www.amude.com - navenda çanda kurdî


16.09.2003 - 14:53

Mesûd Barzanî: Em leşkerên welatên cîran li Iraqê naxwazin!

DORTMUND (amude.com) - Rojnameyên elmanî 'Frankfurter Rundschau' û 'WAZ' îro hevpeyvîneke rojnamevana elman Andrea Nüsse bi serokê PDK-Iraq Mesûd Barzanî (57) re weşandin. MALPERA AMÛDÊ ew wergerand zimanê kurdî.



Mesûd Barzanî
(wêne: nefel.com)
USA dixwaze, ku welatin din jî leşkerên xwe bişînin Iraqê. Tu li ser vê yekê çi dibêjî?

Mesûd Barzanî: Baştirîn çareserî ji bo miletê Iraqî ew e, ku dagîrkerî bi dawî were. Lê wiha dixuye, ku ta wê yekê dê pêwîstiya gelê iraqî bi alîkariyê hebe. Em ne li dij in, ku leşkerên ewropî an navneteweyî bêne şandin. Lê, em li dijî şandina leşkeran ji welatên cîran in.

Yanî leşkerên tirkî jî na?

Mesûd Barzanî: Helwesta me gelekî eşkere ye: Em li dijî hebûna leşkerên hêzên herêmî li Iraqê ne, bi wan re yên tirkî jî.

Tu ji bo herêmên kurdî, yên ku ta niha stabîl bûn, çi guman dikî, ger Tirkiyê, ya ku xwedî peywendiyeke şidyayî bi hemî Kurdan re ye, daxwaza Washingtonê pêk werîne?

Mesûd Barzanî: Ger Emerîkî ewlekariyê û stabîlîtêtê dixwazin, wê çaxê divê ew ti hêzên herêmî neynin Iraqê. Lê ger ew bixwazin tiştê ku li cem me Kurdan heye ji dest bixin... Leşkerên welatên cîran dê problêman çêbikin û dê li ti beşekî Irakê stabîlîtêt nebe.

Wiha dixuye, ku sîstêma siyasî ya paşerojê dê li ser bingeheke olî û etnîk bête ava kirin. Nasnameyeke iraqî ya tevayî dikare ji wê ava bibe?

Mesûd Barzanî: Rastî carinan te´l e. Lê şaşitî ye, ger mirov guh nede rastiyê û wê qebûl neke. Iraq ji gel û olên cuda pêk tê, yên ku ta niha ne azad bûn. Sîstêmek ku bingeha wî ne belavkirineke wiha be, dikare di päşerojê de bête fikir kirin.

Kurd ji aliyê Sedam Hisên dihatin çewisandin û qewrandin. Ji ber vê yekê, baweriya gelekan ji wan bi Erebên sunî nayê. Tu çawa bi vê faktora sîkolocîk didî û distînî?

Mesûd Barzanî: Em naxwazin dijminayetiyê di navbera Kurd û Ereban de çêkin. Miletê ereb ne berpirsiyarê cerîma li dijî gelê kurd e, lê rêjîma berê. Em kar dikin, ku paşeroja Iraqê li ser hevbnediyekê pêk were, ku xwedî bingeheke bê zor be. Lê ger Kurd bi mecbûrî tiştekî bikin, ku ew jê nerazî bin, wê çaxê ne Iraqek li ser bingeha belavkirinê çêdibe û ne jî nasnameyeke iraqî ya hevbeş pêk tê.

Kurd sîstêmek federal dixwazin. Mafên Kurdan çawa dikarin tê de bêne parastin? Weke mînak pirsa ziman?

Mesûd Barzanî: An dê du zimanên me yên rismî hebin, an jî li herêmên erebî dê zimanê erebî yê pêşî be û kurdî yê duduyan. Berevajî wê jî li herêmên Kurdan.

Ew 90 000 Pêşmerga dê bikevin hêza leşkerî ya iraqî de? Yan ew dê wek berê herêmên Kurdan biparêzin?

Mesûd Barzanî: Pêşmerga ji niha ve bûne bingeha hêza leşkerî ya iraqî ya paşerojê. Ger carekê leşkeriyeke hevbeş çêbibe, ew wê çaxê dikarin li tevaya welat bêne bi kar anîn.

Ji ber derxistina Kurdan ji herêmên wan û anîna malbatên ereb li şûna wan, sînorên herêmên kurdî nema baş têne nas kirin.

Mesûd Barzanî: Sînorên Kurdistanê yên dîrokî li her derê naskirî ne. Ger berî 20000 salan an jî îro: Li Iraqê baş naskirî ye, ka sînorên kurdî bi beşê welat ê erebî re li kû ne.

We li ser vê yekê di Konseya Hikûmeta Iraqê de li hev kiriye?

Mesûd Barzanî: Dibe ku nerînin cuda li ser vê yekê hebin. Lê em ji ser a xwe danakevin.

Bajarên Kerkûk û Mûsilê, yên zengîn bi petrolê, pirsgirêkên guftûgoyê ne. Ji bo we ev bajar dê bibin beşek ji welatekî federal Kurdistan?

Mesûd Barzanî: Hemî herêmên, ku berî bicihkirina malbatên ereb, a ku ji sala 1961ê ve bi sîstêm dest pê kir, piraniya miletên wê Kurd bûn, kurdî ne. Ji ber vê yekê, Kerkûk ne tenê beşek ji Kurdistanê ye, ew dilê Kurdistanê ye. Li Mûsil mesele cuda ye. Li wê derê ji roja roj ve hin beş kurdî bûn, hinên din jî ereb.

Erebên, ku li herêmên Kurdan bi şêweyeke sîstêmatîk hatibûn bi cih kirn, dê çi bi wan were?

Mesûd Barzanî: Dema Paul Bremer berî çend rojan serdana Musilê kir, ji me re got, ku komîteyek dê ji bo çareserkirina van problêman nêzîk dest bi karê xwe bike. Pêwîste ku Yekîtiya Netewan jî li ser vê yekê bixebitin.
Divê ev Ereb dîsa vegerin, ji ber ku ew ji bo erebkirina Kurdistanê hatibûn anîn vê derê. Qet nabe, ku ji Kurdan re bête gotin, ku ew dikarin li vê derê bimînin. Lê divê bêhna me fireh be, ta ku çareseriyeke qanûnî bête peyda kirin.


Werger ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko


Hevpeyvîn bi elmanî:
http://www.fr-aktuell.de/ressorts/nachrichten_und_politik/international/?cnt=304988



  veger rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]