 |
 |
17.08.2003 - 11:20
Ez bo we amade me
Hêlîn Remê - Qamişlo
heleze@amude.com
Her tevgerek azadîxwaz qonaxên wê yên taybetî hene, di wan de lêvegerê dike,
şaşî û kêmasiyên xwe dide ber pîvanê. Ev xwerexnekirin di
rewşên suriştî de dibin, ne dibin sîbera dijmin û dagîrkeran de.
Kurdan pir tiştên xwe yên taybet hene, ew jî ji perwerdahiya raman û olên derdora xwe girtine. Heger em vegerin dîroka gelê xwe, emê pir sinc û yasayên bilind bigrin, gelê me tu carî stemkarî ne kiriye û xiyanet bi dost û mêvanan re jî ne kiriye û qîma xwe bi stemkariyê ne
aniye, û li ber xwe daye, xwe li rex dijminan de jî sutûxwarî ne kiriye. Mînak jî di vî warî de pir in, hema emê yên vê demê bihejmêrin: Leyla
Qasim, Qadî Mihemed, Leyla Zana, Barzanî, Hesen Salih û hevalên xwe, ....
Di salên heyşteyê de, tevgera PKK piştî hatina rêjêma leşkerî bi serokatiya Kinan Ivrîn li Tirkiyeyê xwe berda nav me Kurdên Başûrê-Rojavayî Kurdistanê. Me wek biran pêşwaziya wan kir, ew bi cih û xwarin kirin (helbet hemî di riya rêxistinên me de bû).
Mixabin evan mêvanan li gelek cihan sînorên mêvandariyê derbas kirin, pê re jî xwe kirin serkêşê milet. Ev kiryar piştî civîna Ocelan bi serekatiya netewî ya Bees re (qiyade el-qewmiye) di bin serokatiya
Ebdellah El-Ehmer bû, û belge di vî warî de pir in.
Siyaseta ku Ocelan dida meşandin, li gor rêbaza Bees bû. Ew bi xwe li ser van xalên jêrîn dixebitî:
1. Dubatkirina tunebûna perçekî ji Kurdistanê li Sûryayê
ew di pirtûk û peyvên wî de diyar e. Di pirtûka xwe de dibêje: "Ez kar dikim ku Kurdan vegerînim welatê wan li Bakur, ev jî bi erêniya rêjîma Sûryayê ye. Li gorî afrandin û lêkolînên ku min kirine, Kurd ji salên bîstan berê xwe dane Sûryayê, bi sedema nakokiyên êlî û şoreşên şêxan dijî Tirkiyeyê...".
Em dikarin ji Ocelan û partiya wî re bipirsin, ka ev kavilên li Xerab
El-Ebid hatin dîtin, ji kû hatine? Temenê ewî Şêxî, ku navê wî Mûsayê Bacilî ye bêtir ji hezar salî ye û bi kurdî û erebî li ser kêlên wî hatiye nivîsîn, ev yek ji sedî û Girê Mozan û Lêlan û û û......
2. Parastina rêjîma Sûryayê ji rewşenbîr û xebatkerên kurd, bi kuştin û birîndarkirin. Nimûne jî li ser vî karê kirêt pir in, ta îro jî dostên PKK/KADEK lêborîn ji gelê Kurd ne xwestine, lê "giha di bin
keviran de namîne". Me ji wan re digot: Rêjîma Sûryayê rêjîmeke dagîrker e, gereke hûn têkiliyan pê re nekin. Ewan wiha bersiv didan: "Peywendiyên me tektîkî ne, ne stratîcî ne."
Îro rastiya rêjîma Sûryayê ji wan re diyar bû, mixabin ew wan ji xwe re nagirin, hîn jî yên wek Kanî Yelmaz pesnê demokrasiya rêjîma Sûryayê didin.
