Filmê Yilmaz Erdogan "Vizontele"
li ber neynikeke kurdî
Helîm Yûsiv
Dîtina filmê "Vizontele" yê Yilmaz Erdogan bi xwe re gelek
pirsên kevn û nû vêdixîne. Çiqasî diyar be jî
ku film ji hêla teknîkî de bi kedeke berbiçav û bi
baldarî hatiye kişandin. Herweha, ji hêla komêdî de jî,
dikara bînerê xwe bi xwe re bibe nav rojeva xwe û wî/ê bikenîne
ji ber ku film, dînem bi dîmen, li ser bingeheke komêdî hatiye avakirin.
Ligel ku carna beza bidû bûyer û peyv û şêweyên
tinaziyê de ji film re dibê bar, dîsa jî xwînsivikayiyê
atmosfêra film dagirtibû. Lê eger mirov vî filmî, bi
taybetiya wî, deyne ber neynikeke kurdewarî û hinekî bi lêhûrnerînekê
ji hêla siyasî de lê binere, mirov digihê encamin girêdayî
rewşa awarte ya cihê ku film û bûyer û dema film lê hatine sazkirin.
Bi kurtayî ev mejara vê kurte-gotara min.
Kesayetiyên sereke di film de
Kesê serekrol "Emîn-Yilmaz Erdogan" di film de li gor
nimûneyê naskirî, yê asayî, ku ji bo rolên qerfî
û tinazî têne hilbejartin, hatiye pêşkêşkirin.
Ev kes "nimûne" ewe yê "dînik" an ehmeq "nîvdîn", bi gotineke
gelêrî "tirtikî" ku di heman demê de jîrtirîn,
balkêştirîn kese di civakê de. Ev kes-nimûne, bi tevayî,
di warê komêdya civakî de pir hatiye bikaranîn, weke mînak bi dehê caran
di film û drama erebî de hatiye dubarekirin, hetanî ku du lîstikvanên
sereke di derdorên komêdya erebî de, Durêd Leham, yê ku bi navê hunerî
"Xewar Toşê" tê naskirin. Weke wî jî Adil Imam, stêrkê komêdya
Misrî ku di şanoyên mîna "Dibistana bêciran", "şahidê
ku tiştek nedîtiye" û "Serok" de û di gelek filman de rola yê
"dînik" ku bi Misrî peyvek taybet jêre heye "ebît" lîstiye.
Bêguman ev mînakên me gotin yên serketî ne û ev yek ji
nirxê kesayetiya "Emîn" kêmnake, lê ji hêla karektêrên
kesan de Y. Erdogan bêtir destê xwe avêtiye nimûneyên
amade. Kesên din jî dikevin bin siya vê têbîniyê, weke
yê devkox "bêdiran" û "Mele" yê lalik, weha jî alîgirê
serokê belediyê yê bê por ku tim neynika wî di dest de ye û ji
her kesî bêtir li porê xwe miqateye.
Ev kes tevde nimûneyên
amade ne ji bo ken. Lewra mînakên filmên dî tim dianîn bîra
mirov. Ligel ku rola kesan di bûyerên film de bi hostayî hatiye hûnandin.
Her yek li gor wezîfeya xwe tevna çîroka film, ji hêla teknîkî de,
bi awayekî xwebihevgirtî dirêse. Lê ji hêla rolên wan di jiyanê de
dibin cihê gengeşiyê. Eger rolên dê -Demet Akbag- û law
"Rifat" û xwediyê sînemê û yê muteehid -Cem Yimaz- û zarokan
asayî xwe didin pêş, rola bav -Altan Erkekli- serokê belediyê
gelek pirsan bi mirov re çêdike, weha jî rola wan "polîsên belengaz"!
Çîrok û bûyerên film
Sênaryonivîs, bi hemû hawî, xwestibû xêzên bingehîn
û hevbeş ji çîrokê bi destê xwe ve ragire. Ji wan xêzên giring:
- Têkiliya wî "Emîn" bi goradiya wî re,
- Çûna xort "Rifat" leşkeriyê û mirina wî,
- Hatina televizyonê û binerdkirina wê.
Bi giştî, ji berhevkirina bûyeran bêtir çîrok ya cih û
ya kesan bû. Cih, "bajarokekî biçûk li başûrê Tirkiyê"
- weke ku hatibû nivîsandin - û kes, yên sereke mîna Emîn, serokê
belediyê, Muteehid, dê..ango çîroka kesên wî cihî bû.
