 |
 |
20.11.2003 - 04:08
Hêviyên ji guhertinên li Sûrî û cihê pirsa kurd di nav de
Dr. Ebdulbasit Seyda - Uppsala/swêd
abdulbasitsqhotmail.com

Dr. Ebdulbasit Seyda (SHB/amude.com)
|
Mirovê ku li rewşa Sûrî bi detalyl û pirsgirêkên wê binêre,
wê bighê nerîneke, ku di dema werê de wê hinek guhertin û tiştên nû bibîne,
guhertinên ku bikaribin wê ji vê rewşa wê xelas bikin.
Ev goman e, ya ku bêtir hêvî jê heye, here serî. Lê li hemberî vê yekê jî,
tirsek heye ku ji aliyekî din ve di navbera dezgehên fermî yên dewletê û hêza
navnetewî lihevkirinek çêbibe, ya herî mezin a rojane Emerîka, ev hêza ku di roja me ya îroyîn de li herêmê bûye faktorekî herî giring, ku hemî kilîtên lîstikên Rojhilata Navîn di dest de ye û ew dikare hêzên din ên navnetewî bidehfîne, da ku ew jî razîbûna xwe li ser proje û pilanê wê hêza mezin bidin xuya kirin û pîrozbahiyê lê bikin.
Ji ber ku naveroka vê nivîsê li ser rewşa hundurîn a Sûrî bi hemî alî û gomanên xwe ve ye, ez ê ne bi kûrî li ser rewşa siyasî ya herêmê yan ya navnetewi bixwazim bisekinim, bes bi tenê dema ku pewîstî pê hebe.
Li hemberî vî tiştî, ez ê bixwazim rewşa Sûrî ya hundur ronî bikim û bixwazim ku karakterê tiştên ku wê di paşerojê de bibe, bidim xuyanî kirin.
Nexşeya siyasî ya sûrî ji gelek faktoran pêk tê, yên ku newekheviyek di navbera wan de heye, çi ji aliyê hêz û serdestiyê ve be, çi jî ji aliyê nerîn û berjewendiyên ku dikarin bêne guhertin ve û haziriya wan ji vê yekê re be. Ev faktorên han di navbera sê aliyan de tên beş kirin. Yek jê beşê dewletê ye, yê duyem beşê opozîsyona fermî ye û yê sêyem jî beşê opozîsyona rastî ye, heger mirov bikaribe weha bêje.
Tiştê ku bi beşê dewletê ve girêdayî ye, li gor ku hûn dizanin, Partiya Ba´as e. Ev zêdeyî 40 salan e, ku Ba´as dewlet di bin desthilatdariya xwe de hiştiye, hikim li welêt girtiye destê xwe (08.03.1963).
Ew ji wê gavê û virde bi eynî mejî û nerînan welat bi rê ve dibe û li xwe dinere wek ku ew "îrada pîroz a erebî û erkê wanî nemir" e, ku divê bi xwe biparêzin. Ba´as bi xwe xwe bi hêza polîsê xwe yê nehênî, yê ku bi gelek navan peyda dibin û gelek karê xerab dikin, ferz kiriye.
Ba´as li xwe wek rêberê civat û dewletê dinere û opozîsyona fermî ya nêzîkî xwe jî mecbur kiriye ku razîbuna xwe bide xuya kirin. Li ser xala heyştan (8) di destûrê de, ev xala ku tiştekî nedîtî û nebûyî tîne meydanê û di gel vê yekê jî, ev 30 sal in ku berdewam e.
Partiya Ba´as di roja îro de bûye wek perdeyek ku çi kesên ku xwedî hêz in di paş wê de xwe vedişêrin. Mebesta min bi vê yekê ew e, ku ew hêzên ku xwedî desthilat in, di destê polîsên nehênî û leşkerî de nin.
Ev hêzên han berhema wî mejiyî ne, yê ku Hafiz el-Essed, serokê Sûrî yê ku welat berî li dorî 30 salan bi rê ve biriye, bi xwe ye. Paşî mirina wî, gelekan texmîn kirin ku rewş wê ber bi başbûnê ve biçe, li gorî berjewendiyên neteweyên li Sûrî, çi ereb, çi kurd an jî yên din bin.
Lê tiştê ku çêbû, ew bu, ku wan hêzên xwedî desthilat dîtin ku ji wan re baştir e, ku bihêlin rewş wek berê di bin siya serokekî nû yê bê hêz û bê tecrûbe de berdewam be. Serokekî ku jê tê xwestin, ku destekek be ji bo berdewambûna weznekê di navbera yên ku hemberê hev in û yên ku bûne hêz ji lawê serok re.
