08.07.2002
Malva, wê tozê ji xwe daweşîne!
Ehmed Heso
"Malva", wek ku ez dizanim, navê gulekê an jî giyayekî ye, lê bi zimanê latînî. Dêmek ew gul bîna xweşe û xwşik e ta ku nav û dengê wê belav bûye.
Di salên 80 yî de min navê Omer Hemdî wek hunermendekî kurd bihîst, ne hewceye ku ez bêjim bê mirov çiqasî serbilind dibû wexta navê hunermendekî kurd di cîhanê de belav dibû!
Îro jî tabloyên "Malva" li Ewropa, Amerîka, Japonya…di salon û raxistinên bi nav û deng têne pêşkêşkirin. Evya jî cihê serbilindayê ye.
Di destpêka heyva gulana bûrî de, di programa bi navê "Elmubdî´un" (bi kurdî: Mirovên xwedî talênt) di televizyona erebî "Ebû Dabî" de, ew bîna ku me ji Malva hêvî dikir, mixabin jê nehat!
Em çend rojan li bendeyî wî programî man ta ku derket, di wexta wê de li dora televizyonê civiyan, (hevpeyvîn îro bi hunermendekî kurd re ye), ji bo vê kanalê jî tu problêm dernakeve bi eşkere kirina kurdayetiya mirovekî, li cem wan pirsa kurdî tune. Me wisa bawer dikir ku nebe nebe wê bêje ku ew mirovekî kurd e!
Lê, ji destpêka programê xuyabû ku hunermendê me naxwaze nêzîkî vê pirsê bibe. Pêşkêşkera programê di destpêkê de jê re digot (hunermendê sûrî), me ew jî daqurtand, ji xwe ew sûrî ye. Lê hunermendê me hêdî hêdî ber bi erebbûnê ve çû gava got ku wexta ew hat Ewropayê ewî navekî erebî hilgirtibû, yanî navê wî navekî erebî ye, gelo mirov bi hilgirtina navekî biyanî neteweya wî navî hildigre?!
Min di dilê xwe de got ku êdî bes e, tu ji bo navê xwe wek erebekî xwe dibînî, eger wisa be bi milyonan mirov li hemû aliyên dinyayê hene ku navên erebî li wan in (di bin bandora islamê de) gerek e ew tev Ereb bin!!
Êdî ew ne bes bû, bi ser de jî tiştê herî xerab û balkêş gotinek din bû, ewa ku "gava ez hatim Ewropayê min navekî erebî bi xwe re anî û li ser milê xwe toz û derdên welatê erebî hilgirtibû"!! Bi rastî evaya barekî pir girane, ne tenê ji mirovekî ne ereb re, lê belê ji wan kesên ereb re jî ku erebayetîyê diparêzin!
Em vê jî baş dizanin ku ewên pir hişk di erebîtî, farisîtî yan jî tirkîtiya xwe de, ew bi xwe bê guman "Kurd" in!! Evya her kes baş dizane, lê dîsa jî tozek wek "toza welatê erebî" mirov di nav de winda dibe, nebe nebe mirov pir gemar dibe! Derdên wan jî pir in, belkî ji yên Kurdan jî pirtirin! Yanî mamostayê hêja, te xwe ji ber baranê da alî û çûyî ber şirrikekê ku aveke ne paqij jê tê !!
Omer Hemdî, "MALVA"
|
Wexta ku (Malva) behsa zaroktiya xwe dikir, mirov ji gotinên wî tê derdixist ku ew zarokekî kurd bû, ji peyvên wî, ji cih û bûyerên zaroktiya wî, ji wêneyê dê û bavê wî ku dihate nîşandan... .
Lê... ewê ku şîrê dayika kurd xwariye, di himbêza wê de razaye, bi wan stranên kurdî yên xweş hatiye lorandin, ewê ku gotina pêşîn bi zimanê diya xwe gotiye.. nan.. av gotiye, ewê ku di nav wan zarokan de mezin bûye, bi wan cîranan re daye û standiye, henek kiriye, di ser dîwarê wan re çeng kiriye, bûye lawê gund û bajarê wan, ewê ku ewqas bi wî zimanî axivîye... çawa dikarîbû di dawîya wê programê de navê "hunermendê ereb Omer Hemdî" qebûl bike û nebêje "Na, ez ne ereb im."!! Ser de jî sipasiyên xwe pêşkêş kirin!!
Belê, ev dema tozê ye, wey li wî yê ku karibe xwe bixe nav tozê de, toza "welatê Tirkan" be, ya "welatê Farisan" be yan jî ya "welatê erebî" be, lê tenê ne "toza welatê Kurdan" be!!
Min çiqasî dixwest di vî warî neninivîsim, di derheqa hunermendê mezin Omer Hemdî de, lê ji wê rojê de ta roja îro ew (toz) ji bîra min nediçû, rengê (Malva) jî ji ber cavên min nediçû!
Bi hêviya wê bîna xweş!
Elmaniya, 08.07.02
|
|