 |
 |
15.04.04 - 03:45
Bang ji Bo Kerkukê
Dr. Felat Dilgeş - Stenbol
Ji bo çend rojan be jî, cardin riya me bi Kurdistana başûr, bi axa azad û pîroz, ket.
Ji bo çend rojan be jî, me dîsa hewa welatê azad kişand nav dil û hinavên xwe,
di bihareke rengîn a kurdistanî de me azadî û serbestiyê bîhn kir.
Me berê xwe da bajarên Duhok, Hewlêr, Mûsil û Kerkukê û em cardin li kuçe û kolanên
dilê Kurdistanê, li Kerkuka baskşikestî geriyan.
Piştî hilweşandina rêjîma Saddam a hov, ev cara sisiyan e ku ez diçim Kerkukê.
Belê, li bajêr tu guhartineke berbiçav bi pêş çavê min neket. Di gel ku li bajarên
Kurdistanê yên din kar û xebateke xuyayî tê dîtin jî, li Kerkukê hema bêje hemû tişt
wekî xwe ye. Belkî navê Kerkukê ji dûr ve xweş tê, belê ya rast Kerkuk
ji bajarekî ava û bi pergal zêdetir gundekî mezin tîne bîra mirov.
Eşkere ye, ku rêjîma Saddam jî wek ku Kerkuk bi emanetî di destê wê de be,
liviyaye û nexwestiye ku tu mesrefekî li bajêr bike. Çaxê mirov di nav kuçe û kolanên bajêr de
digere, tafilê bala mirov dikşîne,
ku bi navê kanalîzasyon û avahiya jêrzemînî hema bêje tiştek li bajêr tune.
Ava ku ji seleban dikişe, ne tenê di nav kuçeyan de, di kolana herî mezin a bajêr de
jî wek coyên avê yên zirav diherike. Saddam bi hezaran ereb li bajêr bi cih kirine, belê ji
bo başkirin û guhartina der û dora bajêr tu tişt nekiriye; tenê xwîna Kerkukê mijiyaye.
Erebên ku li der û dora bajêr hatine bicihkirin, bi ketina Pêşmerge ya bajêr re reviyane,
xaniyên ku dirûvê xanîkên zarokan pêdikeve li pey xwe hiştine û çûne, bi alî hundir
ê Iraqê ve vekişîne. Belê, erebên li bajêr bicihkirî bi derekê ve neleqîne, her li ciyê
xwe, li taxên xwe dimînin û bi ser de îroj doza Kerkukê dikin.
Bi awayê ku tê gotin, heta li gor beyanên rêxistinên navneteweyî yên wek Helsikî Watchê,
di navbera 200 û 300 hezar kesî de kurd ji Kerkukê hatine derxistin. Hejmara kesên ku heta
niha vegerîne bajêr, di dora çend hezaran de ye. Nifûsa mezin a ji bajêr qewirandî, di
serî de Hewlêr, li derên wek Suleymaniyê û bajarên din dimînin. Li gor gotinan,
nifûsa herî mezin a ku ji Kerkukê hatiye derxistin, bi kêmanî sed hezar kurdên Kerkukê niha
li Hewlêrê ne. Mixabin heta niha vegerek mezin çênebû.
Herdû partiyên kurd ên sereke jî, ji bo vegerîna kurdên ji bajêr derxistî gelek giran tevger
dikin. Qanûna Bingehîn a Demdemî ya Iraqê qedera Kerkukê bi hejmartina nifûsê ya nû
û qebûlkirina Qanûna Bingehîn a Hergavî ve girê dide. Ev Qanûna Bingehîn wê di 15ê Çiriya
Pêşîn sala 2005an de pêşkişî referandumê bê kirin.
Partiyên kurdan dixwazin ku heta dema nifûsjimarî ya nû alîkariya aborî bi erebên Kerkukê
re bê kirin û ev nifûs bi riyeke demokratîk ji bajêr bê derxistin, bi vî awayî rê li ber
vegera kurdan bê vekirin, heta xesara kurdên ku ji bajêr hatine derxistin, jî bê dayin.
