03.05.2003 - 12:03
Gotin gotinê dikşîne!
Ehmed Heso
Li ser kursiya xwe ya bilind rûniştî, li dora wî berdestî û xizmetkar,
li himber wî televîzyon vêketî, di destê wî de jî "rêmotkontrol" ji qenalekê
dibir ser yeka din, nûçey tev jî gav bi gav li pey bûyerên şerê Emerîka
dijî Sedam in. Ew bi xwe jî neçar dima ku li wan temaşe bike.
Wextê ku Sedam gotinên navtêdanê ji leşkerê xwe yê taybet re dibêje,
wextê ku wêneyê wî derdikeve û xwe wek mêrxasa dide nîşandan, ew jî di hundirê xwe de xurt dibû, destê xwe hişk dihilda berjor mîna şervanekî biserketî.
Wexta li derewên Sedam û wezîrê wî yê derewan guhdar dikir, keneke bi tirs û
kurt dikir, ji ber ku ewî bi xwe têdigha ku gelek jê derew in, lê wî bi xwe
jî dixwest ji wan derewan bawer bike, tevî ku her seetekê wî didît bê çawa
leşkerê emerîkî bi tangê xwe ve derbas dibûn bajarên mezin, yê dawî jî
paytext!

Pûtê Sedam Hisên dikeve (Reuters, 10.04.2003)
|
Bêhna wî pir teng dibû wexta dît û bihîst ku hêdî hêdî milet li dora pûtê Sedam diciviyan, radibû ser piyan, di pencereyê re li dora qesra xwe dinêrî, di çavên wî de dergevan û leşkerên wî dibûn wek êrîşkeran!
"Çima ev dewarana nêzîkî hev disekinin?", ji berdestiyên xwe dipirsî.
Ereba ku xwarin li ser jê re tê, li ber çavên wî dibû wek tangekê ji wan
tangên ku li dora pûtê Sedam bi cih bibûn. Di dilê xwe de digot ev ne rast e,
ev diîmen in ji filmên Hollywood ên emerîkî ne, wisa çê kirine da ku leşker û berxwedanên dîtir bitirsînin, bi van dîmenên derewîn dixwazin vîna berxwedanê di dilê milet de bişkînin.
"Ev çi tang e?", ki nişka ve got."Yanî çima ewqasî ev ereboka xwarinê mezin e? Wê ji ber çavên min bibin! Ewqas li cem hev ranewestin dewarno! ji bo çi hûn ewqasî nêzîkî min dibin? Dûrkevin.. Dûrkevin!" Bi vî rengî bi berdestiyên xwe re diaxivî dema ku didît bê çawa xelkên Bexdê nêzîkî pûtê Sedam dibûn, bi pêlavên xwe, bi keviran, bi kartonan lêdidan û dixwestin wî bînin xwar.
Êdî dîmen xweş diyar e! Derketina jora pût û darvekirina werîsekî serê
Sedam de di dilê wî de tirseke mezin peyda kiribû, car carna destê xwe
davêt rûyê xwe û paqij dikir wexta pêlav li rûyê Sedam diketin, zincîra hesinî anîn wexta dîtin ku werîsê qineb bi kêr nayê, werîs hêdî hêdî di qirika Sedam de asê dikirin. Destê xwe avêt kravata xwe, bêhna wî pir teng bibû, nema xweş derdiket.Tangê xwe da pêş, werîs hate kişandin, pût jî hêdî hêdî pêre, kravata xwe hêdî hêdî sist kir, vekir û da destê xizmetkar: "Vî werîsî dûr bavêje!" Tangê pût kişand... hate daleqandin.. ew jî bê hemdî
xwe hêdî hêdî ji kursya xwe dişemitî, pût bi giranya xwe hate xwar, milet bi lez hatin ser û kîna dehê salan ji dilê xwe derxistin bi pêlêkirin û gelek
kirinên dîtir, ji kursî ket û qîrek jê derket, bi destê xwe ber xwe dida:
"Ji ser min rabin, rabin , rabin!!!"
|
|