 |
 |
12.03.2004 - 00:14
Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir û li şikeftên Heskîfê
Hevindê Hûrî
Bê guman e, ku çûna hunermendê kurd ê binavûdeng Ciwan Haco ya Tirkiyê û Kurdistanê,
dê dîtinên cuda û reaksiyonên cawaz derxe holê, çi ji aliyê tirkan ve,
yan jî ji aliyê kurdan ve.
Binavûdengiya hunermend di nava kurdan de û taybetî û giraniya wî di mûzîka kurdî
de, van baweriyên cuda û xirecira li dora vê çûnê dide fêmkirin û sedemên
van reaksiyonan diyar dike.
Hunera Ciwan di koka xwe de û bi gelemperî xwedî naverokeke neteweyî ye û pirsa kurdî ji xwe re weke bingeh digire, ku di wextê xwe de bersiv û neynika hestên miletê kurd bû û ew tîbûna miletê kurd ji azadiyê û serxwebûnê re tevlî hestên hunermend, ku bixwe kurdekî welatperwer e, bûn û bi kirasekî nû Ciwan mûzîkeke kurdî ya nûjen afirand. Mûzîkeke ku bi demê re û bi guhertinên pir bilez re di warên kulturî û siyasî û aborî de, yên ku di Kurdistan û cîhanê de rû didan û hîna didin..
Weke gelek mûzîsyanan, Ciwan jî mûzîka xwe weke çekekî bi kar anî, ne bi tenê di pirsa neteweyî de, herweha di pirsên civakî de jî.
Pêşwaziya ku jê re li Kurdistanê û Stenbolê pêk hat, bersiveke xwezayî bû ji xebata wî ya dûv û dirêj ji bo nûjenkirina mûzîka kurdî re û çesipandinek bû ji aliyê hezkiriyên wî ve, ku ew hestên wan dijene, û li gor hewcedariyeke wan a giyanî afirandinê dike, ku bêguman hunermend bi kesayetiya xwe û hestên xwe yên hunerî bingeha vê afirandinê ne.
Aliyê neteweyî di vê pêşwaziyê de jî nayê windakirin, lê bêyî dîtina aliyê hunerî dê nirxandina vê pêşwaziyê seqet bike.
Bi her hal, komeke pir mezin ji hezkiriyên Ciwan ew hembêz kirin û vê yekê bala herkesî kişand.
Medya tirkî, ya ku di koka xwe de li ser bingehekî bazirganî tevdigere, xwe nêzî Ciwan kir û xwest ku sûdekê ji vê hatina wî bike. Dewlet jî ji ber hisabên xwe yên taybet û ji ber raya giştî û giranî û gelêriya hunermendê kurd Ciwan û ji ber hemwalatiya wî ya ewropî, xwe nêzîk nekir û bi nehînî kontrola xwe kir.
Ji aliyê medya kurdî ve, mixabin ne li gor girsbûna vê pêşwaziya gelêrî bû. Sedem jî ew bû, ku piraniya medya kurdî (ji bilî hinek malperên internêtê yên serbixwe) di bin kontrola partiyên siyasî de ne, yên ku bi mentalîteya êldariyê û hevalbendiyê tevdigerin û ne bi nerîneke neteweyî ya fireh îş û karên xwe dikin, û ew têkiliya aloz a ebedî di navbera ronakbîr û desthilatê de di vir de xweş xuya kir.