Li berûvajiya vê rewşa îro, rewşa ku di dema serokê bav de ew bû, ku serok bi xwe û di dema xwe de hêz dida wan ên derdora xwe, yên ku îro xwedî hêz in.
Beşê dewlete ji bilî nakokiyên hundurîn, yên ku bi xwe xwedî desthilat in, bi du sîfetên din ên beruvajî tên nas kirin. Yek jê qelsiya wan wek dewlet a li beramberî derveyî welat e, û ya din jî ew e, ku xurtbûna diravî ya li hemberî hundurê welat e.
Dewlet îro tazî ye, li hemberî derve bêpişt e. Ti sî tune ye ku sûd jê bê wergirtin, da ku karibe tevgerek taktîkî di hundurê lîstika weznê de bike, ya ku berê dihate kirin, wek nimûne di hebûna Sovyeta berê de.
Ji aliyekî dî ve, ew kertên (tişt) di dest de, yên xurt ku berê bi kar dianî, wek pirsa kurdî û felestînî, êdî nema di dest de heye. Kerta libnanî bi xwe jî îro gelekî sergêjiyan jê re çêdike.
Ji alîkî dî ve, ketina rêjîma Iraqî bi wî awayê ku pêk hat, hişt ku rêjîma sûrî bi xwe li gorî mîzênên herêmê gêjomêjo bibe. Nemaze ku vê rêjîma han gavin baş di riya xweşkirina têkiliyan de ji bona xurtkirin û serrastkirina tevdîra bi rêjîma Iraqê ya ketî re avêtibûn.
Di rewşek weha de, du rê hatine pêşiya rêjîma sûrî. Yek jê, ku wek berê berdewam bike û guh nede milet. Ev yeka han, a ku belkî di riya organîzekirina lihevkirineke bi derve re pêk bê.
Li gorî tiştên berdest ên niha, xuya ye ku hinek tişt di vî warî de bûne, bi taybetî di warê karên hevbeş ên parastinî-nehênî de, çi di sewiya herêmê de yan jî navnetewî de û ew civînên 3 alî ku doza wan dike û di wan de beşdar dibe. Li kêleka dewleta Tirkiye û Îran hinek gav di vê riyê re têne avêtin, bi ser de jî danûstandin û alîkariyên parastinî di navbera istixbaratên sûrî û emerîkî de êdî ne tiştekî veşartî ye.
Lê belê pirsgirêk ew e, ku Emerîka dixwaze ku di herêmê de guhertinek nû û formekî nû bîne û ev yeka han wê bihêle ku guhertinên herêmî çêbibin, destpêk li Iraqê bû, lê ti carî nakeve serê mirovan de ku wê şopa rewşa Iraq li ser dewletên derdora wê nemêne, bi taybetî Sûrî, ya ku Iraq jê re di yek wextî de kûrbûneke erebî-kurdî ye.
Riya din ew e, ku riya vebûna reforman li ser milet. Lê belê ev tişt di roja me ya îro de dûr xuya ye, di gel wan siloganên ku li vir an li wir tên gotin, ku dibêjin "wê guhertin çêbibe û hesab bi wan berpirsiyarên xerab re bê dîtin", "wê program û plan ji nû ve werin sererast an jî durust kirin".
Lê belê hemî sîgnal didin xuya kirin, ku tiştê tê gotin, ji derveyî çarcewa lîstika korbûn û şaşbûnê dernakeve, ew lîstika ku rêjîma sûrî ji mêj ve tê de şareza ye.
Reforma ku tê xwestin, di riya dûrkirina destên wan mîrekên veşartî ji dezgehên parastin û leşkerî re dibe, da ku ji hatina welat û jiyana xelkê dûr kevin. Lê ev tişt pirr zahmet e ku bibe, ji ber ku li dijî bingeha lîstika wan balansên ku li ser bingehên berjewendiyên di navbera navendên hêzan de di rêjîma sûrî de heye.
Tiştê ku hêviya vê riyê bêhtir kêm dike, qelsbûna oposîsyona fermî ye, ya ku di hundurê wan partiyên ku hevbendî bi Partiya Ba´as a xwedî desthilat re hatiye danîn. Ev partiyên han di nerîna milet de perçeyek in ji dewletê û duvîkek bêhêz û bê kesaytî ne.
