www.amude.com  
www.amude.com - navenda çanda kurdî
rûpela nerînê rûpela destpêkê

10.04.2002

Mayîndeyên çand û wêjeyê, bîranîn û rojenivîsk

Cîhan Roj
rcihan@nefel.com

Cîhan Roj Beriya vê nivîsê jî bi bawerim bang û hêviyên derbarê vê babetê de derçûbûn. Herku derçûbin jî weke bîrxistinek emê dîsa hêvî û gazinan derbikin.

Bîranîn û rojenivîsk ji beşên wêjeyê beşên herî girîng in. Weke mayîndeyên dîrokî em dikarin kûrahî û wate lê bar bikin. Ew di xwe de ji bilî hêla wêjeyî hêşmendî, kitekit, rastiyên dîrokî, taybetiyên kesayetiyan, merc û hoyên dema xwe...di xwe de dihewînin.

Kêm civak hene ku bi qasî civaka kurd serobino bûye, bi gelên cûda re jiyaye, di bin destan de maye, li rê û çareyan geriyaye, têkçûye, bi êş e, kesayetiyên xweser dihewîne.

Îro ro teketûk be jî kesayetî û kesên wanî hene ku xwedî bîranînan nin. Van kesan belawela ne û bi piranî bîranînên xwe bi xwe re dibin axa sar. Rojenivîsk jî wanî ye; bi dehan nivîskarên kurd li welatên cûrbecûr dijîn lê ev şens nayê bikaranîn. Helbet babet û bêriya welat ji bo herkesî sereke ye lê ez dibêjim ew dem heye ku kes rojenivîskan jî binivîsînin; kesek li Elmanya an li Swêd ...çi dixwîne, tiştên dixwîne çi bandor lê dike, dîsa jiyana Kurdên li wan deveran, guherînên di jiyana wan de...Belê hindik be jî carna weke qalib û stûr tişt têne nivîsîn lê sayakî dimîne.Weke mînak keçek kurd hate kuştin gelek kesan ji xwe şerm kir! Lê kêm kes li ser gunehên dî rawestiyan.

Ji bo bandora nivîsên wanî em dikarin Apê Mûsa bi bîr bînin.Wî bi derkirina bîranînan gelek tiştên dîrokî , çandî , wêjeyî jî ronî kir, bandor li kesan kir... Îro ro teknîk derfetên mezin daye ber dest; kovarên me hene. Ku ev jî ne bes be gere bibin pirtûk. Hewlên wanî dê ji beşên wêjeyê ên dî re bibin bingeh û belge jî. Herwiha wê bibe bingeha rexneyê jî.

Êdî gere em nebûna rexneyê weke karesetek binavbikin. Berhem nayên nirxandin. Ên têne nirxandin jî bi "bîsmîlahan" re tête nirxandin. Metirsî û têkiliyên dostanî bandor li nirxandinan dikin. Pirtûkek derdiçe bi sedan pesên lê tê girtin lê ne rexne be jî pêşniyarek jî li nivîskar an jî helbestvan nayê girtin. Helbet moral tiştek pêwîst e û hêlek me Kurdan ya romantîk jî heye. Ev rastiyek e lê gere ew romantîzm hertiştî jî nefetisîne.

Di nivîsandina bîranînan de gunehê nivîskarên ciwan jî heye. Kesayetiyek li deverek hebe me divê em xwe bigihînin wî û wan bîranînan bi dê û bav bikin. Seydayê Tîrêj çû ser dilovaniya xwe lê ez weke kesek Bakûrî ji bilî hin pesên û navên berhemên wî rastî bîranînek kûr di derbarê wî de nehatim. Hew Helîm Yûsiv girêdana wî ya bi helbestê ve ku di piratîkê de dîtibû derkir di nivîsek xwe de. Carê min ji Kaya Muştakhan ev hêvî kir. Ew zimanzanek kurd e û xwedî arşîvek hêjaye. Temenê xwe di ber ziman û çanda kurd de pûç kiriye. Başûrî ye û li Başûr bi gelek kes û şexsiyetên dîrokî re hevalî û hogirî kiriye. Lê ev kes ne xwedî berhemek e.

Min jê hêviyek wanî kiribû:
- Mamoste hûn nexweş in, ku nîşe û bîranînên we ên wanî hebin em dikarin karkeriya wan bikin, wan binivîsînin.

Wî got ku nivîskarek li Stenbol heye û ew kesê li Stenbol bi berhemên wî re mijûl e.

Ez hê jî li bendê me ku berhemek wî ya derbarê bîranînan de derbiçe.

Bi vî awayî gelek kes hene. Belê çerçawa ku carna romanek dibe sedem ku çandek bête nasîn û navudeng bide bi vî awayî berhemek bîranînan jî dikare vê bandorê pêk bîne.

Weke xwendevanek em li benda nivîsên wanî ne. Teknîk rê dide. Ji Nivîs bigire heya Mehname û Avesta hwd. Dîsa ji Jiyana Rewşen bigire heya Gulistan, Rojda ...

Li vir bangewaziyek me jî li berpirsiyarên kovarên înternetî ye: Weke tê zanîn bi dehan kovarên înternetî hene û di salê de bi dehan berhemên têrtije tê de tên weşandin lê hew kesên xwedî derfet dikarin xwe bigihînin wan berheman.Gelo di dawiya her salî de ev kovar nikarin hin berheman bijmêrin û weke pirtûk biweşînin?

Emê Kaniya Helbestan weke mînak bidin; ev malper weke antolojiyek înternetî ye. Gelo ew xebat hinek dî berfireh bête girtin û weke pirtûk bête weşandin wê feydeyek bêhempa negihijine wêje û kesên kurd? Ma çi bi me hatiye? Ger li Ewrûpa çapa pirtûkek wanî pir bi bûha be li ciyên dî bi pereyek ne zêde ev kar bi cî tê.

Weke kesek, xwendevanek û nivîskarek kurd destê me li pêsîra wan kesan e ku bîranînên ji me re bibin kan nanivîsînin û bi xwe re dibin axa sar..!

Hêvî ...ev e ku carna li me dibe çemeke zirav an jî weke robarên biharan dibe raser û lehî...
Vegere rûpela destpêkê

 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]