15.10.2001
Daxuyaniyeke berfireh
- li ser daxuyaniya biçûk -
Rojnamevaniya Kurdî û "exlaq"
Helîm Yûsiv
Di 5.10.2001ê de min di malpera Amûdê de daxuyaniyeke biçûk
li ser şaştiyekê, ku di kovareke Kurdî de di derheqê min de bibû,
nivîsandibû. Ji ber ku min ev mesele hinekî biçûk dîtibû
min ew bi "daxuyaniyeke biçûk" nav kiribû.
Di destpêkê de ezê ji xwe destpêbikim ku min jî bi vê daxuyaniyê
şaştîyeke teknîkî kiribû. Şaştiya min ew bû
gelek tişt bi kurtayî nivîsandibû û ev yek bibû sedema tevliheviyeke
mezin ku her yek bi awayekî vê nivîsê şîrove bike û her yek
li gor kêfa xwe. Ji bo hinekî rê li ber vê tevliheviyê bê girtin
ez carek din bi firehî hinek xalên bi hewceyî şîrovekirinê
vedikim.
Gelek pirs li ser vê mejarê ji min hatin kirin, ji wan "kovara Amara li ku derdikeve
û mesele çi ye?", "Canwelat kî ye û çima te xeber jê re dane?".
Herweha hinekan ev pirsgirêk weke meselek siyasî nirxand, hinekan jî weke
tiştekî exlaqî, netewî û navnetewî jî! Ne weha tenê, belê
hetanî ku weke nivîseke dijî gerîlayên Kurd hate dîtin! Vêca
pirsa derketîholê ev e: çawa nivîs ji kirasê xwe derdikeve û dibe
tiştekî din û çawa armanca nivîsandina wê daxuyaniyê winda
dibe û dikeve warekî ku qet hayê mirov jê tune ye, ku ewqasî cudayî
di navbera mebesta nivîsê de û fêhmkirina wê de heye?
Nivîs bixwe rexnekirineke tûje dijî xerakirina pirensîpên
rojnamevaniyê.
Aliyên siyasî û exlaqî yên nivîsê
- Jiber ku kovara Amara bi alîkariya partiyeke Kurdî derdikeve, hinekan
ev nivîs dijî partiyê dît.
Jiber ku yek ji berpirsiyarê kovarê yê berî aniha
tev li refên gerîla bû ye, hinekan ev nivîs dijî girîlayên Kurd dît.
- Jiber ku nivîs bi navê "Rojnamevaniya Kurdî û exlaq" hatibû
nivîsandin, hinekan "bê exlaqî" ya ku bûye bi awayekî civakî
san şîrovekirin û kirin mesela namûs û şerefê.
Ez dixwazim hinekî li ser van her sê xalan rawestim.
Dema mirov bixwaze partiyekê an helwestên wê yên siyasî
rexne bike rêyê wê xuyane û her kes dizane bê çawa
helwesta xwe nîşan bide. Tiştekî dûrî mentiq e gava ku
rexneyeke sivik an giran ji berpirsiyarê kovara wê partiyê re bê girtin, ku
kovar bixwe ne siyasî e jî, ev rexne weke dijminayîya dîrok û helwest
û şehîdên wê partiyê bête nirxandin.
Tev ku rexnekirin bixwe mafekî xwezayî ye, ji bo herkesî ku her partiyê li gor xwe
rexne bike, mijara vê nivîsê xuyanî ye. Lê - weke ku di peyveke erebî
de tê gotin - hinek dixwazin di ava girrikî de nêçîrê bikin, û ji
bo ku xwe jiber şaşitiyê bidin alî berê vê rexnekirinê
didin alîyekî din û dikin meseleyek siyasî. Li gor min, ev gunehê ku
hatiye kirin girantir dike û rexnekirinê ji wateya wê ya rastî vala dike.
Çêtire ku kesên di komîta vê kovarê de şaşitiya
xwe rast bikin bêyî ku bikin meseleya şoreşê û welatparêziyê!
