 |
 |
01.11.2003 - 03:30
Rola Cegerxwîn di nav tevgera neteweyî de
Dr. Hesen Seyfedîn

Dr. Hesen Seyfedîn

Cegerxwîn
|
Bi rastî, Cegerxwîn ne tenê ristevan, çîrokvan û lêkolînereke gewre û hêja
bû di nav miletê xwe de, lê belê di nav refên xebata neteweyî de têkoşer
û xebatkarekî bê westan bû, weke wî ji hevalên xwe yên xebatê re gotiye 'Naxwazim
di nav karwanê azadîxwazan de destvala bi rê kevim, ta ji min tê û ji min bê ez ê
bi we re ji miletê xwe û hemî miletên bindest re bixebitim'.
Cegerxwîn di destpêka jiyana xwe de, berê wî ket xwendina olperestî û di demeke kurt de ji ber zîrekî û jêhatîbûna wî pêpelûk û qonaxên fireh derbas kirin. Cegerxwîn bi xwendina xwe re çavên wî li ser êşên miletê wî vebûn, ew êşên ku şerê cîhanî yê yekemîn ew tê de hiştibûn û li ser dengê topên şoreşên Şêx Seîd û Mehmûdê Hefîd û bayê Şoreşa Oktoberê şiyar bû. Cegerxwîn xwe di ber koçberî, birçîbûn û bindestiya miletê xwe de xwedîbar dît û ji bilî van tiştan jî kedxwariya beg û axan û kevneperestiya şêx û melan cihekî fireh di hiş û bîrê wî de girt.
Van baweriyan hiştin ku Cegerxwîn tevlî rêxistinên civakî û neteweyî bibe, ji bilî tevlîbûnê jî destê wî di damezirandina hin rêxstinan de hebû, ji ber dixwest di riya wan re armanc û daxwazên miletê xwe pêk bîne.
Ji rêxistinên ku Cegerxwîn bi wan re kar kiribû, ev in:
1. Civata Xeyrî: Cegerxwîn û Evdilqadirê Têlo ev civat di sala 1932ê de çê kirirbûn. Armanca wê -wek Cegerxwîn dibêje- alîkariya feqîrên Kurdan wek nexweş, sêwî, rêwî û derketiyan. Lê mixabin ji ber dizîna sindoqa wê, civat ji hev ket, lê ew bû dergehek ji bo çêkirina civateke mezintir.
2. Civata Xeyrî ya mezin: Çêkirina vê civatê kete bîra Haco axa piştî ku Cegerxwîn pergala civata xeyrî jê re şirove kir.
Serokê civatê Hesenê Haco axa bi berpirsyariya Şewket Zulfî beg, Cegerxwîn û hevalên xwe li Amûdê bûn destek û serokatiya wê ma di destê axa û began de. Lê mixabin gelek neçû dubendî kete navbera Haco axa û Qedrî beg û civat ji hev ket, lê Haco axa civat careke dî bi serokatiya xwe çê kir. Cegerxwîn û xwarziyê wî mele Elî, Resûl axa, Sedîq Mardînî û Tewfîq Cemîl bûn destekên civatê.
Cegerxwîn dibêje: "Tenê tiştê me ji vê civatê qezinc kir. ew bû ku me tîpên latînî ji Celadet beg re kirîn.
3. Nadiya Ciwanên Kurd (Jonkurd): Dema Firensa di Cezîrê de bû û piştî şewata Amûdê (Toşa Amûdê), Cegerxwîn di sala 1938ê de Nadiya Ciwanên Kurd çê kir, da ku xortên kurd bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin, dîrok û rewşa miletê xwe nas bikin û wan hînî welatperweriyê bikin. Lê bi wan re dirêj ne kir û nadî hate girtin û Cegerxwîn dibêje: "Yê ku bû sedema girtina wê nadiyê, axa Newafê Hesen bû û bi navtêdana Fillehan."
Nadiya Ciwanên Kurd karîbû bi Kurdên Cezîrê bide zanîn ku karin zarokên xwe bi zimanê kurdî hînî xwendinê bikin, û rêçeke nû li ber xorta vekir. Cegerxwîn dibêje: "Nadiya Ciwanên Kurd çavên Kurdên vê hindamê baş vekirî hişt, û baweriyeke nû afirand û da zanîn ku xortên nû dikarin têkilî tevgerên rêzaniya welatê xwe bibin, dûrtir binêrin û ber pozê xwe wêdetir bibînin."
