www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

12.04.2002

Her tişt bi taybetmendîya xwe bedew e

Cemîl Demîrcan
cemildemircan@hotmail.com

Fadîme Şahîndal
Li ser buyêra Fadîmeyê gelek tişt hatin gotin, civîn, xwepêşandan, semîner pêk hatin. Gazî û qîrînîyên "kurdan" bi wê bahoza "nûjen û pêşketî" re bûn yek û "entegrasyon" rê dinya û alemê da. Dengên ku pir bilind dibûn di yekmeqamî de bûn, lê dişibihîn orkestrayekê ku ji nişka ve berbihevhatî û bê xeba-teke pêşîn be. Hemûyan di warê êrîşkirinê de berberî bi hev re dikirin. Dor ne dida hevdu, sebir û debara wan jî ji bo nirxandinên cihê qet tune bûn. Roj roja wan bû.

Hêvîdar im ku bêhna wan kesan niha piçek hatibe ber wan.

Kuştina Fadîmeyê bêguman di civata kurdan de, ne bi dilê piranîyeke mezin bû. Divîya ev pirs ne bi vî awayî çareser bibûya. Mafê her mirovî yê jiyanê heye û mafê tu kesî jî tune ye ku tecawûzî vî mafê xwezayî bike. Heta ger bavê mirovî be jî!.. Kuştin tu carî nabe çare û di bingehê xwe de bêçaretî ye. Ji xwe bavê Fadîmeyê jî di axaftina xwe ya li dadgehê de vêya tîne zimên û dibêje: "Min di jiyana xwe de tu carî tade li kesekî nekiriye. Lê keça min bobelatek bû. Em di televizyonan de hetikîn. Tu çare nemabû, min xwe ji bo kuştina wê mecbûr dît." Rojnamevanê swêdî Peter Kadhammar jî weha dibêje: "Heta ev zilamê ku bi kuştina keça xwe mihakeme dibe jî însanek e û bi zincîreke buyeran a ku ew nikarîbû ji bandora wan xelas bibûya, qeyd kiriye."

Mirov çima bêçare dimînin? Ez ê li ser van sedeman pir nesekinim, piranîya me dizanin. Lê ez ê bi tenê xalekê nîşan bidim ku ew jî ev e: Sedema bêçaretîya bavê Fadîmeyê ya herî mezin, netêgihîştin e! Li hember guhertin û buyerên ne bi dilê mirovî, parastina hebûnên kevn e. Tirs û bêhêzîya li hember pêlên gotinan e. Dilovanî û pêgirêdayîya bi civata xwe, ango bi malbat û eşîra xwe ve ye. Hezkirineke çavgirtî û bi nezanî ye. Rebenî ye.

Ez dizanim ku gelek kes dê ji van gotinên min aciz bibin û ew ê mahneyên cuda cuda ji xwe re derxî-nin û binirxînin.

Ez ne bavê Fadîmeyê û ne jî malbata wan nas dikim. Tew ez kirina wî qet û qet napejrînim. Lê ji rojên pêşîn û heta îro, min xwastiye ku nivîs, gotar, nûçe û lêkolînên di vî warî de hatinin kirin, teqîb bikim. Têgihîştina min niha ev e ku gelek tiştên hisî, bêbingeh, beradayî û bêfedî hatine gotin û nivîsandin. Hin kesan got "Fadîme şerefa me ye!" "Bavê wê dîne" "Ev ne ji kultura kurdan e" "Di kultura me de kuştina ji bo namûsê tune ye!" Hinan iddîa kir ku "li cem wê ji xeynî hezkirin û xêrxwazîyê tu tişt tune bû. Tol û xerez jî ne ji xisusîyetên wê bûn" Hinan ew kir "qehremana şerê azadîyê û nîşana evîndarîyê."… "têkoşerek mafên jinan". Hinan jî ji ber vê kuştinê ji kurdbûna xwe fedîh kir. Dawîya dawî, kul û derdên xwe, agirên hindurên xwe bi buyêra Fadîmeyê re kirin yek û çi hat ber devên wan gotin. Jineke kurd ji rojnamevana Folketê re (û bêyî ji wê bête pirskirin) got "keçeke min a mezin 18 salî ye, dostê (pojkvän) wê heye û ew dikare bi lêwik re razê." Fedîh, heya, ar, namûs û hemû hêjayîyên me yên neteweyî, endeksî sosreta Fadîmeyê û hin kesên ji serxweveçûyî bûbûn.

