08.01.2003 - 00:48
Nivîsek divê ji bo çend cihan bê şandin?
Cemîl Oguz - Rojnamevan
cemilocemilo@hotmail.com
STENBOL (amude.com) - Berga çapemeniya Kurdan fireh dibe û ev yek bi xwe re hin nakokiyan û hin rêbazên
cihê cihê jî tîne. Çapemenî divê çawa be, çi bike, çi neke û çawa bike
wekî pirsên sereke xwe şanî me didin. Û tevî van pirsan pirsên wekî
'divê nivîskar çawa nêzîkê van bibin' jî tiştê ku li ser bê sekinîn
e bi ya min. Ez jî dixwazim di vê nivîsê de bi kurtahî li ser vê bisekinim.
Tiştên ku mirov di serî de bibêje ew e ku çapemeniya kurd bergê xwe her ku diçe fireh dike. Kovar û rojnameyên Kurdan zêde dibin, malperên Kurdan jî hem hejmara wan zêde dibe hem jî xurtir dibin. Ez dixwazim bi kurtahî û bi awayekî eşkere vê bidim nîqaş kirin: Divê nivîsa nivîskarekî di her weşanê de bê weşandin an na?
Ji ber çi min pêdivî bi vê yekê dît, ji ber ku ez dinêrim heman nivîsa nivîskarek (mesele ne navek e, gelek nivîskarên me bi vî rengî ne) di gelek weşanan de derdikeve.
Divê nivîsek ji bo kîjan weşanê bê nivîsîn, nivîsa ku hatiye nivîsîn divê ji her cihî re, her weşanê re ango zêdeyî yek weşanê re bê şandin an na? Ger bê şandin ku hin kes heman nivîsa xwe ji bo gelek weşanan dişînin, divê ew weşan wê nivîsê biweşîne yan na?
Bi ya min ji bo her du aliyan jî 'na'.
Yek: Divê nivîskarekî/ê, nivîseke nivîsîbe ji gelek weşanan re neşîne.
Didu: Weşan jî nivîsa nivîskarek ku ji gelek weşanan re hatibe şandin divê neweşîne.
Em hinekî din jî vekin û li ser mantiqa vê yekê bisekinin.
Yek: Nivîskar çima pêdivî pê dibîne ku heman nivîsa xwe ji bo gelek weşanan dişîne? Qey nivîsa wî/ê gelek baş e? Em bibêjin nivîs gelek baş e. Ger wisa be, ji xwe bêyî ku ew nivîskar nivîsa xwe ji bo gelek weşanan bişîne, dê weşanên din nivîsa wî/ê li cihê ku hatiye weşandin miheqeq bibîne û dê nivîsê di weşana xwe de digel cihê ku jê wergirtiye biweşîne. Ger nivîs ne baş be, ji xwe divê neyê weşandin.
Em bibêjin ji bilî vê yekê, nivîskar bi armanca ku 'nivîsa wî/ê bila ji aliyê gelek kesan ve bê xwendin' ji gelek cihan re dişîne. Ger armanc ev be jî bi ya min dîsa şaş e. Çima? Em bibêjin ger nivîs baş be û bi rastî pêdiviya gelek xwendevanan pê hebe, wê çaxê, dê xwendevan ji xwe wê nivîsê miheqeq bibîne û bixwîne. Dîsa nivîsek bi vî rengî wê miheqeq bala edîtorên weşanên din jî bikişîne û dê ew nivîsek bi vî rengî ji cihê ku hatiye weşandin, bigirin, bi temamî yan jî bi awayekî kurtkirî di weşana xwe de jî biweşînin.
Ji ber van sedeman bi ya min, nivîskarek ger nivîseke nivîsî divê tenê ji bo weşanekê bişîne û ew nivîs tenê li wir bê weşandin. Piştî ku hate weşandin, weşaneke din ji wir digire gişî diweşîne, parçeyek jê di weşana xwe de cih didê, çi dike bila bike, kêfa wan e.
Herwiha em bibêjin nivîskarek dixwaze ji gelek cihan re binivîse, xwendevanên gelek weşanan wî/ê nas bikin? An jî em bibêjin nivîskar gelek jîr e û ji nivîsandinê têr nabe, wê çaxê bila nivîsên cihê cihê binivîse, ji weşanên cihê cihê re jî nivîsên xwe yên cihê cihê bişîne. (Di vir de divê nivîskar nivîsên xwe yên cihê cihê ji bo weşanên cihê cihê jî bişîne an na jî ez dixwazim paşê li ser bisekim. Di vir de rewşa îdeolojîk, fikir û raman jî der tên holê, ew jî mijareke din e).
Didu: Ji aliyê weşanê ve jî rewş diguhere: Weşanek divê heman nivîsa nivîskarek neweşîne û ger nivîskarê/a wî ji bo gelek cihan dinivîse divê pê re peymanê çêke û nivîsa ku li derek din hatibe weşandin di weşana xwe de cih nedê. Ger weşanek ji ber ku di warê nivîsande ditengije loma her nivîsê diweşîne, wê çaxê di wê weşanê de problem heye û divê ew li ser xwe bisekine.
Bi kurtahî bi ya min nivîsek tenê divê ji bo weşanek bê şandin û heman nivîs ji bo weşaneke din neyê şandin, weşan jî divê li ser vê yekê bisekine û heman nivîs ger ji ciheke din re hatibe şandin hem wê nivîsê neweşîne, hem jî nivîskarê xwe hişyar bike.
|
|