www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

05.10.2001

Daxuyaniyeke biçûk
Rojnamevaniya Kurdî û "exlaq"


Helîm Yûsiv
halimyusiv@hotmail.com

Helîm Yûsif
Di vê dema dawî de û piştî van derfetên weşanê ku li ber her kesî vebûne, rewşa rojnamegeriya Kurdî jî mîna rewşa siyasî û civakî bi awayekî tevlihev û xerab dide pêş. Bê guman hêza di destê mirov de li gor bîr û baweriyên wî an li gor "sewiya" wî tê bikaranîn. Ji ber ku sewiya hinek kesên ku ji Kurdan di nav vî karî de ne kambax e, weha jî rojnamegeriyeke kambax derdikeve. Ev kambaxî berfirehtir dibe gava ku yên ku dikarin - ji bilî rojnamevaniyê - her karî bikin, dikevin nav heriya nivîsandina Kurdî û bi xwe re her tiştî dilewitînin.

Berî demekê li bajarekî elmanî rûniştinek çêbû û qala derxistina kovarek nû bû. Dîtina min jî ew bû ku pêwîstiya me bi kovareke cuda, cihêreng û bi sewiye heye bêtir ji zêdekirna hejmarekê li kovarên Kurdî. Piştî danûstandina li ser kovareke nû civîn qediya bêyî ku nav û dem û çawatiya derxistina kovarê xuyanî bibe.
Piştî demekê demekê min bihîst wê kovareke çandî derkeve û berpirsiyarê wê "S. Agir" gotara min ya li ser "Romana Kurdî" ya ku min li Enstîtuya Kurdî ya Berlînê xwendibû ji min xwest ji bo weşandinê. Hemû agahiyên min li ser kovara nû ev bûn. Lê piştî derketina hejmara yekê ji kovarê min navê xwe jî di komîta berpirsiyar de dît û di bin navê "Raman û Rexnegirîn" de. Et behetî mam, çawa beşek ji kovarê di bin berpirsiyara min de wê derkeve bêyî ku ez zanibim çi têde ye?!..
Lê kovara bi navê "AMARA" derket û navê min jî di komîtê de bû! Bi hemû navên ku têkeliya wan bi kovarê ve heye ez axivîm ku şaştiyek heye û navê min, bêyî min, derdikeve.Hamûyan pejirand ku carek dî ev şaştî dubare nabe. Lê aniha hejmara duyem ji kovara "Amara" derketiye û navê min dîsa di nav komîtê de ye!
Gelo berpirsiyarê vê bêexlaqiya mezin kî ye?
Ne bese ku xwediyê navnîşanên nenas û navên sexte yên ku mîna tirsonekên bê şeref û bê rûmet weke gemarê bi navê "canwelat" mirov û kesayetiya mirov reş dikin û hemû bingehên exlaqê rojnamevaniyê bin pê dikin. Îca xwediyên navnîşanên naskirî jî nikarin exlaqê rojnamevaniyê biparêzin. Ez di wê baweriyê de me ku tu mînakên din bi vî rengî li tu deverên dinyayê nikarin hebin.

Berlîn, 05.10.2001
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]