Hin kesan jî di bin sîya vê bûyerê de xwast ku nefreta xwe ya nijadperestî dîyar bikin. Yek ji wan jî xatuna(!) bi navê Marianne bû ku di nivîsa xwe ya di rojnameya Eskilstuna Kurirenê de weha digot: "Ger jiyaneke weke swêdîyan ne bi dilê te be, ger tu rêza van hêjayîyên bingehîn nagirî, ger tu hirmeta te ji bo van îmkanên ku em didin te û zarokên te, bi taybetî jî ew îmkanên ji bo perwerdebûna zarokên te ku te li welatê xwe qet bi dest nexistiye, tune be, wê gavê biçe welatê xwe!"

Hin kesan iddîa kir ku "Kes newêre şaşiyên kurdan bîne zimên. Her tişt li nik me şerm e." Lê ew mêrxas û wêrek bûn û ji bo serkêşîya vê koroya yekdengî, da navê: "Gelo çima hişmendî, mirovper-werî, azadî, evîndarî... hemû bûne koleyên namûs û şerefê?" Ew gîhaştine vê bawerîyê ku namûs û şerefa kurdan li ber hişmendî, mirovperwerî, azadî û evîndarîya wan asteng e. Ji xwe bûyera Fadîmeyê kurd "di nav cîhanê de rûreş û şermezar" kirine. Ne hewce ye ku mirov zêde dirêj bike. Ger armancek wan kesan ku ji vê astengê, ango ji namûs û şerefê xwe azad bikin hebe, tu kes li ber wan nesekinîye û tu kesan jî devên wan negirtîye. Lê ez bi xwe, bi vê helwesta neteweyê xwe ya bi şeref û namûsa xwe ve girêdayî, serbilind im!

Li gora gotina van kesan, xwedêgiravî "Persson ji N. Barzanî xwest ku rê li ber "kuştina namûsî" bê girtin. N. Barzanî vegerî Kurdistanê û mijar di pişt guhê xwe re avêt." Hîn jî min fêhim nekiriye bê çi peywendîya vê mijarê bi karên hikûmeta herêmî re heye. Ciwanmêran ji bo vê statûyê, hîn di keftûlefta bidestxistina piştgirîya dewletan û di hesreta nasîneke fermî de nin, em ê jî rabin wan ji bo her buyerê tawanbar bikin. Ji alîyekê ve "serok(!)"ê bi nav û deng dê ji bo parastina yekbûna Tirkîyeyê kêfxweşîya xwe bi asimlasyonê bîne (di parastina xwe ya di dadgehê de) û şerê vê bidestxis-tina kurdan bike û ji hêla dinê ve jî rewşenbîr, hişmend, mirovperwer û azadîxwazên me dê ji bo ewrû-payîbûn(!) û nûjen(!)bûnê êrîşî hêjayîyên kurdan bîkin! Bi rastî balkêş e. Ez hêvîdar im ku Qazî Mihemed van tiştan nebihîse û di mezelê xwe de rehet rakeve ku wî di dadgehê de û berîya bidarda-kirinê bi çend saetan weha gotibû: "Ez wî mafî nadim tu kesan ku gelê min bê rumet bike û niha ji bo xatira wî mîlletê ez bi sêdaredanê hatime hikim kirin".

