Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.com
BONN (amude.com) - Şemiya borî, li bajarê Bonnê li Elmanyayê,
konferensek ji aliyê NAVEND li ser pirsa referandum li Başûrê Kurdistanê
pêk hat. Yek ji beşdarên vê konferansê
Dr. Burhan Yasîn ji zanîngeha Lund a swêdî bû.
Li ser referandum û armancên wê min bi
Dr. Burhan Yasîn re ev hevpeyvîn kir:
MALPERA AMÛDÊ: Tu ji bo çi referendumê ji bo Başûrê
Kurdistanê giring dibînî?
DR. BURHAN YASÎN: Ez bawer dikim, ku kurd li Başûrê Kurdistanê
demeke mêjûyî ya gelekî giring derbas dikin. Dewleta Iraqê hatiye
helweşandin, dewleteke bi navê Iraqê tune ye. Ev tiştekî gelekî giring e.
Ji bo kurdan niha derfetek heye ku bikaribin nexşeya deverê biguherin. Di babeta xwe de,
min du glopên sor hilkişandin. Yek ji wan ew e, ku kurd niha di
prosesa çêkirina dewletekê de ne, ku piştre bi vê dewletê re
têkevin diyalogê de ji bo dozkirina mafên xwe? Bi rastî
ev tiştekî paradoks e.
Pirsa din jî ew bû, ku aye
tiştek wiha heye, ku 50 salan xelkê kurd û partiyên siyasî
li Başûrê Kurdistanê ji bo demoqrasiyê xebatê dikin
û niha ev demoqrasî bi xwe bibe amrasek di destê neteweya serdest de,
ku vê demoqrasiyê ji bo ferzkirina destûrekî li ser kurdan, ku kurd bi
xwe naxwazin, bi kar bînin?
Bi qenaeta min dewleta Iraqê xwedî nasnameyeke erebî ye
û stratîjiya wê jî erebî ye. Herweha Iraq endameke
di sîstema siyasî ya erebî de, ku ji 22 dewletên erebî
pêk tê. Tiştê xerîb ew e, ku kek Mesûd û mam Celal
û siyasetvanên di Partî (PDK) û Yekîtî (YNK)
de hewl didin ku Iraqê careke din vegerînin wê sîstema berê.
Bi rastî ev jî paradokse mezin e.
Dema me niha gelekî kêm e. Ez bawer im çend meh mane. Eger Kurd di van mehan de
ne kevin ser pê û hewl nede ku referandumekê pêk bîne,
destûra Iraqê dê bête danîn û eger destûr hate
danîn, em ê bikevin xeta paş destûrê. Wê demê em ê nema bikaribin
tiştekî bizîvirînin paş.
Gelo ji bo gava serxwebûnê dê piştgiriya cîhanî hebe?
Kurd dikarin gaveke wiha bavêjin bêyî ku dijminan ji xwe re çê kin?
Ez dikarim wiha bêjim, ku dijayetiyeke bi hêz li beramberî
vê meselê tune ye. Lê ligelbûneke bi hêz jî nîne.
Yoguslaviya û welatên Sovyeta berê mîna
lîtwaniya, Stoniya, Lataviya û welatên din, bi alîkarî û amadekirina
navneteweyî nehatin çê kirin. Ew daxwaza wan miletan bû. Ew milet derketin ser
cadê û doza serxwebûnê kirin û bi xwe jî serxwebûna xwe
îlan kirin. Û haletên din jî hene, ku hêza navneteweyî nikarîbûn
li hemberî serxwebûna hin dewletan tiştekî bikin. Di nerîna min de,
divê kurd vê pirsyarê ji xwe bikin: "Gelo em dikarin tiştekî
wisa bikin?" Em ji derve dest pê ne kin, divê em carekê li cem xwe dest pê bikin.
Meseleya referandum çareser nabe, ger em sihra federalîzm û autonomîzmê
helneweşînin.
Di nerîna te de, ji bo çi hêzên siyasî yên kurdî
li Başûrê Kurdistanê doza federalîzmê dikin û serxwebûna
xwe naxwazin?
Di baweriya min de, xwendineke kulturî, felsefî û siyasî heye.
Di 50 salan de, di bin dirûşmên 'Azadî ji bo Kurdistan
û demoqrasî ji bo Iraq' kulturek di nav kesayetiyên siyasî yên kurdî
de çê bûye. Mirov bi şev û rojekê ji vê kulturê
xelas nabe. Tevgera Kurdî ji bo wan dirûşman
şer kiriye, şehîd dane û xebat kiriye. Û xwendina siyasî ya
stratîjî de giring e. Partî di wê baweriyê de ne,
ku di zirûfên herêmî û cîhanî de, ew nikarin behsa
Kurdistaneke serbixwe bikin. Ew careke din ji bo hundir ji derve dest pê dikin.
Bi rastî ew hatine bestin bi felsefeya otonomîzmê û federalîzmê,
yan jî bi kêmzanîna neteweya serdest.
Dibe ku ew li dij meseleya referandum
û doza serxwebûnê ne, ji ber ew vê tevgerê ji xwe re weke munafis di meseleya
desthilatê de dibînin.
