 |
 |
20.10.2003 - 08:20
'Têmûrê Xelîl, ji xwe re li mala xwe rûne û me ji bîr bike!'
Dr. Miraz
Tu dibêjî qey xwedêgiravî mafê Têmûrê Xelîl li ser xelkê heye, ku çima navên wî û pismamên wî di axaftina Emerîkê Serdar li gel Kevirbirî de ne dane. Çimkî pir kes xwedêgiravî xwe wek serwerê her tiştî dibînin. Tu dibêjî qey wan welat û cimaet rizgar kirine û me jî mafê wan xwariye. Bê guman, "Riya Teze", ku 70 bêtirî salan derketiye û bi dehan an jî sedan kesan tê de kar kirine, niha jî kesek ne mecbur e ku kronolojiya navên wan kesan bide. Çimkî Emerîkê Serdar ne kompûter e ku navên hemû kesan bîne bîra xwe û vebêje!
Pir eyan e ku Casimê Celîl emekdarekî Kurdan ên mezin e, mirovekî eyan û gelek xebat ji bona kurdayetiyê kiriye. Zarokên wî jî niha hemû rewşenbîr û kesên eyan û zana ne. Lê çaxê ku Têmûrê Xelîl radibe û emekê Casimê Celîl yê qîmet winda dike û her tiştî şaş dibêje, wê demê meriv aciz dibe, çimkî birayê me Xelîl şaşitiyê dike. Şaştiyên wî jî pir in, yk ji wan jî di derheqa radyoyê de ye.
Cara pêşî radyoya kurdî di tîva 1930ô de hat çê kirin, lê tenê xeberdan bûn. Wê demê Heciyê Cindî serokê radyoyê bû. Pişt re jî Stalîn biryara girtina radyoyê stand. Piştre, di tîva 1950î de, Casimê Celîl bi emekê xwe radyo vekir û cara pêşî wî muzîka kurdî di radyoyê de weşand (cara pêşî jî sazbendê lapî eyan, herwiha jî gelek salên dirêj, keça Casimê Celîl Cemîle (ya sazbend) di radyoyê de weke seroka beşê sazbendê xebitî). Piştî Xelîlê Çaçan bi gelek salan, mirovê mezin û pak Ehmedê Gugê bû redaktorê radyoyê. Wî jî emek û karê pir baş û mezin kir, herî pir wî dengê Kurdên Tirkiyeyê dida dunyayê, ta ku di salên dawî de Keremê Seyad bi xedartî radyo ji dest Ehmedê Gugê girt û ew kir a mala xwe. Lê pismamê me Têmûrê Xelîl jî şaşitiyê dike û dibêje ku piştî 25 salan ji redaktoriya Xelîlê Çaçan, her tişt hilweşiya. Ev pir şaş e! Çimkî di sala 1950î de radyo vedibe. Li gorî Têmûrê Xelîl jî, piştî salekê, yanî di sala 1951ê de, Xelîlê Çaçan dibe redaktor û dibêje ku redaktoriya wî jî 25 salan, yanî ta sala 1976ê didome. Em jî dizanin ku Yekîtiya Sovyetê di sala 1990ê de hilweşiya. Ka birayê Têmûrê Xelîl? Ma ji sal 1976ê ta 1990î hîç kesekî xebat û kar nekirin? Ma her tişt tenê Xelîlê Çaçan kir? Ma hîç Ehmedê Gugê tiştek ne kir? Ma ne şerm e ku mirov mafê mêrên wek Ehmedê Gugê bixwe?
Rast e ku niha hûn li Ewropayê têr in û xwe wek rewşenbîr didin hesabê, lê ji bîr ne kin ku mirovên emekdar û xebatçî û milethez cimaeta xwe di zorî û zehmetiyê de ne hiştin û ne reviyan derve. Hûn rewşenbîr hîn bûbûn, ku her tişt amade bidin we. Lê dema ku tiştên amade xelas bûn, êdî we jî cimaeta me di destên xelkê de hişt û reviyan û çûn!
Ka bêje, birayê dela! We cimaeta me Kurdan di dest kê de hişt? We cimaeta me di bin rehma xelkê de hişt û çûn.
Niha jî ez ji birayê xwe re du giliyan bêjim: "Ka ji xwe re li mala xwe rûne û me ji bîr bike. Êdî car din jî li ser me gilî neke, çimkî em we nas na kin."
|
 |
 |