 |
 |
25.06.2004 - 16:10
Diktor Z. Aloianê PENa Kurd çima evqasî ji "amude.com"ê aciz e?
Dijwar Amedî
dijwar_amedi@nefel.com
Ne nav û qelafet, cewher û zanîn mîzan e!
Dema min nivîsa sekretêrê Navenda PENa Kurd Dr. Zorab Aloian xwend, çîrokek hat bîra min.
Carekê li bajarekî, me xwest li restorantekê xwarinê bixwin. Dostek bi emir, yanî rûspiyek, jî mêvanê me ye. Me çavên xwe gerand, li ser kolanekê em rastî restorantekê hatin. Ji derve ve, restoranteke rêk û pêk û paqij xuya dikir. Em ketin hundir. Me li lîsteyê nêrî û xwarin xwest. Dema xwarin hat û me dest pê kir, wê demê me zanî me çi şaşitî kiriye, lê êdî dereng bû. Yekî ji me ji ber qedrê mehzûnvaniyê, yê din ji ber fediyê bêdeng ew xwarin xwar. Em derketin, bi ser de saet derbas nebû û em jê êşiyan.
Rûspiyê me got: "Gelî birano, divê mirov li xwe şiyar be û bi risma (wêneya) ji derve xuya ye, xwe nexapîne!"
Nivîsa Dr. Zorab Aloian jî wisa bala mirov dikşîne. Zilam diktor e, bi kêmasî disîplîneke zanistî tewa kiriye û bûye sekreterê PENa Kurd jî. Ji dûr ve "rêk û pêk" xuya dike, yanî wêneyeke xwe baş heye. Lê dema mirov nîvîsa wî dixwîne, ango "xwarina" wî dixwe, yekser zikêşî mirov digire. Mirov dibîne ku mixabin ew nav û qelafet li zanîn û cewhera sekretêrê PENa Kurd nayê!
Helbet mirov pê diêşe, ku yekî wisa pêşengiya PENa Kurd dike. Ji ber ku PEN sembola perçeyek ji rewşenbîriya gel e.
Gelo em bi van gotinan neheqiyê li vî zilamî dikin? Em nivîsa wî bigirin û bi kurtî bersiva vê pirsê bidin.
Di rojnamevaniyê de, şeş pîvanên nûçevaniyê/peyamnêriyê hene. Dema nûçeyek tê lêkolîn kirin, ev pirs tên kirin: çi, li kû, çawa, çima, kengî û kî? Eger di nûçeyekê de bersivên van pirsan hebin, kes nikare gilî û gazindan bike.
Amûdê çi nivîsiye, em binêrin. Nûçe ev e:
"Serokê PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco dîsa bû yek ji birêvebirên KNKê
BRÛKSEL (amude.com) - Di 5emîn kongreya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de, serokê Navenda PENa Kurd Dr. Zerdeşt Haco careke din bo Komîteya Birêvebir a KNKê hate hilbijartin. Haco ji dema damezirandina KNKê de endamekî birêvebir ê KNKê ye. Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di 26.05.1999an de ji bo "parastina berjewendî û yekîtiya neteweya Kurdistanê" hate damezirandin. KNKê di destê apoçiyan de ye û ew li gorî siyaseta wan dixebite. Berî ku Zubeyir Aydar bibe serokê Kongra Gel, ew endamekî birêvebiriya KNKê bû. Hêjayî gotinê ye, ku ji bilî Haco, endamên din ên Komîteya Birêvebir a PENa Kurd Mistefa Reşîd û Dr. Zorab Aloian di heman demê de endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ne."
Niha li gor pîvanên nûçevaniyê van şeş pirsan ji vê nûçeyê bikin, gelo derewek, nerastiyek tê de heye? Ka bila Diktor Zorab ji kerema xwe bi rûpela Amûdê û bi xwendevanên wê nîşan bide, bê li kû derê pîvanên rojnamevaniyê hatine binpêkirin?
Hin gilî gotinên Diktor Zorab hene, mirov tenê dikare ji xwe re pê bikene! Hinek jî bi rastî heyfa mirovî pê tê.
Wekî van gotinan: "Lê kesên gêj û bêheş jî wê hebin, ên ku nebihîstine KNK çi ye: penîr e, sazî ye, eşîret e. Sîrwan Hecî Berko çavên wan jî vedike...."
Heyran, xelk hemû dizane ku KNK çi ye, bi ser kîjan siyasetê ve ye, serokê wê yê şerefê kî ye, çend endamên wê hebûn û niha çend mane, kî ne û ... û...
Vêca kes bi çîrokan nayê xapandin û helwestên wisa jî li nav û dengê birêvebirekî PENa Kurd nayê.
Nabe em zêde bi van tiştan sebra xwendevanan birevînin.
Bi kin û kurtî pirs ev e: Yek divê li duyê kar û kirinên xwe raweste û xwe veneşêre,
ji xwe re çîrokan neafirîne û însanên din tawanbar neke.
Baştir e ku Diktor Zorab berî hertiştî xwe hinekî li ser
rojnamevaniya azad perwerde bike û tiştan tevlihev neke. Di ber de jî hinekî
saziya dewleta Elmanyayê nas bike û gotinên vik û vala neke. Li vê derê, mirov berê
giliyê li cem polîsan dike û ew jî piştî lêkolînan bersivê dide xwediyê dozê û
eger pêwîst be, yek diçe dadgehê.
Nuqteyeke din jî, hin navan dide, dinivîse rahmetî Ibrahim Ehmed û Mehmud Osman jî xwe nêzîkî KNKê kirine. Kî xwe nêzîk kiriye yan dûr ketiye, ev tişt hemî rengê KNKê naguhere. Diyar e KNK çi ye û çi dike?
Çi kiriye û çima îro wisa bi serê wê hatiye, ev yek dikare ji ragihandinên serokê KNKê yê di civîna dawî da veqetî birêz Dr. Ismet Serif Vanli hîn bibe.
Hinek gotinên Diktor Zorab jî dide xuya kirin, ku ew bê çiqas xeşîm û belengaz e! Dema ew dibêje bila edîtorê Amûdê li ser PENa Kurd û KNKê agahdarî bidê polisê elman... Xuya ye ev zilam rojnamevaniya azad û muxbiriyê tevlîhev dike! Lê ne ew tenê vî tiştî dike: her yekî/yekê ku ji bîr û baweriyên azad û ji rojnamevaniya serbixwe û azad nerehet e, li tawanbariyên wisan digere. Ev kes ne yekî bi serê xwe ye, mixabin sekretêrê PENa Kurd e.
|
 |
 |