3. Mijûlkirina Kurdan li vî perçeyî bi perçeyên din
Gera kadirên wan jî di bin sîbera liqên parastinê de bû, carnan şaxek bûn ji prastina dewletê, û carine din bi parastinê leşkerî re girêdayî bûn, û di dawiyê de ketin bin zêrevaniya parastina siyasî. Ev çûn û hatin hemî li gor şîretên berpirsiyarên rêjîmê bûn.
Guhertin di cîhanê de bi ketina Soviyêt û dewletên sosyal dest pê kir. Avakirina rêjîmeke nû di cîhanê de peşniyar bû, hemî rêxistinên çekdarî bûn armanca USAyê, ya ku bû sermiyana yekane ji gerdûnê re.
Mixabin navê PKK wek hêzeke terorîst di lîsta emrîkî de hat, lewra kotekî pir li Sûryayê hate kirin, û têkiliyên Sûryayê û Tirkiyeyê ji hev ketin, û Tirkan mercê xwe yê yekemîn ji Sûryayê xwestin, ku Ocelan bide wan. Ev mercê han di navbera Sûryayê û Tirkiyeyê û USAyê de bi arîkariya Misra Husnî Mubarek pêk hat.
Wan Ocelan li çend dewletan gerandin, bo rêke yasayî jê re bibînin, da ku di demên pêş de ev dewlet nebin cihê pirsiyariyê. Di dawiyê de, ew di Kîniyayê de derxistin, a ku xwedî peymaneke bi USAyê re ye, ku her kesê xwestî ji rex USA ve bête teslîm kirin. Ocelan hate girtin û berê wî dan Tirkiyeyê.
Di balafirê de, Ocelan amadbûna xwe ji bo xizmeta dewleta Tirk eşkere kir, û îro ew xizmtê bi dest dixe.
Berî çendekê, pêrgiya Ocelan bi parêzerê wî re gihişte min, ew jî di 18.06.2003an de bû. Di destpêkê de, Ocelan ji parêzerê xwe dipirse ka rewşa hevalên wî çawa ye, hin ji wan ew bi xwe pîs dike û hinan
qenc dike, lê dîsa wan jî pîs dike. Mirov têdighê, ku yê parêzer
tinaziyên xwe pê dike, dema ku jê re dibêje, ku rapora wî ya dadgehê
bandoreke mezin li Kurdên Iraqê kir. Zimanê wî jî li vir difilite û li ser rewşa nû ya Iraqê diaxive û dibêje: "Emerîka xweş bi têkiliyên Barzanî bi Sedam re dizane, lewra ew baweriyê bi Berzaniyan nakin. Lê heger Emerîka bixwaze dostaniya min bike, gereke bi awayekî demokratî be...".
Gava li ser rewşa Kurdan li Başûr diaxive, bi germî şerê Mesûd Barzanî û Celal Talbanî dike û wan dike malikên netewa hov de, lê xwe dibîne suxteyê Mistefa Kemal di ramanên demokratî de, û dibêje: "Prosesa avakirina Israîla diwyemîn bi kar têt.". Mebesta wî jî herêma Kurdistanê ye.
Heger em li dîroka Ocelan ya siyasî vegerin, ew rojekê jî ji bo kurdîtiyê
ne xebitiye. Di dema ku li Sûryayê akincî bû, Hafiz El-Esed dikir nimûne ji xwe û hemî tevgerên azadîxwaz re (hûn dikarin vegerin hejmarên "Dengê Kurdistan" yên wê demê, hûnê rastiya helwestên wî nas bikin).
Îro jî Ataturk kiriye mînak ji ramanên xwe re, ew Ataturkê ku bi sedan kuştargeh bi serê Kurdan anîne, bûye mirovekî demokrat wekî Ocelan dibêje. Lê rêbaz û helwestên wî eşkere dikin, ku ew mirove bîsmarkî ye, û li ser bingiha wê dimeşe (armanc awaya rewa dikin), lewra ew îro ji Tirkan re dibêje: "Ez ji xizmeta we re amade me." Mebesta wî jî, ku xwe ji biryara dadegeha Tirkan biparêze.
30.07.2003
|
 |
 |