Serbixwebûna hunermend û ronakbîrên me kelem û astengên mezin tîne pêşiya wan. Ev yek gişt li her welatî heye, bi pileyên cawaz û newekhev. Lê hêjayî gotinê ye, ku li Stenbolê vexwendinek pir hêja ji aliyê ronakbîr û siyasetvanên serbixwe û komek ji hunermendên pir binavûdeng ji Ciwan re pêk hat. Belkî di pîvanên neteweyî û hunerî de ev vexwendin ji hemî çalakiyên din giringtir bû, wan hişt ku mirov bi hêvî bibe, ku ronakbîr bi serê xwe karin bi zanebûn desthilatdariyeke serbixwe û azad biafirînin û li hember qeyd û astengên rêxistin û dezgehan hêzek bin, ku paxav ji wan tê kirin. Bê azadî afirandin nîne û gereke ev yek ji her kesî ve xuya be, yan na em dê ezmûna xirab û qirêj a desthilatdariyên dîktator car din vegerînin û di cihê xwe de bê sûde bizîvirin...!!
Di çarçoveya bersiv û dîtinên li ser çûna Ciwan de, ji aliyê kurdan ve nivîsa Rêbwar Pîremêrd (Malpera Amûdê, 16.01.2004) bû.
Nivîskar di nivîsa xwe de dibêje, ku wî hemî çalakiyên Ciwan (konser, hevpeyvîn, tv....) şopandine û gihaye encamekê, ku Ciwan xwe ji siyasetê dûr dixe û dixwaze "xwe bike çavên tirkan" û ev yek jê re xwekuştin e!!
Berî her tiştî "şopandina" nivîskarê me ne rast e! Ya din, wî diyar nekiriye ka Ciwan ev gotin li kû (kovar, rojname ..hwd) û kengî gotine? Ango çavkaniyên wî ne diyar in, ji bilî programa Hulya Avşar. Ev yek jî di nivîsa wî de kêmasiyeke rêbazî û bingehîn e.
Ji bo ku em vê "şopandin" a nivîskar "biçesipînin!", em dê konsera Batmanê "bişopînin!".
Li Batmanê Ciwan axivî û di navbera her stranekê û ya din de gelek gotin ji cemawerê xwe re gotin. Ev axavtin weke mesajên siyasî bûn, ez dê hinekan ji wan ji xwendevanan re binivîsim:
- "Miletê kurd misteheqê vê xebatê, vê berxwedanê ye, heqê wî ye, êdî metirsin.."
- "Hunê gihine heqê xwe, bîna xwe fireh bikin.... Bê pevçûn, bê şer, em şer naxwazin.."
- "Em dibên ziman, ev heqê me ye.."
- "Bila dinya hisa me bike.."
Ji aliyê din ve, Ciwan bi zanebûn stranên xwe bijartibûn û dixwest ku ji dewletê û ji miletê xwe herduan re nameyekê ragihîne. Name jî pir bi wate bû, gava ku strand û got:
"Diyarbekir mala min e warê bav û kalên min e Diyarbekir paytexta min e.."
Pirseke rewa li vir xwe dide pêş: Gelo mirov bi vî rengî xwe ji siyasetê dûr dixe? Û bi vî rengî "xwe dixe çavên tirkan"?
Gotinên bi vî rengî êdî hêzên siyasî xwe jê dûr dixin. Îro weke ku tirk ji pirsa cografiya Kurdistanê dipelikênin, ji tu tiştên din napelikînin û aciz nabin, dêmek tu ji wan re bêjî "Diyarbekir paytexta min e", ne karekî hêsan e, ji xwe tu qet bi wan şêrîn nabî. Herweha projeyên siyasî, yên ku îro di rojevê de ne, ji stranên Ciwan pir li paştir in!!
Her di eynî konserê de, qîzeke piçûk bi cil û bergên kurdî, bi rengên kesk û sor û zer, derkete ser dikê. Ciwan weha got: "Meyzênin, bê çi cilê wê xweşik in, çi rengên wan xweşik in". Tu xwedî wijdan nikarin bêjin ku riya razîkirina tirkan bi vî awayî dibe!!
Ya rast ew e, ku nivîskarê me beşdarbûna Ciwan a programa Hulya Avşar nirxandiye û şopandiye, û li xweşiya wî nehatiye! Lê tanî vê nirxandinê jî seqet e.