Gotara Fadîmeyê ya ku li Parlementoya Swêdê kiribû, ji ser zimanê van kesan nakeve û tim dibêjin: " Fadîme ji berî kuştina xwe di gotara xwe ya dawîn de diyar dike ku Komela Kurdên Swêdê alîkariya wê û malbata wê nekiriye û ew şîret nekirine." Lê ez nizanim, bê ev kurdên pêşketî çima behsa gotinên Fadîmeyê nakin ku di eynî gotarê de nin û ew di wira de weha dibêje: "Ji ber ku ez û dostê xwe em weke cotekî bûn, bêguman malbata min jî dê têgihîştîbe ku êdî ez ne qîz im." Gelo isûl, adet, hêjayî û kultura kurdan ev e? Ji kengî ve bûye adet ku keçên me derkevin pêşîya civatê û bi serbilindî behsa neqîzbûna xwe bikin?. Êrîşa van kesan li vira nasekine û ji qada komeleyê di pengizê Federas-yonê jî: "me bi dehan konfederasyon, kulfederasyon û qûnfederasyon hene lê ev an naxwazin an jî nizanin bi karûbarên civatên kurdî rabibin. Pirraniya wan xwedî tevger û mentalîteyên bikêrnehatî ne û ji gotinên pêvetir tiştekî nakin." Piştî ku min ev rêz xwendin, hestên şermezarîyê hatin min û xwêdanek bi min ket. Min ji paşdemayîna xwe fedih kir. Haya min ji dinyayê tune bûye. Min bihîstibû ku hin komeleyên qûnekan li hin welatên Ewropayê vebûnin. Lê min tu car ne bihîstibû ku komele an jî federasyonên qunekan yên kurd vebûnin û waye wan qûnfederasyon jî pêk anînin.

Ji roja ku ez hatimim Swêdê ez endamê Federasyonê mim. Piştî 20 salên bi xebatên cur bi cur û bi siyaseta xwe ya realîst û bi îstikrar, îro Federasyon gîhaştiye qonaxeke wisa bilind ku ne peyvên Fadîmeyê û ne jî gilîyên ku ji meqamên Swêdê re hatine kirin, dikarin bihejînin. Ji xwe dijberîya Federasyonê bûyerek nuh nîne. Hin kes û hin hêlan, timî xwestiye ku lênerîn û sîyasetên xwe li ser vê avahîyê ferz bikin. Lê dema ku ew li hember raya giştî bi ser neketinin, vêca bi devavêtinan, bi qirêjkirin û bêbextiyan, bi avakirina Federasyonên cîhê û hwd şerên xwe domandinin. Vê dezgehê, li gel kêmanî û tengasîyên xwe jî, xebatên gelekî hêja kirine. Di vî warî de nimûneya herî li ber çav "Projeya nakokîya nifşan"e. Di çarçoweya çalakîyên vê projeyê de panel û konferans pêk anîne û ev sê sal in ku ji bo malbatên kurdan havîngehan amade dike.. Armanca ji van havîngehan ew e ku kesên beşdar -çi keç, çi xort, çi dê û çi jî bav- serên xwe bi vê pirsê biêşînin, tev li minaqeşe, panel û semineran bibin û ji bo çareserîya wê jî bi kêmanî bi hin perspektîvên nuh ve vegerin mala xwe.

Min bi xwe, ji vê projeyê gelek fêde dît. Havîngeha li Gripsholmê tecrûbe û bîranînek hêja bû. Beşdarên havîngehê (dayik, bav û ciwanan), piştî hemu çalakîyan, di pirsa " ji bo jiyaneke malbatî ya dilşad pêşniyarên we çinin?" de, dîtinên xwe di van niqteyan de civandin:

  • Divê ku mirov vext bide hev, hevûdu guhdarî bike û ji hevdu têbigîhêje.
  • Divê mirov ji hevûdu hezbike û bi hevdu bawer be.
  • Divê ku rêza mirov ji hevûdu re hebe.
  • Zimanekî hevbeş pêwist e.
  • Ne tenê dêûbavitî, lê me hevaltî jî divê.
  • Malbat divê li ser pirsên xwe raweste û qise bike.
  • Ji bo yekîtîya malbatê divê ku herkes ji fedakarîyê re amade be.
  • Di derbarê terbîyekirina zarokan û pirsên malbatê de, divê dê û bav lihevkirî bin.
  • Rehetîya hemû kesên di malbatê de.
Ger ev karê ha jî "kevnole û klîşeyî" be, ew tiştekî din e.