Dewlet jî ji aliyê xwe ve wan partiyan weke destekekê ji bo şaşbûnê bi kar tîne, ti qîmet nade hevbendiya ku bi wan re çêkiriye û ti weznê jî nade wan, ji ber dizane ku di nav milet de biçuk û bê hêz in. Lê li gel her tiştî jî, dîsa hesabekî ji wan dike û wan li ser oposîsyonê dihejmêre.
Eger ku mirov bê ser oposîsyona rast û di gel qelsbûna wê jî, em ê bibînin ku ew bi xwe ji du aliyan pêk tê: yek, ê ku di partiyan de organîzekirî ye û yê din jî, yê ku bi hemî reng, naverok û nerînên xwe ve yê gelerî ye. Di hundurê oposîsyona organîzekirî de hinek partiyên olî, neteweyî, çep têne nas kirin, lê belê tev jî westiyayî û qels tên xuya kirin, ji ber ku tim û tim ji aliyê istixbaratan ve hatine perçiqandin û perçe kirin.
Ev tiştê han e, yê ku şopa wî di belavbûn û dûrbûna wan de ji xelkê û guhdana wan ji pirsên piçûk ên ne sereke xuyanî dikin, ên ku gelek ji hêza wan bi riyên tewş diçe û dibe kelem di pêşiya lihevkirinekê de li ser xetên stûr ên ku ji bo bingehekê ji bo programeke berfireh pêwîst in, ku bibe alternatîvek neteweyî û demokratîk, a ku wê hebûna yên din bipejirîne bêyî ku bipirse ka koka wî neteweyî, olî an siyasî çi ye û wê wekheviyê bi wateya wê ya fereh bipejirîne, ji ber ku ew derge ji bo gîhandina hevbeşbûnek medenî (sîvîl) li pêşiya civata sûrî bi ereb, kurd û yên din re ye.
Dema ku em bên ser oposîsyona gelerî, em ê bibînin ku ew di razîbûna gelerî ya tevayî de tê xuya kirin, ya ku di riya semîner, nivîsar û xwepêşandanên gelerî, yên ku di siklekî gelekî teng de çêdibin, lê gelek vê yekê jî tiştekî pirr mezin didin nîşandan, ku mirov têxe hesabê xwe ku ew di hundurê rêjîmeke girtî û rê nade tiştekî (totalîter) de ye.
Di vê dema dawî de, tiştê ku bala mirov dikşîne, ew e ku istixbarat çavê xwe ji rexneyên ku ji aliyê milet ve bi şêweyekî berfireh tên, digire. Lê gava ku zanibe ku hêvî heye ku wê karekî gelerî organîzekirî bibe, yê ku di rojên bê de wê bibe wek tirsekê ji rêjîmê re, ew bi xurtî ber wê digrin.
Di vir de, mirov dikare bibêje ku girtina profesorê ekonomî Dr. Arîf Delîlê û Riyad Sêf û Mamûn el-Humsî, ku herduyên dawî endamên parlemana sûrî bûn, û girtina gelek kesên din ên welatparêz, çi ereb çi kurd, dikeve vî warî de û qedexekirina wan komîte û komeleyên ku li Sûrî bi hêz ji bo doza şiyarkirin û rakirina civateke medenî li Sûrî derketin meydanê, ew civata ku di wê rewşa ku istixbarat bi navê xwe û dezgehên xwe yên curbicur hatiye dûr kirin û pelixandin, çi tiştên girêdayî bi jiyana tevayî û kesayetî kirine destê xwe.
Ev tiştên han giş didin xuya kirin, ku tiştê ku li Sûrî di roja îro de di warê rexne û peyvê de dibe, ji çarcewa valakirin û şaşbûnê bi mebesta berdewamiyê ji alî rêjîmê ve dernakeve.
Pirsên ku li vir xwe li gorî çarçewa babeta ku em li ser dipeyivin, ferz dikin, ev in: cihê pirsa miletê kurd li Sûrî di van bûyeran de li kû ye? Çi nerîn û kirin jê tên girtin û wê paşeroja wê çawa be?
Êşa kurdan li Sûrî dualî ye. Miletê kurd ji aliyekî ve wek miletê ereb û yên din li Sûrî êşeke tevayî dibîne. Lê ji aliyekî dî ve, êşeke wî ya bi taybetî heye. Ew bi xwe jî tevlihev e, ku mirov dikare bêje ew çewisandinek dualî ye, ev tade lê dibe ji ber ku kurd e.
