 |
 |
07.03.2004 - 16:21
Sivore jî dibêje: Ber û minên min!
Hêvî Berwarî - Berlîn
hberwari@hotmail.com
Hind kes hene, mişexwerin û dixwazin li ser giyan û bîr û bawerên hind
kesên din bijîn û xwe vejînin.
Derheqî gotara xanim Selwa Gulî min ji hejî nedît ez bersivekê bidem û
hind xalan danim ser pîtan û hind tiştan zelal bikem. Lê li dawiyê min
biryar da, ku çarçoveya bêdengiyê bişkînim û bi xeber bêm.
Xanima Selwa Gulî di malpera "amude.com" da - weke gotara berî wê di heman
malperê de belavkirî - xwestiye muzayeda kurdînî û welatparêziyê li ser hem
hesabê PENa Kurd û hem jî li ser hesabê bîr û ramanên min ên azad û
şexsî encam bide. Ez dixwazim bersiva xanima Gulî di van xalan de bînim ziman:
1. Ji gaî guh hatiye girtin, ji dîdarê tevê bitenê aliyê siyasî girtiye
û ew dîdara dirêj a 6 rûpeliyane bitenê çar peyvên derheqî şoreşa Bakur ji
xwe re kirîne belge û behane.
2. Ne ji dûr û ne ji nêzîk PENa Kurd peywendî bi vê dîdarê ve nebûye û
nîne. Ew gotin ji derveyî karê PENê bûye.
3. Berî ez endama PENê bim, ez li pêşiyê miroveke azad, pêşmergeke
azad, kurdeke azad bûm. Min çawan pesna şoreşa Bakur daye, weha
min helbest bi şoreş û qehremanên şoreşa Başur û hemû parçeyên
Kurdistanê gotine û nivîsandine. Dîrok şahida vê yekê ye.
Min weke rêxistina navxweyî hem li bajar û hem li gundên Kurdistanê xebata xwe kiriye, di nav cergê
rêjîma Sedamî de. Min zaroyên kurdan fêrî zimanê kurdî yê
pîroz kirine û yekem jina deverê min mil bi milê rewşenbîrên herêmê
rarê xwe kiriye. Di wê demê de, dema xwendina bi kurdî hatiye qedexekirin,
kesên mîna xanima Selwa fedî dikir bibêjin "ez kurdî dizanim" û wê demê xanima me
hîç ji peyva kurdî nedzanî. Li hêlekê azadiya ramanên min sînor dike
û li hêla din alîgeriyeke eşkera dike
û bi vê muzayeda kurdîniyê li ser me dike. Hevalên min îro di
hikumet û saziyên Başûr de berpirs in. Ew dikare ji wan bipirse û ji Xaneqîn
ta Zaxo ez tevlî kar û xebatên rewşinbîriya kurdî bûme.
4. Ez dixwazim ji xwişka xwe Selwa Gulî re bêjim, ku nekeve dawa kesên têkder û
ajaweçî, guh nede wan kesan, ên ku duberyî û têkdanê hatine naskirin. Ev
destpêka te ye, fermo hind peyvên kurdî binivîsîne baştir e.
Bîr û bawerên xelkekê azad tawanbar neke, çunkî ez baş dizanim ew gotar te ji
bîrû bawerî û hestên xwe nenivîsandiye. Belkî wan kesên têkder,
ên em baş nas dikin, tu paldaye.
5. We ez kirime "Nîrunê roma sutî" û "gurê Yusif Xwerlî" ji ber ku min
behsa şoreşa Bakur û hêja Ebdilla Ocalanî kiriye. Eger hûn dijminayetiya vê
şoreşê biken, ez ne amade me dijminayetiyê bikem, û di axaftinên xwe de min
bitenê behsa Bakur kiriye û min gotiye "di nîv sedaya bûrî de, li bakurê
Kurdistanê şoreş nebû, bêdengî hebû.." û rojnameyê hind çewtî encam
dayne. Min bi hîç şêweyî rola şoreşên din ên kurdî mandêla nekiriye.
Lê tiştê li dawiyê ez dixwazim bêjim, ger tu dijî bîr û baweriyên PENa Kurd
û desteya birêvebir î, çima tu di vê saziyê de endam î??!!
Û ez dixwazim bêjim ev şêweyê gotarê di xizmeta kê de ye?
Aya mebest ji van şêweyên gotaran çi ye?
Eger hûn dixwazin muzayedê li ser axaftinên min bikin, dibêjim we şeqî
nebin, hewldanên we "qoçana di gel kevirî" ne.
Berlîn, 04.03.04
|
 |
 |