Di nav danhera bûyerên çîrokê de û li gel
guhlêdana sînorderbaskirî ya qerf û tinaziyancarna tayê bûyerên
pir ji destê sênaryonivîs difilitî, ev bûyer dibûn mîna
endamên li laşê film zêde. Mînaka têkeliya Emîn û jina
Danimarkî. Her çiqasî xeyal be jî, lê dîsa, ne cih û ne dema
bûyer xwe bi hev nedigirtin. Weha jî bûyerê zewaca bilez ya yara
Rifat -Gulîzar- evê ku li leşkeriyê hatibû kuştin, ku ji
nişkave û bi hinderkirina televizyona ku ew agahiya mirinê da wan bi encam bû.
Dê ya di bin bandora şîretên Mele de dixwest televizyonê - ku weke sembola
teknelocî û nûjeniyê bê nirxandin - derfet jê re dihat, lê vexwarina
"ereqê" ji hêla bav v, piştî mirina lawê wî, mirov dibir
civakeke dî, ne civakeke paşketî, dîndar, gundî û girtî ya wê deverê.
Ligel ku bikaranîna dinya ya zarokan û têkeliya xelkên wê deverê
bi sînemêre bi awayekî sererast hatibû çêkirin. Tev ku
dinya ya zarokan dinyayeke serbixwe ye û mijareke taybetî jî lê
dîsa bi zanebûn hatibû bikaranîn ku bi tevayî diketin xizmeta
xêzên giştî yên çîroka film de, ku dixwest bi
şêweyekî hisî, hestî, wêneyekî berfireh bide wî
cihî. Jixwe têkeliya romantîkî û germ ya Emîn bi gora
diya wî re bêtir ev xêz kûr û hestyar kiribû.
Mesaj û hinek ramanên film
Dibe ku sedema rawestandina li ser vî filmî bi çavekî
Kurdî ne bi hewceyî şîrovekirinê be jî, lê dîsa
em dikarin çend xalan bihejmêrin. Eger ev filmê cih û cih, weke
tê fêmkirin bajarokekî "Kurdane" li hêla HEKARê ye,
nêzîkî sînorê Îranê. Mûzîka kurdî têde
hatiye bikaranîn li gel straneke kurdî kin, ji çend peyvan, ku weke "bîbereke
xweş" bi film de hatiye dakirin. Herweha sênaronivîs, lîstekvanê serekrol
û derhêner, Regezkurd e û ji wê herêmê tê. Lê gelo, di vê filmî de,
ji bo Kurdan, çi hatiye pêşkêşkirin? Di baweriya min de Y. Erdogan
filmê xwe ajotiye ber azmoneke dijwar ku xwestiye herdû aliyên pirsgirêkê (Kurd - dewleta
Tirk) razî be. Lê dema dagîrkirin, inkarkirin, qedexekirin û heldanên
qirkirinê berdewam bin wê çawa herdû alî bên cem hev. Çilm
xwestiye agir û avê bi hevre bide dest bînerê xwe.
Ez ne di wê baweriyê de me ku mirov di şert û mercên bindestî
û serdestiyê de karibe du tiştên dijî hev bêne cem hev. Bêguman,
film berî her tiştî berhemeke hunerî ye. Li vêderê tenê li ser aliyê
siyasîû ramanî ji vî filmê ku cihekî hestyar -hesas- ji
bûyerên xwe re hilbijartiye em radiwestin . Di vê azmon - imtîhan- a
aloz de, heta çi radeyê film bi serektiye gelo?
Berhemên li ser Kurdan
Ji encamên qedexekirina ziman û nasnameya Kurdan li welatê wan bi awayekî fermî,
Kurd nikarin bi zimanê xwe tu berhemên eşkere li ser jiyana xwe biafrînin. Lewra
di hundur riyên fermî re, carcaran filmên erebî, farisî û tirkî Kurdan ji jiyana wan ji xwe re dikin mijar. Li vêderê berhemên derveyî her çar dewletên ku Kurdistan di nav xwe de perçe kirine ji derveyî mijara me ne. Pirs eve, gelo çawa mijar tê bikaranîn?
