09.06.2002
Îca... Navê "bêrîka" min sor e
Helîm Yûsiv
Li ser tenûrên Kurdan, ango di hinek rûpelên Kurdan di internêtê de, mirov carina
pêrgî hinek nûçe û nivîsên ko ne tenê - li gor Amûdê - bêqun in, belê bê serî ne jî.
Ji wan nivîsek di de bû li ser wergera kurdî ya romana nivîskarê tirk
Orhan Pamûk "Navê min sor e". Di wê nivîsê de xwendevan li van hevokan rast tê
(Ez ne tîpekê zêde, ne jî kêm dikim!):
" Daxuyaniya çapemeniyê...-.... Di dîroka Amedê de û Kurdên Amedê de
belkî ev cara pêşiyê be ko nivîskarek di seetûnîvekê de zêdetirî
500 kitêbên xwe yên bi kurdî ji xwendevanên xwe re imza dike."
Li ber vê nûçeyê ez çima şaş mam? Ji ber van sedeman: 1. Nivîskar Tirk e. 2. Cih Amed -dilê Kurdistanê- ye. 3. Xwendevanên kurd pirr bûne, li ser imzeya nivîskarê xwe yê tirk pevdiçin.
Ji:
|
Ev tevde dibin ko bibin, lê çawa ev Orhan Palmûkê belengaz di seet û nîvekê de (90 deqe)zêdeyî 500 kitêbê imze kiriye? Min kir û nekir ev neket serê min. Baş e, ka em bi hevre bihesibînin:
Zêdeyî 500 kitêb di 90 deqeyan de ( wî "zêdeyî" emê bibêjin xem nake, gotin weha tê..!). Naxwe 500 li ser 90 dike 5,5 û hinek, emê vî hinekî bavêjin avê, ma 5,5. Yanî her deqe 5 kitêb û nîv! Ew nîv jî ne lazim -me avêt avê- man pênc kitêbên "girover". Ango di 60 hûrdem (saniye) de 5 kitêb, yanî her 12 hûrdem kitêbek imze dikir. Naxwe ta ko 500 kitêbî di seet û nîvekê de imze bike divê belengazê Pamûk ne bisekine, ne biaxife, ne bikene, ne bigrî, ne jî bikuxwe an bipişke an ji kesî re bêje merheba, û xwendevanên wî jî bi bazdanê bavêje û bi bazdan yê din bê ûw eha, an jî bi herdû destan bi hevre imze dikir, an jî bi dest û lingan, lê sol û gorênx we danîbûn an na, ez wê nizanim...
Îca...
Her em hinekî paş û pê vegerin emê bêtir têbighêjin. Berî vê kambaxiya vê ko li Amedê biqewime û xwendevanên kurd 500 kitêbên nivîskarê xwe yê tirk têxînin bin balîfên xwe de û xewnên sor bibînin, di Nefelê de li ser vê pirtûkê dewlementirîn, zehemttirîn, mezintirîn û...tirîn û tirênek propaganda vê kitêbê û nivîskarê wê hate kirîn ko peyva bav û kalan "Mirov dimre, qûn bi hinne dibe" tê guhertin ber bi "Mirov an nivîskar dibe tirk û qûn bi hinne dibe".
Nûçe gelê kurd sor dike ko sibê zû 31ê gulanê 2002, jiber ko berî bibe sibe nivîskarê tirk wê zimanê kurdî biparêze, ne tenê li kitêbê bê dixwaze ko Kurd li nivîskarê xwe yê tirk xwedî derkevin û bi vî awayî bersiva nijadperestan bidin.
Îca...ko em hinekî dîtir paş û pê vegerin wê mesele bêtir -wek dew- zelal bibe ko Nefel (li gel Doz) xwediyê weşana vê kitêbê ye. Îca mirov bixwaze nexwaze pirsên mîna stiriyan têne ser zimên. Mirov bi hewce ye ko hemû ji nav hemû nivîskarên vê dinyaya heşt alî nivîskarekî tirk bi Kurdên Amedê şêrîn bike û dozê li wan bike ko li wî û romana wî xwedî derkevin. Tevde ji bo çi?
Îcar carna mirov tê û bêrîka kirasê xwe biqetîne û bavêje nav agirê tenûrên ko mirov di internêtê de li wan rast tê..
Berlîn, 06.06.2002
|
|