 |
 |
09.10.2003 - 22:43
Bi şîr şewitîn, pif dew kirin
Ebdilhelîm Mele Mihemed - Swêsra
dilo42@hotmail.com

Ebdilhelîm Mele Mihemed
|
Ê ku piştî damezirandina Israîl li bûyeran li Rojhilata Navîn binere,
dê bibîne bê çiqas Partiya Baas şaşitî di mafê gelê ereb û kurd
û têkeliyên wan ên dîrokî de kirine.
Partiya Baas, a ku xwe partiyek neteweyî û azadîxwaz didît, xwe hevalê miletên bindest didît, hemû miletên bindest, tenê Kurd na.
Vê partiyê nerîna Ereban li ser Kurdan reş kir, propagandek şovînî dijî Kurdan ajot, miletê kurd û Kurdistan wek Israîl da xuya kirin û şerê Kurdan bi awayekî hovane kir. Herweha wê nav Ereb û Kurdan xera kir û ji qesdî rola Kurdan di azadî û pêşketina milet û welatên herêmê de pist guh kir.
Navê Kurdan wek miletekî xêrxwaz li herêmê nayê veşartin.
Piştî damezirandina Israîlê, Partiya Baas hestên Ereban ên neteweyî dijî Kurdan bi kar anî. Wê partiyê diviya bû tiştekî din bike, diviya bû peywendî û baweriya di nav Ereb û Kurdan de xurt kiriba, da Kurd di rojên teng û ji bo pêşketina miletê ereb bûbûna piştgirê Ereban. Û diviya bû ku dîroka miletê kurd a paqij bi çavên dostanî bixwenda û ji miletê xwe re şirove kiriba. Herweha diviya bû ku kultura kurdî ya taybet xurt kiriba, da rengînbûn di herêmê de xurt bûbûya, û afirandinên pir
zengîn di hemû warî de bihatina meydanê, wek salên zêrîn ên ku di ser Rojhilatê re di demekê de derbas bûn.
Lê mixabin vê partiyê ji dijminî xwe berda dostê miletê ereb ê dîrokî û ew wek dijmin da xuya kirin. Wê dest bi planên qirkirin û windakirina miletê kurd kir, rengînî li welatê xwe nehişt,
hemû tiştên kurdî û xweşik berbend kir, hemû kesên kurd, ên ku civat pêş de dibirin, zindan kirin, kuştin û winda kirin. Wê partiyê dîwarek ji dilreşiyê di nav herdu miletan de ava kir,
û wilo herdu miletên dost qels bûn û bayê derve li hûndir xist, hûnderekî jihevketî.
Careke din destê derve dirêjî hûndirê Rojhilata Navîn bû. Ereban wek milet tu fêde ne kirin û peywendî di nav wan û Kurdan de qels bûn, û Kurd wek milet nemirin û Baasî ne gihiştin wê armancê û piştrast bû, ku Baasiyan dîrok bi mejiyekî rehperst xwendin, welat wêran kirin û dostên Ereban ji dest wan birin. Ev tevde bi awayekî kete xizmeta dijminê wan î mezin.
|
 |
 |