Li Sûriyê hemû filmên sînema bi alîkariya saziya giştî ya sînemeyê ya dewletê tên şêkirin. Kurd di van filman de tune ne û gava ku hebin bi awayekî folklorî û ji bo xemilandina çarçewa film carna hatine xuyakirin û tim jî di riya mûzîk û stranan re. Wek mînak, filmê "Bûyerên sala bê" yê derhêner Semîr Zikra. Xortekî Kurd -gerson- di resturantê de dixebite, straneke Kurdî (Ez xerîbê welata me) dibêje. Herweha li Îranê jî berî vê sala derbasbûyî ku filmê "Demin bo hespên serxweş" yê derhênerê Kurd Behmen Godabî ku weke mînakeke awarte tê nirxandin, hemû filmên ku li Kurdistanê an li ser Kurdan bi farisî hatine kişandin. Li Iraqê jî, li gel ku Kurd weke nasname, ji piştî salên heftêyî de, fermî hatine pejirandin. Lê dîsa jî, ji hêla sînemevaniyan de, rewşeke zêde cuda nehate dîtin. Piştî 1992´an, qonaxeke nû hatiye destpêkirin, lê hîn berhemên balkêş derneketine holê.
Li Tirkiyê, eger mirov taybetiya Yelmaz Guney deyne aliyekî, li gel ku hemû berhemên wî bi Tirkî hatine çêkirin. Weha çend filmên ku Kurdan bi xwe çêkirin û bi imkanin hindik. Ji van bêtir û bi dehan filmên tirkî Kurd û Kurdistan ji xwe re kirine mijar, lê çawa?
Bersiva vê pirsê, bi hewceyî lêkolînê, rû yê pirsgirêkê yê rastî derdixîne ku Kurd li ser xaka xwe weke Tirk tên pêşkêşkirin. Ev yek ne tenê di zimanê tirkî de eşkereye, weha jî di qevaztina di ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê re û hewlandina veşartina vê pirsgirêkê bi hemû awayî. Ez ne di wê baweriyê de me ku herdem ji bo razîkirina edyolojiya fermî ya dewletê ye. Ji ber ku gelek ji çêkerên van filman bi xwe di bin bandora vê dîroka dirêj ji inkarkirin, qedexekirin û jiholêrakirina Kurd û Kurdistanê de karê xwe didomînin. Filmên wan jî dikevin riya asîmîlekirin, bişaftin û inkarkirinê, vêca tiştê ku planên siyasî yên hêzên dij-mirov nikarin bikin ev berhemên hunerî hewl didin ku wê rola qirêj bilîzin. Ne dûre gava ku pirsa vê meseleya di bin "xetên sor" de bibe bersiv ev be. Ew filman çêdikin ne ku siyasetê dikin, lê hewce nake mirov li ser pûçbûna vê bersivê raweste. Li derveyî vê çarçewa derbasbûyî, mirov dikare li ser filmê "Vizontele" bibêje ku ji hêla siyasî de li gor eydyolojiya fermî ya dewleta Tirk hatiye çêkirin. Lê taybetiya çêkerê film ewe ku ne xwestiye bi temamî mesajên filmê xwe bi ava vê eydyolojiya resmî bişo. Lewra hinekî hewl daye ku li wijdanê hunermendiyê xwedî derkeve , lê dîsa textên sor derdora vî wijdanî dorpêçkirine. Gelo xetên sor û hunereke serketî ku li rastiyê xwedî derkeve dikarin bên cem hev ab ba?
Kurd Kurd in û Tirk Tirk in, "birê min"
Dema mirov vê rastiya "tal" tîne bîra hev, nayê wê wateyê ku Kurd û Tirk nikarin mîna du bira bi hevre bijîn, yan divê dijmin bin. Aliyeke ji rastiyê ewe ku herdû miletan (Tirk û Kurd) bi hevre dîrokeke dirêj derbaskirine û bi hevre xwîn û ked bi ber parastina vê coxrafya ku têde dijîn dane. Lê aliyê dî jî ewe ku ji zêdeyî heftê û pênc salan de zimanê Kurdî qedexe ye û hikûmetên desthilatdar li Tirkiyê hemû tişê ku ji destê wan hatiye ji bo qirkirin û tunekirina ziman, çand û hebûna Kurdan kirine. Herweha Kurdistan û xelkên li ser axa wê dijîn kirine nava xetên ku kuştin û jiholêkirin bi riya tirkkirinê bûye zagona dewletê ya fermî. "Vizontele" mirov vedigerîne van pirsan dema ku Kurdan bi tirkî dipeyivîne û her kes li vî bajarokê "Kurdistanê" jiyana xwe bi tirkiyeke petî, helal û zelal didomîne! Mînak, gundiyan an xelkê tevan li televizyona "xwe" ya TRT dinerin û jê fêmdikirin û tevdan bi hevre li zimanê TRT yê şêrîn guhdar dikirin weke ku zimanê wan be! Ji xwe TRT bi destê "yê" sembola desthilatdaran û ji Enqerê bi keda wî tê wê deverê û bi daxwaza jina wî ya dîndar tê veşartin.