Partî dibêjin ku referandum mafekî kurdan ê rewa ye, lê bi xwe
ti gavên praktîk navêjin. Sedemên vê helwestê çi ne?
Partî dixwazim hem bi dilê miletî biaxifin û hem jî bi dilê xwe.
Ew siyaseta xwe dikin û ji milet re dibêjin 'ev mafê we ye, lê hûn niha nikarin'.
Bi rastî jî partî ditirsin, ku bi sedhezaran kurd li Hewlêr, Kerkûk û Silêmanî
derkevin ser cadê û ji nav wan partiyên teze derkevin
meydanê û desthilata Partî û Yekîtî kêm bibe. Bi rastî
helwesta wan a neyênî li hemberî referandum hem berdewambûneke dîrokî ye
li ser kultur, raman û felsefeya otonomîzimê, hem jî xwendineke siyasî ye
ji rewşa niha ya Kurdistanê û hem jî tirsa windakirina desthilatê ye.
Gelo ger partî rê ji bo pêkanîna referandum venekin, referandum dê
çawa pêk were?
Ev pirs gelek baş e. Bi rastî ez şik dikim, ger Partî û
Yekîtî bi rastî beramber meseleya referandum negatîv bin,
ev tevgera niha wekî ku heye, têrê nake. Şer ew e, ku cada Kurdistanê
bête hejandin û ev jî bi sed-dused kesan pêk nayê. Ji bo
dirûşma 'Referandum ji bo Kurdistaneke azad' pêwîste ku bi hezaran
kes dakevin cadê û ji Emerîka, Ingilîz û rojnamevanên
li wê derê bête xuya kirin, ku miletê kurd tiştekî din dixwaze.
Ev tevger bi zehmetî çê dibe. Enerjiyeke gelek mezin gerek e. Herweha divê
Kurdên ji derve biçin Kurdistanê û li gel kurdên li welat tevgereke
xurt çê kin.
Ma Emerîka dê bihêle ku kurd xwe ji Iraqê veqetînin?
Du aliyên vê meseleyê hene. Li aliyekî,
ger kurd bi sedhezaran derkevin cadan û eşkere bikin,
ku ew tiştekî din dixwazin, ew nikarin bêtne red kirin.
Li aliyê din, bi rastî erkê kurdan e, ku ji emerîkiyan re
eşkere bikin, ku di cîhana islamî de cada Kurdistanê tenê
li gel Emerîka ye. Ta bi Tirkiyê, dosta Emerîka ys kevn û
ya ku hesabên stratîjî li ser hatine kirin, 70% ji miletê wê
antî emrîkî ne. 90% ji kurdan li gel Emerîka ne.
Divê emerîkî vî tiştî bizanibin. Mirov dikare
li ser vê yekê hin hesabên stratîjî ava bike, lê
aliyê kurdî ta niha nikarî projeyên hêja bidin
emerîkiyan ku hesabên stratîjî li ser ava bikin.
Tu li ser qeleqa Tirkiyeyê ku kurd li Başûrê Kurdistanê
serxwebûna xwe îlan bikin. Gelo tiştek di destên tirkan de
heye ku bikin, an jî ev qerebalixa wan vala ye û tenê ji bo tirsandina kurdan e?
Ev pirseke pir giring e. Min di gelek cihan de nivîsandiye, ku
kurd hesabekê pir mezin ji Tirkiyeyê re çê dikin, ku ew
lê hêja be. Tirkiyê nikare vê xeletê bike. Ger tirk
bêyî erêkirina Emerîka bi hêzeke leşkerî
bêne Başûrê Kurdistanê, ew ê paşeroja xwe
ya stratîjî têk bibin. Tirkiyê dixwaze îro ji
meseleya qubrisê xelas be, naxwaze Qubriseke din çê ke. Eger
îro Tirkiyê bi nerazîbûna Emerîkayê
bête Kurdistanê, ew ê dijî Emerîka bê. Çimkî
niha di warê qanûnî de, Emerîka niha weke dagîrker berpirsyara
vî erdê dewleta ku jê re dibêjin "Iraq" e û li gel wê jî
Kurdistan. Pêwîst nake ku em pêşmergeyên xwe bişînin
şerê tirkan. Min di nameyekê de ji bo hikûmetên Kurdistanê
nivîsand, ku Tirkiyê nikare bi hesanî bête Kurdistanî.
Neistiqrariya li Iraqê ji bo kurdan derfetek e baş e ber bi
serxwebûna Başûrê Kurdistanê?
Bi rastî akterên mûnasib nînin ku tiştekî
çê kin. Bi şêweyeke giştî,
neistiqrariya Iraqê ji bo kurdan xêrek e.
Lê Partî û Yekîtî sûdê ji van êrîşên
li dijî Emerîka wernagirin. Wan daye li ser rêyekê, ku Iraqê careke
din bi hêz bikin. Ew dixwazin careke din sîstema siyasî Iraqê
ya erebî vegerînin.
|
 |
 |