Ya ku partiyên kurd dibêjin, dibe ku gellek maqûl be, belê heta niha tu jiyan nedît.
Di vê rewş şer û vê teşqelê de, belkî Emerîka qet fersend nebîne ku bi
taybetî li ser vê meselê raweste. Belê, rojên li pêş kurdan jimartî ne. Bi ser de li
ser Kerkukê bi dehan leyistik tên leyistin. Dinya alem dizane ku dewleta tirk, tirkmen û
şîiyên ereb ên Kerkukê di binî de li hember kurdan çekdar dike.
Bi van şertan nifûsjimariyek li Kerkukê çêbibe û piştre referandumek bê çêkirin,
qet şik tune ku kurd wê Kerkukê hunda bikin.
Loma îroj - di serî de herdu partiyên kurd - divê her kurdê welatperwer ji bo vegerîna
kurdên Kerkukê ya ser axa xwe, çi ji destê wî were, bike û wext hunda neke. Bi taybetî herdu
partiyên sereke û hikumetên kurd dikarin bernameyekê çêkin û ji bo vegerînê zûka gavên pêwist
bavêjin. Eger kurd xwe bi alîkariya Emerîka û vegera ereban bixapînin, sibê dikare pirr
dereng be. Di rewşa îroj de, mafê tu kesî tune, ku ji kurdên Kerkukê re bêje, ka
çima tu hatî bajarê xwe.
Di bin çadiran, di bin siya dar û holikan de be jî, divê kurdên Kerkukê zûka vegerin
ciyê xwe û li warê xwe xwedî derkevin. Heta ji bo vegera wan, dikare li seranserî
dinyayê kampanyayek jî bê lidarxistin. Ez bawer im, ku ewê miletê kurd li birayên xwe yên
ku ji Kerkukê hatine derxistin, bi dil û can xwedî derkeve.
Eger em kurd vê fersenda dîrokî, ya ku bi hilweşîna rejîma Saddam re ketiye destê me, vê
carê jî birevînin û hê ku erebên Iraqê bi hev re û bi Emerîka re bilî ne, di şer de ne,
bê çek û bê ordî ne, kurdên ji Kerkukê derxistî li cih û warê wan, li Kerkukê bi cih nekin,
sibê dikare pirr dereng çêbe. Bi taybetî, di vê dema ku dewleta tirk jî bi Qibrisê re,
bi dozeke neheq a ku ji her aliyî ve mafdariya kurdan xurt dike de, di serêşanê de ye,
divê em bilezînin.
Di vî warî de, qet şik tune ku barê herî giran, berpirsiyariya herî mezin li ser milê
partiyên kurd e. Îroj bi şûn ve vegerîna kurdên Kerkukê mesela herî mezin,
pirsa herî giring, mesela herî neteweyî ya miletê kurd e. Divê em ji bîr nekin, ji dest
çûna Kerkukê bi qasî ji dest derketina tevahiya welat gring e.
Vegerîna 200 hezar kurdên Kerkukê wê qedera 40 milyon kurdên seranserî dinyayê biguhêre.
Loma hêvî ji te, serok Barzanî, hêvî ji te, mam Celal, hêvî ji we hemû siyasetmedar,
rewşenbîr û welatperwerên hêja, destê xwe zû bigrin, lez bikin, bilezînin, xwe bi soz
û alîkariya viya û wiya nexapînin, hemû kes bi hev re xîret bikin, kurdên ku ji Kerkukê
hatine derxistin zûka bi şûn ve vegerînin.
Ne dûr, tenê di sala 1991ê de, di dora 1000 kesî de pêşmergeyên kurd
ji bo standin û parastina Kerkukê hatin kuştin. Ma vegerandina kurdên Kerkukê
ji fedakirina bi hezaran pêşmergeyî zehmettir e?
Kurdno! Goh bidin vê bangê! Ev bang li tevahiya miletê kurd e.
|
 |
 |