Xelk jî xortên xwe, bi def û zirnê, bi kêf û şahî , dişînin leşkeriya dewleta ku ziman û nasnameya wan qedexe dike. Û dê gava ku lawê xwe bi rê dike tenê ji xwarina xerabe ditirse. Serokê belediyê , yê ku di bin wêneyê Mistefa Kemal de birêveberiyê dike, zanatirîn û baştirîn kese li wê herêmê. Di peyv û kavê wî de,w elat heziyeke mezin û efsaneyî xuyanî dike. Hetanê ku rexnekirina dewletê jî carekê ji hêla wî de dibe. Xelk - niştecih mîna hovan devjihev û nezan û bêçare lê dinerin. Ji xwe, di film de, kesek ji polîsan belengaztir, feqîr û rebentir nîne, weha jî delal û bêzirar in.
Bûyerên film di destpêka salên hefteyê de diqewimîn. Di wê demê de, li wî bajarokê ser sînor, gelo bêhna tevlihevî û şoreşa Kurdên başûr qet ne dihat wê derê, hema di rêya pêkenokekê jî de be? Ji bilî vê, di wan salan de hestên netewî yên Kurdên bakur di keleke mezin de bûn. Bi temamî, film di ser van rastiyên girêdayî cih, dem û bûyerên film re xwe qevaztiye. Tucarî mebesta min ne bûye ew ku mijara film bê guhertin, lê belê mesela mana pirsgirêka Kurd û Kurdistanê di bin cilan de ye. Di film de, hemû tiştên girêdayî kurdayetiyê, ji bilî hinek bîberên Kurdî, mane milkê tariyê û veşartinê. Pirsa ku li bajarokekî rojhilat an rojava jî biqewimiyana, cudayî çi ye? naxwe pirsgirêkên Kurdan û yên Tirkan weke hev in. Naxwe pirsgirêkeke asê, xwînî, aloz tune ye. Ango perçiqandin, qedexekirin û asîmîlekirin nîne. Ez bi hêvî me ku di xwendina ramanên berhevkirina encamên -bi min- nexweş di vî filmî de, ez ne şaş bim. Ez bawer nakim ku ev şaşitî hebe, ji ber ku, li şûna kenê ku mirov di dîtina film de dike tiştekî zirav mîna tayekî ji êvê di dil de daleqandî dimîne û pê re xweziyeke biçûk. Xwezî huner tucarî mecbûr nebe ku di rêya xwedî derketina li rastiyê de, biterpile. Tenê xwezîye!
Çend têbîniyên dawî
Ji hêlekê de, ev film "Vizontele" weke berhemeke bi pêşniyaz û tîrêjên hunerî dagirtî, weke gaveke cihê şanaziyê di warê komêdya civakî de xwe pêşkêş dike. Ev jî dibe cihê çêjwergirtineke cihêreng nemaze gava tinazî û qerf ji berhem û encamên bûyeran bi xwe bin. lê ji hêla din de, êşeke dualî xwe dide pêş. Aliyeke jê ew e ku girêdayî mentiqê ku film bi xwe pê çêbûye, rûmeteke mezin daye "xetên sor" yên dijî mafên xwezayî yên milyonên mirovên wê devera cihê film. vê yekê film ji hêla mijarê de, xistiye astengiyeke mezin û tevliheviyeke berbiçav di teknîk û mijarê de bi hevre li şûna xwe hiştiye.
Aliyê dî mentiqê "serdestan" yê ku ev film, an berhemên hunerî bi tevayî, dajo ber veşartina rastiyê. Di demeke weha de ku pêwîst e, berî her kesî/tiştî, huner li rastiyê xwedî derkeve. Berdewambûna vê rewşa awarte di derbarê Kurdan û çanda wan de bûye sedema hezarên kuştî, girtî, windayî û pêre tirsonek, xwefiroş û durûyan. Di rewşeke weha de, barê huner girantir dibe û pê re baca ku ji hunermend tê xwestin. Kî dizane, dibe ku rê li rastiyê teng dibe heta radeya ku êdî nikare bi berhemên hunerî re bê cem hev. Û film dema li van rastiyan xwedî dernekeve wê nikaribe ronahiyê bibîne.
Herdû aliyên êşê jî di vê xalê de digihêjin hev û dibin jêdera pirsên vekirî.
-
Malpera Vizontele
|
|