Mebesta me ji çewisandineke dualî ew e, ku kurd ji hêlekê ve ti mafên wan ê neteweyî û demokratîk tune, wek mafê siyasî, civakî, kulturî, îdarî û ekonomî. Û ji aliyekî din ve hemî rengên çewisandina ku bi ser kurdan ve tên, ew jî bi armanca kêmkirina hebûna kurdan li her sê heremên kurdî, ku Kurdistana Surî ji wan pêk tê: Cizîr, Efrîn û Kobanê.
Yek ji van rengên çewisandinê yên sereke jî serhijmartina awarte ye, ya ku tenê li parêzgeha Hesekê di sala 1962ê de hat pêkanîn. Em îro berhema wê dibînin, ku çawa li dor 250 hezar kurd bê nasname ne.
Ya din kembera erebî ye, ya ku di sala 1973ê de li Cezîrê hate bi cih kirin û li gor wê erdê kurdan li seranserî sînor ji çemê Dicle heta bi Serêkaniyê li ser panayiya 10-15km û dirêjahiya 385km ji wan hat standin.
Ya sêyem jî ew e, ku bi erebkirina bi tevayî ya navên gund, bajar, mirov, kolan û dikanan ne.
Bi ser wan tiştan tevan de jî, rê tim li kurdan tê teng kirin, deverên wan bê guhdan dimînin, xerabkirina civakî û bêkarîbûn pirr dibe. Ji loma gelek xelk ji neçarî bi aliyê bajarên sûrî yên mezin ve koç dikin, an jî derdikevin derveyî Sûrî, ber bi Emerîka, Ewropa û deverên din ve.
Destûra sûrî hebûna kurdan li Sûrî qebûl nake, di gel ku hejmara wan zêdeyî du milyonan e, ji wan milyonek û nîv li devera kurdî ne û bêtirê nîvmilyonî jî li bajarên sûrî ne, bi taybetî Şam û Heleb.
Destûra Partiya Ba´as bi xwe jî hebûna miletê kurd li Sûrî dide inkarê. Ne tenê, ev lê belê ew dixwaze di riya paragrafên destûra xwe re, bi taybetî paragrafên 6, 7, 8, 11, 15 û 48, kurdan di nav neteweya erebî de bihelînin.
Ew destûra han eşkere dide xuya kirin, ku yê dev ji girêdana xwe ya neteweyî bernede, ew dê dûrî erda xwe bikeve, ji ber ew di nerîna Ba´as de erdek erebî ye. Ew destûr bi xwe jî hîn şovenîzma xwe dide xuya kirin, ku yê erebbûna xwe nede îsbat kirin, nikare daxwaza ti mafê mirovan û neteweyî bike.
Nakokiya sereke ya ku di kirinên rêjîma Sûrî de li hembrî kurdan tê xuya kirin, ew e ku ew ji aliyekî ve hebûna wan wek kurd qebûl nake, lê ji aliyekî din ve jî tadê li wan dike, ji ber ku kurd in. Bi hemî şêweyan dixwaze hebûna kurdan a neteweyî tune bike. Heger nikaribe vê yekê li ser erdê bike, bi kêmayî dixwaze di mejiyên mirovan de bi cih bîne.
Civata kurd li Sûrî bi tevayî û li Kurdistana Sûrî bi taybettî civateke geş û çalak (aktîv) e, girêdana xwe ya neteweyî ji mêj de fêhm kiriye, ne mumkun e ji niha û pê de li gor tiştê ku em niha dibînin, nemaze paşî hatina şoreşa kompyutêr û internet, kesek karibe kesayetiya wê ya neteweyî tune bike.
Lê belê şiyarbûna vê civatê li vir nasekine, lê ew ê di warê têgihiştina rewşa îro û hêviyên ku tên de, her berdewam be. Ev bi xwe jî di dîtin û nerînên hêzên kurdî yên çalak de, çi li hundurê partiyan û çi li derveyî wan, tê xuyanî kirin. Ev hezên han têdighên ku girêdaneke posîtiv û aktîv di navbera girêdana bi Sûrî ve wek welat (dewlet) û bi Kurdistan ve wek netew (milet) heye.
Hevdîtin û diyalog û karê hevbeş bi hêzên ereb ên demokrat re pêwîst in - ji ber ku tada heyî bi giştî li ser tevayiya kesan, çi ereb be çi kurd be, dibe-, ji bo paşerojeke baştir ji Sûrî re di çarçewa sîstemeke demokratîk de, ku baweriyê bi cêwaziyê (te´edûdî) tîne û rêzê bi bîr û bawerî jê re dike, wekheviyê di navbera hemiyan de di warê maf û daxwaziyan de bi cih tîne bêyî ku li koka wan a neteweyî, olî û siyasî bê pirsîn.