Ya duyem, dema qala S. Agir wek berpirsiyarê vê kovarê bû ku min gotara xwe li ser
"Romana Kurdî" dabû dest. Li gor ku hinek kesan ji min re dan xuyakirin ku
êrîş dijî S. Agir e û gelek neheqî û gotinên nexweş
di derheqê wî de bûne. Ji bo yên ku S. Agir nasnakin ez dibêjim
ku wî di Enstîtuya Kurdî ya Berlînê de karkiriye
û heta demekê weke berpirsiyarê çand û hunerê karkiriye
, li gel karê xwe yê siyasî. Dema mirov qala şaşitiyên kesekî an
komîteyekê bike ev nayê wê wateyê ku mirov mala wî kesî an
wan kesan dişewitîne û li talanê wan dixîne. Mebest ew e ku
çewtî çewtiye û kesê ku çavê xwe ji çewtî
û şaşitiyan bigre, ji ku be bela bibe, dibe beşdarê wan çewtiyan.
Lê tiştê dûrî aqilan ew e ku ev nivîs bi meseleyên gerîla ve
bê girêdan, ji ber ku piştî demekê yek ji berpirsiyarê kovarê
tev li refên gerîla bûye. Ez li ber xeyala, ku di vî mentiqî de heye, de
behetî dimînim!
Nexasim rexne bi tûjayî û gava peyva "bê exlaq" hatiye bikaranîn
ji bo dubarekirina vê şaşitiyê ye, ne bi bo cara yekem! Carna mirov dikare kirasê
mijarê biguhere ku ji mişkekî heft fîlan çêbike. Ev jî yek
ji taybetiya têghijtina Kurda ye dema ku mijar rexnekirin be.
Xala sêyem, ku peyva "bê exlaq" bi çi awayî û - ne li gor hatiye bikaranîn -
tê şîrovekirin, ku her kesê ko têkeliya wî bi kovarê re heye
mirovekî - xwedê neke - bê exlaq e û exlaq jî dema tu ji derveyî
cihê wî, di vê gotarê de, şîrove bike dibe meseleyeke
fireh, giran û bikêmanî ji deh heta bîst mêrên Kurd li ser tên
kuştin! Lewra dema dernivîs ev be "Rojnamevaniya Kurdî û
exlaq", ya normal ew e ku mirov peyvê ji cihê wê dernexîne
û li gor xwe reş û taal an xweş û şêrîn neke.
Di rojnamevaniyê de, weke her karê bi rûmet, hinek prensîp hene divê
ku bêne parastin. Yek ji wan ev e ku dijî van prensîpan dema mirov
navê kesekî, bêyî wî, weke berpirsiyar di kovarekê de bikarbîne.
Di vê pêvajoyê de ev kar, ev şaşitî, dibe karekî bê exlaq
ango exlaqê rojnamevaniyê tê binpêkirin. Tucarî nayê pejirandin
ku hinek vê peyvê ji cihê wê derxînin û bikin pirsgirêkek civakî
an netewî.. û li gor gundê xwe şîrove bike.
Aliyên veşartî ji mijarê
Di nivîsê de, dema bi kurtayî min xwest ez daxuyaniya xwe ya biçûk
bi dawî bikim, min xwest bi çend peyvên weke - navê mijara gotinê
gemar - "canwelat" weke mînake bê exlaqiyê bi vir de bi bîrbînim.
Tucarî mebest ne ew bû ku ez têkeliyekê di navbera vî navê
sexte û wan navên din - cihê rexnegirtinê - de çêbikim. Ji bo
yên ku kesê bi navê "canwelat" û kirinên wî nizanin ez dikarim
bi kurtayî vê bêjim ku ku kesekî ku di piştî vî navî
de xwe veşartî ye û berî demekê di rêya internêtê de
du email şandin zêdeyî pêncî edrêsên Kurdî li ser hinek
nivîskar û rewşenbîrên Kurd ku têkeliya her yekî bi jina yê
din re heye. Weke sembola bêexlaqiyê min ev nav anî holê, ku em ne bi hewceyî
binpêkirina mafên hevdû ne ji ber ku ciwamêrên dagîrker tu maf
ji me re nehiştine. Lê hinek kesên ku berê rexneyên min dane aliyekî
din xwestin xwe ji berpirsiyariya şaşitiyê bişon û bi peydakirina
têkeliyeke weha re tevliheviyê zêde bikin, meselê mezin bikin û
şaşitiya ku bûye jî pê re winda bikin.