Rêbwar bi rê ve diçe û li ser vê programê dibêje: "Dixuya bû, ku pir bi heyecan e, weke kesekî bixwaze bibe xwedî şohret". Bi heyecan be, tiştekî normal e, lê çawa nivîskarê me van kesên ku dixwazin bibine xwedî şohret nas dike? Çi li wan xuya dike? Ev ne diyar e. Û Ciwan bixwe çiqasî pêwîstiya wî bi şohretê heye? Ev jî cihê goman û fikaran e!!
"Li ber H.Avşaar çilmisî bû". Nivîskarê me ev ji kû aniye û çilmisandin çawa ye? Min jî ew program dît. Ciwan bi serbestî henek bi H. A. re dikirin û tu çilmisandin û heyecan lê xuya nedikir, berevajî, serdestiya wî di wê programê de xuya bû. Ji xwe ne cara yekemîn e, ku di televizyonan de derdikeve, ku bitirse yan xwe şaş bike.
"Ciwanê min jî hem dilîst, hem digot. Ciwan xwe bi awakî ecêb dihejand.. Qaşo dilîst, lê qet semîmî nebû.. Yanî te digot dixwaze xwe bike çavên tirkan." Ango hejandina Ciwan a ecêb ji bo ku xwe bike çavên tirkan!! Gelo mirovekî bi aqil vê gotinê dibêje? Ji bo vê armanca siyasî-hunerî "hejandineke ecêb!" bes e!. Îşê me kurdan bi tirkan re pir hêsan e, hinek sema û dîlan besî me ye, ku em û tirk ji hev hez bikin û vî qasî me nizanîbû, ku çarenûsa me û pêkanîna armancên me wisa hêsan e..!!??
Ji alîkî din ve, ev jî nerînek û nirxandineke bê bingeh e, û li hewa ye, ji ber ku nivîskar nêtên hunermend di liveke wî de dibîne, ku mumkin e armanca Ciwan ne ew be. Di vir de gelek alternatîv xuya dikin, ji wan:
- Belkî Ciwan bi rastî nizane xwe bihejîne?
- Belkî dixwest xwe bixe çavên cemawerê xwe?
- Belkî dixwest xwe bixe çavên H. Avşar?
- Belkî wesitya bû û derdên wî hebûn, ku ew hejandina "ecêb" kir?
Belkî û belkî… Paşê Ciwan ji kû zane, ku bi vê"hejandina xwe ya ecêb" wê tirk jê hez bikin û wê têkeve çavên wan? Ma riyên ji vê hêsantir û aktîvtir tune ne?
Ji xwe guneh e, ku mirov bi riya alaveke ragihandinê bi rehetî nirxandinê bike. Encama vê nirxandinê dê bi tu rengî rast dernekeve. Û ji hemiyê girîngtir ew e, ku kes nikare nêtên mirovan ji livekê û bi wêneyekî yan jî bi hejandinekê nas bike û pir şaş û xirab e, ku mirov bi vî awayî mehkûm bibe!
Erkê her nivîskarekî ye, ku rastiyê bêje û nîvco neke. Rexne bê rastî û bê dokumentekirin pir qels û seqet e. Rêbwar jî xwe dûrî rastiyê kiriye, gava ku bi "ön yargi" Ciwan mehkûm kiriye û nivîsa xwe li gor tiştekî di serê xwe de saz kiriye û ne li gor rastiya bûyeran ev nirxandin û rexne kirine. Yan na, çima konsera Batmanê ji bîr kiriye? Ma ji siyasetê dûrketin ew e, ku strana "min navê xwe kola li bircên Diyarbekir" li Stenbolê bêje?
Ez naxwazim weke wî di nêtên wî de falan vekim, lê ez hêvî dikim ku armanca wî jî weke ya min ji vê rexneyê pêşketina kultur û hunera kurdî û parastina hunermendên kurd be, û ne armancên nehênî bin!
|
 |
 |