Hêzên kurd kar ji bo ku wêneyekî rast ji êşa ku kurd dikşînin, bigihînin hêzên ereb dikin, da ku ew jî piştgirî û alîkariya pirsa kurd li Sûrî bikin. Li gel zehmetiyên vî karê han, ji ber ku rêjîma sûrî şopa xwe ya negatîv di hiş û nerînên xelkê de bi salan bi cih kiriye, em dibînin ku gelek ên ku cihên serekî di opozîsyonê de digrin, nikarin heta roja îro jî wan bîr û baweriyên ku îdyolojiya serdest bi kar tîne, ji ser pirsa kurd li Sûrî bide alî.
Lê li gel vî gişî jî, em dibînin ku danûstandin di navbera hêzên kurd û ereb de, yên di warê oposîsyona Sûrî de aktîv, çi wek partî û çi gelerî be baştir bûye, û li vir divê bê nîşandan ku nerîn ji pirsa kurd li Sûrî bûye pîvanek û sîgnalek ji bo naskirina rastbûna dîtin û daxwazên guhertinê û demokratiyê li Sûrî.
Pirs ne ew e, ku li vir an li wir nerînek insanî di warê xweşkirinê de bê nîşan dan an gotin. Pirs ji wilo bêtir kûr e, ji ber ku îro problêma kurd li Sûrî yek ji wan problêmên serekî ye. Mirov nikare di ser re derbas be. Ne guhdanek an çavgirtinek jê re ji alî vê hêzê yan wê hêzê hebe, ew bi xwe isbatek neciddiyetê an jî netêgihiştinê ye. Ev bi xwe jî tirs û pirsnîşanan di nava miletê kurd de tîne meydanê.
Tiştê ku îro tê xuya kirin, ti hêviyê nadê mirov ku rêjîm wê reformeke rast û durust bike. Tenê mirov sloganan ji wan dibhîze, ew sloganên ku dixwazin rewşê têxin bin kontrola xwe.
Rêjîmê heta îro yekîtiyekê di navbera tiştê ku heye û tiştê meşrûe çêdike. Ew rêjîm xwe xwediyê maf dibîne, ji ber ku hêzek diravî di dest de heye, ku alîkariya wê di berdewambûna desthilatdariyê de dike.
Ev hêza han a di destê rêjîmê de, ne li ser bingehekî demokratîk hatiye damezirandin û ji ber vê yekê jî mirov nikare li Sûrî behsa parvekirina karûbar di nav dezgehên desthilatdariyê de - parleman, hukûmet û dadmendî - bike. Pirsên di vî warî de heyî dikevin nav xalên hêviyan de, nemaze dibin siya rêjîmeke îstixbaratî, ku tu tiştekî ji bilî zagonên awarte pê ve nas nake û ev zagon bi xwe qamikek in, da ku istixbarat çi bixwaze bike û bêyî jê were pirsyar kirin. Ev zagon bi xwe termeke modern e ji bo veşartina kirinên dezgehên istixbaratî yên ku xwe di ser zagonan re dibînin.
Rêjîm li xwe dinere ku ew berê jî û yan niha jî li ser rastiyê e, yekîtiya neteweyî di nerîna wê de li ser bingehê tobekirina oposîsyonê ava dibe, bi qebûlkirina wê bi gunehê xwe.
Qebûlkirina wê bi durustbuna xala 8an a desturê, ya ku me li jor behs kir, ew xala ku dibêje Partiya Ba´as rêberê dewlet û civatê ye.
Rêjîma sûrî dibîne ku neleqandina siyasî ya ku bi zor ferz bûye, nîşaneke serketina wê rêjîmê dide xuya kirin.
Lê belê yên ku hayê wan ji nêzîk ve ji van tiştan heye, dizanin ku rewşa civakî bi xwe bingeha rûniştina rewşa siyasî ye.
Ev tiştê han jî pêk nayê, ille di çarçeweyek demokratîk de bi qîmeta insan, wek insan berî her tiştî din rûdine, maf didê yê ku bîr û baweriyên xwe bi azadî bibêje ji berhemên welatê xwe fêde bike, dûrî wan dezgehên istixbaretî yên ji bilî tirs û nerehetiyê tiştekî jê re nahêle.
Li dawî ez dixwazim bibêjim, li gel hemî tiştî jî nexş bi carekê ne tarî ye. Em tevde di wê baweriyê de ne, ku guhertinek di rê de ye, lê pirs ew e ku kengî, çawa û heta bi kû ye!
|
 |
 |