Di dîrokê de jî, di derdorên rewşenbîrî de, tim
kesayetiyên qels hêzên siyasî ji xwe re kirin pişt û pal, û
di tengaziyê de tim meseleyên siyasî didin pêş, ji ber ku
bêyî wê pûçbûna wan kesan tazî dibe û bêkiras nan
ji wan kesan re nîne.
Îcar kî berê xwe bide şaşitiyê û rexne bike divê
têkeve rewşekê weha ku bi top û tivingên welatparêziyê
bê dorpêçkirin û ji dêvla ku kesên
têkildarî şaşitiyê xwe rexnebikin û bi sîngeke fireh
çareserbikin xwe derdixin derveyî pirsgirêkê û gokê
davêjin meydana siyasetê û welatparêziya belengaz ku êdî
her kes dikare her kesî di bin vî navê pîroz de bikuje û bi dilekî
rehet bimeşe.
Kurd û rexne an agir û av
Kurd tenê zanin hevdû bikujin, nizanin hevdû rexnebikin. Her ku ez
vê hevoka hevalê xwe yê rê, rêya bêrûmet,
rêya nivîskariya Kurdî, - Jan Dost - jibîr dikim
tiştek diqewime ku dîsa tîne bîra min. Carna jî piştî wê
daxuyaniya sêwî ya biçûk, min xwe dît ku hema ez li hinek
kesên, ku mebesta min ji min re şîrove dikin, rast hatim. Vêca dema min
li mebestên xwe, armancên xwe, planên xwe, şaşitiyên xwe,
bêexlaqiya xwe, dîtin û li ramanên xwe guhdarî dikir, ez şaş
û mat dimam. Weha jî kesekî ji endamên komîta cihê rexnegirtinê
nivîskar belengaz serobinoyî hev dikir û diqulipand viyalî wiyalî
da ku bêje ev ne rexne ye,tiştekî din e. Jiber ku weke her kes dibêje ew jî
ji xwe bi sîngeke maşele fireh rexneyan qebûl dike! Lê nivîsa min
bi xwe bê exlaqî ye!
Bi rastî xebera wî ye. Ji ber ku bêexlaqiya herî mezin - bêexlaqî bi hemû
wateyên wê -ew e ku mirov li "aliyekî, cihekî, kesekî...Kurd" rexneyekê bigre.
Destpêkê tê şîrovekirin bê çawa ev ne rexne ye. Piştre
tê şîrovekirin bê çawa ev "tişt" dijî fikrê
netewî, welat, şehîd, dîrok û doza Kurd û Kurdistanê ye.
Ji xwe hûn tev dizanin Kurdê li dijî doza gelê xwe xayîne û
xwîna wî jî helal e! Ji ber vê yekê jî encam xuyanî ye.
Di vê têkeliya bi rexnekirinê re, tu mînakên taybet û awarte nînin.
Ev rewşeke giştî ye, gelemperiye û ji her tiştî bêtir
divê di vê yekê de hêzên Kurdî digihêjin hev.
Her kes, her alî, her dever ji rexnekirinê hezdike, qebûl dike.
Ji xwe jiyan bê rexne nameşe. Hemû vê dibêjin. Lê dema
rexne li wan bixwe dibe li xwe û li mirov dizîvirin, rexnekirinê dixînin
kirasekî din de û ya Ellah û ya Xwedê, Kurdo gunehkaro... te çi kir?
Pirsa min jî ew e: miletekî di nav berxwedana dijî tunekirin û jiholêrakirinê de,
dema ku rexnekirin di nav wî de qedexe be wê berî wî li kwîdere be? Ez bi xwe
destê xwe ji paşeroja miletekî weha "ketî" bi heft avan dişom...
Xwezî ez şaşbim.
Û heta daxuyaniyeke din...
Berlîn, 15.10.2001
---------------------------------------------------------------------
- Daxuyaniyeke biçûk - Rojnamevaniya Kurdî û "exlaq"
(Helîm Yûsiv, 05.10.2001)
|
|