Roja veşartina Fadîma
Îro çi ji me divê? Hîn jî em ê di rabezîna kirinên Fadîmeyê û ya bav û birê wê de bin? Gelo bi rastî jî Fadîme bi şiklê jiyana xwe ve keçeke kurd bû û bi ziman û eslê xwe serbilind bû? Vê horîya ha gelo Komeleya Kurd ya li Uppsalayê nas dikir û beşdarîya çalakîyekê wê bûbû? Ji bo çi em ê êrîşan li tore û têgîhiştinên xwe yên ne li gora kêfa Fadimeyê û ne mîna yên van welatan in, bikin? Ma şeref an jî rûreşîya me bi tenê bi kêfkirina Fadîmeyê û bi yên nola wê ve girêdayî nin? Ta kengî em ê keysperest bin û bibêjin ku "dem ev dem e" û sûcan biavêjin situyê wan hêlên ku dilên me ji wan re naxwazin?

Li gora bawerîya min divê ku em hemû, yeko yeko û bêyî ku êrîşî tu alîyan bikin, li ser vê buyerê biponijin û ji encamên wê dersan derxînin.

Ji bo em karibin van pirsan -yên ku ji civat û adetên berê mayî- çareser bikin û barê xwe sivik bikin, divê ku em xwedîyê ramanên nuh yên avakar bin. Bi dijminatîya hevdu û şinekîyan em ê ne karibin pirsên xwe yên civakî çareser bikin û ne jî bigîhêjin tu deveran.

Bar û berpirsîyarîya giran li ser milên me ye, li ser milên dayik û bavan e.

Bi lêqedexekirinan û zirt û tirsandinan, mirov nikare tesîreke erênî li ciwanan bike. Ew di pêvajoka "jixwehezkirin"ê de nin. Ew di serxweşîya avakirina şexsîyeteke nuh de nin. Ji dêvla ew fermanên ku em bi bêjeya "na!" radigîhinin wan, divê ku em fêrî toleransên ku bi bêjeya "ger" dest pê dikin, bibin.

Adeteke me ya xerab jî ev e ku em carinan di nav keç û lawên xwe de newekhevîyeke eşkere peyda dikin. Em azadîya wan li gora "law" û "keç" bûna wan didin wan. Azadîya lawan ku hevalên xwe yên keç bînin malê heye, û ji bo hin bavan jî ev dibe serbilindîyek, lê ne rabûnûrûniştina "bi lawên xelkê" û ne jî hevaltîya bi wan re, ji bo keçên me gengaz e.

Herwiha û hezar mixabin ku hin ciwanên me jî ji adet û eslê xwe fedih dikin, berê xwe jê dizîvirînin û bi navê nûjenbûnê tinazîyên xwe pê dikin. Ji derveyî xwe hemû kurdan hov û "çiyayî" dibînin. Ew, pêşî lê hay nabin, lê piştre dibînin ku ew bi xwe li derveyî herdu civatan in. Ez di vê bawerîyê de mim ku mirovê esil û dîroka xwe winda dike, mîna mirovên bêbîr û bêhiş e. Divîya ku wan ciwanan, ev cihêbûna kulturî û torî ji xwe re weke maldarîyekê bipejirandaya. Em hemû dizanin ku azadîya me ya hilbijartina kinc, xiwarin, jin, mêr, tirimbêl, xanî, dibîstan û hwd heye, lê em nikarin ji xwe re xwişk, bira, dayik, bavan û esil hilbijêrin. Em çi bin, em ew in. Her tişt bi taybetmendîya xwe bedew e.

Rojnamevanê Los Angeles Times Carol J. Williams, kuştina Fadîmeyê bi serneketina siyaseta entegrasyonê ve girê dide. Sedem çi dibe bila bibe, pirs ne bi tenê ya Fadîmeyê û malbata wê ye. Êşa me, problema me hemûyan e. Ne ya me bi tenê jî, lê ya hemû malbat û miletan e. Nakokîya di navbêna nifşan de, ne bi Fadîmeyê dest pê kir û dê ne bi wê jî temam bibe.

Him lêkolînên zanyarî û him jî buyerên Pela û Fadîmeyê nîşan daye ku bi zirtan, bi darê zorê û bi hevdu bêminnetkirinan ve, em nikarin pirsên xwe çareser bikin. Ne tedbîrên polisî, ne zîndan û ne jî gefên dewletê rê li ber kuştina Fadîmeyê girtiye.

Pê li reha însên kirin, bombeyek hayjênebûyî ye!
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]