4. Civata Azadî û Yekîtiya Kurdistan (berê Xoybûn bû): Ev civat di sala 1946ê de bi serokatiya Ehmed Nafiz hat damazirandin. Sekretêrê serek Cegerxwîn bû û sindoqemînî Arif Ebas û destek mele Elî, miftî mele Ehmed û Hacî Yûsiv bûn. Di destpêkê de navê vê civatê Xoybûn bû, lê piştre navê wê di civatekê de guhertin. Cegerxwîn dibêje ku sedem ew bû, ku navê Xoybûn di nav Kurdêên Sûryayê de ne xweş hatibû bihîstin. Tiştên ku vê civatê kirine ev bûn:
o çil perçe daxwazname şandin San Fransîskoyê
o peya û nivîsarên xwe gihandin Mehabadê
o bi Ingilîz û Emrîkiyan re gelek danûstandin kirin
5. Civata Aştîxwazên Sûrya: Cegerxwîn piştî ku dev ji Civata Azadîxwazan berda, tevlî ya Aştîxwazan bû, ku di sala 1950î de jê re ji endamekî civatê nivîsarek hatibû, jê dixwest ku tevlî wan bibe. Cegerxwîn di bersiva xwe de dibêje: "Pir cihê payedariyê ye ku bibim yek ji destikên Civata Aştîxwazên Sûryayê."
Cegerxwîn karîbû gelek kesan bikşîne nav vê civatê, wek Hacî Şêxmûs, Ehmed Namî, Osman Sebrî, Reşîd Hemo û Şewket Henan. Ew ta sala 1957ê tê de man. Cegerxwîn dibêje: "Dostaniya min û Partiya Komunîst a Sûrya ji sala 1949ê dest pê kirye û di sala 1957ê de em dûrî hev bûne yan jî wan ez dûrî xwe xistim."
Tiştê ku hişt Cegerxwîn û gelek hevalên wî dev ji vê civatê berdin, ew bû ku şerê kurdîtiyê dikirin û rojnameya cotkaran, a ku bi zimanî kurdî der diket, sekinandin û dixwestin ku Kurd bêjin 'em Ereb in' û dûrî kurdîtiya xwe bikevin.
6. Benda Azadî: Piştî ku Cegerxwîn û hevalên wî dûrî Komûnîstan ketin, xwestin ku partiyekê çê kin, ku ramanên wê komûnistî bin û armancên Kurdan jî pêk bînin. Lê dema Cegerxwîn dît ku hevalên wî şerê Komûnîstan dikin, ev bend hilweşandin û di sala 1958ê de tevlî Partiya Demoqrate Kurdistan Sûrya bûn.
7. Partiya Demoqrate Kurdistan Sûrya: Piştî damezirandina Partiya Demoqrate Kurdistan Sûrya di 14.06.1957ê de li ser destê Hemîd Derwîş, Osman Sebrî û Hemzeyê Newêran bi salekê, Benda Azadî tevlî partiyê bû û Cegerxwîn bû endamê komîteya navendî. Dema kongireyê yekemîn di 1967ê de li bajarê Helebê çê bû, ew careke dî hate helbijartin û gelek deng anîn û ma endamê komîteyê.
Cegerxwîn dibêje: "Di kongireyê 1967ê de, navê min gelek deng standin û ta îro jî, ku sala 1973ê ye, ez bi wan re bi xurtî kêferatê ji miletê xwe re dikim." Di kongireyê duyemîn de di sala 1973ê de, Cegerxwîn ta sala 1975 bû endamê nivîsgiha siyasî.
Cegerxwîn di sala 1979ê de berê xwe da Swêdê û xebata xwe ya rêzanî wek endamê komîteya navendî û nûnerê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûryayê berdewam kir û li gelek çalakî û civatan amade bû, ta di 22-10-1984ê de li Stockholm çû ser dilovanya xwe.
Di xalên bûrî de, diyar dibe çawa seydayê hêja Cegerxwîn bi girêkên kûr bi civaka kurdî ve hatibû girêdan û nemerdî di kar û xebata xwe ya netweyî de ne kiriye. Ji ber vê yekê, mirov dikare bibêje ku Cegerxwîn wê bimîne stêreke geş li asîmanê xebata neteweyî û wê rêça azadîxwazan her û her ronahî bide.
|
 |
 |